Raporta ezmûna ATLASê behsa çi dike?

Di ezmûnên (experiment) li ser tîrêjên kozmîk dixebitin de jî ev encama hatiye bidestxistin ji bo xebatên vê beşa fîzîkê yên siberojê bibe alîkar.

Google Haberlere Abone ol

Ayşenûr Ozel

Ezmûna ATLASê di Navenda Lêkolînên Nûkleer a Ewropayê de ezmûneke (experiment) gelekî grîng e. Di sala 2008an de ji şeş ezmûnên LHCê yek jî ATLAS e. Ev ezmûn di fîzîka quantumî de bi cihekî gelekî girîng digire. Protonan li hev dixe û di enerjiyên cuda de çi pirtikên atomî derdikevin, lê dinêrin. Ev ezmûn di nava hemî ezmûnên pirtikên atomî de ya herî mezin e. Ji ber ku heta niha wekî wê di tu xebata li ser vê beşa fîzîkê de encamên wekî şopa wan, enerjî û momentûma wan dernexistine holê.

Ev xebat li ser hevbandorkirina protonên zêde-enerjî dixebite û taybetmendiyên hevbandorkirina wan raport dike. Fîzîkvanên Enstîtûya Fîzîkê ya Nûkleer a Akademiya Zanistan a Polonyayê di encamên xebatên xwe yên dawî de belavbûna elastîk dîtine. Di xebatên bi vî rengî de amûrên gelekî hesas hewce ne. Elementa kilîd a ji cihê hevxistinê  200 metre dûrtir hatiye bicîhkirin bi tenê seteke dedektoran bû, protonên ji lezkera tîrêjan a bi çend mîlîmetreyan dûr belav bûne, dipîve. 

Di vê xebatê de tişta din a girîng ev e, mîhengkirina (configuration) qadên magnetîk ên tîrêja lezkera LHCê teşe digire (şekil digire). Li vir armanc zêdekirina ji bo hevbandorkirinan zêdetir bikin anîna ser tîşkoyê ye. Ev mîhengkirina (configuration) kişanekan (kişînek, meqnetîz) vê cudabûnê herî kêm dike û bihestiyarî (bihesasî) dipîve. Li gorî encama xebata di European Physical Journal Cê de hatiye weşandin aliyê belavbûnê bi taybetmendiyên bingehîn ên hevbandorkirinên bihêz ên nukleer ên protonan ve girêdayî ye. Çavkaniya vê belavbûna elastîk jî taybetmendiyên fîzîka quantumî ye. 

Ji wan taybetmendiyên bingehîn yek jî teorema optik e. Ev teorema parastina gumaniyên (îhtimal) quantumî ye. Hevbandorkirinên elastîk bi yên neelastîk re têkîldar dike. Ji ber ku ev protonên pê dixebitin xwedî enerjiya zêde ne, ya neelastîk gelek caran çêdibe. Li gorî encama hevkariya ATLASê di enerjiya di 13 TeVan de xebata herî hesas e. Ev hesasiya zêde bi diyarkirina cihê dedoktorê ya ji koma IFJ PANê çêbûye. Encama hatiye bidestxistin taybetmendiyeke grîng a hevbandorkirinên (hezên) bihêz piştrast dike; bi zêdebûna enerjiya hevxistinê zêdebûna rûbera (surface) hatiye birin (cross-section). Yanê bi zêdebûna enerjiyê zêdebûna girseya protonê. 

Ev xebata bi hevkariya ATLASê kirine, ji bo xebatên din ên der heqê fîzîka pirtikên (parî) atomî de dikin jî gelekî grîng e. Di ezmûnên (experiment) li ser tîrêjên kozmîk dixebitin de jî ev encama hatiye bidestxistin ji bo xebatên vê beşa fîzîkê yên siberojê bibe alîkar.

Etiketler tîrêj ATLAS pirtik