We go wêjeya underground

Di edebiyata me da cureya “binzemîn” tineye. Min ew qas lêkolînê kir min ti tiştek nedî. Paşê min go gelo edebiyata me hemû binzemîn nîne? Terifa ku wêjeya binzemîn dike sedî nod li edebiyata me tê.

Google Haberlere Abone ol

Li bin Sûrên Amedê li taxa Hala Kevn/Eski Hal ji bereqeyan çarşiyek biçûk hebû. Ji deriyê Rihayê destpê dikir heta Selexaneya berê mil bi mil dikanên 10/12 metrekare rêz dibûn. Ji loqanteyan heta cilfiroşan, ji berber heta terziyan, ji firoşkarên zerzewatan heta nalbûrfiroşan, ji dolmişên gundan û navçeyan çarşiyek biçûk bû. Çi lazmatiya meriv hebû kêm zêde ji wê çarşiyê peyda dikir. Rojek bi kalê xwe re çûm çarşiyê. Piştî danûstandinên lazmantiyên malê, kalê min bo seriyek rêhevalên xwe bixe em çûn çend dikandaran ciyan. Li hemberî bereqeyan ciyek biçûk hebû jê re digotin Çarşiya Pêşmergeyan. Ewil me seriyek li çarşiya Pêşmergeyan da. Çend rêhevalên kalê min li wir bûn. Piştî li ser piyan çend xulek axaftin me berê xwe da nav bereqeyên bin Sûre. Em ketin nav dikana Terzî Enwer, Enwerê Farqînî. Rêhelave kalê min bû, temenî wî derdora çilî bû. Berê min ê mezin Serhat jî li ber destî wî şagirtiyê dikir.

ROJANEMEYEK FERMÎ DIBÛ SEDEMA KUŞTINÊ

Terzî Enwer destê xwe avêt cêba xwe û pere derxist kir nav kefa destê min û wisa got; “li serê koşe bûfeyek heye, here bêje Enwerê Farqînî min şand ewê rojnameyek bide te.” Çaxê ez jî derî derketim dîsa ba min kir; “rojnameyê bike bin tişortê xwe bila kes nebine.” Piştî vê hişyariyê min fem kir ku ezê karek pîroz û girîng bikim. Bi vê kelecaniya girîng min xwe gîhiştand bûfeyê û rojnameye min kir bin tişortê xwe. Çalakiya min ewil ew bû, piştî vegera min li orta rê da bêhemdî xwe min rojnameyê ji bin tişortê xwe derxist. Ev jî çalakiya min a duyem bû, çimkî tiştê ku ji min re hatibû tembîh kirin ez li ser nesekinîbûm. Ez ketim dikanê oste Enwer rojnameyê çaxê di destê min da dît rûyê xwe tirş kir û bi dengek nerm; “me ji te re got rojnameyê bike bin tişortê xwe.” ew rojname rojnameya Özgür Gündem bû.

Bi xwezayî û bêhemdî xwe ez jî bibûm Generalek Apê Mûsa. Çaxê min li ser Wêjeya Underground/Binzemîn lêkolîn kir ev bîranin hat bîra min. Rojnameyek fermî û bi zimanê serdestan dihat belav kirin lê aliyê din jî dibû sedema kuştinê, işkenceyê, girtinê û gefxwarinê.

Wêjeya Binzemîn li gor çavkaniyên rojavayiyan navîna sedsala hijdemîn/19 û destpêka sedsala bîstemîn/20 da xwe avakiriye. Armanca wêjeya binzemînê di esasê xwe de xelasbûna ji hefsarê ziman e. Qalibên li ser wêjeyê hatiye dayîn -ehlaqperestan- û li ser pergalek –qaydeperest- tê meşandin li dijî wî qadek vekiriye wêjeya binzemîn. Dijware, cûdaye, dijraber e û rexneyiye. Li ser xêzek tenik de bi hebûn û xiyalên xwe dibe ez li wir im. Gelek caran li ser temaya alkolîzmê, cinsî/zayendîtî, çêr û bi berdoşiyê xwe eşkere dike. Em hinek din li ser koka vê rêbazê da biçin emê xwe bigihijînin salên 1740-1814an. Yanî heta Marquîs de Sade em dikarin herin û jixwe avakirina ‘Sadîzm’ê bi Sade re hatiye destpêkirin.

