Wîkîferheng: Bîra zimanê Kurdî

Yekemîn armanca Wîkîferheng ew e ku di warê ferhengnasiyê de danasina zimanê kurdî bike û dixwaze her kurd bibîne ku zimanê kurdî xwedî nirxeke bilind e di asta cîhanê de.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Wîkîferheng ne tenê peyvzêdekirin e, wîkîferheng wek dibistanekê ye, gelek endamên wîkîferhengê zimanê pêşketîtir dikin û kanalîze dibin Wîkîpediyaya Kurdî. Di Wîkîpediyaya Kurdî de gotarên akademîk bi nêrîneke kurdewarî dinivîsin û dinirxînin. Wîkîferheng diyar kir; edventaca herî mezin ya Wîkîferheng û Wîkîpediyayê ew e ku ew zanyarî wenda nabin. Wek tê zanîn gelek websaytên kurdî ji ber êrîşan tên girtin lê ji bo Wîkîferhengê û Wîkîpediyayê ew mimkin nîne.

'WÎKÎFERHENG XWEDÎ QAÎDEYEKE PÊBAWRIYÊ YE'

Wîkîferheng tenê peyvên kurdî qeyd nake, ji xeynê peyvan cih dide biwêj, gotin û gotinên pêşiyan. Rêveberiya Wîkîferhengê bo vê mijarê dibêje; “Hêj gelek peyvên kurdî hene ku qeydê ferhengê nebûne, jixwe hîn ji wan qeydê ti ferhengekê nebûne. Divê em vê yekê diyar bikin ku ne tenê 'peyv' têne qeydkirin ser Wîkîferhengê. Ji xeynî peyvan em cih didin biwêj, gotin, gotinên pêşiyan, rawe û tewangên peyvan hwd jî li ser ferhengê. Ji bo tevlîkirina peyvên kurdî qaîdeyeke wisa heye: Wîkîferheng xwedî qaîdeya pêbaweriyê ye. Gor vê qaîdeyê ji bo ku peyvek li Wîkîferhengê karibe were qeydkirin divê bi kêmanî di sê çavkaniyên cuda ên pêbawer de derbasbûyî be. Her kesê beşdar dikare peyvên ku tevlî ferhengê têne kirin kontrol bike, lê kontrolkiron karê naturel e ji bo rêveberên ferhengê ku ew jî 4 ên kurd 1 ê biyanî pêk tê û yê biyanî tenê ji bo rêlibergirtina vandalîzmê û sererastkirina hin çewtiyan bûye rêvebir ango ji ber ku zimanê kurdî nizane û nikare naverokên gotaran sererast bike."

'KURDÎ DI QADA ÎNFORMATÎKÊ DE Lİ PAŞ MAYE'

Çendîn ferhengên kurdî hene ser înternetê an çapkirî. Wîkîferheng jî yek ji yên li ser înternetê ye. Li gor wîkîferhengê zimanê kurdî di qada înformatîkê de li paş maye. Rêveberiya Wîkîferhengê; “Wekî nimûne telefonên zîrek (smartphones) ên bi kurmancî hêj qet tine li piyaseyê. Mirov dikare gelek mînakên din jî bide. Şîrketên mezin ên wek Googlê, Microsoft, Samsung hwd jî ji bo zimanekê tevlî sîstemên xwe bikin ango ji bo ku bi zimanekê xizmet bidin her şîrket li gor xwe krîteran diyar dike. Xwedîpiştgirîbûn, qalîtedarbûn û pêşketibûna gotar, nivîsarên Wîkîpediyayê û Wîkîferhengê jî yek ji wan krîteran kare were hesibandin. Lewma qalîtedarbûn, pêşketin û zêdebûna hejmara gotarên li ser Wîkîferhengê pêdiviyek e ji bo zimanê me”got.

'REXNEKİRİN NAYÊ MANEYA DİJDERKETİNÊ'

Rêveberiya Wîkîferhengê dibêje “rexnekirin nayê maneya dijderketinê û rexneyên rast wê xebatên me bi pêş bixe lewma em spasdarê wan in. Wekî din her kesek xwedî heqê rexnekirinê ye. Rojê bi dehan kes guhertinan pêk tînin li ser Wîkîferhengê. Li gor vê rêjeyê diyar dibe ku bi hezaran tevkarên Wîkîferhengê heye. Ji ser madyaya civakî gelek kes bi peyamên xwe yên ji ser DMê piştgiriya xwe tînin ziman, hin kes peyvan dipirsin, hin kes bo xebatên xwe yên zimanî rênîşandanê dixwazin. Gelek kes xebatên me wek bersiveke xurt yê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê dibînin. Wîkîferheng di warê ferhengnasîyê de li gor amarên Weqfa Wikimediyayê di dinyayê de 8emîn ferhenga çalak e û 800 hezaran bêhtir peyv, biwêj, gotinên pêşiyan, tewangên peyvan dihundirîne. Li gor van amaran li Rojhilata Navîn zimanê kurdî gelek tê tercîhkirin ku şiyarbûneke neteweyî xwedî dike, herkes lê xwedî derdikeve ji Efrîn ta Urmiyeyê gelek kurd li vir dibin endam û şopîner, sûdê ji ferhenga azad werdigirin.”

'DİVÊ EM BİBİN MİLETEKE BERHÊNER Û AVAKER'

Rêveberiya Wîkîferheng herwiha got, “Miletên hişyar, miletên xwedî-hişmendî ne yên pêşketî. Divê em bibin mileteke berhêner û avaker, ne mileteke mezêxer ango serfker. Divê em xwedî vê hişmendiyê jî bin ku bêyî keddayînê tişt nakeve destê meriv. Yê ku xîretê bike û ked bide jî miqabila wê digire. Ji bo bidestxistina hin tiştan divê em jî kedeke mezin bidin.”

Wîkîferheng: Kürtçe'nin yaşayan ve büyüyen hafızasıWîkîferheng: Kürtçe'nin yaşayan ve büyüyen hafızası