Zivistan, internet cafe û Şahê Bedo

Binerd û feqirî bo sinifa navîn hem tirs hem jî xema di destê serdestan daye wan bihêztir dike. Bo sîstema serdestan oksijene ev civaka ketî û gelên ku navaroka wî li ser aboriyê hatiye avakirin.

Google Haberlere Abone ol

Zivistan vê salê derng hat kolanên Stenbolê. Vêga meriv nikare pozê xwe ji pencereyan û ji deriyan derxe derva. Bila dilê Serhediyan nemîne haya me ji zivistana wan heye. Li bajerên mezin zivistan bo kesên ku bêmal û war in zehmet û dijwartir derbas dibe. Jixwe li kolanên Beyoğluyê bi destpêka zivistanê ve kesên bêmal û mekan bêhtir xuya dikin. Li qûncikên avahiyan li kêlekên mekanan hema cihek du bost ji bayê bêpar hebe meriv li wir kesek dibîne. Ev kesên ku di bajerên mezin da şerpeze bûne di esasê xwe du felq in. Ew ên ku li derva di qûncika da xwe ji sarmayê diparezên û ew ên ku di nav rojê da çend lîrayên tirkan bi dest dixin û di mekanan da êvarê dikin şeveq.

Çaxê min berê xwe da Stenbolê -kêm-zêde bîst sal berê- li Beyoğlu Sabahçı Kahvesi hebûn. Êvarê seat yezdehan da diçûn heta roja din seat dehan distirin. Gelek wext derbas bibû min serî li cihên wisa nexistibû, rewş çawa bû û çidibû li van deran min meraq kir. Çend heb sabahçı kahvesi henin li Beyoğluyê. Cihên wan zanibûm û ka rewşa wan çiye û mişteriyên wan weka wextên berê hê jî gelek in an na? Ew ên ku li wir bûn temenên wan gelek mezin bûn. Ocaxçî min naskiribû li ser linga qederek em axivîn, gazîna dikir êdî bo bêmalan mekanek populer nînbû cihê populer vêga înternet cafe bûn. Nifşên nû yên bêmal tercîha xwe ji aliyê înternet cafeyan dida. Sabahçı kahvesi di esasê xwe da wek înternet cafeyan baha jî nîn e. Di nav tinêbûna dijwar û zilmê da jî mekanên ku tê tercîhkirin sinifan ji hevûdin cuda dikir. Xulasê kevirê li kevir ketibû. Enflasyon û bihabûna dolarê jî wek îro bilind nîn bû. Gelek cîh û mekanên wisa hebûn. Di ser vê meseleyê çend roj berê li mekanek rûdiniştim ciwanek zeîf û zerik di destê wî da çend selpak, dixwest yek bifroşe min û pêwîstiya min bi wê selpakê hebû min jî yek jê sand. Piştî me bazara xwe safî dikir li ser piyan me çend deqîqe xeber da. Ev ciwanê zeîf, bêmal û war li kolanên Beyoğluyê ji bo bistre diçe înternet cafeyan. Navnîşana ku diyar kir ez wir baş zanibûm. Çaxê hê nû hatibûm Stenbolê bo înternetê car carna diçûm wir. Tiştê ku dihat bîra min cihek li gor dema xwe bikonfor bû.

Di korîdorek teng û di nav behna tirş da bi derencokên tîk va min xwe gihand ber deriyê înternet cafeyê. Asraqa mekanê gelek nizim bû. Bêhemdê xwe min serî di bin kolanan da ditewand. Bi temamî 56 nimro hebû di mekanê da her nimre kompiterek bû. Wek qutiyên kibrîtan ji hev qetiyayî bûn. Lambeyek sipî ortamê ronî dikir lê hindir dîsa jî têra xwe loş bû. serdevkî min çavên xwe di hindir da gerand bo cihek bi dilê xwe bibînim. Li nav orta mekanê da min cihek ji xwe re dî nimre sî û yek/31ê rûniştim û ji berpirsyarê mekanê re ji bo seat înternetê min destûrê xwest. Di ser da jî min çaya vana ya tehmsarkî xwest û piştî qurtek min dev ji vexwarinê berda. Kompîtura ku hemberî min bû ji salan destpêka du hezarî mabûn. Kaseya kompîturên wan li xwarê bû û çaxê dixebitî dengek xurt derdixist. Di nav sê ciwanên temenên wan di navbera 20-30î bû de rûniştim.  

Înternet cafe li ser destpêka kûçeya Baloyê bû. Ev înternek ji 15 sal vê da xizmetê dide. Berê ev der înternet cafe bû îro bo kesên ku bêmal û war in ji wan re bûye qonaxek derbasbûnê. Yan jî hemû derî yeko yeko li rûyên wan hatiye girtin êdî seriyek nemaye ku li cihek bixin û xwe star bikin; ev mekanên bêhn tirş ji wan re rawestgeha ji dawiyê duyemîne. Mêvanên înternet cafeyê selpekfiroşên kolanan, gulfiroşên taxê, tenekeciyên alkolîk, ew ên ku ji mal û bajerên xwe reviyane, jinên ku bedenên xwe li ser cadeyan difroşin û mêrên ku li pey wan ketine û evîndarên wan bûne, qumarbazên îflehnebûyî û ew ên ku ji nişka va ji mal û milk ketine… Lîste gelek dirêj e. Tabloya li hemberî me tabloyek binerd e. Tişte balkêş mêvanên înternet cafeye ji merivên cur bi cur pêktê. Di nava wan da mirovên ji welatên biyanî hatine jî henin, Afrîkayî, Surî, Pakîstanî, Îranî, Afganî, Tirkmenîstanî, Ermen û ji Başûrê Kurdistanê jî kes henin. Beyoğlu ji miletan milet henin ev mekan jî panoromaya miletên Rojhilata Navîn û ji binerdbûna wan re nimûneyek bêhempa ye. 

