Şador

Nivîskar Dilawer Zeraq dibêje, ''Hin zeman hene, mekanê xwe bi xwe hildibijêrin; ew zeman, zemanê tengijînê ne û ew mekan jî mekanê hebûnê ne.''

Google Haberlere Abone ol

Mizgîn Ronak Aydin

Berhema nivîskar Dilawer Zeraq ya bi navê ''Şador'' weşanxaneya Lîsê de derçû. ''Şador''ê de du karakter hene. Besna û Rizgan... Di vê hevpeyvînê de emê him li ser karekterên Şadorê bisekinin, binirxînin him jî naveroka berhemê biaxivin.

Madam Bovary a Flaubert ê pêşengê naturalîzmê, (1821-1880) û ji bo gelek kesan ''bavê romana nûjen''; wek tefrîqa di 1857an da hatiye weşandin û qiyamet rakiriye. Lê ne ji boy reng û stîla xwe ya wêjeyî, ji boy lehenga xwe Emma ya ku bi serkêşiya hukumetê wek êrîşa li dijî exlaq û nîrxên civakî hatiye dîtin… Welê bûye ku, nivîskarê ku wek gelek nivîskaran qet xwe bi lehengên romanên xwe re nekiriye yek, piştî lînç û qedexeya li hember xwe û pirtûkê, neçar maye û gotiye; ''Madam Bovary ez im!''

Belam teva ku ji bo xwekuştina wê hîs û fêm bike arsenîk vexwaribe û nexweş ketibe jî, ew ne Emma Bovary bû. Di gotarek da Şadorê şibandin wê pirtûkê, gelo dibe ku birastî jî Rizgan bibe Emma ya wêjeya kurdî û qiyametek li pey xwe rake? Ku wilo bibe em ê ji te yê ku dijberê Flaubert hemzayendê lehengê xwe ye jî gotina wek ''Rizgan ez im'', bibihîzin?

Gelo wê lînckirinek çêbibe ku ez jî jibêgavîyê û wekî Flaubert bêjim, ez im, Rizgan. Ez bawer nakim ku xwendineke wisa berbelav û bi baldarî çêbibe li ser romanê. Erê rast e, gelek xal û bendên di romanê de, bi hişmendîyekê hatine avakirin û honandin. Lê ew hişmendî, qet jî guh nade xwendinên kêfî û refleksî ku wê ji tênegihîştinê biqewime. Loma jî, ez dibêjim em guh bidin Rizgan ka ew çi dibêje ji me re. 

Rizganê ku ji wê roja ku fambarî nêrbûna xwe bûye, îmana wî çûye ji kakilê bi pûçayî hatiye tijekirin. Rizganê ku gava li neynika dêya xwe dinihêre, bav li ber çavên wî hem mezin dibe, hem desthil dibe, hem jî heman bav, li ber birayê xwe yê mezin dibe teres. Li paş neynikê jî, qadeke fireh heye bo heyîna xweyî fallus. Hemû gotin, hemû henek, hemû bêhenekî, hemû rabûn, hemû rûniştin, hemû zewq, hemû bar, hemû piştî, hemû berpirsî lê hatiye barkirin. Rizgan berendamê wê qadê ye. Lê wî nexwestiye bibe endamê wê qadê. Tercîh kiriye ku kevirên ku li dijcinsê wî hatine barandin, wekî mêrekî li xwe bibarîne da ku bi her derbê re li xwe şîyar bibe û karibe bêje, ez im, Rizgan.

Derketina Şadorê rastî demek gelek balkêş hat, rastî demek ku piştî ewqas berdêl û rêwingiyê dixwazin kurdîtîyek nêr, sûnnî, mute’esib û paşverû çêkin. Dibêm ''çêkin'', lew ku xwebûn tune be wek her tiştî, nasname jî çêkirî ne êdî, encamên îmalata pergalê ya madî-menewî ne. Tam di vê heft û heştê, di vê heşrê de, Rizgan kî ye, çiyê me ye? Ji kîjan paşxane û pêşxana me hatiye?

