Xwendinên duyem: Mêtingeriya Fanon 1  

Li Kurdistanê bi merhele merhele tiştê ku Fanon jiyaye û tespît kiriye yeko yeko xwe daye nîşandin. Hema ev pergala perwerdehiya li ser gelê kurd tê meşandin diyare.

Google Haberlere Abone ol

Xwendinên ewil û piştî demekê dirêj -piştî salan- meriv dîsa vedigere ser pirtûkên ku xwendiye, derî li ser deriyan vedike. Roja ku te rûpelên ew pirtûkê zivirand êdî ti tiştek wek berê di hiş û dil da meşa wiya pergalîst wê nedome, bive-neve xwe qût dike. Dibe ku ferd ji vê yekê ne haydar be jî wek helbesta helbestkar bi derveyî hiş ve li ser risteyan dimeşe em dikarin bi cîh bikin. Heye, hejandiye û qûl kiriye. Êdî sekn jê re heram e. Li ser rêya yekem rêyên nû bi hemdê xwe gazî te û nûbûnê dike. Mekan, rewşa ku kes tê da ye, şert û merc wek hev bin jî jiyanbûn gelek tiştan li hev kom kiriye weke ewil xwîner ne şîftazî ye. Pirs û bersivên wê henin, bo nivîskar êdî tu ne wek qûrtek av î. Di berîka te da nêrinên we yên sosret henin. Her bersiv bi xwe re avisbûna pêşerojê tîne. Encamên vê zayînê rexne û şîroveyên xurt li ber xwîneran radixe. 

Bîst saliya xwe de min pirtûka Dostoyevskî ya dawî bi navê “Karamazov Kardeşler/Braderên Karamazov” xwendibû. Dîsa pirtûka Fanon a bi navê “Yeryüzünün Lanetlileri” min bîst û yek saliya xwe de xwendibû. Pazdeh sal pişt re dîsa ez vegeriyam ser her du pirtûkên giranbûha. Pêşî ez ê li ser xwendina xwe ya duyem li ser pirtûka Fanon binivîsim. Piştre li ser “Braderên Karamazov” dixwazim binivîsim. Nivîs wek du beşan wê were weşandin. 

Dema min dest bi xwendina Fanon kir, hîsa sebrê û pê ra meraq/çavzêlkî xwe da pêş. Piştî xwendina ewil di hişê min de tenê navê Fanon û derûniya gerillayên Cezayîrê di hişê min de ji xwe re hêlînekî çêkiribû. Paşê li ser Fanon û tespîtên wî gelek min nivîs xwend lê ez venedigeriyam ser pirtûkê. Ew ê wext û xwestek xwe bigîhiştandina min. Fanonê reşik li Tirkiyê bi destên spiyên montajkirî gelek salan leqayê piştguh dibû. Nedixwestin û ne jî bi dilên wan bû tiştên ku Fanon diyar kiribû bigihije girseyan û koman. Çimkî rewşa welatê me û yên Cezayîrê-serdevkî be jî- dişibiya hev. Montajkiriyên spî yên li Tirkiyê bi destê rojavayiyan hatibû sazkirin-avakirin-çêkirin loma ji Fanon bêguman wê aciz bibin. Heta ku Sartre pêşgotineke bêhempa nivîsî bala rojavayiyan û montajkiriyên wan kişand. Fanon behsa serbixwinê dikir, antî-kolonîst bû, şoreşger bû, doktor bû.

Mêtîngeriyên welat ji mêtingeriyên Fransî û rojavayiyan gelek îstifade kiribûn. Kolonîstên rojavayiyan gelek done, serborî û metodan ji wan re wek mîratek kirêt hiştibû. Mêtinger li mêtingehê gel û civakan, kom û civatokan; li ser kokekê din dixwest bide jiyîn û bi hêviya vê pergalê tiştên ne tişt dikin û hê jî ev pergal dimeşe. Armanca mêtinger di esas û di karektera xwe serkeftina wî ya herî xurt û bêdawî bêguman leystina bi hiş re ye. Dema me xwe gihand naveroka pirtûkê ewê her tişt xwe bide diyarkirin. Wext, mekan, erdnîgarî, kes, gel çiqas ji hev cuda bin jî û were guhartin jî mesele û pirsgirêkên heyatî neyên çareserkirin di cîhe xwe de asê dimîne û her ku diçe mezin dibe. Kin û kurtasî ne sedem ne jî encam bo dermankirinê êdî têrî nake. Çimkî çiqas di nava xwe de geviziye ewqas gilokek wî neçar xwe ava kiriye. Fanon bi pirtûka xwe ya dawî “Yeryüzünün Lanetlileri” li pişt xwe bombayek bo teqînê hişt û çû ser dîlovaniya xwe.  

