Platforma Zimanê Kurdî bo Ayşe Surucu û Nusrettîn Maçîn daxuyanî belav kir: Bi milyonan kurd piştgiriya wana dikin

Ayşe Surucu ji ber axaftina kurdî dengê wê hat qutkirin Nusrettîn Maçîn jî ji ber bikaranîna têgeha ‘Kurdistan’ ceza lê hat birîn. Platforma Zimanê Kurdî, “Bi milyonan kurd piştgirtiya wana dikin” got

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Roja 8 ê meha 12an li parlamentoya Tirkiyê budçeya salane dihate nîqaş kirin. Di vê navê re parlamenterê HDPê Nusrettîn Maçîn têgeha ‘Kurdistan’ bikaranî. Ji ber bikaranîna têgeha, Kurdistan‘ ceza li Nusrettîn Maçîn hat birîn. Dîsa di heman rûniştinê de Parlamentera HDP Ayşe Surucu xwestibû ku di nava axavtina xwe de çend gotinan bi kurdî jî bibêje. Lê Serokê parlamentoya Tirkiyê mikrofona Ayşe Surucu qut kir. Dengê parlamentera kurd hate birîn.

‘HEKE HÛN ZIMAN Û NAVÊ WELATÊME QEBÛL NEKIN, HÛNÊ ÇIYÊ KURDAN QEBUL BIKIN?’

Platforma Zimanê Kurdî van herdû bûyeran şermezar kir û wiha got: “Ev herdû bûyer zelal nîşan didin ku welatê kurdan û zimanê kurdî hîna jî di parlamentoya Tirkiyê de nehatiyê serifandin. Nehatiye qebûl kirin. Nehatiye fam kirin. Hîna zimanê Kurdan û welatê wana weke ku di rastiya civaka kurdan de heye nayê pejirandin. Heke bi rastî wê pirsa kurdan li parlamentoya Tirkiyê were çareser kirin- weke ku hinek alî dibêjin- ma wê çareser kirin di înkar kirina Zimanê Kurdî û têgeha Kurdistan re derbas bibe? Ma wê ev ji bona kurdan çawa çareserî be gelo? Heke hûn ziman û navê welatê me qebûl nekin, hûnê çiyê kurdan qebûl bikin? Heke parlamenterên kurdan li parlamentoya Tirkiyê nikaribin bi zimanê xwe biaxivin, heke parlamenterên kurdan nikaribin fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman, ma bila ji siyaseta we ya çewt re tenê destê xwe bilind bikin?”

Nusrettîn Maçîn

‘EM KESÊN KU BÊDENG DIMÎNIN ŞERMEZAR DIKIN’

Platforma Zimanê Kurdî, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kesên ku ji ber qutkirina dengê parlamenterên HDPê dengê xwe dernexistin, wiha dawî kir: “Ew ên ku vê helwestê dipejirînin û bêdeng dimînin em şermezar dikin! Ev yeka hanê ji aliyê kurdan ve tucara nayên qebûl kirin! Platforma Zimanê Kurdî xwedî li birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu derdikeve û mafê wana ku fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman diparêz e. Zimanê me kurdan kurdî yê, bi milyonan kurd bi vî zimanî diaxivin û welatê wana jî Kurdistan e! Birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu ne tenê ne, bi milyonan kurd piştgirtiya wana dikin!”

Ayşe Surucu