Şagirtê Egidê Cimo Delîl Dîlanar û muzîkjenê wî

Nizanim armanca Delîl Dîlanar bi van gotinan çiye, lê çi dibe bila bibe min ev daxuyanî wek hewldanek ji bo beralîkirina bûyera nebaş şîrove kir. Helbet lêborîna wî gerek bên qebul kirin.

Google Haberlere Abone ol

Di serî de ez dixwazim ji we re hinekî behsa rola muzîkjenan ji bo afirandina muzîkê bikim. Ka stranek çawa çêdibe? Pêşiya ku berhemek çêbibe, di gelek qonaxan re derbas dibe, ya yekem muzîk di forma xwe ya xav de ji aliyê aranjevan ve tê serrast kirin û enstrumanên ku dê ji bo wê berhemê herî guncaw bin ji aliyê derhêner ve têne destnîşankirin.

Paşê qeyda stranê li stûdyoyê dest pê dike û hevalên me yên kedkarên muzîkê tên û bi hestên xwe stranê lê didin û ew tên qeydkirin. Dibe ku wê berhemê cara ewil dibihîzin jî ferq nake. Ew karê xwe bi profesyonelî pêk tînin û carna ji bendewariyê wêdetir hesta helbestê digihêjînin astekî din her wiha dema hestên aranjeker û mûzîkjenan tevlî  stranê dibe ew berhem dibe parçeyek nû. Dû re solîst tê û li ser van hemû qeydan stranê distire, û di dawiyê de berhemek ku kolektif derdikeve holê. Helbet mimkûn e ku meriv vê yekê bêtir berfireh bike, lê ez dixwazim bi kurtasî bibêjim: piştgiriya muzîkjenan hem bi destpêka afirandina stranê û hem jî konserên hunermendan rolek mezin dilizîn. Em hunermend gelek deyndarê mûzîkjenên koma xwe ne û gerek qîmeta ku ji wan re tê dayîn jî divê bi qasî hunermendan be.

Hûn jî dizanin di demên dawî de niqaşek li ser medya civakî derketîbû holê û dîmenekê hunermendê kurd Delîl Dîlanar hatîbû belav kirin. Li wê dîmenê de Delîl di dawetekê de bi awayekî dijwar temburê lê dixe, piştî demekê hêrs dibe û bi heman hêrsê sazê dîsa dide muzikjenê xwe û tezeneya tembûrê jî di avêje erdê. Bi rastî dema min ew vîdeyo temaşe kir, dilê min êşiya û ez gelek xemgîn bûm.

Bê guman, ji ber ku berî û paşiya vîdyoyê tune, ez tenê dikarim li ser dîmenên heyî vê meselê şîrove bikim. Tenê ev dîmenê heyî jî pir xirabe. Lê heta vê gavê mirov dikare rexneyek têgihîştî bike, lê belê ji nişkê ve li ser medyaya civakî ev mijar veguherî kampanyaya lîncê. Ez di wê baweriyê de me çikas hunermend ne rast be, ev lînç jî ne rast e. Gerek rexne hebe lê bê heqeket. Ji xwe medyaya civakî, li serî de Twitter, ku niha wekî platforma X tê zanîn, ji bo kampanyayek lîncê jîngehek mezin e. Mixabin her kes bêyî ku li ser tiştekê bifikire dikare heqaretê li herkesî bike.     

Belê hertişt bi aliyekî, şagirtê Egîdê Cimo yê ku piraniya jiyana xwe bi muzîkê re derbas kirî û ji ber hunera xwe çend salan hatiye sirgûn kirin, divê ev yek nekira. Bê guman, her alîkî li gorî xwe sedemek ya wan heye. Lê tiştek heye ku em ji bîr dikin ew jî rêzgirtin e! Rêz girtin ji huner, muzîk, muzîkjen û guhdaran re! Mixabin ji vê perspektîfê dîmenekî xerab derketiye holê. Delîl jî paşê daxuyanî da çapemeniyê û   bertekên ku hatin kirin heqaretên ku gelek caran digihêje lîncê û daxuyand ku berteka wî ne li hember muzîkjenan, li hember problemên teknîkî bû û bi neheqî hatiye lînçkirin û ev lînçkirin nayê qebûlkirin. Paşê, kesên ku ew lînç kirine şermezar kir û got çima ew bi zimanê tirkî min rexne dikin?

Nizanim armanca Delîl Dîlanar bi van gotinan çiye, lê çi dibe bila bibe min ev daxuyanî wek hewldanek ji bo beralîkirina bûyera nebaş şîrove kir. Helbet lêborîna wî gerek bên qebul kirin. 

Berî her tiştî divê hunermend ji civakê re bibin mînak ya rast ev e ku gerek armanca me bilindkirina qiymeta muzîka kurdî be. Ji ber ku ji her alî ve mixabin muzîka kurdî bê qiymet bûye. Gerek hunermendên kurd jî nebin sedema vê yekê.