Tofan Sunbul: Mîsyona Chalak Eventsê dişibe Cemiyeta Hêvî ya Xwendevanên Kurd

Tofan Sunbul, ji bo mîsyona Chalak Eventsê wiha got: “Mîsyona me ji hinek babetan ve dişibe Cemiyeta Hêvî ya Xwendevanên Kurd ku 1912an de li Stenbolê hatî avakirin. Em jî xelekekî yê wê zincîrê ne.”

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Chalak Events, 2017an de ji aliyê pênç kesan ve hat ava kirin. Ji 2017an vir de heta niha 63 çalakî çêkirin, sedan kes hev naskirin. Li gorî avakarê Chalak Eventsê armanca wan, ji bo ciwanên kurd ên li Stenbolê dijîn alternatîfekê ava bikin. Armancekî din ya wan ew e ku bi van çalakiyan pêşiya asîmîlasyona ciwanan bigirin, berê wan zêdetir bidin ziman, çand û hunera kurdî da ku xwe û nasnameya xwe baştir nas bikin.

 Chalak Events ji bo xelk beşdarî çalakiyên kurdî bibin, ji kurdî veneqetin, hevdû nas bikin, qadekê ji huner, hunermend û hezkiriyên hunermendan re veke xebatên xwe dike. Avakarê Chalak Events Tofan Sunbul jî bo van xebatên xwe vê mînakê dide: “Kurdî deryayek e, em jî di vê deryayê de dilopek in, bi hêviya ku ev dilop bêpişt nemînin û zêde bibin.”

Me bi Tofan Sunbul re derbarê xebatên Chalak Eventsê, çalakiyên wan ên hunerî, Spoken Word Kurdî û gellek mijarên din axivî...

We 2017an de Chalak Events ava kir. Heta niha we nêzîkê sed çalakiyan çêkir. Konser, Spoken Word Kurdî, gerên bajêr, şevên dengbêjan, panel, rojên îmzakirinê û hwd. Dikarî hinekî behsa van xebatan bikî?

Bêriya ku em biaxivin min li dosyeya me ya çalakiyan dinêrî, ji 15 Îlona 2017an heta îro yanî Berfanbara 2021an me wekî Chalak Eventsê 63 çalakî çêkirine û 110 kesan zêdetir çi nivîskar, çi muzîkjen, çi şanoger, çi derhêner û dengbêj be me kirine mêvan. Li gorî îstatîskên niha di destê min de biaxivim, gellek çalakiyên me domdar û wekî rêze-çalakiyan in. Çend mînakan bidim: 13 Spoken Word Kurdî em hewl didin ku vê çalakiyê mehê carekê bi mêvanekî ji qada hunerê re bikin, di çalakiya dawî de du stranbêj Dr. Ahmet Kaya û Berfîn Aktay bûbûn mêvanên me. Bêyî ku derbasî navên çalakiyên din ên me bibim bi kurtasî behsa vê çalakiyê û girîngiya wê bikim. Ev çalakiya bi navê Spoken Word bi gellek zimanên cihê tê çêkirin û me jî ev çalakî quliband kurdî, esas wekî mîkrofona vekirî ye û kî bixwaze derdikeve ser dikê û çi hez bike dibêje; stran, helbest, çîrok, pêkenok an jî serboriyekî xwe dibêje. Dema axaftvana vê çalakiyê derdikeve ser dikê xwe jî dide nasîn û behsa xwe dike, tam li vê derê dema ew kes behsa xwe dike êdî guhdarên li wê derê kombûyîn axaftvanî nas dikin. Bo nimûne dibe ku bajarê axaftvanî û bajarê guhdarekî yek be, dibe ku zanîngeha wan yek be an jî dibe ku pîşeya wan yek be, bi vê axaftinê nasînek di navbera van du aliyan de çêdibe, ev girîngiya yekem ya vê çalakiyê ye. Ya duyem bi vê axaftinê pratîka ziman çêdibe û axaftvan ji objeyê dibe subje angu kirde. Yanî ji aliyekê ve mafê wan yê axaftina gelemperî (public speech) ku ji destê wan hatiye stendin em didin wan. Belî gotinekî mezin be lê ez ji aliyekê ve wiha lê dinêrim û girîng dibînim, bi van çalakiyan kurdî berbelavtir û “normalîzetir” dibe. Aliyê din ê vê çalakiyê ku di Spoken Word ên bi zimanên din de tune mêvan e. Ji bo ku em balê zêdetir bikêşin li ser vê çalakiyê me ji ya sêyemîn û pê ve bi mêvan çêkir, bi vê yekê hunermend û hezkiriyên hunermendî li mekanekî tên ba hev û danûstandinek di navbera her duyan de çêdibe. Çalakiyên din jî şeş heb nîşandanên fîlman çêkir, bi dehan gotûbêj û rojên îmzakirinê ji bo nivîskar û helbestvanan, sê şevên dengbêjan, sê kargehên sêva mêxekrêj, du caran meşên bajêr ya ji bo bîra civakî ya kurdan, du Cejnên Zimanê Kurdî, du pêşangeh, taştêyên hevnasînê, kampên kurdî û îsal cara yekem me Cejna Pîrebokan (Kurdish Halloween Night) bi kurdî pîroz kir. Bi rastî di hemû çalakiyên me de eleqeyek zêde heye û ev eleqe motîvasyona me bilindtir dike. Bi van çalakiyan sosyalîzasyonek di navbera civanên kurd de çêdibe. Bi min ev jî dike ku ew civan zêdetir ji zimanê xwe hez bike û bala xwe bide zimanê xwe. Herwiha alternatîfek jî ji wan re çêdibe, nasînek di navbera wan û ziman de û hunera wan de çêdibe. Vê navberê de me ne tenê li Stenbolê çalakî çêkirin, di Nîsana 2019an de me li Torînoya Îtalyayê mîhrîcanekî kurdî ya 4 rojan çêkir û Îlona heman salê de jî em li Kieva Ukraynayê beşdarî projeyekî ya Erasmusê bû û deh rojan em li wir man. Di van her du xebatan de me kurd li welat û biyaniyan da nasîn. Herwiha du nûnertiyên me li Wanê û Amedê hene, hevalên me jî li van du bajaran çalakiyan dikin.