Rizgan, berendamê wê qadê ye ku min niha behs jê kir. Ew hem ne kesekî me ye hem jî parçeyekî jêneqet yê can, dil, hiş, mêjî û laşê me ye. Belkî birê me ye, belkî hevalê me, belkî bavê me, belkî mêrê me, belkî yarê me, belkî jî netutiştê me ye. Rizgan, dibetiyek e, îhtîmalek e. Rizgan, ew dibetî ye ku heta niha rêjeya dibetîya wê, çi ji alî hişî ve çi jî ji alî civakî ve nehatiye diyarkirin. Digel wê, Rizgan, ne ew heyîn e ku divê bimire, lê ew heyîn e ku gava di xwe de asê bimîne, ew ê bimire; ji ber ku hêza wî ya ji der de xurt û girsane dayî der, di hundirê xwe de lawaz û qicocankî ye. Xurtayî û girsanetiya behs jê dikim, di heman demê de, paşxaneya me, paşxaneya mêrê nêr e ku Rizgan bêhemdî xwe û bêyî tercîha xwe dikeviyê. Ew paşxane ye ku ji ''pifkirin''ê pêvtir tu tiştî li xwe nake ''huner''. Wekî te got, Rizgan, ji kûra wê paşxaneyê ye ku (hem ji ber hem jî bi) hişkebawerîya (muhafezekarîya) lê hatî ferzkirin û pê xweşîya wî hatî, di xwe de maye asê. Rizgan, wekî venîgaşekê ye ku berê xwe daye avakirina pêşxaneya xwe. Ji ber ku Rizganê rastîn û liberçavan, ji ber borîroja ku wî saz nekiriye tê tawandarkirin û ji ber tiştên wî nekirî lê pêve hatî zeliqandin, tê gunehkarkirin. Dawiya mayîn, Rizgan kesekî ji me ye ku hebûna wî li ser dibetiyekê maye.

Lew ji bo ku wêje wek jiyanê û jiyan jî wek wêjeyê polîtîk e,carna lehengên romanan wiha dibin rastî û li dor û berên mirov digerin û dibêjin em jî hene. Mînak ji bo min heta niha tenê lehengek romana kurdî bûye rastî, tevlê jiyana min bûye û tim bi min re maye. Ew jî Masî ye. Lehengê romana Helîm Yûsiv a bi navê ''Gava Ku Masî Tî Dibin.'' Min wê romanê cara ewil bi tenê xwend, dû re min û hevalek pev re xwend, em geh keniyan geh giriyan, carna jî herdû tevlêhev bûn û em herdû ji bo hev bûn Masî. Masî bû kod û bernava gelek tiştan ji bo me. Îcar niha Rizgan derket meydanê, ka em binhêrin ew ê çi bike?

Dibe ku Rizgan tu tiştekî neke. Dibe ku bi hebûna xwe ve, bêhemdî xwe, hin tiştên ku haya wî ji wan tune ye li ber bê xe. Dibe ku qet û qet di hiş û dilan de bi cî nebe. An jî bimîne wekî, ''dibetîyeke ku pêkahatina wê ne gengaz e.'' Belkî jî bibe hevalê hin xeyalan. Ez nizanim, ka gelo ew ê bixwaze bibe sedema pêkhatina xewn û xeyalên nebînayî an nexwaze… Lê teqez dizanim, Rizgan wê nexwaze tu kesî bikenîne… Ew ê nexwaze bibe xwedîyê kenê kesekî. Ew ê nexwaze xwe di kenê mirovan de bi cî bike; lê ew ê bixwaze di quncikekî ''dilgeşî''ya mirovan de temaşeyî jîyanê bike. 

Herçî derketina wî ya meydanê ye, na xêr, Rizgan, ji navîn û orta meydanan hez nake. Ji navendan hez nake. Ji desthilatên ku xwe di navendan de bi cî dikin, hez nake. Ew meydana ku tu behs jê dikî, çi gava hewce bike, wê Rizgan wekî dibetiyekê li wir xuya bike; û kî ku bixwaze xwe li wê dibetiyê dayne û rengekî jê ji xwe re hilîne, ew ê bikaribe xweşikî xwe bigihînê. Ew ê bizanibe Rizgan di kîjan beş û aliyê meydanê de ye û çi gava berê xwe bi Rizgan ve bike, wê Rizgan bi destên xwe yên biçûk dest lê li ba bike û ew ê bi girnijîna xwe ya biçûk dil lê geş bike. Û ew ê bêje, ez im ez, ez im Rizgan, li vir im.