ŞIDDETA ERTÎZMÊ Û WÊJEYA UNDERGROUND

Kokên wêjeya binzemîn bi hêlek va hêza xwe ji Sadîzmê wergirtiye. Sade di serdama xwe de li ser ‘şiddeta erotîzmê’ nivîsiye û bi destên ehlaqperesrtan li dadgehan da hatiye cezakirin. Piştî Marquîs de Sade gelek nivîskar û hunermend li ser şopa wî berhemên xwe avakirine yan jî ji wan re rêyek avakiriye. Di nav wan nivîskaran de herî navdar Charles Bukowskiyê -1920/1994-. Lêhengên ku Bukowskî bi awayê afîrandiye berdîberdan, serxweş, hevnegirtî, çêrbaz, mubtelayê alkolê û cinsî derdikeve pêş. Di edebiyata cihanê de lehengên ku hatine - wêjeya romantîzmê de - afirandin baş in, xurt in, hevgirtîne û xwedî vîcdan in, hwd. di jiyana xwe de serkeftî û pozîtîf in. Wêjeya Binzemîn li dijî vana hatiye honandin. Çimkî di jiyana rastî de binketî, serneketî henin. Berhema Bukowskî bi navê “Factotum” da karektera Henry Chinaskî parelelbûna jiyana nivîskar hêma dike. Vê wêjeyê, wêjeya kûçeyan honandiye. Berhema Chuck Palahniûka bi navê “Fight Club” sala 1999an de çaxê li sînemaye hat adeptekir li ser wêjeya binzemîn elaqeyek xurt çêbû. Kovara Notosê li ser Wêjeya Binzemîn dosyayek amade kiribû, emê ji dosyayê çend jêgirtinên taybet bixweynin:

“Beat, Pulp, Trangressive û gelek ‘cure’yan li marketek bi navê ‘underground’ê dibe ku were firotan. Lê wêjeya Beatê daxilî wêjeya undergroundê kirine yan jî romana Meczubê Êmerikayê meriv nikare bike nav wêjeya undergroundê. Jixwe ev cure bi şikle xwe henin. Punk jixwe tevgerek daxiliya çand-zemîniyê, di wextê xwe de dijî çanda xwe, di nav kapîtalîzmê de cihê xwe girtiye-rûniştiye, vêga punk performansek, helbestkar jî wek ‘underground’ê tenê tê bazarkirine”[Erdoğan, 2011, s.28].

ÇANDA FANZÎNÊ LI DIJÎ SERDESTÊN WÊJE ŞEREK HÊMA DIKE

Di nav xwîneran de nêrinek wisa heye; “Fanzîn, pirtûkên nehatine weşandin û kitebên ku bimezhûrîne; daxilî Wêjeya Binzemînê”. Çanda Fanzînê li dijî serdestên wêje şerek hêma dike, îfadekirina azadiyê li dar dixe. Tevgera Fanzînê li ber helbestkaran, nivîskaran qadek bêsansur û otosansurê vedike û sansurê jî pûç dike. Berhemên ku bo pergala modernîst talûkeye bivenevê xwe dike binzemîn, çimkî pergalîstên wêjeyan her der dagirkirine: çi kovar, çi malperên dijîtal, çi weşenxane be. Çaxê em li lehengên wêjeya binzemîn dinêrin em leqayên: Fahîşeyan, transseksûlan, homoseksûelan, LGBTI/Qyan, sucdarên polîtîk tên.

Ev karekter û lehengên wêjeya binzemîn hevkariya wan bi destê civakê an pergalîstan hêvî û daxwaza tinekirine dikin. Wêjekarên exlaqperest di edebiyate da daxwaza sîstemek wek gor xwe biafîrinin û dizayn bikin. Berhemên ku derdixin pêşiya xwîneran bi dilê wan ne, lê wêjeya binzemîn ji populerbûna dûr ji piştgiriyên kesan û cemeatan bêpar in ev jî azadbûna nivîs/karan dide pêşiya me. Ne tenê navaroka berheman, çap kirin, weşandin, belav kirin yanî bi teknîka xwe jî dibe ku cuda be. Çaxê tu pirtûkek bi weşinî destûrê ji devlete û edîtorên weşanxaneyê dixwazî. Filan edîtor bi keyfa xwe dinirxine, li dijî pergale tiştek hebe di cî da red dike. Ji ber vê jî di esasê xwe de teknîka wêjeya binzemîn pergale qûl dike. Li ser teknîka undergroundê Erdoğan wisa dewam dike:

