Şador ango romana trajediya desthilata mêrane

Madam Bovaryê, bi trajediya serkarakterê Emmayê pişt li romana klasîk şikand. Zeraq, bi Şadora xwe di nezera min de pêlikek ji pêlikên mezin a romannivîsiya xwe û a kurmanciyê li pey xwe hiştiye.

Google Haberlere Abone ol

Bawer Rûken

Ev nivîs, danasîn, şîrove, vegotin ango hûn vê bi çi navî dinavînin hûn bi dilê xwe ne. Lê belê divê were zanîn ku ev ne gotareke zanîstî û ne jî xebateke akademîk e. Eger îlehim jê re navek, pênaseyek ango destnîşankariyek hewce be ez dikarim wisa binavînim û pênase bikim: Ev hewila baltêdaneke piçûk e li ser romana Şador a Dilawer Zeraq. Yanê li vir armanc û nêt ev e, divê bi awayekî cidî li ser vê berhemê deriyên niqaşî bên vekirin û xebatên dorfirehî li ser bên çêkirin.

Flaubert di romanê de çi kir ango wî çi anî serê romana cîhanê a kevneşoparêz, klasîk û tradîsyonel. Ka em hinekî bînin bîra xwe. Ji bo kesên ku Flaubert û şikestinên di dîroka romana cîhanê de pêk hatine dizanin dibe ku bibe cihê dubarebûnê. Lê belê ji bo kesên nizanin an hinekî pê dizanin ango ji bîra wan çûye ez ê bikim ku bi çend hevokan bînim bîra wan. Rexnegirên romanê, rexnegirên dîroka romana cîhanê û teorîsyenên romanê bi kêmanî li ser destpêka romana modern a cîhanê navekî destnîşan dikin: Flaubert. Gelo çima Flaubert? Wî çi kir ku bû benîştê devê rexnegir, dîrokzanên romana cîhanê û teorsîyenên romanê? Falubert awayek ji awayan bi vegotina xwe a nûjen (anegorî sedsala 19min) û avakariya dînamîzma navxweyî a romanên xwe şoreşeke ku dê bandorkariya wê heta sedsala me jî bidome di romanê de çêkir. Bi taybetî bi romana Madam Bovaryê, bi trajediya serkarakterê Emmayê pişt li romana klasîk şikestand.  

Dilawer Zeraq, bi Şadora xwe, di nezera min de pêlikek ji pêlikên mezin a romannivîsiya xwe û a kurmanciyê li pey xwe hiştiye. Avakariya di vegotina romanê de û bi heman awayî avakariya di dînamîzma navxweyî a romanê de wî xwe di ceribînekê re rakişandiye. Bi ya min bi awayekî serketî ji bin vî barî derketiye. Gelo çi cudabûna Şador ji romanên wî ên din heye? Ez rave bikim. Di avakariya Şador de du hîmên sereke hene. Yek, xwendevan dikare romanê mîna romaneke ku li ser têkilîya evîneke trajîk ava bûye bixwîne û têra xwe jixwe wê jê tehm û çêja wêjeya kurmancî hilîne. Didu, bi ya min nivîskar xwestiye dêhn û bala xwendevanên jîr û jêhatî bide wir û ji me re bibêje; tevî ku hûn romaneke trajîk a li ser têkiliyên evînê ava bûye dixwînin jî, di hêla din de hûn dibînin ku çîrokjîyana serkarakter Rizgan mîna ceribîneke li ser cureya romanê ez li ber we radixînim. Di beşên Teşegirtinê de, em wext û kêliyên derbdar ên ku şûnşopên trawmatîk di ruh û giyanê Rizgan de vekirine û em di beşên Ahengê de jî bandorkariya wan teşedanan, bi rêya gotûbêj û bizavên di navbera Rizgan û Besnayê de dixwînin. Yanê awayek ji awayan em di beşên Aheng de analîz, veçirandin an şîroveyên li ser wan wext û kêliyên derbdar ên trawmatîk ên ku di ruh û giyanê Rizgan de vebûne bi şêwazeke piskîyatrane dixwînin. Eger em serkaraktera duyem Besnayê mîna terapîsteke psîkiyatrîk bihesibînin dibe ku di awira pêşin de ev tespîteke li cih û baş be. Lê belê bi herikîna romanê re em tam bi berevajîbûna vê re rûbirûyî dibin. 

