Penaberê welatê xwe

Kesên ku wî nasdikirin; ji navê wî zêdetir bi navê 'Bavê Felek' bang li wî dikirin. Ew bi dengê xwe yî zîz û delal, di dilê me da bû xwedî cihekî taybet.

Google Haberlere Abone ol

Serhat Demîrtaş

Mihemed Şêxo di sala 1948an de li gundê Girbavê ya ku girêdayî Qamişlo ya Rojava ji dayîk dibe. Bi armanca bibe xwedî kesayeteke salih, navê wî datînin Salih. Jiyana bi zehmet, hê di temenek biçûk de rûyê xwe nîşanî Mihemed Şêxo dide. Ji ber xizantiya malbatê, ji xwendin û perwerdeya di dibistanê bêpar dimîne. Di axaftineke xwe de derbarê wan salên xizantiyê van gotinan tênê ziman; “Pere qirêja desta ye, xizanî û feqîrî ne kêmasiyek e bi şerm e, kêmasiya mezin ew e ku mirov xwedî pere be, lê bêdost behogir û bêrûmet be. Xweşiya jiyanê ew e ku mirov di civakê de xwedî kesayetiyek hezkirî ya bi dost, heval û bi hogir be. Feqîriya min ji bindestiya welatê min ê parçekirî û bindest tê.”

Gûlê kesk û sor û zer e,

Nîşana alê li ser e.

Êdî reng spî û gewher e,

Şêrîn û peymana minê.

BINDESTIYA WELATÊ XWE WEK FEQÎRÎ DIDÎT

Belê… Wekî ku ew bi xwe jî tîne ziman, bindestiya welatê xwe wek feqîrî didît. Ji ber vê jî hê di sala ciwantiyê de, jiyana xwe jî li gorî berjewendiyên welat û gelê xwe saz dike. Ji ber vê yeke jî her tim dikevê nav lêgerînekî, ev lêgerîna wî di heman dêmê de lêgerîna bersiva hestên di dil û mêjiyên wî de bû. Ev lêgerîna wî di warê hunerî de jî pêk dihat. Ji ber ferqa xweşikbûna dengê xwe de bû; xwest vê yeke bi awayekî bi hunerî bikarbîne. Lê belê ji ber ku di nav malbatek e oldar de bû, li pêşiya wî astengî çêdibûn. Lewra fikra bikaranîna amûrên mûzîkê gûnehê astengî ji xeyalên Mihemed Şêxo re dianîn. Lê Bavê Felekê terka lêgerîna xwe nake. Piştî ku di sala 1969an de xwe di warê tembûrê de pêş dixe. Gund bi gund digere, tevlî şêvbihêrkan û şahiyan dibe. Bi vê yeke ve piçek din xwe nêzî xeyalên xwe dike.

Lêgerîna Mihemed Şêxo ya huner û jiyanê, piştî demekê berê wî dide Lûbnanê. Li vir bi hinek hunermendan re komeke mûzîkê bi navê ''Serkeftin'' ava dikin. Bi deng û hûner a xwe di demek kurt de li Lûbnanê gelek tê nasîn. Piştî bi hûnermendê navdar ê bi navê Feyrûzê ve têkiliya wî çêdibe, ji bo wî jî serdemek nû destpêdike. Ji Feyrûz gelek siûd digire, hûner a Feyrûz li ser wî bandor dike û ev yek jî wek hilbêrînên erînî di hûner a Mihemed Şêxo de xwe dide der.

Hêjayî gotinêye ku ez vê yekê jî ji we re parve bikim; nasnavê ''Şêxo'' hinek cihê nîqaşê ye. Hin kes li ser wê baweriyêne ku; ew kesekî dilnizim, dilovan û oldar bû lewra jê re gotine ''Şêxo''. Û hin kes jî dibêjin ku; ji ber navê bavê wî ''Şêxmûs'' bû, jê re tê gotin ''Şêxo''. Lewra ji birayê wî re jî gotine ''Kenan Şêxo'', ew jî hûnermendekî navdar e. Ji ber vê yeke nasnavê Şêxo bi awayekî zelal ne diyare ku çawa lê hatiye kirin.

BI AGIRÊ NEWROZÊ VE HESTÊN GEL COŞ DIKE

Bavê Felekê di sala 1972an de piştî şerê Lûbnanê, vedigere Qamişlo. Bi alîkariya çend hevalên xwe komek mûzîkê ava dike. Lê belê desthilatdariya Sûrî nahêlê ev kar bidome. Li pey vê Bavê Felekê tevlî şahiya Newrozê dibe, deng û awaza wî derbasî dilê her kesî dibe. Stranên ku di qadê Newrozê de tênê ziman, bi agirê Newrozê ve hestên gel coş dike.

Her stranên ku tênê ziman, di naveroka xwe de rastiyeke jiyana gelê wî vedigot. Lê belê piştî demekê zextên li dijî nasname û gelê wî pêk dihatin, li dijî hûner a Mihemed Şêxo jî destpêkir. Stranên wî rastî astengî û qedexeyên rejîma Surî tê. Li ser vê yekê Mihemed Şêxo di sala 1973an de berê xwe dide Başûr û diçe Bexda. Strana yekemin ''Baxçê gula'' liv vir çêdike. Li Bexdayê di Radyoya Dengê Kurdistanê distre. Tevlî mihrîcan û huner a kurd dibe. Di van xebatên hunerî de tekiliyên Mihemed Şêxo bi Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Tehsîn Taha û gelek hunermendên din re çêdibe. Her têkiliyên ku çêdibin, bandoreke erînî li ser hûner a wî dike. Ji huner a hevalên xwe siûd digire.