Li kêleka min a rastê ciwanek li ser paldanka çerm di xwe re çûbû di guhê wî da berguhkek û dengê muzîkê heta dawiyê vekirî xira xira wî bû. Dengê muzîkê dihat guhê min û ev deng û muzîk ji min re qet xerîb nedihat: ji Şahê Bedo “Çavreşamin” guhdar dikir. Çaxê min dest bi vê nivîsê kir bîranînek min û Şahê Bedo hat ber çavê min. Ezê paşiyê behsa bîranîna xwe bikim. Wek gotinên stranê kes sebeba nexweşiya xwe dizane û dermanê xwe jî;

Çavreşamin were ba min

Ez nexweş im tu sebeba min

Çavreşamin were ba min

Ez bêhal im tu sebeba min

Kê dizane ciwanê ku bi deng Bedo di xwe re çûye li pey evîndara xwe nehatiye kolanên Beyoğlu. An ji hezkiriya xwe dûr ketiye û xwe avêtiye van kûçeyên bêbav û bêrehm… Li kêlaka min a din ciwanek bejn kin û zeîf, rû çilmisî li ser Facebookê digeriya û bi çavek diltirs li min dinêrt. Min fêm kir ku min polîs dihêsiband û bi tirkiya xwe şikestî min çayek jê re xwest.

Ciwan hê jî bi diltirs li min temaşe dikir, çend pirsên hema “wilo” min pirskir û fêm kir ku ez jî ê kûçeya me bi dilê vekir xeberda lê bi dengek nizim diaxivî. Gelek kes di xew re çûbû û nedixwest hevalên xwe şiyar bike. Ev ciwan ji Surî hê deh salî bûye bi malbata xwe re hatiye û li vir selpekan difroşe. Li ser devê wî tirkiyek Stenbolî hebû. Çaxê hewa sar û seqem û dijwartir be heta roja din bi du sed lîrayê tirkan li înternet cafeye dimîne. Mêvanên înternet cafeyê gelekên wan hevûdin nasdikin. Ewê ku bi dengê Şahê Bedo di xwe re çûbû telebeyek ji zaningehê bû û êvaran li ber deriyên clup, bar û meyxaneyan bi gulan dilê hezkiriyan û dildaran xweş dikir. Bi qewlê ciwanê Surî yeni takilmiş dibû.

Ciwanê ku ji Helebê hatibû ji min re behsa wî kir. Belkî di ber xwe da diavêt xêr guneh ê wî ye; lê ev çîrok jixwe li her der bi şikl û şemalek din yan jî bi rengek cuda xwe daye xuyakirin. Tiştê ku divê da xwe veşartiye bêguman li hemberî razana nîvco û nişaneya îşkence û zilme re dest ranekiriye bi her du destan pêva zelîqiye. Têkçûn û serkeftin ne biraderên hevûdin in? Di nivîsa Serdar Şengül bi navê “Ayetek ji Kitêba Hêviyên Şikestî: ‘Ji Feqîran Hez Nakin" da pirsan dikir û di dawiya nivîsê da du pirs ji xwîneran re hiştibû, Gelo me di kîjan merhaleya şerên xwe de xaniyên bi dîwarên bilind ava kirin û feqîr ji nav xwe derxistin? Û helbet îqtidara ku me bi dest xistî kîjan perçeyên neteweyî anîn ba hev û kîjan ji hev dûr xistin?[1]

Ciwanê Surî behsa mekanê dike û hin acisiyên xwe tine ser ziman: zêde germ nabe, bêhna solan û xwêydanê tê, paldankên vir ji konforê bêpar in û meriv çimên xwe têra dilê xwe nikare dirêj bike. Carcaran poles jî tên û xwe didin xuya kirin wek ajelên sînorên diyar dikin an sînoran didin destnîşankirin. Çimkî binerd û feqirî bo sinifa navîn hem tirs hem jî xema ku di destê serdestan daye wan bêhtir hêzdar dike. Bo sîstema serdestan oksijen e ev civaka ketî û gelên ku navaroka wî li ser aboriyê hatiye avakirin. Bi rastî jî piştî seatek xwîn di çimên meriv da nediçû û nedihat. Her ku diçû behn hindir girantir dibû û bivê-nevê berpirsiyar pencere çend deqîqe bejî vedikir. Meseleya me ya hindir Tavşan kaç tazi tut/ werhasil lîstina pisîk û mişkan bû. Ciwan cihek din destnîşankir û bo konforê behtir xweş û germê, got. Herkes jî nikare here wir heta roja din sê sed û pencî lirayê tirkan tu dikarî li vir bisitirî. Ew der jî mekanek kevn e û li kûçeya Sadri Alışık di bin pasajek da ye. Li gor ciwan li wir tostên cuda jî henin, qehweyên cur bi cur jî. Germ e, behna tirş û solan jî li wir tu hîs nakî, hewadar e. Paldanken wir wek nivîna nin wisa rihet û fireh in. Piştî du seatan min berê xwe da înternet cafeya din…

Binêre:

https://botantimes.com/ayetek-ji-kiteba-heviyen-sikesti-ji-feqiran-hez-nakin/ 

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Etiketler Binerd Şahê Bedo