“Mêr e darê şikestî ye. Di kovika parsûyê jinê yê xwarkirî de… Loma ye tim dixebite xwe rast bike. Her çend tê dixebite ew çend di kovikê de kûr diçe û çelexwarîtir dibe… Û her ku çelexwarîtir dibe, keys li mêrî teng dibe. ''Di van gotinên têra xwe radîkal de, ziman bûye doxtor û sedema nebaşbûn û çelexwarîtirbûna mêr nîşanî me dide.'' Parsûyê xwar, dara şikestî, tengbûna keysê… Anatomiya mirovan û anatomiya gotinan  bûye yek. Gelo ew xwarîtî û şikestîbûnî ye sedema mêbûn û nêrbûnê an nêrbûn û mêbûn e sedema xwarîtî û şikestibûnê? Ji ber ku ziman gelek zelal û serwer hatiye bikaranîn û êdî ne tiştek teknîkî ye, bala mirov dikşîne. Ziman û jiyan, ziman û rewş çawa wiha li hev tê honandin? Û parsûyê xwar ê ku hem di mîtos û olan hem jî di anatomiyê da dertê pêş mirov, bi hêza wêjeyê ji devê Rizgan dibe tiştek ku ''mêr ê ku darê şikestî ye'', dixwaze xwe pê rast bike, lê pê çelexwartir dibe. Vê reqsa parsûyê xwar û dara şikestî çawa dest pê kir û di romanê de wiha xwe bicîh kir?

Pêşî em bala xwe bidin ser sedem û encaman; anatomiya mirovan, gava em bala xwe didinê, bêşik ji kil û kêmasî û ji qisûran pêk tê. Her çend likarketin û şixulîna wê têrtekûz be jî, teqez di cîyekî de qisûrekî xwe heye. Îcar, ger em bêjin, nêrbûn û mêbûn bûne sedem ku xwarîtî û şikestîbûn çêbibin, em ê xwe ji wê qisûrê bişon. Ez nizanim ka gelo pêşî laşê mirovan ketiye halê xwe yê îroyîn û paşê ziman û pê re jî lêgerîna têrtekûzîyê (mikemelî) dest pê kiriye an jî pêşî ziman çêbûye û mirovan dest bi lêgerîna têrtekûzîyê kiriye. Loma jî, di vê nezanînê de, ziman tê hawarê. 

Berî ku behsa zimên bikim, dixwazim bêjim; çawa ku Rizgan û rengûawayên wî yên mêrane (mêranetîya ku ji ber nêrtîyê şikestiye, çelexwarî bûye) dibetîyek in di romanê de, ''dara şikestîbûna mêran'' û ''parsûyêxwartîya jinan'' jî ew çend venîgaşên teqezîyê ne ku ji bo romana Şador dane û çekeke mezin e da ku karibe bêje; ''we xêr e heyran, hûn her du jî xwar û şikestî û çelexwarî ne, we xêr e hûn ketine ber hev û doza desthilatê li hev dikin û dil û hiş û kezeb li wê navê sêwî dimînin…''

Herçî ziman e, wekî şiroveya jiyanê, wekî berhema jîyanê, di ruh û aşopa min de xwe dide tenişta hişê min û dil jî hespê xwe diajo. Ez jî, ji bo ku karibim darê şikestî yê mêran di parsûyê xwar yê jinan de rast bikim, hewlê didim ku ziman xwe li jîyanê bilefîne û jîyan jî zimên di kezeba xwe de bihewîne. Helbet demeke dûr û dirêj tê de diçe piştî destpêkirina vê hewldayînê. Ger ez di vê hewldana xwe de bi ser dikevim, hingê, ziman tu tiştekî xwe ji min texsîr nake û ew û jîyan jiberxweve û di hev de tên honandin.  

