Nelazimiya çanda erkdar

Dê û bav ew in ku mafê şîrê ku dane zarokên xwe ji kesên xerîb nastînin, dê û bav ew in ku ewladê xwe bi sê bazinên zêr diyariyê xelkê nakin û ewladê xwe heta ebedê naxine xulamê xelkê.

Google Haberlere Abone ol

Gulgeş Deryaspî 

Neteweyek dema bixweze pêşde biçe pêwist e di gelek qadan de reformên qerese û hûrdek çê bike. Ger ne lebata civakê ne kengaz e û di nav pirsgirekên xwe de difetise. Pêşdeçûyîn ji xwe ew tişt e ku civak li gorê çareserkirina pirsgirekan pêşdeçûyî ye. Yanê civakek çiqas karibûye pirsgirekên xwe çareser kiribe, xwe guherandibe, çandên ku zirar dide civakê  nû kiribe ewqas jî pêşde diçe.

Guherînek, nûbûnek dibe ku her dem pêşve neçe lê ji bo pêşdeçûyînê divê ku guherîn bê çêkirin. Ji ber ku jiyan her dem wek çemek diherike û her ku diçe dîmen, qalib, cih, mekan diguhere av jî li gorê guherîna erdnîgariyê, îklîmê diguhire. Erdnîgarî bi zinar û kevir be av dixulxule, ger cihekî germ be av dibe hilm û diçe lê ger cih sar be dibe ku av cemed bigire. Jiyana însanê jî wek çemek diherike û şert û merc her dem diguhere. Însan jî pêwist e li gorî şert û mercên guherbar rê û rêbazên nû ava bike ger ne dixetime û dibe golek genî.

Însan av nebe jî dibe ku ziman cemed bigire, çand bixetime, bawerî kufku bibe. Ji ber wî pêwistiya zimanê jî, çandê jî û baweriyan jî her dem bi guherînê heye. Ger civak nebe parçeyek guherînê wî demê dê bibe parçeyek mirinê.

Di pirtûka Awestayê ya piroz de hevokek wiha her dem dubare dibe: "Baş bifikire ku tu baş biaxivî, baş biaxive ku tu baş tevbigeri". Gelek qalibên di nav ziman de hene ku pêwist e êdî neyne bikaranîn. An bêne teraştin an jî bêne nûkirin. Mînak peyvên nêrzatiyê; cengawer, qehreman, çi mêrek e, xasmêr e, mêrê zanistê û hwd. An jî qalibên zimanê nêrzatiyê ku bûne sedemê têkçûyîna mêzatiyê û bi van qaliban ve civak maye yekalî û şel bûye… Karê mêran e, mêr dikarin bikin, mêrek di nav civakê de tune, mêraniya wî li cîhanê belav bû, tu mêr nîn î? Her wiha. Helbet dijûnên ku têne dayîn jî tev nêrzatîne û bi zayendiyê ve zeliqandîne. Pêwist e ev jî tev biçine poxanê.

Baş bê fikirîn û baş bê axivîn helbet dê baş bê tevgerîn jî lê mexset ji başbûyînê dê çi be? Bi ya min baş bûyîn ew e ku xizmeta her kesî, her neteweyî, her malbatî, her zimanî, her çandî, her baweriyê, her zayendê bike ye. Ger ne başbûn ew nîn e ku tenê xizmeta baweriyek bike û baweriyên dinê ji xwe re bixe neyar. An jî xizmeta zimanekî bike û zimanên dinê ji xwe re bixe neyar.

Di çanda me kurdan de jî gelek tiştên ecêb hene ku ez tênagihijim ji bo çi hene û bi kêrî çi tên. Dibe ku avakirina wan diçe beriya zayînê wêdetir. Çandek wiha ku dîroka avakirina wê neyê zayîn û bê bikaranîn pêwistê lêkolînê ye. Çima tê bikaranîn û çima di nav civakê de qîmeta xwe winda nekiriye?

