Perdê şanoya kurdî bi destana Mem û Zı̂n vedibe

Şermola Performans, perdê şanoyê bi destana Mem û Zı̂n vedike. Bi vê berhemê re Şermola Performans wê êdî li Batmanê jî bi berdewamî perde vebike û projeyên nû biafirîne.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Şermola Performans nêzîkî salekê ye xebatên online çêdike, li ser dîroka şanoyê, nivîsîna dramatîk û teoriyên lîstikvaniyê dersan dide. Her wiha di vê serdemê de bi lîstikvanên ku li bajarên cuda dijîn re jî xebatên xwendinê û ceribandinên lîstikên onlîne pêk anî. Bi saya van xebatan nivîskar û derhênerê Şermola Performansê Mîrza Metîn lîstikvanên wek Pelda Bal, Kenan Demîr, Ronî Dildar û dramaturg Zelal Angay nas kir û biryar da ku li Batmanê bi wan re li ser lîstikekê bixebite.

XEBATÊN LÎSTIKA MEM Û ZÎN BERÎ DEH MEHAN DEST PÊ KIR

Xebatên lîstikê berî deh mehan li ser bernameya Zoomê dest pê kir û Mîrza Metîn ji bo ku di hişê lîstikvanan de bingehek ava bike bi wan re li ser têgehên wek mîtolojî, rîtuel, lîstik, performans, mêtingerî, çanda gelerî, vebêjî û hunera hemdem xebitî û li ser van hêmanan xwendinên dirêj pêk anî. Metîn piştî van xebatên teorîk ji Almanyayê hat Batmanê û tevî lîstikvanan dest bi xebata piratîk kir. Dramaturg û alîkara derhêner Zelal Angay ji bo vê xebatê ji Enqerê, dansvan û koreograf Arjen Brûsk jî ji Stembolê hat Batmanê.

Bi sedan dengbêj û çîrokbêj hene ku îro jî destanên kurdan bi awayekî kilamkî û vebêjkî îcra dikin. Mem û Zîn jî yek ji wan destanan e ku bingeha xwe ji destana Memê Alan girtiye. Her wiha Dengbêj Reso jî yek girîngtirîn ji dengbêjan e ku destana Mem û Zînê bi kilamkî û vebêjkî îcra kiriye.

Mem û Zîn ku bi derhêneriya Mîrza Metîn ve dertê ser dikê xwe dispêre vê pirsê: “Kilamek, stranek, çîrokek ango destaneke gelêrî, bêyî ku weke teksteka şanoyê ji nû ve bê nivîsandin, çawa dikare bi rengekî nûjen bê sehnekirin?”

ŞANOYA MEM Û ZÎN YEKEM BERHEMA ŞÊWAZA 'DÎWAN'Ê YE

Her wiha Mîrza Metîn bi salan e bi navê 'Dîwan'ê ango 'Dîwana Lîstikvaniyê' kargehan çêdike û bi lîstikvanan re li ser hereket, deng, nefes û vebêjiyê dixebite û hemû xebatên xwe dispêrîne dengbêj, çîrokbêj, govendger û şivanan; û van hêmanan bi rengekî nûjen di xebatên xwe de bi kar tîne û hewl dide ku şêwazeke xwemalî ya xebata şanoyê biafirîne. Lewre şanoya Mem û Zîn yekem berhema şêwaza 'Dîwan'ê ye ku dê di 3ê Mijdarê saet 19.30an de li Batman Yenîsahneyê yekem car derkeve pêşberî temaşevanan.

Bi vê berhemê re Şermola Performans dê êdî li Batmanê jî bi berdewamî perde vebike û projeyên nû biafirîne. Şermola Performans her wiha xebatên xwe li Stembol û Almanyayê jî didomîne.

Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin li malpera www.sermola.com binêrin. Dîrokên din ên performansa Mem û Zîn ev in: 4, 16, 30ê Mijdarê, saet 19.30. Cih: Batman Yenîsahne

Çavkanî: Dengbêj Reso
Konsept/Derhêner: Mîrza Metîn
Lîstikvan: Pelda Bal, Kenan Demir, Roni Dildar
Dramaturg/Alîkara Derhêner: Zelal Angay
Koreograf/Rahêner: Arjen Brûsk
Sêwirînerê Ronahiyê: Mîrza Metîn
Fotograf: Bariş Evîz