''Bextewar nebe… Dilgeş be. Dilgeşî ji kakilê dil e,ew ji ruh û canê mirov bi xwe diafire. Wekî çawa nav li ser e, dilgeşî, warê wê kûra dil e, ew ne tenê li wir dihewe, di heman demê de, li wir geş dibe û rengekî arizî xwe dide xwe; û kûra dil êdî jê re dibe kana xweavakirinê û tu tiştekî ji derve nikare wê ji kirasê wê bike.'' Berê kevanekek: gotina ''arizî'', li ba me tenê ji bo mal û milk dihat bikaranîn. Mînak: ''Zeviya wan a arizî ye'' û hwd… Lê di pirtûkê de bi wateya xazeyî (mecazî) jî cîhê xwe girtiye û wek perçeyek ji perçeyên xwebûyînê jî. Ev ferq, ji ferhenga Farqînkî ye an ya Z.Farqînî? Her wiha ferqa di navbera bextewarî û dilgeşiyê de jî balkêş e. Belkî piraniya mirovan hay ji gotina dilgeşiyê nîn in û bi taybetî jî ji ber bandora tirkî ya ku wek peyv hew ''mutluluk’bextewarî (saadet bi erebî ye jixwe) tê de heye, gotinên wek dilgeşî, dilşadî û hwd… an tên jibîrkirin an jî nayên hînkirin û hebe tune be, bextewarî dimîne di dest de, yanî ev dewlemendiya kurdî, hem ji hêla ferhengî hem jî ji hêla wateyî, tê feqîr-fuqarekirin. Loma jî rasthatina li gotinên wek vana windabûyî an jî qurbankirî mirov dilgeş dike. Lê, divê mirov çi bike ji bo ku xwe ji dafika bextewariyê xilas bike û bighîje dilgeşiyê?

Bi girnijîneke biçûk, wekî ya Rizgan, bêjim; peyva “arizî”, ez ji seydayê xwe yê xwendina Qur’anê hîn bûme gava zarok bûm. Wî bi wateya, “resen, xweser, aîdî kesekî an jî tiştekî bûn”ê bi kar dianî. Ji hingê ve ye, ev peyv di ferhenga min a ji jiyana Farqînê çêbûyî de cîyê xwe li xwe xweş dike. 

Herçî peyvên kur(d)manciyê ne, ne tenê hişê tirkî, carinan dibin qurban hişê soranîyê jî. Mînak, di kur(d)manciyê de, ji bo “discussion-debate” herî kêm pênc lêkerên cuda û bi kontekstên berfireh hene, lê em kur(d)manc, me pê girtiye, em “nîqaş”ê bi kar tînin ku soranan bi qaydeya erebî çêkiriye û xistiye nav zimên. Loma jî, ne tenê tirkî, carinan hiştengiya me jî di zimanê me de dibe sedema asotengiyê. 

Herçî zengîniya zimên e, li ba min li ser bikaranînê ye, ne li ser gotinê ye. Ji ber hindê jî, ez tu carî guh nadim ''jikuderbûna'' peyvan, qaliban û hêmanên zimên; ji bo min ya herî girîng, çandîbûna wê peyvê ye; yanî ez bala xwe didim, ew peyv di herêma xwe de bi çi rengî tê likarxistin û çandîkirin. Digel wê jî, ji gramera zimên zêdetir, ez girîngîyê didim watedarîya zimên. Ya ku kutekî (stûna navînê) li zimên dike, ew wate ye ku di hêmanên zimên de dihewe. Loma jî, ez gelek caran, bi qaydeyên peyvsazîya kur(d)mancî hem têgihan saz dikim hem jî zêde eleqe nîşanî wan peyvan nadim ku di devan de bûne benîşt. Ger ez biwêjekê berevajî bikim û bêjim; ez benîştê xwe li peyvên kêmpeyde û kêmzan datînim. Ev yek di heman demê de li ser hiş û ramana min ya “avakirina bîra (hafizeya) neteweyî” jî danandî ye. Divê vê jî bêjim; mebesta min ne ew e ku nîşan bidim û bêjim, va ye ez ew qas peyvan dizanim û çêdikim. Na xêr. Ew ne karê min e. Ez wekî mozekî (mêşhingiv) ji her kulîlkê puxtekê hildidim û wê puxtê li xwe dikim kakil. Îcar, herçî dil e; tu tişt nikare bi qasî wî geş bibe.

“Çawa çêdibû… Çawa dikarî guh nede nêrtiya di can û ruhê wî de vediziyayî û harkirî. Û çawa çêdibû ku vî mêrê li cem min, hema bêhemdî xwe be jî, hema bo carekê be jî, nediket ser behsa parsûyê xwar û xwe nedida ber bayê  hêza xwe ya ji bavkaniyê ve bidestxistî.” Rizganê ku vê şaşwaziyê bi Besnayê re çêdike û mirov jî heta dawiya romanê li bendê dimîne ku cinawirê di nava wî de wî hêsîr bigre, çawa dikare wiha be û xwe bighîne pîleya nêrkujiyê? Her wiha dibêje ''ez ji hemû awayên serdestiyê aciz im û li ser xwe jî qebûl nakim.” Rizganê ku gelek bi gelek zorî be jî di romanê da pêkan e, di jiyanê de pêkan e?