Cara yekem we Şeva Pîrebokan çêkir, gelek kesan jê hezkirin lê hinekan jî rexnekirin, çima?

Li ser medyaya civakî hinek kesan rexne kirin, ev jixwe normal e. Argûmana wan kesan ev bû; digotin ev cejn di çanda me de nîne, hinekan got cejna Krîstiyaniyan e, kêm zêde rexneyên wiha dikirin. Lê ji bîr dikin ku çand jî wekî zimên e, li gorî şert û mercên zemanî mirov çawa peyvên nû li ziman dike eynen wisa tiştên nû jî li çandê dikarin zêde bibin, divê em qada kurdî firehtir bikin. Wê şevê nêzikî 70 kes hatibûn, heke me ew şeva pîrebokan pîroz nekira dibe ku ev kes biçûna şevekî ya tirkî an jî zimanekî din. Ev di çanda gellek welatan de nîne lê wekî mirov dibîne her kes bi zimanê xwe pîroz dike. Dema dibêjim alternatîf tam behsa vê yekê dikim, bila ciwanek nebêje “Ji ber ku bi kurdî Cejna Pîrebokan tune bû, ez jî mecbûrî çûm ya bi tirkî, erebî û farsî.” Ger bixwazin bi zimanê wan ew pîrozbahî jî heye.

'ÇALAKÎ TÊRÊ NAKE'

Hejmareke pir zêde ya kurdan li Stenbolê heye. Çalakiyên we têrê dike gelo?

Ji ber ku gellek sazî û dezgehên kurdan li Stenbolê hene barê me ewqasî giran nîne, her sazî li gorî derfetên xwe li Stenbolê ku bajarê herî mezin ê kurdan e kar û xebatên xwe dike. Em jî li gorî derfetên xwe mehê herî kêm çalakiyekê dikin, helbet li gorî min têrê nake lê cardin çalakiyên li Stenbolê tên kirin baş dibînim û heta ji destê min tê dişopînim. Avantaja me ew bû ku dema me Chalak Events ava kir em pênc xwendevan bûn û her yekî me derûdorek hebû, paşê hevalên din li me zêde bûn û wan jî derûdora xwe, dostên xwe bi xwe re anîn, bi vî şiklî em mezin bûn û îro em dikarin xwe bigîhînin girseyekî baş. Ji vir ez dixwazim spasiya hemû hevalên ku ked dane Chalak Eventsê bikim, çimku heqeten hem hevalên me û hem şopînerên me tunebûna ez bawer nakim ku em heta îro bimayana. Wek min gava berê jî gotî em alternatîfekê ji bo kurdî çêdikin û xwe wekî rengekî nû yê vê civakê dibînin. Di pirzimanî, pirçandî û pirrengîya Stenbolê de parakî ya me jî heye. Di sala nû de em ê hewl bidin ku çalakiyên xwe zêde û birengtir bikin. Di vê navberê de dixwazim bêjim ku ne tenê Bakurî li Stenbolê dijin, çend heval û beşdarên me ji Rojhilat, Başur û Rojavayê hene û bi hatina wan pirek di navbera van çar parçeyan de jî dibe, belkî pêşerojê de em mijara Spoken Word Kurdiyekê bikin çand û hunera Rojhilatê.

