HezKurd desteya rêveberiya xwe ragihand

Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) di daxuyaniyekê de desteya rêveberiyê ya xwe aşkere kir. Di daxuyaniya HezKurdê de wiha tê gotin: “Hereketa Zimanê Kurdî, însîyatîvek sivîl û rewa ye û li dijî hemî cûreyên tundûtûjîyê ye. Û li ser bingeha yasayî û hiqûqî hatiye avakirin, daxwaza perwerdeya bi Zimanê Kurdî dike.”

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) desteya rêveberiyê ya xwe aşkere kir û ragihand ku mafê Kurdan yên zimên, li ser bingeha mafên pirzimanî mafekî rewa ye û nîşaneya rengê demokrasiyê ye û li gorî yasayên Dewletên Yekgirtî jî mafekî xwezayî û rewa ye.

 Di daxuyaniya Hereketa Zimanê Kurdî de hat gotin ku; “nasîna mafê Zimanê Kurdî ku li Tirkîyê ji alîyê bi milyonan Kurd va tê axaftin, dê nebe sedema perçebûnê, berovajî vê yekê dê bibe sedema pêkvejîyanê û xurtkirina bingeha demokrasiyê”

Herwiha Hereketa Zimanê Kurdî bang li hemû dezgehên neteweyî û navneteweyî, hemû hunermend, aktîvîst û zanayan, hemû kesayetiyên maf parêz dikin ku, di vê rêya rewa da piştigiriyê dike û dibêjin, “Em dixwazin bê zanîn, ev rêya ku me daye li pêş xwe, heger serbikeve dê bibe sedema aramî, aştî û jiyaneke dadmendî.”

Li gor daxuyaniyê, Rêvebirîya Herketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ji van kesan pêk tê:

Berdevkê HezKurdê: Barij Celalî

Berpirsê Koordinasyona Navendî: Fevzî Bulgan

Berpirsa Karên Derve: Rûken Serhedî

Berpirsê Karê Dîplomatîk: Fethullah Elçî

Berpirsê Karê Hiqûqî: Abdurrahîm Gozegir

Berpirsa Ciwanan: Leyla Babosî

Berpirsê Ciwanan: Adem OK

Berpirsa Jinan: Zerya Dilsoz

Berpirsê Civakî: M. Said Ozturk

Endamên Rêvebirîya Navendî: Aydin Dere , Îbrahîm Sediyanî, Îrfan Amed