Sergêjî (vertigo)

Ev nexweşî bi pênasekirina gazinan piranî tê naskirin û teşhîsa wê tê danîn. Lê carinan dibe ku doktor ji bo naskirina nexweşiyê hin test û fîlman jî bixwaze.

Google Haberlere Abone ol

Vertîgo ew hest e ku wekî dinya li dora mirov dizîvire an jî mirov li dora xwe dizîvire çêdibe. Wekî sergêjî jî tê binavkirin. Ya rastî her sergêjî ne vertîgo ye û sedemên sergêjiyê pir in. Em dikarin bi kurtasî bibêjin her vertîgo sergêjî ye lê her sergêjî ne vertîgo ye. Bi vertîgoyê re carinan dilxelîn, vereşîn û wendakirina hevsengiyê, dengeyê jî çêdibe. Ataxên vertîgoyê carinan sivik in û carinan jî dikare pir giran be ku nehêle mirov jiyana xwe ya rojane berdewam bike.

NÎŞANEYÊN VERTÎGOYÊ

Di vertîgoyê de mirov wekî ku ew an jî tiştên derdora wî li dora wî dizîvire hest dike. Carinan dilxelîn, vereşî, xwêdan, çingîniya guh, guherînên hiş, nebaş dîtin, di meşê de kêmanî, kêm bihîstin, tevgerên ne normal ên çavan dikare bê dîtin.

SEDEMÊN VERTÎGOYÊ

Pir nexweşî dikare bibe sedema vertîgoyê. Bêtir jî nexweşiyên norolojîk û enfeksiyonên guh ên hundirîn dibe sedema vertîgoyê. Travma û birîndariyên aliyê stû, nexweşiya şekir, kêmbûna şekirê xwînê, anksiyete û ataxên panîkê, Nexweşiya Meniere, Nexweşiyên tumoral, ûrî ên wekî Akustîk Norînom dikare bibe sedema vertîgoyê.

TEŞHÎS Û NASÎNA NEXWEŞIYÊ

Ev nexweşî bi pênasekirina gazinan piranî tê naskirin û teşhîsa wê tê danîn. Lê carinan dibe ku doktor ji bo naskirina nexweşiyê hin test û fîlman jî bixwaze. Ji ber ku zêde tibbî ne hewce ye ez wan fîlm û tetkîkan rêz bikim. Jixwe doktorê beşa guh, poz û qirikê an jî norolog hewcedariyê pê bibîne, wê tetkîk û tahlîlan bixwazin.

KENGÎ EM HERIN DOKTOR?

Heke bi vertîgoyê re ev nîşane hebin divê mirov biçe nexweşxaneyê û xwe nîşanî doktor bide.

🔸Serêş
🔸Di axaftinê de kêmanî
🔸Wendahiya hevsengiyê, dengeyê
🔸Wendahiya hiş
🔸Di ling û dest, milan de kêmaniya qawetê
🔸Cot dîtin
🔸Dilxelîn û vereşîna zêde
🔸Sergêjiya zêde

PÊŞNIYAR Û TEDAVÎ

Tedaviya vertîgoyê li gora sedema nexweşiyê tê kirin. Çi bûbe sedema nexweşiyê ew tê tedavîkirin û mirov ji vertîgoyê pak dibe. Ew hûrgilî jî ku hewce be ji aliyê doktor ve tê rêvebirin û nexweş tê agahdarkirin. Wekîdin jî divê mirovên vertîgo bi wan re hebe li van tiştan miqate bin;

🔸Divê têr avê vexwin
🔸Divê xwe vehesînin-îstrehet bikin
🔸Divê hereketên ji nişka ve nekin. Hewce ye serê xwe ji nişka ve nelivînin
🔸Divê li ciyên bilind neşixulin
🔸Divê makîne û cîhazên talûke bikar nînin
🔸Divê kafeîn, tûtin û alkolê ji xwe dûr bixin û van tiştan emel nekin

Etiketler vertigo Sergêjî