Wek min got; Rizgan dibetiyek e, gengaziyek e. Çi di romanê de çi jî di jîyanê de. Ew rêya ku derbar wî ye dikudîne da ku karibe bi saya şiverêyan û çaterêyan xwe bigihîne wan rêyên ku derbar (related) kesên din in. 

Cinawirê ku tu behs jê dikî, gava şîyar dibe, dest bi xwarina ''mêrbûnê'' dike û ''nêrtiyê'' li ruh, xwaz (desire) û vînê ferz dike. Lê ancax hêza “mêbûnê” dikare vê lêferzkirinê hêdî bike û ji heq derkeve; na ne bi serîtewandin û bi bicîanîna xwaz û daxwaza cinawirî. Bi hînkirina wî, bi asayîkirina wî, bi normalîzekirina wî, bi sadekirina wî, bi nîşandana hêza xwe filitandina wî ya ji xwaza wî… Dibe ku em bêjin, gelo ev yek gengaz e? Ez ê bêjim; helbet. Ji ber ku cinawir, her wekî di çîrok û dastanan de, hûtekî marînî yê heftserî ye. Û her serîyek di nêrtîyê de hêzgirtî ye. Û çi gava seriyek jê tê firandin, seriyekî dîtir ji ''ciyekî-dereke qisûrî'' yê hûtî şîn tê. Bala xwe bide, dibêjim; ji ''ciyekî-dereke qisûrî''. Yanî, hemû kirinên nêrtiyê, serdestî jî tê de, ji ber hewl û daxwaza veşartin û nixumandina wan qisûran e ku ji hebûna mirovayetiyê bi vir de ye bi mêran re heye. Bi jinan re heye? Bersiva wê jî bila jin bidin…

Îcar Rizgan ji ber wê yekê dibetîyek e di romanê de. Rizgan wek te gotî, pêkanîyek e; û  gengazîyek e li ser dibetîya biserketina ''mêtiyê.'' Gava Rizgan dibêje, ''ez ji hemû awayên serdestiyê aciz im…'' Dixwaze balê bibe ser vê yekê û bêje; ''ez ji serdestîya ku cinawir tim wekî cinawir dihêle jî aciz im…'' Loma jî, ''acizîya ji serdestîyê'' di heman demê de ''hem neyînkirin hem jî neyînîkirina wê ye'' û pê re jî, doz û daxwaza ''avakirina pevrebûneke lihevşîyar e.'' Û Rizgan, li ser hemû wateyan; di romanê de dibetiyek e û di nav jiyanê de jî gengaziyek (pêkaniyek) e. 

“Bîranînên te… Her yek berê wan bi aliyekî ve ye”

“Na. Ew ne bîranîn in.”

“Ne bîranîn in? Qey çîrok in yên ku te vegotin?”

“Na”

“Lê çi ne?”

“Ew şewq in ku rê dane ber min”

“Şewq? Canê’m, her yek êşek e. Çawa dibin şewq?”

“Bi bandora ku li min kirine. Şewq, şewqa bandorên wan e”

''Ez dibêm qey gava mirov hinek be jî hin tişt û qewaman bi awayekî hayjixwe bijî, ew rûdan li mirov dibin bîranîn… Lê her rûdana li mirov qewimî ne bîranîn e'' Dema derbasbûyî çawa dikare carna bibe ''bandor û şewq” û carna jî bibe ''bîranîn?'' Wek ku Rizgan di nav zivronekên romanê de herdûyan ji hev vediçirîne û nahêle ku bibin trawma, lê di dawiyê de dibêje” rûyê din yê wî camêriyê bo min trajedî ye. Te jî xwestibû ez bêjim ka çima trajedî ye. Heke tu rastiya heq bixwazî, ez baş nizanim çima trajedî ye. Tu rastiya ku ez ji bo xwe hîs dikim bixwazî, ev qonaxa ku min xwe gihandiyê û xwe tê de ava kiriye, ji bo min ne serketinek e. Berevajiya wê ez vê qonaxê wekî “qonaxa trajediyê” hîs dikim. Ji ber ku qet û qet ne hêsan e ez, an jî mêrekî din bi temamî xwe ji nêrtiya xwe bişo… Herçî jiyana me ye, jixwe bi wê dest pê dike. Hem bi nêrbûnê hem jî bi mêrbûnê.” Rizganê xweçêker û xweavaker di dawiyê de çawa wê xeml, rewş, cumbûş û kûrahî û şewq û tîrêja ziman, wê hevreqs û hevşabûna gotin û wateyên edebî, dibe bi “trajediyê” ve girê dide?Trajedî, ne ev rewş bi xwe be?

