Zimanê ku dibe awêneya xwe

Loma jî, em li ser vê rewşa heyî, dikarin bêjin; kur(d)mancî, ji vê hêla xwe ve zimanekî bervekirî ye û dikare were ‘parçekirin û parvekirin.’

Google Haberlere Abone ol

Dilawer Zeraq

Her ziman, di nav sîstem û avaniya xwe de, ji hêlekê ve; bervekirî ye û bêyî ku ji pergala xwe bişikê, dikare bi hêsanî hêmanên zimanên dîtir têxe nava xwe. Ji hêla din ve jî; begirtî ye û ji bo parastina kakil û naveroka xwe, heta jê tê hêmanên zimanên dîtir naxe nava xwe.

Têgih jî, wekî hêmanên zimanî; ji bo dîsîplîn, deqbend (kontekst) û çarçoveyên taybet, bivênevê ne. Û her sîstema zimanî, “ji ber avaniya xwe, ‘çarçoveyeke-têgihî’ çêdike ji bo hemû agahiyên ku behsa wan dike.”(1) Digel wê jî, ‘çarçoveyên-têgihî’ yên dikevin behsê, li ser wan avaniyên zimanî tên danîn ku dem pê de dikarin li ser tercîhan û li ser pêwîstiyên zimanî biguherin.

Herçî kur(d)mancî ye, heta serdemekê, di bin bandora hegemonîk ya zimanê erebî de jî maye û hema bêje di gelek waran de, têgihên xwe ji vî zimanî hildaye û xistiye nava xwe.

Ev rewşa kur(d)manciyê, di biwara wêjeyê de jî pir xuyanî ye û zimanê erebî, ji avabûna medreseyan şûnde, bandora xwe ya hegemonîk li ser kur(d)manciyê hêlaye û kudandiye. Pareke zêde ya vê bandora hegemonîk di avabûna wêjeya klasîk ya kur(d)mancî de jî heye; û ev para hanê, ji serî de wekî teşe û şêwazê, bi taybetiyên peyv û têgihên ji wêjeya erebî dide der û di warê bikaranîna têgihan de jî, dîsa pişta xwe dide zimanê erebî.

Ev rewşa hanê bi sedan salan wisa dikude. Lê belê, dem tê û li ser pêwîstiyê û bi taybetî bi destkariya deconstructionist ya Celadet A. Bedirxan û O. Sebrî, peyv û têgihên dîtir tên avakirin li ser ‘kur(d)manciya çandîkirî’ (acculturated language).

Yek ji van peyvan, peyva ‘helbest’ê ye û bi qasî ku min karibû xwe bigihînim çavkaniyên berê, dikarim bêjim; ev peyv, wekî nivîskî, cara pêşî, di kovara Jînê û di nivîsara bi navê BELAVOKA KOMELA KURD JİBO BELAVKİRİNA ZANÎNÊ de hatiye bikaranîn.(2) Ji bilî wê, peyva ‘helbest’ê, cara pêşî, di kovara Hawarê, di nivîsara bi navê EDEBIYATI QURDÎ-2- de û ji alî Hevindê Sorî ve hatiye bikaranîn.(3) 

Peyva ‘helbest’ê, digel peyva “ş’ir-şi’îr-şi’ir”, di wêjeya kur(d)mancî ya li bakur de, heta roja îroyîn jî, digel hev hatine bikaranîn û her du peyv jî mane li ser tercîh, pêwîstî û daxwaza nivîskar û bikarhêneran.(4)

Loma jî, em li ser vê rewşa heyî, dikarin bêjin; kur(d)mancî, ji vê hêla xwe ve zimanekî bervekirî ye û dikare were ‘parçekirin û parvekirin.’

Çendê wî alî, di qada nivîsê de, hevberisîneke balrakêş di navbera helbestkaran (şa’iran) de qewimî. Qewimandin, li ser peyv-têgihên “ş’ir û helbestê” bû ku bi nivîsekê dest pê kir. Nivîsa ketî behsê, li ser bandor, naverok, taybetî, nîşandêriya peyva ‘helbest’ê cî dida xwe û hewl dida ku peyvê deşîfre bike. Di pey re, nivîsên dîtir yên bi çend cureyan ku bal dibirin ser peyva ‘ş’ir’ê belav bûn û vê hevberisînê, kir ku ez di vî warî de bala xwe bibim ser ‘hegemonyaya zimanî’ ya erebî û ‘bervekirîbûna kur(d)manciyê.’

Ez li ser vê dabaşê, van fikiran dihewînim: 

Peyva ‘ş’ir’ê, peyveke ji derve ye û hebûna wê ya di kur(d)manciyê de, ji ber du sedeman e;

a) hegemonyaya zimanê erebî ya li ser kur(d)manciyê û li ser zimanê gelên misilman, b) bervekirîbûna zimanê kur(d)manciyê ku ew tirûş û semax pê re heye û dikare peyv û têgihên ji zimanên din di xwe de bihewîne.

