Herdem Merwanî: Zordarî bi dengê qels xilas nabe

Çalakiya Nobeta Edeletê 260 roj in didome. Herdem Merwanî jî bo bavê xwe di vê çalakiyê de ye. Merwanî, “Girtiyên ku bi tena serê xwe nikarbûn bijîn bi mehan di hucreyên yek kesî da hiştin"got.

Google Haberlere Abone ol

Semra Yansît

DIYARBEKIR - Çalakiya Nobeda Edaletê ji aliyên malbatên girtiyên nexweş ve 15 Mijdara 2021an de li Baroya Diyarbekirê hat destpêkirin. Malbatên girtiyên nexweş rojekî li ber deriyê Edliyê ya Diyarbekirê, rojekî li ber deriyê Saziya Tîp ya Edlî (ATK) û rojekî jî li ber deriyê Girtîgeha Diyarbekirê daxuyaniyê didin. Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan, 260 roj in çalakiyên xwe didomînin.

Bavê Herdem Merwanî 30 sale di girtîgehê de ye. Merwanî, ji bo bavê xwe di vê çalakiyê de cihê xwe digire. Me derbarê vê çalakiyê û rewşa girtiyan bi Merwanî re axivî...

Hûn nêzî salekî ye ji bo nexweşên girtî çalakiya Nobeda Edaletê didomînin. Hûn dikarin qala nexweşên xwe yê girtî bikin?

Bavê min Abdulhalim Kırtay, 11 Tîrmeha 1955an da li Farqînê ji dayîk bûye. 1993an de li Farqînê hat girtin. Piştî girtinê wek malbatê me tu agahî jê negirtin, heye an tuneye li kû ye me nizanîbû. Piştî 52 roj dûre agahî dan ku li Mudiriyeta Polîsan a Diyarbekirê di binçavan da ye. Bavê min 30 sal e di girtîgehê da ye. 1996 an de li zîndana Amedê qetilyam pêkhat. Di qetilyamê da bavê min sax filitî û sirgûnê zîndana Dîlokê û pişt re jî sirgûnê Yozgatê bû. Di jiyana wî ya 30 salan da sirgûn, îşkence qet kêm nebû. Sirgûnê wek zîndanên Wan, Rîze, Kiriklarelî, Balikesîr, Îzmir û hwd hat kirin. Niha bavê min di zindana Balıkkesîrê ya Burhanê de ye û 2 meh berê rapora ku nikare zindanê de bisekine danê lê hê jî wî bernadin. Ev pênç sal e gelek nexweşî lê peyda bûn. Dereca yekemîn da prostat, tansiyona bilind, fitiq, diyabet û hemoroîd û hwd. Ji ber van nexweşiyan gelek caran emelyat bûye. Vê demê ji ber nexweşiyan nikare pêdiwiyên xwe yên şexsî bi tena serê xwe bîne cîh. Hewcedarê alîkariya hevalên xwe ye. Tişta herî balkêş piştî bavê min hat tedawîkirin şûnda rewşa wî zêdetir giran bû.

‘PANDEMÎ WEK AMÛRA ÎŞKENCEYÊ HAT BIKARANÎN’

Fikra çalakiya Nobeda Edaletê ji çawa derket. Sedema we ya Nobeda Edaletê çi yê?

Dema pandemiyê de ji aliyê raya giştî da zîndan hatin jibîrkirin. Pandemî wek amûra îşkencê hat bikaranîn. Girtiyên ku bi tena serê xwe nikarbûn bijîn bi mehan di hucreyên yek kesî da hiştin. Elaqê wan bi malbat û raya gîştî re qut kirin. Ev rewş bû sebeb tenduristiya wan zêdetir xira bibe. Wek malbatên girtiyan me baş dizanibû zîndan di binê xeteriyê da ne ku xwedî derketin çênebe dê komkujî biqewimiya. Di meha îlona 2021an de bavê min telefonê malê kir û got; ‘ez di hucreya yek kesî da me, li min îşkence dikin, ji her tiştî re amade bin, dê min bikujin.’ Piştî van gotina bavê min nalî û telefon ji destê wî ket. Piştî vê têlefonê çi bû em nizanin. Saziyên mafê mirovan, baro û wekîlên HDPê ketin naberê ji bo agahî bigirin. Li gorî ewqas kes di navberê da bûn jî hefteyek dûre me agahî girt ku li nexweşxanê ye. Wek malbatan ji bo girtiyên me neyên kuştin, ji bo raya giştî xwedî li me derkeve gerek me tiştek bikira. Çapemeniyê dengê me dida bihîstin lê ev kêm dima, ji bo dengê me bê bihîstin gerek me zêdetir tişt bikira. Ji bo balê bikişînim ser xeteriya li zîndana min dest bi greva birçîbûnê kir. Di heman demê da hin malbatan li Baroya Diyarbekirê dest bi çalekiya nobeta edaletê kire. Piştî sê rojan min çalakiya greva birçîbûnê xilas kir û tevlî nobeta edaletê bûm.