Çanda zewaca kurdan jî yek ji wan e ku hewceyê lêkolînê ye û pêwiste em razînine ser maseyê, niqaş bikin, binirxînin û ji nû ve ava bikin. Qîzxwestin, heqê şîrê, qelen, zêr û dawet. Bi serê xwe qîzxwestin tevgerek têra xwe lewitandî ye. Çima jinek tê xwestin? Çima mêrek nayê xwestin? Helbet herdu jî li gorî mafê mirofahiyê tiştek însanî nîn e. Di vir de firotina jinê dest pê dike û didome. Ji ber vî evîna jinek dibe sedemê neyartiyek. Yanê dema jinek evîndarê yekî bûbûya ew jin diba ku bihata kuştin, diya wê bihata kuştin, xwîşka wê bihata kuştin. Hezkirin dibe sedema kuştina jinê.  Ji ber wî jinekê hezbikira jî parve nedikir. Niha jî ev çand li gelek cihên Kurdistanê de didome. Belê êdî jinên kurd ên ku hezkirina xwe neweşêrin jî hebin, jinên ku bigirine destê mêrekî û bînin cem malbata xwe bibêjin ez jî vî hezdikim û dixwezim pê re bizewicim kêm in.

Bi piranî malbata zavayê diçe cem malbata bûkê û bi qewlê pêxember qîz tê xwestin. Li wir de qelend (cihê ku çanda qelenê didome hene) heqê şîrê û zêr tê axaftin. Ezê bibêjim di nav van de ya herî qirêj ev e lê, lêdinêrim tev ji hev qirêjtir û tev ji hev lewitandîtir in.

Însan çawa şîrê ku dide ewladê xwe bi peretî difroşe? Yanê dema ewledekî qîz hate dinê şîrê ku tu didêyî hê bi deyndarî didêyî. An jî dema ku tu wê di rehma xwe de bar dikî bi deyndarî bar dikî û dema roja wê hat tu heqê rehma xwe jî, şîrê xwe jî ji mêrekî distînî û ewladê xwe davêjî, piran dişewitînî. Helbet yê ku vî dike dîsa bav in. bav xwediyê rehma jina xwe ye, xwediyê şîrê jina xwe ye, heqê jinê li ser ewladê wê tune ye. Nikarim bibêjim hevjîn lewra ew jî di dema xwe de ji xwe re jinekî kiriye, jiyanek hevpar li holê tine ku em bibêjin hevjîn.

Çanda zewacê bi zêrxwestinê didome ku ev çand niha jî gelek bibandor e. Ev zêr dema ku mehr tê birîn dikeve para jinê ku dîroka wê jî pir kevin e. Û ji çanda ereban ketiye nav çanda kurdan. Dema mehr tê birîn ev zêr para jinê dikeve ku vî zêrê jî zava dide. Ya dinê jin xwediyê tu tiştek nîn e. Di vî astê de jin bêdê û bêbav tê dinê. Ger ne mafê şîrê, zêr xwestin deynine cihek, dê wek ewladê kurê mal û milk para wan biketa, dewatek wek kurê dê layîqê qîza xwe bidîtana. Di vî astê de em nikarin bibêjin ku jin ewladê kesî ne.

Dê û bav ew in ku dilê wan razî nebe ku ewladên wan ji aliyê însanên xerîb ve bên xwestin. Dê û bav ew in ku mafê şîrê ku dane zarokên xwe ji kesên xerîb nastînin, dê û bav ew in ku ewladê xwe bi sê bazinên zêr diyariyê xelkê nakin û ewladê xwe heta ebedê naxine xulamê xelkê.

Ger em bi vî aweyê li çand û baweriyên gelê kurd binêrin mixabin tabloyek gelek tarûmar derdikeve holê.

Çandek wiha ji ku ve derketive bila derkeve dervayê mirovahiyê ye. Pêwist e ku di nav civakê de bê rexnekirin û mehkumkirin. Êdî ev gola genî bêhn dide. Golek genî be bêhn bide êdî ew ne zindî ye, ne jî di nav xwe de zindiyek dihewîne. Gola genî remza mirinê ye.  

Etiketler qelend zêr jin mêr xwestin