Tirba min çêkin li Kurdistanê

Yek ji pêşengên muzîka Kurdî, mamosteyê bi sedan xwendekaran, dildarê awaza; Tehsîn Taha... Hunermendê gorbihûşt Tehsîn Taha di nav hunermendên muzîka Kurdî de; bi afirîner û keda ku daye xwedî cihekî taybet e. Ev hunermendê ku tevahiya jiyana xwe ji bo muzîka Kurdî bê navber derbas kiriye, îro jî bi reng û berhemên xwe pêşeroja muzîka Kurdî re dibe çavkaniyeke jêneger.

Serhat Demirtaş

Tehsîn Taha di sala 1941an de di navçeya Amediyê ya girêdayî Dihok a Başûrê Kurdistanê de ji dayik dibe. Ji ber temenê wî ya zaroktiyê de dengê wî ya xweş tê ferqkirin; bavê wî hewl dide ku dengê zarokê xwe pêş bixe û di vî warî de piştgiriyê dide zaroka xwe. Tehsîn Taha jî vê derfetê bi kar tîne û bi muzîkê re mijûl dibe. Bi derbasbuyîna salan re Tehsîn Taha dengê xwe bêhtir pêş dixe û di sala 1957an de dema 16 salî bû bi klama ‘eşkere nakim’ bi awayekê profesyonel dest bi jiyana hunerî dike. Bi vê stranê ve ji bo Tehsînê ciwan êdî serdemek nû dest pê dike. Di warê muzîka Kurdî de serdemeke têr û tijî.

“Hûn bikin gelî cotyara,
Tovî bavên van beyara.
Erdê weye yê kesî nîne,
Nede ne bi zalimê cara!..”

LI ZANÎNGEHÊ

Xebat û hewldanên wî ya ji bo pêşxistina hunera xwe di sala 1960an de dibe sedem ku Tehsîn Taha li Zanîngeha Bexdayê dest bi ‘Beşa Hunerên Xweş’ dike. Salên zanîngehê ji bo wî gelek tiştan bi xwe re tîne. Him di warê hunerî him jî di warê civakî de Tehsîn di wan salan de gelek tiştan dijî û nas dike. Ligel xebatên muzîkê Tehsîn di perwerdeya şanogeriyê de jî cîh digirê û di gelek şanoyan de wek şanoger dilîze. Li alîyê din jî wek gelek xwendekarên zanîngehê Tehsîn jî di wan salan da li hemberî geşedanên civakî û siyasî bêdeng namîne û li hemberî rejîma BAASê di xebatên siyasî de cîh digire. Ji ber vê yekê tê binçavkirin û piştî demekê ji zanîngehê tê dûrxistin. Lê belê ev yek sekna Tehsîn Taha ya li dijî rejîma BAASê naguherîne. Tehsîn Tahayê xwedî dengê xweş; li aliyekî hunera xwe didomînê li aliyeke din jî xebatê xwe ya siyasî dimeşîne. Di encama vê yekê de sala 1963an de tê girtin. Piştî ku bi afûya giştî tê berdan, zanîngeha xwe diqedîne.

RADYOYA BEXDAYÊ

Piştî ku zanîngeh diqede Tehsîn Taha bi armanca pêşxistina deng û hunera xwe derbasî Mexmûrê dibe û li vir dest bi mamostetiya muzîkê dike. Di vê pêvajoyê de ji ber naveroka berhem û klamên xwe gelek caran ji aliyê rejîma BAASê ve tê binçavkirin, lê binçavkirin gav ji biryardarî û sekna wî nade avêtin. Salên 1960an jibo hunera Tehsîn Taha salên girîng bû. Ji destpêka 1960an heya 70an di Radyoya Bexdayê de nêzî 120 berhem a Tehsîn Taha tê guhdarkirin. Di wan salan de ev hejmar hejmarek gelek girîng bû, lewra di wan salan de hêsan bu ku ewqas klamên kesekî di Radyoya Baxdayê de werê guhdarkirin. Lê belê Tehsîn Taha bi hilberîn û dengê xwe yî xweş gihiştibû vê serkeftinê. Ji xwe ya ku wî ji gelek hunermendan cuda dikir jî xweşbûna dengê wî û ev serkeftina wî bû. Di stranên xwe de bi taybet cih dida jiyana li gundan û koçberiyê, lewra rastiya ku li gundan dihat jiyîn û sedemên jiyana koçberiyê ji bo raste rast bandor li hestên Tehsîn Taha dikir. Ew hestên ku dilê wî bi kul dikir jî wek awaz û lorînan diherikîn ji zimanê Tehsîn Taha.

