Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Jinên kurd du car rastî tundê tên, ji bo ku kurd in

Platforma Yekitiya Jinên Kurd, derbarê Hempeymana Stenbolê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîyê de bal kişandın ser girîngîya Hempeymana Stenbolê û wiha gotin: “Paşve kişandina morê di heman demê de tê wateya ku dewlet destûrê dide mêr komkujiya jinê rewa bike.”

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Li gor daxauyanîya Platforma Yekitiya Jinên Kurd a hatiye belavkirin de di sed sala 21an de li Tirkiyeyê nîvê civakê jin rastî qirkirinên dijwar hatine û ev pirsgirêka serdestiya hişmendiya baviksalarî ye. Platforma Yekitiya Jinên Kurd dibêje “dewlet dixwaze mora xwe ji Hempeymana Stenbolê paşve bikişîne. Paşve kişandina morê di heman demê de tê wateya dewlet destûrê dide mêr ku komkujiya jinê rewa bike.”

'JINÊN KURD DU CARA RASTÎ DUNÊ TÊN'

Daxuyanîya ku bi alîyê Platforma Yekitiya Jinên Kurd de hatîye belavkirin, dibêje ku jinên kurd du cara rastî tundê tên û her wiha: “Em weke jinên kurd du car rastî tundê tên, ji bo ku hem em kurd in hem jî jin in. Dewleta baviksalarî û malbata baviksalarî nasnameya cinsi û netewî li dijî me dikin amûrên êrîş an. Em vê yekê tu caran napejirînin”got.

Platforma Yekitiya Jinên Kurd bangî hemu rayedara dike da ku mohra xwe ji Hempeymana Stenbolê nekişîne û hev pariya sazî û dezgehên jinan bike.

Her wiha PYJK, dibêje; “Hempeymana Stenbolê jiyana jinê diparêze, di demên şer û aştiyê de jî derbasdar e. Hempeymana Stenbolê herêmî, netewî û navnetevî ye, destkeftiya berxweda jinê ye, jin jiyan e jiyanê nekuje.”