VİDEO

Duvar Özel... Debara xwe bi berhevikirina naylon û kaxizan dikin

DUVAR - Xizanî, li hemû cihanê pirsgirêkek bingehî ya mirovahiyê ye. Taybetî jî hêremên ku lê şer diqewimin ev pirsgirêk hêjî kûr dibe.

Mîr Alî Koçer*

AMED - Xizanî, li hemû cihanê pirsgirêkek bingehî ya mirovahiyê ye. Taybetî jî hêremên ku lê şer diqewimin ev pirsgirêk hêjî kûr dibe. Yek ji van herêman jî Sûrî ye. Ji sala 2011’an hetanî neha bênavber li hemû erdnîgariya Sûrî şerekî gellek giran rû da. Ev şer mixabin hejî didome. Şer, bandora xwe piranî li ser kesên sivîl kir. Bi mîlyonan mirov ji xaka xwe ya bav û kalan koçber bûn. Ji Sûrî jî nêzîkî 4 mîlyon mirov penaberî Tirkiyê bûn. Malbata Cîlo jî yek ji van malbatên ku bi sedema şer koçber bûne ne. Ev malbat, dema ku şer li Sûrî rû dide mefera wan namîne û koçberî Tirkiye yê dibin. Hisên, Hesen û Esved Cîlo, digel zarokên xwe pêşiyê li Rihayê bicîh dibin. Qasî heft-heşt salan li wê derê dijîn. Piştre, dîsa rêya koçberiyê ji wan re xuya dike û tênê Amedê. Ji ber ku ne welatiyên Tirkiyê ne destûra wan a xebatê tune ye. Lewma jî an di karên rojane an jî di karên nefermî de dixebitin. Her sê bira, ji bêderfetiyê neçar dimînin û dest bi karê berhevkirina naylon û kaxizan dikin. Rojê, serî mirovê navbera panzdeh û bîst lîreyê tirk dikeve destên wan. Debar a malbatên xwe jî bi ev pereyî dikin.