Di sala 1970an de dizewice û dibe bavê 4 zarokan. Li aliyek jî bê navber xebatên xwe yê hunerî didomîne. Heya van salan bi dehan klaman diafirîne û têgihiştina bi sedan xwendekarî de mamostetiyê dike. Eşqa xwe ya şanogeriyê jî bernade, di navbera sala 1976an û 1979an de di lîstikên bi navê ‘Robarê Jiyanê’, ‘Deriyên Jiyanê’, û lîstika ‘Şoreş’ de derdikeve ser dîkê û di vî warî de jî hunera xwe pêşkeşî hezkiriyên xwe dike.

PÊŞMERGE TEHSİN/SEKNA DIJİ JİYANÊ

Di kêliyên jiyana Tehsîn Taha de ligel hilberînên hunerî sekna wî ya şoreşgerî jî derdikevê pêş, sekna xwe ya sîyasî di salên zanîngehê de nîşan dida. Sekna xwe ya siyasî ya ku di salen zanîngehê de nîşan dida, di salên 1960an de bi tevlîbûna refên Pêşmergeyan dimeşînê. Di sala 1961an de li hemberî rejîma BAASê, bi pêşengtiya Mistefa Barzanî di rêxistina Pêşmergeyan de cîh digire û şer dike. Lê belê piştî ku tevger têk diçe, Tehsîn Taha klamekî bi navê ‘Ey Felek’ dinivîse, di vê klamê de hunermendê Kurd hestên xwe yê li ser vê têkçûyînê dilorînê. Tehsîn Taha xwedî dengekî delal bû, dikaribû bi dengê xwe jiyana xwe xeş û dewlemend derbas bike; lê belê baş dizanibû ku heqîqet ne eve, bawer dikir ku kesekî hunermend divê li ser pirsgirêkên civakî, li hemberî zilm û zordariya li ser gel bibe xwedî sekneke têkoşer. Bawer dikir ku huner encax bi rastiya gel û bi heqîqeta civakê re wate bibe û temam bibe.

Bi vê bîr û baweriyê ewqas binçavkirin, girtin û zehmetiyan; li aliyek hunera xwe dimeşand, li aliyek din jî tekoşîna xwe yî jiyaneke azad û bi rûmet dimeşand. Ev sekin û biryardarî, hêz û hêvî dida wî; ev hêz û bawerî jî di hilberîn û hunerê de ji wî re dibû çavkaniyeke herî giranbuha. Ev sekna wî û nêzîkatiya wî a dijî jiyanê, di dilê gelê Kurd de rê li ber evîneke mezin vekirîbû. Kesên ku dengê Tehsîn Taha dibihîstin; him ji klamê wî bandor dibûn, him jî ji ber kesayeta wî gel jê hez dikir. Ev yek jî di navbera Tehsîn Taha û gel de peywendiyeke kur afirandibû. Tehsîn Taha di jiyana xwe ya hunerî de ligel afirandina bi dehan berheman; bi dengên navdar yên wekî Erdewan Zaxoyî, Elbir Nayîs û gelek hunermendên din ên Kurd re deng dide gelek berheman û klaman dibêjin. Her hunermendên ku wî nasdikin û bî wî re klaman dibêjin ji hunera Tehsîn Taha siûd digrin, ji wî tiştên nû hîn dibin.

MIRINA DÛRÎ WELÊT

13yê Adara 1994an bû, Tehsîn Taha wekî gelek caran dîsa ji bo pêşandaneke muzîkê, bi hunermendên weke Eyşe Şan, Seîd Gebarî, Gulbihar û Salîm Helebî re derbasî Hollandayê dibe. Beriya ku qonser bê lidarxistin Tehsîn Taha aciz dibe û wî radikin nexweşxanê. Li ser vê acizbûnê tê tespît kirin ku nexweşiya pençeşîrê lê girtiye… Nêzî salekî li nexweşxanê bi vê nexweşiyê re têdikoşe. Lê mixabin, ew mirina ku heya wê salê xwe ji Taha dûr xistibû, vê carê xwe nîşanî wî dide û dengxweş Tehsîn Taha li wir di 28ê Gulana 1995an de diçe ser dilovaniya xwe. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide, 4ê Hezîrana 1995an de li Amediyê Dihok tê definkirin. Di encama keda ku dide di jiyana hunerî de 8 albûman diafirîne. Di van albûman de cih dide bi dihan klamên wek; ‘Ey Felek’, ‘Berîvanê’, ‘Rabe Cotyar’. Di van albûman de gelek klamên wî hene ku îro jî ji hunera Kurd re dibin çavkanî. Her wiha hêjayê gotinêye ku gelek navên Tirk ên ku xwe wek hunermend nîşan didin jî, berhemên Tehsîn Taha dizîn û ji xwe re kirin çavkanî.

“Agirê sar û vemirî,
Çav me lê tê geş bibî!
Ew buhara tehnî kuştî,
Hêvîdarin xweş bibî!..”