Taşikardî - lêdana dil a zêde

Taşikardî yek ji wan koma nexweşiyên girîng û cidî ye di beşa kardiyolojî de. Nexweş taşikardiyê wekî lêxistina dil, ricifîn û lerizandina dil pênase dike û bi piranî ne ji ber sedemek patalojîk e.

Google Haberlere Abone ol

Di kesên li ser xwe û bi tendurist de kêm zêde lêdana dil di deqeyekê de 60-100 e. Ji ber sedemek an jî nexweşiyekê lêdana dil li ser 100î bikeve weke taşîkardî an jî lêdana dil a zêde tê binavkirin. 

Taşikardî yek ji wan koma nexweşiyên girîng û cidî ye di beşa kardiyolojî de. Nexweş taşikardiyê wekî lêxistina dil, wekî ricifîna dil, wekî lerizandina dil pênase dike û bi piranî ne ji ber sedemek patolojîk e. Lê dikare ji ber rîtimek dil a ku jiyanê dikare têxe xetere û talûkeyê jî derkeve holê. Ji ber vê yekê jî heke di paşerojê de çîroka nexweş a nexweşiyên dil hebe, hewce ye nexweş ji aliyê kardiyolojik ve li xwe bipirse.

SEDEMÊN TAŞIKARDIYÊ

Ji ber sedemên derveyî dil û ji ber nexweşiyên dil taşikardi dikare derkeve holê.

Sedemên derveyî dil ên taşikardiyê:

🔸Kişandina cixarê an jî cûreyên din ên tûtinê.

🔸 Vexwarina zêde ya alkolê û tiştên kafeînê dihewînin.

🔸 Nexweşiyên bi taya germ a zêde xwe rû didin. (Enfeksiyon û hwd)

🔸 Kelecan, tirs, metirsî, stress, guherînên derûnî, zêde kirina egzersîzên giran

🔸 Kêmxwînî. (Anemi)

🔸 Nexweşiyên pişikê-kezeba sor.

🔸 Hipertiroidi. (Guatra bijehr)

🔸 Hin derman û bandorên wan ên neyînî.

 Sedemên taşikardiyê yên ji ber nexweşiyên dil:

🔸 Têrnekirina dil.

🔸 Hipertansiyon.

🔸Nexweşiyên qapaxên dil.

🔸 Hin nexweşiyên cisnî-irsî (Hin kardiyomiyopati, Sendroma Brugadayê) û hwd.

NÎŞANEYÊN TAŞIKARDIYÊ

Carinan nîşaneyên pir cidî çêdibe û carinan jî qet bi nîşaneyan xwe nade der. Nîşaneyên giştî yên taşikardiyê ev in;

🔸 Hîskirina lêxistina dil. 

🔸 Sergêjî.

🔸 Bêhnçikandin.

🔸 Xeriqandin, ji ser hiş ve çûyîn.

🔸 Di sîngê de êş.

🔸 Westandin û bêhalbûn.

Pêşîlêgirtin û Baldarî

Her çi qas pir caran weke gazineke demkî be jî hewce ye taşikardi biçûk neyê dîtin . Heke berdewam kir divê mirov biçe doktorê dil- kardiyolog û li xwe bipirse. Bi taybetî kesên nexweşiyên wan ên dil ên kronîk hene divê bêtir baldar bin. Mixabin taşikardi pir caran dikare cidî bajo û jiyana mirov bixe talûkeyê.

Ez dixwazim bi çend pêşniyaran mijarê bi dawî bikim.

ROJÊ KÊM ZÊDE 7-8 SAETAN RAZÊN

Vexwarina avê ji bîr nekin. Jiyana sedanter û kêm hereket qebûl nekin û meş, tevger û egzersiz bila her di jiyana we de hebe. Qelew nebin, kîloyên zêde bidin. Di xwarinan de cî bidin hêşinahî û fêkî, sebzeyan. Cixare, alkol, şekir, xwê û tiştên ji hevîr çêdibin kêm bikin. Di televîzyon û medyayê de zêde li tiştên êşbar, xembar guhdar nekin û tiştên elektronîk kêmtir bikar bînin. Hobiyên hunerî û we pêş bixin têkin jiyana xwe û pirtûkan bixwînin.

Etiketler dil nexweşî