Dema Fanon bê xwendin bivê nevê xwîner berê xwe dide Hegel jî. Di navenda fîkra Fanon da meriv dikare bêje di bingeha ramanên wî de “destnîşankirin”, “diyarkirin” û “deşîfrekirin” heye. Ev destnîşankirin ji teoriyê bêhtir rêya xwe ji pratîkê wergirtiye. Bi pê ra ev têgî jî hêla teoriyê va xwe digîhijîne “Hegelperest”bûnê[1]. Ev têgî û bingeh wî ji ramanê Hegelperestiyê feyz û qewetê girtiye. Di destpêka salên 1960an de daxwazên ku li ser nasnameyên cur bi cur dihat ser ziman; lêxistina deriyê ewil jî bêguman berhema Fenomenolojiya Giyana/Tina Hegelî bû û çavkaniyek xurt bû.

Bi taybetî Alexandre Kojeve bo şîroveya Hegel, sedsala bîstemîn da diyarkirina gengeşiyên sazîbûnê de rola bingehîn leystiye. Fanon bi van gengeşiyan re diyalektîkbûna kole-efendî, bi rewşa kolonyalîstbûnê ve girê dide yan jî bi tevgirtin û pênasekirina mêtingeriyan formûle dikir û kodên wan dida nasîn. Fanon bi rexneyek diyalogî/gotûbêjî dikeve nav fenomenolojiya Hegel û felsefeya Sartre. Bi teşeya ramanên Hegel ve meseleya têkîliya kole-efendî wek pirsek tîne qada enternasyonelê/gerdûniyê. Teoriya nasîn û modela Hegelperestî tenê di nav kirdeyên/subjeyên Rojavayiyan da dirust dibû? Yan jî civatên ku di bin mêtingeriyê da dijîn meriv dikare analîzan bike? Di diyalektîka Hegel da teqez/sedîsed beramberiya wê tune. Lê dema em tên ser civakên mêtingehê beramberiya diyalektîka Hegel xwe bi yek alîgiriyê destnîşan dike[2]. Li gor Fanon sedema vê jî; “Reşik dixwaze xwe bişibîne efendî. Bi vê sedeme jî koleyê Hegelperest ji serxwebûna xwe kêm e”[3] dide nasîn.

Çima koleya Hegelperest bi serxwebûna xwe kêm e? Bersiva vê pirsê di Fanon da veşartî ye, kirdebûna efendiyê spî xwe tê de asê kiriye. Wisa ye ku arzûya nasîna koleyê Fanonperest tune û kirdeya efendî jê re bes e. Fanon, “Însanê reş dixwaze bibe spî. Merivê spî jî bi daxwaza kolebûnê va dixwaze xwe zêdetir bigihijîne mirovahiyê”[4]. Îro em vegerin ser rewşa welatê xwe em ê bibînin ku gelê me yê bindest dixwaze xwe bişibîne serdestan. Mînakek ji jiyanê dixwazim bidim, hema meriv li derdora xwe temaşe dike tevgirtinên ji malbatê bigirin heta civatokên ku hûn tê da danûstandinê dikin di ber çav re derbas bikin ew ê bes be. Tirkiya min ji hêla axaftinê ve gelek devokî ye, yanî em jê re dibên tirkiya “kırık”. Gelek caran bi vê tirkiya xwe min bêhemdî xwe gelek kesan aciz kiriye.

Çimkî serdest dixwaze sedî sed were zalveyê/teqlîtkirin. Geh hevalên nezan geh derdora wêjeya tirkînivîsan -yên faşoyên veşartî- daxwaza “İstanbul Türkçesi” dikirin. Digotin Çayan tu helbestkar î, nivîskar î divê tirkiya te super be! Dixwestin ku ez jî wek wan biaxivim. Bi min destpêka asîmîlasyonê û tunekirinê bi gotina “wek min biaxive” re xwe didanferzkirin. Dixwestin ez jî bi tirkiya xwe bişibim wan. Ji aliyê din ve jî serdest û civaka ku di bin serdestan da rih jê diçe; bi leystikên hişî bi zanîn tinazên xwe bi xeberdana min dikirin. Pêşî ji vê nêzîkatiyê çiqas aciz bibim jî, piştî xwendina Fanon min baş fem kir ku ez di rêyeke pîroz de dimeşim. Rêya min rêyek bi feyz û geş bû, lê haya min jê tunebû ku bi saya Fanon û têkoşerên kurd gavên min diavêtin qîmettir û watedar kiribûn.                                                                           

Di pirtûka Fanon “Siyah Deri Beyaz Maske/Çermê Reş Maskeya Spî” de gîrîzgeha beşê wisa dest pê dike; “Mirovê reşik çi dixwaze?” Ev pirs di esasa xwe de şiûra nasîna reşik e. Pişt re Fanon dibêje; “Birayên min ên çermreş, hûn bi xezeba xwe werin ser min jî, mirovê reşik ne mirov e.” Di rewşa mêtingeriyê de nasîna Hegelperest nîşan dide yan em bêjin pêk tê. Reşik ji efendiyê spî, daxwaza hişê xwebûnê dike. Ji aliyê din ve maskeya ku reşik daye ser rûyê xwe spî ye. Bi vê pêwendiyê hêviya ku bindest daxwaz dike: Azadbûn û xwenasîn bi vê nêrinê re tê astengkirin.