'EM AKTÎVÎZMA KURDÎ DIKIN'

Mîsyona Chalak Eventsê çi ye?

Berî her tiştî hesasiyeta Chalak Eventsê ya ziman heye, em ji aliyekê ve aktîvîzma kurdî dikin. Destpêkê de mîsyona me ji bo xwendevan û ciwanên kurd ên li Stenbolê dijîn sazkirina çalakiyên ziman, çand û hunerê bû. Me dixwest xwendevan û ciwan di van çalakiyan de hev nas bikin û torek di navbera wan de çêbe. Pê re ew kesên eleqeya wan li ser kurdan ku li Stenbolê ji bilî kurdan gellek biyanî hene ku mereqa kurdan dikin û eleqeya wan heye ku fêrî ziman û çandê bibin. Ji welatên cûda beşdarên me hene û gelek caran tên çalakiyên me. Mîsyona duyem jî ew e ku li gorî hêza xwe kurdan li miletên din bide naskirin, ji bo vê yekê jixwe me li Îtalyayê mîhrîcanek û li Ukraynayê jî projeyek a xwendevanan çêkir, di van du xebatan de me karî em xwe bigihînin vê mîsyona xwe û îro li Stenbolê jî em dikin ku vê yekê pêk bînin. Me bi saziyekî biyanî ya li Stenbolê danasîna çanda kurdî bi Îngilîzî kir, herwisa em di parvekirinên xwe yên medyaya civakî de ligel kurdî cih didin îngilîzî lê em bi zanebûn cih nadin tirkî. Du sedemên vê yekê hene; ew kesên biyanî yên li Stenbolê dijin bi vê yekê haya wan ji çalakiyên me çêdibe û tên beşdar dibin, ew kesên biyanî yên ne li Stenbolê her çiqas beşdar nebin jî bi wê parvekirina îngilîzî haya wan ji me û xebatên me çêdibe. Sedama duyem jî ger kurdek kurdî nezane bila bi îngilîzî hay ji me hebe, bi vê helwesta xwe em hem mîsyona xwe ya ziman hem jî ya danasîna kurdan ya li biyaniyan pêktînin. Mîsyonekî din ya me ji bo hunermendên kurd rêyeke veke, ji bo wan çalakiyan organîze bike û wan bi hezkiriyên wan re bîne ba hevdû. Ji ber ku hunermend divê bi hunera xwe ve mijûl bibe û divê kesek jî wê hunerê bigihîne hezkirî û kiryaran. Di vê derê de jî Chalak Events derdikeve û dibêje “Ez ji bo te dikarim çalakiyan saz bikim, dikarim te bi kiryar û bi hezkiriyên te re bînim ba hevdu.” Yanî em dixwazin hem qadekê ji hunerê re hem ji hunermendî re hem jî ji hunerhezî re vekin. Li gorî min ji hin aliyan ve em mîsyona wan kesên ji bêriya me ev kar kirin berdewam dikin, bo nimûne mîsyona me ji hinek babetan ve dişibe Cemiyeta Hêvî ya Xwendevanên Kurd ya ku 1912an de li Stenbolê hatî avakirin. Dikarim bêjim em jî xelekekî yê wê zincîrê ne û ne bi me dest pê kiriye û dê ne bi me dawî jî bibe.

'HERÎ ZÊDE SPOKEN WORD KURDÎ DERDIKEVE PÊŞ'

Kîjan çalakiyên we derdikevin pêş û zêdetir kes beşdar dibin?

