Li ser ceribandinê ceribandinek

Ceribandin di nav cureyên wêjeyê de yê hêrî azad û berfireh e. Di vê de veqetandina ceribandinê û cinsên edebî bi usluba nivîskar kirasê berhemê diyar dike û roleke girîng dileyze.

Google Haberlere Abone ol

Baran dibariya, baran ji sivirnekê wek Kaniya Navîn bi coş û guregur diherikiya. Ewrên gewr hikmê xwe li esman danîbû. Li mitbexê savar û goştê qazê dipijiya, piştî nîvro bû. Teqriben seat di navbera dudu û sisêyan da bû. Derî bi lez û bez lê diket, ev lêxistin bêguman destnîşana hatina dewlete bû. Lê tiştek ecêb bû di nav wan seatan de zû bi zû dewlet li deriyan nedixist. Gelek caran êvarê û berdestê şeveqê diavetin ser malan. Hemû malî ketibûn nav şikê, di vê wextê da û deriye li ber kulman, ê xêrê nîn bû. Derî hat vekirin, polîsan bi postalên xwe yê gemar li ser xaliyên me geh bi vir de diçûn geh bi wir de diketin nav odeyan. Di çavên mezinan da ne tirsek ne jî di hal û hereketên wan de panîk xuya dikir. Pergalek heye her tim û her çerx -li ser kurdan- neheqiyan, mirinê, îşkenceyan piştî demek rûtîn û normal dike.

Em neçin salên nodî, piştî sala du hezar û pazdeyan; her roj çavê me bi mirinek didan vekirin. Tiştek balkêş bû hejmara polîsan li gor rojên din gelek kêm bû. Çar kes ketibûn hundir, yek li ber derî bû, yek li ser girtiyên malî bû yên din jî di nava malê de diçûn û dihatin. Karên wan koordînasyona navxweyî bû. Çimkî qadek berfireh li ber wan disekiniya: sê ode û salonek! Hemû pirtûk li ber çav derbas dikirin, notên ku hatine nivîsandin çi kurdî çi êrebî yeko yeko dihat pirsin.

Bi her hatina wan albûma wêneyên me kêm dibûn. Sehneyek hat bîra min -navê filmê nayê bîra min lê ser jenosîda Cihûyan bû- di filmî de dîmenek hebû, polêsên Adolf Hîtler avêtibûn ser malekê û kî dihat dest didan ser wan, bi hovitî desteser dikirin. Em hemû kiribûn odeyek, çaxê telefon lê diket kalê min ê rehmetî Melê Sîraç bersiva telefonê dida, guhê polês jî li ser telefonê bû. Kalê min bi tirkiya xwe ya kişandî çaxê bersiv dida peyam diçû aliyên din û tu kesî li deriyê me nedixist ew roj. Dewlet bi sîstema xwe ya li gundan bi kar dianî di bajerên Kurdistanê de hê nû diceriband. Di nav rojê de diavêt ser malan û heta ku tarî hikmê xwe dida xuya kirin li malan diman.

Welatiyan êdî nedibirin qereqolan, qereqol dianîn malê. Çi xizmeteke bêhempa! Bi seatan em li salonê di bin çavan da diman. Kî ji derva bihatina polêsan jê re derî vedikir, xêrhatine lê dikir û dibir odeya biçûk, bi qasî nîvseatek jêpirsînê dikirin. Nêzî mixrebê kom dibûn û diçûn. Bi dagirkirina mala me û li odeyek -ji pênc-şeş seatan kêm nîn bû- di dema esaretê da jî dijrêxistinek ava dibû, te digo qey her roj diavêjin ser vê malê wisa xwedî tercube tevdigeriyan. Ka em xeletiyek rast bikin, herê her roj nediavêtin ser mala me, lê her roj diavêtin ser malekê. Îro ez im, du sibe cîran çend hefte paşiyê jî li navçeyeke din li malekê qereqolek dihat avakirin.

Heta wê rojê min qet meraq nekiribû pirtûkxaneya kalê xwe, ji acîsiyê bervî refên pirtûkan va min xwe hêdî hêdî kaş dikir. Di nav pirtûkan de bergek ji yên bergên din cuda bû. Bi tîpên mazin û latînî bû. Çend wêne jî ez ne şaş bim tê da hebû. Bêmane, ji bêhntengiyê rûpel li pey hevûdin min diqelapt. Me xwe gihande dibistana navîn ew pirtûk min dîsa dît, lê vê carê min xwend û bi dawî kir. Gelek di bin bandora wê pirtûkê da mam. Ew pirtûk pirtûka nivîskare Fransî Mîchel de Montaîgne bi navê “Ceribandin/Denemeler” bû.

Çend hefte berê li sahafên Beyoxlî carek din min dî. Çaxê çavê min li berga pirtûkê ket ez çûm bîst û penc sal berê. Gelo ceribandin dikare merivan bi hêsanî têxe nav edebiyatê? Yan jî meriv dikare sînorên wê diyar bike? Di edebiyatê de navlêkirina hêrî zehmet bi min cinsê ceribandinê ye.

