Tansiyona bilind

Tansiyona bilind dikare pir tiştên nebaş û xerab derxe holê. Heke mirov baş li xwe nenêre, tansiyon dikare li serî, çav, rehikên biçûk ên laş û dil bixwe û pir nexweşiyên din bi xwe re bîne.

Google Haberlere Abone ol

Tansiyona bilind, bi navê xwe yê din wekî hîpertansiyon tê binavkirin. Ji bo em pênaseya wê bikaribin baştir bikin, divê meriv qala dil û mekanîzmaya gera xwînê ya di laş de jî bike. Dilê me di hindirê qefesa sînga me de li aliyê çepê ye. Dil, li ser betanîka zik e (diyafragma) û binê pişika çepê de ye. Dil dişide û sist dibe. Peywira sereke ya dil bi şidandinê wekî pompeyekê xwîna paqij li laş belav dike û ya gemarî jî dişîne pişikê. Xwîna gemarî di pişikê de karnondîoksîta (CO2) xwe dide hewayê û oksîjenê (O2) jî ji hewayê digire û xwîn paqij dibe. Dema sistbûnê de jî xwîna gemarî ji laş werdigire û xwîna paqij a ji pişikê tê jî dikeve hundirê dil. Bi vî awayî xwîn paqij dibe û li laş tê belavkirin û ev mekanîzma her berdewam e. Dema dil bisekine û ev mekanîzma berdewam neke jî jixwe mirov dimire.

TANSIYON HERÎ BAŞ KÎJAN E? 

Dema dil lê dide û dişide hewce ye fişarekê derbas bike û ji vê re tansiyona bilind tê gotin. Dema dil piştî şidandinê xwe sist dike jî xwîna dikeve dil fişarekê di dîwarên dil de çêdike û ev jî tansiyona biçûk e. Wekî di nava gel de jî tê zanîn tansiyona herî baş 120/80 mmHg ye ango 12 û 8 e. Heke tansiyon ji 140/90 mmHgyî zêdetir bibe wekî tansiyona bilind tê binavkirin û hewce ye venêrînek baş ji bo wê bê kirin. Hûrgiliyên ji bo hejmaran ê tansiyonê heye lê ew karê bijîşk û tibê ye. Em sînorç wê wekî 14 û 9 bizanibin bes e.

Kesên bi rîsk, nîşaneyên nexweşiyê û sedemên nexweşiyê jî divê bên zanîn ku mirov li gora wê tevbigere. Di tansiyona bilind de nîşaneya sereke serêş e. Bêtir serê sibê û li pişta serê mirov êşa serî xwe dide der. Wekîdin jî carinan; poz xwîn dibe, serî gêj dibe, lêdana dil zêde dibe, zingînî ji guh tê, bêhnçikandin çêdibe, qawet di çokan de namîne û qidûmê mirov dişikê, ling diwerimin… Di her kesî de nexweşî xwe cûda dide der. Loma jî gazinc û nîşane li gora kesan diguhere. Di hin kesan de qet gazinc çênabe û dema tansiyon li ciyekî dixe, xisarê dide organekê mirov tê derdixe. Di hin kesan de çend gazinc bi hev re tên dîtîn û di hin kesan de jî tenê bi gazincekê tansiyona bilind xwe rû dide. 

Xwê, qelewî, tiştên wekî çay û qehweyê ku kafeînê dihewînin, cixare û alkol, zêdebûna kolesterolê, nexweşiyên kronîk ên wekî Nexweşiya Şekir, genetîk, stres… Dibetî û îxtîmala derketina tansiyona bilind zêde dike. Loma jî hewce ye mirov li van xalan pir miqate be. Kesên birîsk û yên gazinên wan hene divê baş li xwe binêrin. Hewce ye ew kes xwarinên bêxwê bixwin an jî tenê qasî ku doktor destûr daye xwê têxe xwarinên xwe. Divê ew kes cixare û alkolê biterikînin û bimeşin, egzersîzan bikin, ji stres û qehrê dûr bikevin, qelew nebin û yên qelew jî kîlo bidin, rêkûpêk kontrolên xwe bikin û yên dermanê tansiyona bilind dixwin jî divê li gora pêşniyara doktorê xwe dermanên xwe bixwin.

HIN KES JI BER TANSIYONA BILIND FELC DIBIN

Tansiyona Bilind nexweşiyeke domdar û kronîk e. Hewce ye kesên rîska tansiyonê bi wan re hebin li xwe miqate bin û hem venêrînên xwe hem jî tedawiya xwe rêkûpêk bikin. Lewre tansiyona bilind dikare pir tiştên nebaş û xerab derxe holê. Heke mirov baş li xwe nenêre tansiyon dikare li serî, çav, rehikên biçûk ên laş û dil bixwe û pir nexweşiyên din bi xwe re bîne. Hin kes ji ber tansiyona bilind şehtî (felc) dibin. Pir mînakên din jî hene. Ev yek jî hem jiyana nexweş û hem jî jiyana malbatê bi awayekî neyinî beralî dike û bandorek xerab li ser wan çêdike. Em vê yekê ji bîr nekin ku bi baldarî û pêşîlêgirtinê em dikarin derketina tansiyona bilind jî kêm bikin. Heke nexweşiya tansiyona bilind çêbibe jî bi baldariyê emê nehêlin zêde tadehî û zirarê bide mirov.