“Underground tenê û tenê teknîkekê, behsa teknîka nivîsandine nakim. Qala teknîka: çap, çapxane, unîteyên kopîkirin, sîstema jêzêdekirinê dikim. Li Ûrisa kevn welatên ku dibin zordariyê dane, li Komara Îslama Îrane bi navê ‘SAMÎZDAT’ê wextek kopîkirina nepenî hebû –kaxizê qarbon, dektîlo, destnivîs û hwd- bi rastî ev tişt mîlata dîrokeyê. Di eslê xwe de tiştê ku li Êmerikaye hatiye tercûbe kirin ji viya ne dûr e. Şest/60 sala berê bi navê ‘Small Press’ê weşenxaneyên biçûk û pirtûkfiroş biçûk biqîma xwe çapkirin û weşandine bi teknîka undergroundê berhem gihiştandine edebiyate”[Erdoğan, 2011, s.29].

HOMOSEKSUEL Û JIYANÊN MARJÎNAL

Sala 1947an, di navbera Emerîka û Ûris de Şerê Sar, sala di 1950yî de bi Kore re û piştre sala 1955an da Vîetnamê re, di 1962an da jî bi Kubayê re dinya di devê şer de bû. Piştî wan buyeran di serî de Emerîka, Rojava û welatên Asyaya Dûr de aborî-civakî û bi çandî gelek zehmet û zordarî hat dîtin. Di wan serdeman da malbat yeko yeko ji xwe va çûn û ferden malbatan -bi taybetî ciwan- ketin nav buhranê. Di vê serdemê da tiştên ku civak û malbat/dêbav qebûl nedikir, ciwan bi ser van serpêhatiyan va çûn. Di nav civaka kapîtal da, dibin bandora aboriya lîberalîzmê de hestên tenêbûne û biyanîbûne ruhê ciwanan dagir kiribû û bi vê pergala li Emerîkayê bingeha Nifşên Beatê hat avêtin. Li welatên din bi şiklên din xwe dest nîşan kir. Nifşên Beatê ne tenê meyldariyek bereday bû. Nifşên 68an û tevgera Punkê re deriyek vekir. Vî derîyî qada binçandî ji xwedî kir; muzîk, sînema, edebiyat û hwd. Mînakek em bidin, jiyana nivîskar û di berhemên wî de, bo parelelbûne nivîs û xwediye nivîsê destnîşan kirinek gelek balkêşe. Aktivîstê Fransî J. Genet di romanên xwe de homoseksuel û jiyanên marjînal kir mijara xwe. Çanda binzemîn ê reşikan parast.

GELO EDEBIYATA ME HEMÛ BINZEMÎN NÎNE?

Genet li sêwîxaneye mezin bûye, di temene xwe yê biçûk da dizî kiriye. Genet tiştê ku nivîsî û kir mijara xwe jiyabû. Yanî samîmî bû, tiştên ku nivîsiye hîskiriye û dîti bû. Êş, neheqî, dîkekirina serdestan, îşkence, zindan û hwd. Lê wêjeya binzemîn li Tirkiyê dîsa ji jor va hat nivîsandin, yanî berhemên wan pêvxistin bû û ji dûri va hatibû temaşe kirin. Di wêjeya tirkan de berhema binzemîn û yekta bi min “Ağır Roman”ê çimkî nivîskar tiştê ku nivîsî jiyaye jî. 

Tiştê me xwend di dîroka nêzda qewîmiye. 200 sal pirtûka pîroz ya Încîl di bin erdê de ma, qedexe bû, sedema kuştinê û îşkenceyê bû. Dîsa edebiyata me kêm zêde 80 salê tê asteng kirin, hatiye qedexe kirin, sedema sirgûn û îşkenceyê bûye. Hema em neçin heştê sal berê salên nodî rojnameya Özgür Gündemê heta roja me bi çawayî hat em baş zanin. Di edebiyata me da cureya “binzemîn” tineye. Min ew qas lêkolînê kir min ti tiştek nedî. Paşê min go gelo edebiyata me hemû binzemîn nîne? Terifa ku wêjeya binzemîn dike sedî nod li edebiyata me tê. Li dijî pergala fermî nivîskarên me, helbestkarên me, siyasetmedarên me, stranbêjin me, çanda me li ber xwe dan.