Ji bo Mihemed Şêxo serdana wî ya herî girîng, ya Mele Mistefa ye. Mele Mistefa wî bi dilekî germ pêşwazî dike. Piştî vê hevdîtinê strana ''Kê dinya hejand'' ji bo Mela Mistefa dinivîsînê. Piştî demên Başûr, Bavê Felekê berê xwe dide parçeyek din û diçe Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Mahabadê û di qampa penaberan de cîh digire. Li vir bi zimanê Farisî hîn dibe û dîplome distîne. Bavê Felekê li Rojhilat Pêşengên serhildanên kurd; Qazî Mihemed û Simko Şikakî bi bîr tîne. Piştî vê sekna wî rêveberiya Îranê, Rojhilat jî lê teng dikin. Her tim wî û malbatên welatparêz aciz dikin. Di encam a zextên ku pêk tên de, wî sirgûnî cihekî dûr dikin. Cihê ku wî sirgûn dikin, Bavê Felekê di dibistanekî de dibe mamosteyê Ol a Îslamê. Di vê dibistanê de şagirtê bi navê ''Nesrîn Melek'' nas dike û di sala 1977an de bi hev re dizewicin.

'JI BO KURDISTANÊ EZ GIHIŞTIM VIR'

Derbarê wan deman de hevjîna wî rojekî van gotinan tîne ziman; “Rewşa me pir xirab bû, desthilatdariya Îranê gelek zirar dida me.” Ji Bavê Felekê re digotin “Tê di stranên xwe de peyva ‘Kurdistan’ bi kar neyînî”, lê Bavê Felekê wiha digot; “Ji bo Kurdistanê ez gihiştim vir, ji ber vê tiştekî wiha ji min nexwazin”. Hevjîna wî berdewam dike û wiha dibêje; “Dibû eyd û erefat, em ji malê dernediketin. Bavê Felekê digirt tembûra xwe û me bi hev re stran digot, û em bi hev re digiriyan… Her tim me mala xwe diguherand, ji ber vê xwedê me bêkes hişt, û ew jî bêkes çû ser dilovaniya xwe.” Ev gotinên hevjîna wî rastiyeke dide der, ew yek jî dildariye Mihemed Şêxo ya nirxên welatê xwe bû. Ji bo peyva ''Kurd'' û ''Kurdistan''ê di stranên xwe de bîne ziman, ji bo nirxên kurd di mêjiya gele xwe de bide jiyîn bi berdêla jiyana penaberiyê hunera xwe bi kar dianî.

Lê belê ji aliyek din hesreta xaka ku jidayik bû jî di dilê wî de mezin dibû. Piştî salên bi zehmet ên Rojhilat, di sala 1983an de vedigere welatê xwe bajarê Qamişlo. Piştî ku vedigere xaka Rojava, wekî ku bizanibe wê zû biçe ser dilovaniya xwe; di 41 saliya xwe de bi hemû hêza xwe bi hilberîna hunerî re eleqedar dibe. Di encama van xebatan de 14 berhemên nemir diyarî gel û netewa xwe dike. Her wiha divê ez vê yeke jî benim ziman; ew di hilbijartina helbestên xwe de jî gelek hosta bû. Bê guman hemû helbest û gotinên wî ne yê wî ne, ji gelek helbestvan û stranbêjan siûd girtîye. Yek ji wan çavkaniyên huner a kurdî, Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj e.

Helbestên vê helbestvanên nemir bi dengê xwe yî delal, bi qiriqa xwe yî bi hêz tîne ziman û dilê gelê xwe de dibe xwedî cihekî taybet. Lê bele hemberî xebatê ku dimeşîne; laş û rihê wî bêtaqet dikeve û ew rastiya ku wê bê serê me hemiyan di 41 saliya wî de xwe nîşanî Mihemed Şêxo jî dide. Di 9ê Adara 1989an de li bajarê Qamişlo diçê ser dilovaniya xwe…

Mihemed Şêxo wek hunermendek e ku dilê wî ji bo welatê wî diavêt, kêliyên jiyana xwe derbas kir. Di nav jiyaneke xêzan û zehmet de lêgerîna wî ya bi hunerî, watekirina jiyanê heya behna wî ya dawî berdewam kir. Her stranên ku wek mîratê ji me re hişt, îro jî ji gelek hûnermendan re dibê çavkaniyên giranbuha.

Li ser gor a wî ev helbesta wî hatiye danîn, em nivîsa xwe bi helbestê Bavê Felek xilas bikin;

Gava ez mirim gelî zindiya,

Min ne veşêrin weke hemûya.

Gorê min çekin bin sih a çiya,

Kêlê min çêkin ji dû keziya.

Hemû adar a hûn min şiyarkin,

Da bikime şahî ji bo me hemûya.