Kadınlar, katledilen Fatma Altınmakas'ın hikayesini Kürtçe anlattı

İstanbul Sözleşmesi'nden çekilme kararına karşı eylem yapan kadınlar, kayınbiraderinin cinsel saldırısına uğrayan ve eşi tarafından katledilen Fatma Altınmakas'ın hikayesini Kürtçe olarak anlattı.

Google Haberlere Abone ol

Cihan Başakçıoğlu

İZMİR - “İstanbul Sözleşmesi'nden Vazgeçmiyoruz İzmir Kampanya Grubu”nun çağrısıyla bir araya gelen kadınlar, “İstanbul Sözleşmesi'nden vazgeçmiyoruz nöbeti” eylemini gerçekleştirdi.

Alsancak Kıbrıs Şehitleri Caddesi'nde toplanan kadınlar, “İstanbul Sözleşmesi bizim vazgeçmeyiz” yazılı pankart açarak, sık sık “Kararnameniz batsın kadınlar yaşasın” sloganları attı.

Her hafta erkek şiddeti sonucu katledilen bir kadının hikayesini kamuoyu ile paylaşan kadınlar, bu hafta Muş'ta kayınbiraderi tarafından cinsel saldırıya uğrayan ve evli olduğu erkek tarafından katledilen Fatma Altınmakas'ın hikayesini anadili olan Kürtçe olarak kamuoyuyla paylaştı.

'TERCÜMAN ATANMAMASI KATLİAMA ZEMİN HAZIRLADI'

Kadınlar, Muş’un Malazgirt ilçesinde kayınbiraderi Sinan Altınmakas tarafından cinsel saldırıya uğradığı için 12 Temmuz günü Konakkuran Jandarma Karakolu'na şikayetçi olduktan sonra 14 Temmuz'da evli olduğu Kazım Altınmakas tarafından öldürülen Altınmakas'ın, korunamadığını ve katledildiğini ifade etti.

Fatma Altınmakas, Kürtçe tercüman olmadığı için şikayetinde yaşadıklarını anlatamamıştı. Altınmakas'ın kardeşi Mir Bedirhan Ayaz, “Karakolda Kürtçe tercüman olmaması büyük bir faciadır. Fatma’nın beyanında mesaj yazmayı bilmediğini, mesajları dahi başkasının yazdığını söylediği halde tercüman atanmaması katliama zemin hazırladı. Fatma darp ve cebrin ne olduğunu bile bilmiyor. Ablam beyanında fiziki şiddet ve darp olmadığını belirtmişse de Adli Tıp Kurumu'ndan alınan raporda darp edildiği ortaya çıktı” demişti.

'EZ FATMA ALTİNMEQES...'

Kadınlar, Türkçe bilmeyen Altınmakas'ın ağzından katledilme hikayesini Kürtçe olarak şu cümlelerle anlattı:

"Ez Fatma Altinmeqes;

Li serê min çarik û destmalek ku çînên xemlên wê xwe ser eniya min ve berdayî;

Di destê min çêlikek pisîkê,

Hun min ji wêneyê ku ez tê de nîvdiyar dikenim dinasin,

Yek jî hun bi rastî ji qetilkirina min dinasin. 

Ez Fatma Altinmeqes; 32 salî,bi dudo guleyan

Bi şeş zarokên li pey xwe hiştî û bi derdekî ji aliyê kesî ve nehatî guhdarkirî ve mirim.

Ya rastî mirin jî ne ya min bû,

Çawa gava ku dijîm, gava ku ez çûm jî hineke din biryar da bê ez bibim çi. Ez nemirim, hatim kuştin.

Min pir kişand ji destê Sînan,

Bi mehan destdirêjî li min kir,

Ez ji ver zordestiya Sînan mirim.

Îstîsmar, rojnameya çi nivîsî,

Ez ewqas wateya wê nizanim,

Êdî çi be ew ê her ku min digot ez naxwazim, bi ser min de dihat.

Ew ê ku bedena min bêxwesteka min ji min distand, her çi be,

Ew ê ku ez ji ber ku jin im tune dihesiband

Û xwe bi zilamtiya ku xwe dixiste pişt ava dikir, her çi be

Ew ê her ku min digot neke, ranediwestiya û her ku min digot newe, nediçû êdî her çi be.

Ew ê digot ku ger tu bi ya min nekî, ez ê hevjînê te bikujim,

Ew ê digot ku ez ê zarokên te bikujim, her çi be.

Ew, Sînan Altinmeqes,

Tiyê min,

Ango birayê hevjînê min.

Sînanê ku wekî tirseke bêser û binî ez dorpêç dikirim.

Kujerê xwîşka xwe ya rast, ne gengaz e ku wê ez rihet neberneda.

12'ê Tîrmehê bû,

Ez ji germê cuda, ji Sînan cuda diltengav bûbûm.

Gundê Golaxili mezin dibû û bi ser min de dihat,

Te digot qey çiya û kevir diketin ser dilê min. Giraniyek wisa ku ez nikarim bînim ziman.

Min bilêv kir. Min destpêkê ji keça xwe re vegot.

Keça min, hevjînê min; te dît ew ê ku ez bi dudo guleyan li erdê rast kirim.

Qeder jî şahîd e, min got Kazim; Qeder û Kazim û biraziyê wî ne.

Pişt re min Kazim jî min da kêleka xwe û ez çûm qereqola jenderma ya Qonaqqûran.

Min carekê jî ji wan vegot.

Min her tiştê qewimî ji wan re vegot.

Min Sînan vegot.

Min kirinên wî vegotin,

Min gefên wî, lêdanên wî, li dij derketinên xwe û têkçûnên xwe vegotin.

Min vegot, vegot û min got qey fam kirin.

Ez axivîm, axivîm û min got qey guhdar kirin.

Tu nabêjî ew tenê li rûyê me temaşe dikin.

Piştî gilî, Sînan hildan binçav. Gotin ku wê derkeve dadgehê.

Min digot qey dê Sînan were girtin û ez ê jî rihet bikim.

Lê wî serbest berdan. Gotin ku gumana reşkirina bersucan tune ye.

Herhal ya ku jê re digotin bersuc, ez bûm.

Ez ji şevê reştir bûbûm.

Li beramberî gotina min gotina Sînan. Sînanê ku destdirêjî li min kir.

Li beramberî gotina min gotina Sînan. Sînan ê kujer, di 2005'an de xwîşka xwe kuştibû.

Gava ku Sînan serbest hate berdan, çi kir û jî kî re çi got, ez nizanim.

Kazim çi bihîst, çi fikirî û çi fam kir, ez nizanim; piştî gilî bi dudo rojan, min dengê dudo guleyan bihîst, li gundê Melezgirtê yê Golaxili, dê bûbûya dengê dawî ku ez bibihîzim. Ez bi vî dengî mirim.

Ez jî gava min hewl dida ku derdê xwe bi zimanê xwe yê dayîkê bînim ziman, ji vê dinyayê hatim qewirandin.”