Ceribandin di edebiyata me da gelek kêm e û zeîf e. Bêguman helbesta me di nav cihana helbestê de damareke wê ya xurt heye, bi bingehiya hezar salan e li ser xwe ye, ger em gelê xwe bişîbinin cureyekî edebiyatê teqez ew helbest e. Helbesta me ya klasîk jî yê modern jî hêza xwe ji dîrokê standiye, ji axa medeniyetê. Ji Melaye Cizîrî heta roja me, em rûnên û li ser helbestê hûr bibin bêşik derî li ser deriyan ewê ji me re vebibe. Dîsa hêza çîrokên me yê modern hê nû pêt û alavên xwe dide hîskirin, geş dibe û xwe digihijîne sermiyanê xwe. Romana me di meşa xwe ya hebûnê de hêdî hêdî rengê xwe dide qebûlkirine. Li welat û zimanê qedîm, çi destanê xwezayî û çêkirî hebin, destnîşana qedîmbûnê ne. Di destanên xwezayî de şer, koçberî, gernasî, xwarin û vexwarin, xela, têkîliyên zayendî dide destê me. Destpêka destanên xwezayî bi edebiyata devkî nifş bi nifş xwe gîihîştandiye roja me. Di vê da taybetmendiya çanda “Dengbêjiyê” ji me re dide îspatkirin ku edebiyata me ya devkî bi aliyekî xwe va dîroka rojane di xwe da veşartiye.

Li Kurdistanê di navbera her du robarên qedîm de -Dîcle û Ferat- gelek destan hatine afirandin. Ji Gilgamişê bigire heta Memê Alan ji wir em herin Siyabend û Xecê… Çaxê em rûye xwe vedigerinin cîhanê em leqayî wan destanan dibin. İlyada (Yewyenîstan, Homeros), Şehname (Îran, Fîrdevsî), Ramayana (Hînt), Kalevela (Fîn, Lonrot), Nîbelungen (Alman), Beowulf (Îngîlîz), Îgor (Rus), La Cîd (Îspanyol), Chansende Roland (Fransî) û Şînto (Japon). Vêga em edebiyata cîhane dixweynin xwedî destanên jorê bandora wan li ser edebiyata cîhanê eşkere ye. Hêza edebiyata me ji edebiyatên din cuda ye û kokdar e. Wek darên berûyê ne ziman û wêjeya me. Li ser çiyayên me her sal tên şewitandin û bi eksa her salê dîsa şîn dibin û zîl dide. Li ser xweliya agir bilind dibe, xwe nû dike. Gelê me Berû be edebiyata me jî guliyên berûyê ye.              

Di hemû cureyên wêjeyê da ceribandin di navbera herêma/deverê din de wezîfeya tamponê daye. Çimkî hem hêza ji zanîstî wergirtiye hem jî ji rojaneyê tomar dike. Ji bo wê meriv dikare ceribandinê bi navê tamponê bide nasîn. Di helbest, roman, çîrok, şano da, em pevxistinan dixweynîn. Bêguman meriv dikare di ceribandinê da jî pevxistinek biafîrine, lê nîvenda ceribandinê ne tenê bi hêlek tê honandin. Berhemên pevxistî cureyek afirandinê ye. Geh bi rasterast be geh bi rêyeke dirêj an nerasterast be, dinyaya ku em li ser dijîn ji xwe re dike mijar. Bi temamî hêmakirina nivîskar e û bi taybetî “xeyala afîrandinê” destnîşan dike. Ji bo wan cureyan jî em dikarin bêjin bi naveroka xwe bi derva diaxife, bi avakirina hundirî va xwe dide pêş, lê peyam û axaftin bi derva re têkîliya xwe gire dide. Ceribandin hem hêza xwe ji pevxistinê distîne hem jî ji rojaneya xwe, ji denge xwe yê resen û hundirîn diaxife.

Ceribandin di nav cureyên wêjeyê de yê hêrî azad û berfireh e. Di vê de veqetandina ceribandinê û cinsên edebî bi usluba nivîskar kirasê berhemê diyar dike û roleke girîng dileyze. Nivîskar Aldous Huxley di berhemên xwe de; nivîsên xwe yê serpêhatiyê û romanên xwe de em dibînin ku ji cureyên edebî îstîfade kiriye û tamamiyek avakiriye. Nivîskar di ceribandinên xwe de nêrîn û ramanên xwe car caran di romanên xwe de bi devê lehengê dide axaftinê. Bi vê rêye romanên xwe de ramanên xwe dide rexnekirinê. Ev mînaka ku me da em dikarin zêde bikin. Di destpêkê da me diyar kiribû “meriv dikare sînorên ceribandine tayîn bike?” Pirsa min bi vê pêwendiye va girêdayî ye.