Trajedî, ew e ku bi tevî her rewşê, biserketinê û xweşiyê jî, mijar û arîşe hê jî li ser serdestiya cinawir û nêrtiyê ye. Ahengek heye di navbera wan de; ahenga jihevfamkirinê, ahenga hevrakirinê, ahenga bihevremeşînê, ahenga bihevremayînê, ahenga bihevşabûnê û ahenga jinûmêrbûnê… Besna wê ahengê vedibêje. Helbet demajoyeke çêbûnê ya wê ahengê jî heye. Ew jî demajoya bandorgirtin, têdegevizîn, xweavakirin û teşegirtina Rizgan e. Û wê demajoyê jî Rizgan vedibêje. Loma jî, digel ev çend lihevkirin û ahengan, gava hevalê berê yê Besnayê stûyê wê maç bike û Besna têkeve bendewariya hesûdîkirina Rizgan, wê gavê wê trajedî dest pê bike. Ji ber ku ew awa nêziktêdan, dibe sedema pûçbûna hemû bandorgirtin, têdegevizîn, xweavakirin û teşegirtina Rizgan. Çima? Ji ber ku Rizgan, di heman demê de, hewl daye ku xwe ji nêrtîyê rizgar bike û hatiye ber keleha serketinê rawestiyaye; alîkarîyeke biçûk ya Besnayê hewce ye. Rizgan nizane ew alîkarî çi ye, tiştekî çawa ye. Tenê hîs dike ku hewcetîya wî heye bi alîkarîya Besnayê re. Besna jî, li ber bayê geşbûna dilê xwe ketiye û bala wê ji ser Rizgan şiqitiye û çûye ser kirina nêrane ya hevalê wê yê berê. Û ditirseb-an jî li bendê ye- ku Rizgan hesûdîyê bike. Rizgan di wê rewşê de, hesûdî bike bo wî mirin e, hesûdî neke wê tirsa Besnayê giranîya xwe bide ser wî û ew ê nikaribe wê giranîyê hilde û ew ê bibehice... Loma jî trajedî dest pê dike. Bi dubendîya hesûdîyê. Û mirin jî trajedî ye mayîn jî. Mirin dibe rengê trajediyê.

Gelên Emerikaya başûr hê jî dibêjin ku Che dibînin û bi bîranînên nû wî dinexşînin. Her wiha ''Egîdê me'' jî hêj digere wey vê carê ji bîra Rizgan tevlê jiyana me dibe. Gelo Che û Egîd çima wiha li cihê xwe nasekinin û geryana xwe bi awayek didomînin?

Hin zeman hene, mekanê xwe bi xwe hildibijêrin; ew zeman, zemanê tengijînê ne û ew mekan jî mekanê hebûnê ne. Çi gava hebûn dikeve tengijînê û bertirsiyê (talûkeyê), jiyan, an jî gelo em bêjîn xweza? Bi çêkirina hin derfetan, mirovên ku wê karibin di wî zemanî de cî bigirin û liv li xwe bixin, di mekanê hewce de wan diafirîne. Bi vî awayî, zeman û mekan, di nav helûmercên xwe de, çargurçikan çêdikin; navê wan te divê bila Che be te divê bila Egîd be. Êdî ew xweyî wî zemanî û wî mekanî ne; û di nava wan her duyan de dibin boke (leheng). Herçî nesekinîna wan e, jixwe ew ne ji bo rûniştinê radibin. Loma jî dikarin di nav zemên de bi cî bibin û mekanî li xwe firehtir bikin; û di nav zeman û mekanî de, şopên ku wê bibin bîrên (hafizeyên) civakî û kollektîf bihêlin. Ew şop, ji ber ku di rengê bîra kollektîf de ye, şopeke gerok e. Ji ber hindê jî, heman şop, di romana Şadorê û di bîra Rizgan de, car din geş dibe.