Peyva ‘helbest’ê, wek min li jor jî bi tevî çavkaniyan diyar kir; peyveke ji serdema pêwîstiyê ye ku di destnîşankirina Teo Grünberg de, ‘çarçoveyeke-têgihî’ çêdike û dike ku serdema wêjeya klasîk ya bi kur(d)mancî û serdema wêjeya modern ya bi kur(d)mancî ji hev cuda bibin û kur(d)mancî digel bervekirîbûna xwe, bibe zimanekî ku dikare ‘were parçekirin û pervekirin.’

Îcar di vê qonaxa nivîsarê de, berî ku ez nêrîna xwe raberî raya giştî ya wêjeya kur(d)manciyê bikim, ez ê behsa serboriyeke xwe ya di vî warî de bikim.

Wê gava ez 7-8 salî bûm û bavê min, hinekî jî bi kotekî, ez dişandim xwendina Qur’anê, seydayê min yê ji medreseyên kurdan rabûyî û di nava gel de pijiyayî, gava behsa berhemên dînî dikir, peyva “kitêb-kîtab” bi kar dianî, lê gava behsa pirsa pirtûkên dibistanên dewletê dikir, peyva ‘pertûk’ bi kar dianî. 

Ev jihevcihêkirina wî, wê hingê qet nediket bala min. Lê belê gava ez ji roja îroyîn de li serê difikirim, tê derdixim; seydayê min, bi awayekî asayî taybetiya ‘bervekirîbûna’ kur(d)manciyê bi kar dianî û ji bo her du peyvan,  şûngehên zimanî yên taybet ava dikirin û ew di ‘çarçoveyeke-têgihî’ de bi kar dianîn.

Ji bo ku ez karibim, fikira xwe ya der heqê vê mijarê de bêjim, divê ez bi awayekî şiroveyî wergerînim û bala we bibim ser gotina Michel Foucault ku dibêje; “Labîrenteke wan zimanên ‘bervekirî’ heye ku bi wekilandina peyvan, dikare xwe ji hev parçe û ji hev parve bike û bibe awêneya xwe.”(5)

Hemin ku aşkere li rastê ye ku kur(d)mancî zimanekî ‘bervekirî’ ye; hemin ku labîrenta kur(d)manciyê jî ji alî me ve nas e û em car caran tê de winda dibin û tu awêneyeke me jî tune ye da ku em careke din jî derkevin ser rêya xwe; hemin ku me du cure “wêje-edebiyat” hene (ya klasîk û ya modern) ku ji alî teşeyî, şêwazî û zimanî ve ji hev cuda ne, pêwîst e em xwe ji ‘bervekirîbûna’ kur(d)manciyê bêpar nehêlin û nedin ser xeteke tenê. 

Ji bo vê yekê jî, ‘rêyeke sêyem’ divê ji me re û ji bo wê rêyê jî, ez, bi xwe, didim ser rê û rêbaza seydayê xwe û li ser destnîşankirinên Foucault, dibêjim; em bi wekilandina peyvan zimên ji hev parçe û ji hev parve bikin û her wekî bikaranîna peyvên ‘kitêb û pertûk’ê ya seydayê min, ‘çarçoveyeke-têgihî’ ji bo zimanê xwe ava bikin; wisa bikin ku ‘zimên bi xwe bibe awêneya xwe’ da ku em di labîrenta wî de gêj û winda nebin.

Binêr:

1 - Grünberg Teo (2006) anlam kavramı üzerine bi deneme, İstanbul: YKY, rp, 24.

2 - Jîn (kovar), cild 2, rp; 493, Amadekar: M. Emin Bozarslan. (Nîşe: ji ber ku transkrîpsiyon hatiye kirin, em bi baweriya ku peyv nehatine guherandin û peyva ‘helbest’ê di orîjînala kovarê de heye, pabendî çavkaniyê dimînin.)

3 - Hawar (kovar), Amadekar: Firat Cewerî, Weşanên Nûdem, Stockholm: 1998, cild 1, hejmar, 7 rp; 145.

4 - M.E. Bozarslan, peyva ‘helbestê’ wiha rave dike: “Ew hvm ‘şi’r’a Erebî ye. Ev peyvıkeke sazber e û bı eslê xwe ‘hılbest’ e. Peyvıka ‘hıl’ bı mana bılınd û peyvıka ‘best’ê bı mana coş û kêf û zewqê’, bı awayê ‘hıl+best’ hatıye sazkırın.” (Ferhenga Kurdi, İstanbul: Weşanên Deng, Cıldê dıduyan, 423-me dest neda rastnivîsa çavkaniyê)

5 - Foucault Michel (2006) Sonsuza Giden Dil, İstanbul: Ayrıntı Yayınları.