Jimara 15em a Nûbihar Akademî derket

Kovara Nûbihar Akademî, bi jimara xwe ya 15em derket. Kovar bi edîtoriyeke nû pêşwazî li sala xwe ya heştem dike.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Jimara 15em ya kovara Nûbihar Akademî derket. Nûbihar Akademî, salê du caran tê weşandin. Kovar hem bi rêya çapê hem jî bi awayekî dîjîtal digihîje ber destê xwîneran. Edîtorê kovarê Abdurrahman Adak li ser prosesa derketina Nûbihar Akademiyê axifî.

Adak dibêje kovara Nûbihar Akademî, di encama vebûna beşên kurdolojiyê yên li zanîngehên Tirkiyê bi mebesta piştgiriya akademiya kurdî û bipêşxistina zanista kurdolojiyê bi hevkariya weşanxaneya Nûbiharê û hin akademîsyenên kurd di sala 2013an de wek kovara yekem a kurdolojiyê ya li Tirkiyê dest bi weşana xwe kiribû. Nûbihar Akademî, di heft salên xwe yên rabirdûyê de wek pêşengeke qada xwe di akademiya kurdî de roleke erênî û girîng lîstiye.

Adak, di dewamê de derheqê dahatûya kovarê û desteya nû ya edîtoroiyê de weha got: “Nûbihar Akademî ji bo ku ji vir şûnde jî vê rola xwe ya erênî bi awayekî baştir bilîze û wek dezgeheke akademîk a serbixwe û bi perspektîfeke objektîf rêwîtiya xwe bidomîne xwedî îradeyeke tam e. Di vê çarçoveyê de em bi kêfxweşî radigihînin ku Nûbihar Akademî di sala xwe ya heştem de (2021) di desteya edîtoriyê de revîzyoneke bingehîn dike û dil dike ku hem nirxê weşana xwe ya akademîk bihêztir bike hem jî rola xwe ya navneteweyî baştir bilîze.”

Adak destnîşan kir ku ew dê ji vir şûnde deriyê kovarê ji bo vekoler û akademîsyenên ku di vekolînên xwe de zimanên farisî û tirkî bi kar tînin re jî vekin.

Malperên dîjîtal ên kovarê ev in:

https://nubiharakademi.net/

https://dergipark.org.tr/tr/pub/nubihar