BENDÊN ŞIVAN PERWER ÇAWA HATIN BELAVKIRIN?

Nivîskar “Samîzdat”ê milada dîroka kopîkirine dibîne. Haya wî ji têkoşeriya kurdan gelo tineye ku çi ye ji welatekî din mînakan dide? Ew jî baş zane ku wêjeya kurdan çi stran çi nivîs çi folklora devkî be di binzemîn da xwe ava nekiriye, xwe nû nekir. Wêjeya me bi teknîk û belavkirina xwe mîlada dîroka kopîkirinê ye. Bandên Şiwan Perwer çawa hatin belav kirin û pir kirin? Kopîkirina bandên hunermendên me mîlada dîroka kopîkirine nîn e? Bi teknîka xwe meriv nikare bêje aîde binzemîn e? Herê di wêjeya me da navarok û bi usluba xwe berhemên me yê binzemîn tine ye, lê di hin romanên kurmancî da lehengên me kêm zêde jixwe binzemîn in.

Mîsal di romana “Ez ê yekî bikujim” de lehenga me bi motîfên binzemîn hatiye neqiş kirin. Ji civakê dûr, xiyalên ku hatine pelçiqandin, hêviyên ku li hemberî gel û civakê şikestiye hêma nake? Taybetmendiya karekter jixwe me digîhijine wêjeya binzemîn û gelek buyer ji me derdixe ser vê rêye.  Lehenga Ez ê yekî bikujim modernkirina “Notên Binzemîn”a Dostoyevski ye. Her du leheng jî taybetbûna wan gelek dişibin hevûdin. Bêhevî, hêrs, qure, red kirin û her tiştî dide ber rexneyan. Pirtûka Notên Binzemîn de leheng bênav e, karekterê ku nivîskar derxistiye pêşiya me tirsonek, ji xwe ne bawer dimeşe û bi bêdengiya xwe li dijî pergale îsyana xwe dide pêş, her tim di zîke xwe da diaxive. Leheng, bi aliyek xwe va jî azara mirovên ku li dijî modernbûne dipelçiqin hêma kiriye, bi jiyana xwe leheng aîde binzemîn e. Ji ber vê jî meriv nikare wek rojavayiyan dîroka binzemînî wisa hêsanî tayîn bike, dîyar bike.

Romana Fırat Cewherî bi notê edîtor em bixweynin: “Ezê yekî bikujim di karakterên sê kesayetiyên cihê de li ser dema nû tê rawestandin. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî, psîkolojiya wan, hêvî û armancên wan û behsa êş û xemgîniyên wan tê kirin. Ji aliyê din ve hin sebeb çawa dikarin bibin encamên trajedîk, mirovên ku demekê bi îdealên mezin radibin çawa dikarin têkevin gerînekên melankolîk û tesadufên jiyanê mirov bi çi re rûbirû dike, bûye mijara romanê.”  

Cureyê wêjeya binzemîn hêvî dikim ku nifşên nû mînakên herî xurt û resen li ser edebiyata me zêde bikin. Ne bi gotinan û daxuyanîyan nifşên berê “bikujin”. Bi riste û hevokên xwe yê resen û bibingeh; li ser mîrasa ku ji wan re maye wêjeya me bigîhijînin cihana edebiyate. Wêjeya Binzemîn gelek tiştan di hunere da terikand, qul kir û pergalîstên hunere berevajî kir. Ger wêjekar, hunermend, nivîskar, siyasetmedar, helbestkar daxwaza xera kirine bike, dibe ku tiştek li ser bilind bike.

Wêjeya binzemîn û teknîka wî gelek tiştan xera kir û li ser tişte ku xera kir bilind bû. Mijara me binzemîn bû emê jî bi gotinên Charles Michael Palahniuk dawî bikin: “ê serhildêran/asiyan, ew ên ku hindakirine, ê xiyalperestan, ê çêrbazan, ê gunahkaran, ê reşikên spî, ewên ku bi jêr va diçin, ewên ku ji derketina rê natirsin, ewên xwe ji kendalan davejin… denge wan, zimanên wan, wêjeya wan binzemîn e…”[Palahniuk, 2017, s.1].