‘TEMIRANDINA DENGÊ ME JI BO ZINDANAN XETERÎ YE’

Di serî de we çalakiya xwe li Baroya Diyarbekirê dest pê kir û piştre we rengê çalakiya xwe guhart. Hûn dikarin qala vê guhertinê û pêvajoya çûna Enqerê bikin?

Li zîndana qiyamet diqewimî lê hatibûn jibîrkirin. Me çiqas hewl dida jî bo bikeve rojevê dîsa jî nediket rojevê û tim kêm dima. Li Baroya Diyarbekirê gelek saziyên sivîl piştgirî dan me. Wek Şirnex, Riha, Mêrdîn û Çewlikê jî piştgirî dan. Car carna ji partiyên siyasî kesan jî piştgirî didan. Dema em li baroyê bûm me fêm kir ku aliyê me yê siyasî û diplomasî kême û ev dibe sebeb piştgiriya saziyên sivîl jî dide xitmandin. Burokrasiya heye dijberê demokrasî û azadiyê ye û dibe sebeb xwestekên me yên herî wijdanî û însanî neyê qebûlkirin. Ji ber vê rewşa hatiye xitmandin wek malbatên girtiyan em çûn Enqarê. Dema em çûn derheqê rewşa zîndan û girtiyên nexweş da raporên ÎHD amadekiribûn me wan raporan jî bir. Bi gelek partî û saziyan re diyalogên me çêbûn.
Teva jî got, ‘xwestekên we ên me ne, ji bo çareseriyê em li cem we ne, di meha sibatê da bi giştî emê bînin rojeva meclîsê û bi Wezareta Dadê re bikevin tekliyê.’ Sozên dan me neanîn cîh. Em di çalakî û xwestekên xwe da mafdar in loma ji bo zêdetir dengê me bê bihîstin me rengê çalekiyê guhart û em derketin kolanan. Gerek dengê me neyê temirandin, temrandina dengê me ji bo zîndanan xeteriye.

‘ZORDARÎ BI DENGÊ QELS XILAS NABE, PEWÎSTIYA ME ZÊDE ZÊDE BI PIŞTGIRIYÊ HEYE’

Çalakiya we ji bilî Amedê Wanê, Izmirê û Stenbolê jî hat destpêkirin. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?

Çalakiya me nêzê salekî ye didome. Ji bo vê çalakiyê bidin qebûlkirin me gelek zahmetî kişand, her çiqas xwestekên me nehatibin qebûlkirin jî lê bandorek mezin li ser zîndana û raya giştî dike. Piştî çalakiya me li Wan, Îzmîr û Stenbolê jî malbatan dest bi nobetê kir. Ev çalekî pir bi nîrx û hêjan e. Ji bo me, ji bo moral û hêz, gerek çalakiyên bi vî rengî zêdetir bibin û her malbat û sazî piştgirî bidin. Li zîndanan zilmek mezin didin gerek em jî ji bo bibin dengê wan dibê piştgiriyek xwirt hebe. Zordarî bi dengê qels xilas nabe. Pêwistiya me zêde zêde bi piştgiriyê heye.

‘EM MALBAT DENGÊ WIJDANA CIVAKÊ NE’

Di vê çalakiya we de kî piştgirî dide we û bandorek çawa li ser gel dike?

Gelek sazî, saziyên mafê mirovan, baro, bijîk, parêzer, çapemenî piştgirî didin. Lê partiyên siyasî hêjî piştgiriya em dixwazin nedane. Ên dabin jî bi şexsî dane ev jî ji bo me bi rûmete lê gerek piştgiriyek giştî bidin. Ji ber ku ev pirsgirêk ne pirsgirêka malbat û saziyan e, pirsgirêk civakiye û em malbat jî dengê wijdana civakê ne. Gerek partiyên siyasî piştgiriyek xwirt bidin. Civak tev azadiya girtiyên nexweş dixwaze. Hewceye ku siyaset guh bide xwestekên civakê. Eger pirsgirêk çareser bibe wê demê azadî û aramî were vî welatî.