Şîrê dayikê û girîngiya wê

Şîrê dayikê hem ji bo zarok hem jî ji bo dayikê pir bi fêde ye. Bi rastî ev tenê dikare weke mijarekê were veçirandin. Lê ez dixwazim li ser girîngiya mijandinê û şîrê dayikê hinekî pê de herim.

Google Haberlere Abone ol

Şîrê dayikê xwarin û vexwarina pitik, zarok a sereke ye. Bi rastî jî bi tena serê xwe mijareke têr û tije ye û pir dirêj e. Ji ber vê jî nîvîsek têrê nake. Ezê li ser çend xalên girîng bisekinin di vê nivîsê de.

Di serî de ez dixwazim qala Kolostrumê bikim ku şîrê ewil ê dayikê ye û heta 3-5 rojan ev şîr tê û paşê jî şîr normal dibe. Ev şîrê ewil hinekî tîrtir e û rengê wê jî hinekî zer e. Bi kurdî jê re Şîrê Ter, Xîç, Şîrê Tîr û hwd. tê gotin û divê pitik ji vî şîrî bêpar nemîne,  dayikên hêja hewce ye bi tu çîrokan nexapin û vî şîrê qewîn bidin zarokên xwe.

Ez çima dibêjim bila dayik nexapin? Ji ber ku nezanîn û tiştên şaş di nava civakê de pir diqewime. Li ser meselê hin nezan çawa ku zarok ji dawa dêya xwe dikeve û tê dinyayê, kevçiyek dims an jî ava goşt didin zarok. Hin kes vî şîrê ewil didoşin û dirêjin. Hin kes vî şîrê kêrhatî didoşin û bera ber kulîlkan didin. Hin kes dibêjin qey ji ber kolostrumê zarok zer dibin lê ev bi tûmerî nêrînek şaş e. Mixabin mînakên bi vî rengî di civakê de pir zêde ye. Ev pêkanînên ne rast in. Ji kerema xwe em li vê miqate bin û derdora xwe jî hişyar bikin ku bila mirov ji van pêkanînên şaş dûr bisekinin û vî şîrî bidin zarokan.

Kolostrum ji bo pitik tiştên hewce, hemûyan dihewîne. Naveroka Kolostrumê di serî de ji aliyê proteîn, karbonhîdrat, rûn, vîtamîn û mîneralan ve dewlemend e. Her wiha ji aliyê faktorên bergiriyê (îmmunite) qewîn û saxlem dike ve dewlemend e. Hin sûd û fêdeyên kolostrumê em dikarin wiha rêz bikin;
Zarok zûtir jê têr dixwe
Rîska enfeksiyonê kêm dike
Sîstema hezmê pêş dixe
Ji bo zarok wekî antîbîyotîka xwezayî ye
Rîska zerika pitikan kêm dike
Rêyên hilmê ên jor diparêze û îxtimala alergiyê kêm dike
Têkiliya dayik û zarok xweş çêdibe
Faktorên mezinbûnê dihewîne û ji bo zarok bi tendurist mezin bibe dibe alîkar.

Wekîdin jî ez dixwazim li ser girîngiya dema şîrê dayikê bisekinim. Zarokek 6 mehên pêşî divê tenê bi şîrê dayikê bê mijandin û xwedîkirin. Heta yek salî, bi xwarinên despêkê divê şîr berdewam be. Hewce ye kêm zêde du salan zarok bê mijandin. Heta 2 salî tê pêşniyarkirin ku zarok bê mijandin.

Ji sedî 87ê şîrê dayikê av e û ev jî têra zarok dike. Dê û bav 6 mehên ewilî divê avê jî nedin zarok. Di nava çolistanê de be jî hewceyî avê nake mirov bide zarok. Bi kurt û kurmancî şeş mehên ewilî ne hewceye em avê bidin zarok. Piştî şeş mehan mirov dikare êdî avê bide zarok.

Şîrê dayikê û mijandin hem ji bo zarok û hem jî ji bo dayikê pir sûdwer û bi fêde ye. Bi rastî ev tenê dikare weke mijarekê were veçirandin. Lê ez dixwazim li ser girîngiya mijandinê û şîrê dayikê hinekî pê de herim.

Şîrê dê her dem hazir û amade ye, ji bo zarok jî bê pere ye, belaş e. Bi vî awayî dayik dikarin bi dilrehetî zarokên xwe şîr bidin. Bi vê re wê zarok kêmtir nexweş bikevin û hê qewîn bistewin, mezin bibin. Dema şîr hinekî kêm be jî divê dayik yekser dev ji mijandina zarokê xwe bernede. Ew her ku zarok şîr bide wê şîrê wê jî pirtir bibe û hewcedariya zarok wê bi şîrên amade ango mamayan nemîne. Divê dayik di civakê de rola xwe ya hêja her bizanibe û di her derî de bikaribe zarokên xwe şîr bide.

Şîrdana zarok her ku bê taloqkirin îxtimala kêmbûna şîr û berdana zarok a pêsîrê dikare derkeve holê. Em bi xwe di civaka me kurdan de dibînin ku di şevbihêrkan de jî, li mêvandariyê jî û hwd. dayik şîr dide zarokên xwe û ev tevgereke pir rast û hêja ye. 

Bi hêviya ku tu zarok ji şîrê dayikê bêpar nemîne û her bi tendurist bin bimînin di xweşiyê de. Ji kerema xwe vê nivîsê bi taybetî li dayikan bidin xwedin an jî ji wan re bixwînin.

*Dr. Pisporê Bijîşkiya Malbatê