Di tevahiya romanê de em awayek ji awayan wext û kêliyên derbdar, şikestî û birîndar ên ji çîrokjiyana trajîk a desthilata mêrane a Rizgan dixwînin. Di zarokatiyê de desthilata destê bavê a li ser serê dêya Rizgan û li ser serê xwişka Rizgan a ku pir dixwaze bixwîne û bav nahêle. Tevî ku bavê Rizgan jina mamoste, mamosteya Rizgan a dibistanê wekî jineke dinyadîtî û xwedankultur dibîne (Dawiya dawîn ew ji çandeke serdest e.) û wê wekî mînaka dinyadîtîbûnê rave dike jî, di hêla din de nahêle keça wî biçe dibistanê. Bûyera ku wexta Rizgan ji hêla mêrekî ve li daşirê tê asêkirin û ew mêrê ku dixwaze mêraniya xwe li ser Rizganê zarok biceribîne.

Mînakdana ji çîroka Zembîlfiroş, tevî ku Xatûna Mîr, bi wêrekî Zembîlfiroş vedixwîne dîwanê û pê re diaxive jî, di esasê de wê gavê ne Mîr li wir e û ne jî Xatûn dikare di dawiya axavtinê de dev ji desthilata mêr berde. Bi dîn û soz Xatûn bi Mîr ve girêdayî ye. Yanê bi destilata dîn û mehrê Xatûn bindesta nerîtîyê ye. Bûyera ku li bazara Fraqînê a di navbera hêkfiroş û hêkkirox de ji ber gengaşeyê derdikeve. Ew dikevin qirika hev û heta ew li hev didin, lê belê gava polîs tên ew di xwe de bêdeng dibin û serî li ber desthilata nêrîtiya hêza dewletê xwar dikin. Nîqaş û minaqeşeya çepgir, şoreşger an jî polîtîkavanên tûj ên li nava daristanê, gava ew niqaşên girîng di navbera xwe de pêk tînin, em bi devekî mêrane ê ku zayenda jinê piçûk dixe a ku mêtîyê wekî bindesta nêrtîyê rave dike re rûbirûyî dibin, desthilata devê mêrane a çepgir, şoreşger û polîtîkavan.   

Her derblêdan, şikestinî û  birîndariya ku di dîrêjahiya jiyana Rizgan de lê qewimîne û rûdane, wî dawiya dawîn ber bi trajediya jêneger ve didehfînin. Ma ne derblêdan, şikestinî û birîndariya ku di dirêjahiya jiyana Emmayê de lê qewimîbû jî ew ber bi heman trajediyê ve dehf dabû: Xwekuştin. Desthilata nerîta civakê a mêrane û dorlimirovtengkar a ku her timî wî/wê ber bi nava qalikê xwe ve didehfîne, dawiya dawîn ji bilî trajediyê tiştekî din jê re nahêle. Di vir de wext û kêlîya dawîn a ku tevahîya romanê dike girêk û pirsekê pê ve dike û wê pirsgirêkê li nava çavê xwendevanan dixe wisa derdikeve pêşberî me. Rojekê li ber peravê, Rizgan û Besna li Serkanê ku evîndarê Besnayê ê berê ye rast tên. Serkan bi hawiyekî desthilata mêrane ji paşstûyê Besnayê ve, wê maç dike û bi vê yekê ji Serkan ve ye ku dixwaze peyama nêrtîya xwe bigihîne Rizgan. Lê belê Rizganê ku bi dirêjahiya salan ve deshilata mêraniya nava xwe kuştiye û vê bûyerê bi bişirînekê sivik û bêyî girîngtêdanê derbas dike jî, Besnaya ku hîn nêrîna xwe a li Rizgan, ku wî jî ji hêla desthilata mêrane ve wekî mêrên din qebûl dike, neguhertiye nikare xwe ji vê desthilata nêrîtîya Serkan xelas bike.

Besna, wê tengavbûyîna xwe her carê li hinda Rizgan ew çendî hîs dike û dide hîskirin ku êdî wextek tê hew tehemûl dike û mijara Serkan careke din ji Rizgan re vedike. Bi Rizgan de hêrs dibe ka çima der barê wê bûyerê de tiştekî nabêje û wê bûyerê nake mijareke arîşedar. Di dawiyê de em pê dihesin ku ne Rizgan, lê Besnayê desthilata mêraniya ku her li ser serê wê bû û bi awayekî pisîşîk û binhişî tevî ku li dijî desthilata mêrane tê xuynê jî, di esasê de yek ji domdar û parêzvanê bêhemdane a vê yekê bûye, derdikeve holê. Ma ne trajediya herî mezin jî ev e, piraniya domdarî û parêzvaniya nerît û desthilata mêrane ji hêla kesên ku bi salan ve tên çewisandin tê kirin, bêyî ku haya wan jê hebe?

Etiketler Dilawer Zeraq Şador