Maskeya spî berbesta xwebûn û xwenasînê ye. Di atmosfera mêtingeriyê da efendî li beramberê kole rih dibîne, li hemberî kirdeyê jî bindest objeye, li dijî axaftinê tevgirtina bêdengbûnê dixwaze; bo pênasekirina fenomenolojiya Hegelê da erêkirina navxweyi bi oryantalizme va dide der, destnîşana ev pratîka serdestan me tîne vir. Bo mêtîngeran tu ne kirdeyî tu objeyek î û zincîra ku xistine sitî bi navek din dîroka bixwîne û zordestiyêye. Destnîşana Fanon çaxê em bînin ser welat û tabloyek neqiş bikin ewê tabloyek bixweynî û berxwedanek dûr û direj derkeve pêşiya me. Li Kurdistanê bi merhele merhele tiştê ku Fanon jiyaye û tespît kiriye yeko yeko xwe daye nîşandin. Hema ev pergala perwerdehiya li ser gelê kurd tê meşandin diyare.

Nifşên ku di bin vê pergala ku bi taybetî bi hîş dileyze encama wê mixabin îro serkeftina mêtingeran dide xuya kirin. Lê kok dicihê xwe daye û xwe bi her halî diparêze. Şiklê şer û berxwedanê nêrina ji hindirê malê derdikeve û li ser çanda xwe şûr û qelama xwe biweşîne wek ronkahiya di nav derzê da dişemite dikeve hindir û dibe heyat. Derzên me her ku diçe bi hişê xwe yê xweser mezintir dibe. Haqiqata me çi be berxwedana me dibe li ser vê esasê liberxwe bide. Di siyaseta rojane de  siyasetmedar manewrayên xwe çaxê li ser hêza esasî û bi ziman dike; tirsa ku dil û hişê mêtingeran da firtûneye derdixe meriv bi bersivên wan ên erişkar bi rihetî derdixe.                              

Di berhema “Yeryüzünün Lanetlileri” de Fanon mêtingeriyê bi destên cuda ji quncikên cur bi cur analîzan kiriye. Ne tenê siyasî an leşkerî analîzan kiriye, analîzên çandî jî bi awayeke serkeftî daye ber hev. Marîpişta/omurga berhema li Cezayîrê Fanon dema li psîkiyatriyê dixebite li ser bûyerên welatiyan hem ji nêzik ve şahîdiyê dike hem jî bi vê şahîdiya xwe analîzan dike. Bingeha psikiyatriya kolonîzmê bi destê Antoine Porotê tê avêtin. Antoîne Porot nijadperestek e û bi teoriyên prîmîtîvîst tê nasîn. Di şûna wî nijadperestê heram de Fanon tê tayînkirin. Wek serbijîşk dixebite. Porot li pişt xwe xwîn, zordestî, îşkence, şîddet û wahşeta ku li ser welatiyan bi kar aniye Fanon bi sebir nexweşxaneye rast dike. Di berhemê da tiştek balkêş jî civata mêtingeriyê bi zindî xêz kiriye û panoramaya civatê jî bi hostetî yeko yeko sererast kiriye.

Li gor Fanon li dijî mêtingeriyê serxwebûn, serkeftina teqez be jî dawiya her tiştî nîn e. Çima tiştek wisa hewce dît û anî ser ziman. Piştî mêtingeriyê destxistina serxwebûn pê re rewşa civak û gelan bi çi awayî û di kîjan astan da derbas bûye, ji çaxa îroyîn em dîroka kin dixwînin zêdetir done û mînakan dibînin. Bi gotina Fanon bo pêşarojê çawa ku gundiyan wek dendikê şoreşê dibîne. Piştî şoreşê gundî hem dengê xwe hem rengê xwe hêdî hêdî vedikişe -yan jî tê vekişandin- û desthilata nû di bin burjûvaya neteweyî de yekdestîbûna xwe îlan dike. Piştî mêtingeriyê di nav şer de rêberê ku gernas bûye xwe daye îspatkirin bi sembolbûna wî rejîmek yek sîstem û nîvzordestî derdikeve meydanê. Yanî vediguhere îktîdarek yek hizbî yek partî. Em neçin dûr va: Li Başûr li ber çav e.                                                           

Çavkanî:

[1]Fırat Mollaer, “Frantz Fanon’un Çelişkili Kimliği: Avrupa-merkezcilik ve Milliyetçiliğin Ötesinde Tanınma”, Fanon’un Hayaletleri, Fanon’la Konuşmayı Sürdürmek, ed. Fırat Mollaer (İstanbul: İthaki Yayınları, 2018), 109. 

[2]Mollaer, Kimlik, Tanınma Mücadelesi ve Şarkiyatçılık, 111. 

[3]Fanon, Siyah Deri Beyaz Maskeler, çev. Cahit Koytak (İstanbul: Encore Yayınları, 2016), 261. 

[4]Frantz Fanon, Black Skin, White Masks, çev. Charles Lam Markmann (London: Pluto Press, 2008), 3, 45, 178.  

Etiketler Fanon kurd