Çalakiya me ya herî zêde derketî pêş ji jimara wê jî diyar dibe ku Spoken Word Kurdî ye, me sêzdeh caran çêkir û her carê beşdarî zêdetir dibe. Wek min gava din gotî ji ber ku em herî kêm gazî hunermendekê dikin balkêşiya çalakiyê pirtir dibe. Bi gelemperî sed kes beşdarî Spoken Word Kurdiyê dibin û her çalakiyê de navbera deh-bîst kesan jî ji beşdaran derdikevin ser dikê û diaxivin. Dengbêj Nights me 3 caran çêkir. Ev jî balê pir dikişîne, gellek kes beşdar dibin, heta ne tenê kurdên li Stenbolê dijîn tên vê çalakiyê, di vê çalakiyê de gellek caran milet ji derveyî Stenbolê jî tên. Di sala nû de em difikirin ku Dengbêj Nights 4 çêkin. Konserên em çêdikîn de beşdarî zêde heye, wekî hûn dizanin me yê ji bo LaWjeyê li Beşiktaşê konser saz bikira lê ji ber testa pozîtîf ya hunermendan me taloqî Sibata 2022an kir, eleqeyek baş ji bo vê konserê heye. Wekî din rojên û panelên ji bo nivîskar û şaîran bi beşdarîyekî têr derbas dibe.

'KESÊN BEŞDARÎ ÇALAKIYAN DIBE, MARÛZÎ KURDÎ DIBE'

Ev çalakiyên ku hûn çêdikin, ji aliyê ziman ve roleke çawa dilîze?

Li gorî min ev çalakî dînamîzmekê didin zimên û zimanî di çavên kurdan de şirîntir dike. Ji ber ku zimanê çalakiyên me xwerû bi kurdî ye ew kesên beşdarî çalakiyan dibe marûzî kurdî dibe û em dibînin ku tesîr li ser wan kesên bi zimanê xwe nikarin biaxivin û hîn nebûyîn dike. Çend kesan ji me re peyam şandine û dibêjin em dixwazin kurdî hîn bibin. Em jî berê wan didin mamosteyên kurdî û enstîtuyê. Hinek jî dibêjin bêriya çalakiyên we min nikaribû kurdî biaxivim, lê ji ber beşdarbûna çalakiyên we niha ez hêsanî dikarim biaxivim. Ji bo ziman qadên cûda vêdibin, ziman zindî dibe û dikeve nav kafe, bar, kolanan. Em dibînin meyla ciwanan li ser ziman heye. Em jî bi van çalakiyan rêyekê vedikin ku ew kes berê xwe zêdetir bide zimanê xwe. Ez dikarim vê hêsanî bêjim, ger me û wan saziyên çalakiyên bi kurdî dikin îro ev çalakî nekirana gellek ciwanên kurd dê biçûna çalakiyên bi zimanê din. Di vir de ez pirsgirêkekî ji bo beşdariya zimanên din nabînim lê ger çalakiyên bi kurdî tune bin gellek kes dê ji zimanê xwe dûr bikevin û ew habîtus dê têk biçe. Jixwe di dawiyê de asîmîlasyonekî bi dilxwazî jî dê çêbe. Yanî ger mirov derfeta beşdariya bi zimanê dayîkê pêşkêşî kesekê neke ew e mecbûrî birçîbûna xwe ya zimanî, çandî û hunerî bi zimanekî din bike û zimanê serdest jî tirkî ye.

Pirsgrêka ku li Stenbolê derdikeve pêşiya we heye?

Peydakirina mekanekî mezin û li gorî dilê me hem ji bo konseran hem ji bo çalakiyên din gellek caran dibe pirsgirêk. Xwediyê mekanên konseran dema em dixwazin ji bo stranbêjekî kurd konserê çêbikin, bi tu awayî roja înê û şemiyê nadin. Dibêjin yan nav heftê de çêkin an jî roja yekşemê konsera xwe çêbikin. Yanî dibêje jixwe roja min a înê û şemiyê baş derbas dibe, rojên ku ne betlane ye didin me û ev yek jî tesîrê li beşdariyê dike. Cihên kurdan jî an teng e an jî ji bo konserekî mezin ne guncav e. Ev yek jî girêdayî ekonomîya Kurdan e. Ji ber pirsgirêkên maddî mekanên me wiha ne, cihên heyîn jî jixwe mala wan ava be deriyên xwe li me vedikin. Peydakirina sponsoran ji bo me pirsgirêk bû. Lê van demên dawî mal û mezelê sazî, kafe û hinek dost û hevalên me ava be ku piştgirî dan me. Me hinekê din karî em gavên xwe saxlemtir, baştir û ji xwe bawertir biavêjin. Ger aliyê ekonomî kêm be, bi rastî ew kar baş nabe, nameşe. Ji ber vê sponsorî girînge. Bi rêya vê hevpeyvînê spasiya hevalên xwe yên ked dayîn û kedê didin, dilxwaz û hemû beşdarên me, li wan sazî, kafe û hevalên piştgirî dane me dikim. Kurdî deryayek e, em jî di vê deryayê de dilopek in, bi hêviya ku ev dilop bêpişt nemînin û zêde bibin.