Îro cureyê ceribandinê di edebiyata me da di nav çîrok û romanê de difetise. Lê di sedsala 16an û 17an da nivîskarên serdemê Montaigne, Burton, Browne, Bacon çaxê cureyê ceribandinê îcat kirin bêguman di wê serdemê da jî hejmara romanan, çîrokan û şanoyê gelek bû û di nav berhemên cureyan de difetisin. Lê nivîskarên destpêka ceribandinê serketin û heta roja me xwe parastin. Ev jî destnîşan dike ku ceribandin di nav cureyên edebî da kokdarbûna xwe da qebûlkirine. Bi min cureyê ceribandinê bi şewaz û forma xwe gelek îdeal tê. Ceribandin destê xwe li ku bide nêrinek diafîrîne, kûrahiyek dide pêşiya xwîner, li ser fikran hêza edebîbûne bar dike. Em dikarin bêjin ceribandin bi aliyek xwe va otoportreya entelektuela nîvîskarê, lê ne ew qas e.

Ceribandin ji jiyana nivîskar azad nîn e, yanî di cureyên din da –pevxistin- bixwaze dikare têxe navê dibe ku neke navê jî. Montaîgne ji xwîneran re wisa qala xwe dike; “Xwîner di vê pirtûkê de vir û derew tune ye. (…) Ger ez bi niyeta êrekirinê bûma, min ê xweziya xwe pê bianiya, bi halê xwe yê hêrî şanedar derketima meydanê. Di pirtûka min de sadetî, xwezayîbûn û halê min ê wek her rojê, ne bi şanedarî ne jî bi pozbilindî naxwazim derkevim ber çavên we. Çimkî ez çawa bim wisa jî behs dikim.” Montaîgne bêguman pîrê ceribandinê tê hesibandin. Çawa dîtibe wisa neqiş kiriye, xwe nekiriye nava qalib û ezberan. Ev jî ji metnên ceribandinê re qadek berfireh vedike û wî xwe ji pevxistinê dûr xistiye. Montaîgne vegotina xwe ya li hemberî xwîner wisa dewam dike; “Dikarim vê bêjim ku, çaxê behsa xwe dikim di vegotina min de cudabûn û guhêrbarî jî tê da, ji rastbûne qet dûr nîn e.”[Montaîgne, 1987-28].

Li Rojavayê du ekolên ceribandinê hene, yek Montaîgne yên din Francîs Bacon e. Piştî ceribandinên Montaîgne bi navê “Essai”yê sed sal piştre Francîs Bacon bi navê “Essay” ceribandinên xwe weşand. Tarza Montaîgne “înformal” e bi xwîneran re di atmosferek da ji dil û samîmî diaxife, şûna mijarên taybet tercîha xwe ji mijarên rojaneyê va diyar kiriye. Montaîgne di vegotina xwe da subjektîv e. Bacon zêdetir qelema xwe bi ber objektifbûne va qelibandiye. Jixwe Montaîgne armanca nivîsîna xwe wisa diyar dike; “Ev pirtûk, ji bo ku ji bo merivên min hêsaniyek be hatiye nivîsandin. Min xwest ku çaxê ez ji nava wan çûm –jixwe nêz e- der heqe min de tiştên ku zanin bila bêhtir zindî bimîne û li ser hûr bibin.”[Montađgne, haz., Eyuboğlu, Selahattîn, Ceribandin, Weşenxaneya Cemê., îst., 1997, s.26.]. Terza Bacon “formal”e û di metnên xwe da tiştê ku daye pêş nasnameya otorîteriyê, li ser mijarên xwe agahdariya wî xurt e û ceribandinên nivîskar pişta xwe spartiye zanistiyê. Di metnên wî de deriyê vekirî gelek kêm in. Mijarên xwe li ser pirtûkên bi bingeh û ji makaleyan hilbijartiye. Ev jî destnîşan dike du ekolên ceribandine hene. Lê îro ceribandina ku em dixweynin ji her du ekolan jî îstîfade kiriye. Hem uslubeke samîmî û ji hundir hem jî ji zanistiyê feyza xwe girtiye.

Hilmi Yavuz di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Ehmeqiyê” de wisa dibêje; “Li Rojavayê û li Rojhilatê nêrîna felsefeyê wek Blanchotê diyar kiriye bi ‘nivîsên perçeyî’ (l’êcrîture fragmentaîre) ew ê bê afîrandin. Ceribandin jî ji bo vî cureyî îdeal e.” Li gor Adorno; “Raman, li gor hişê ku bi riya ramînê va tê kirin, ceribandina felsefeyê pêşva nabe. Ne ji rêgezê encamkirinê derdixe ne jî pişta xwe dide nêrineke hevgirtî/lihevkirî. Hêmanên wê yên têkîlî ne pol bi pol in, rasterast bi hev re têkîliyek dayîne. Homejenbûna bi pîvana hişî naveroka wî tenê arîbûna wê ye, teşewa wî nîn e. Naveroka ku nehatiye tamamkirinê, di navbera pêşkêşî û ewê ku hatiye pêşkêşkirine da bi saya hêrsdariyê ceribandin dînamîk e.”[ Simmel, George, Bireysellik ve Kültür, Metis Yay., Ank., 2009, s., 18].

Ceribandinên felsefî li pey encamkirinê nîn e, pêşniyazkirinek bi ber rêya mantiqî va nayê avakirin, ceribandinên felsefî bi hêza usluba retorîkê bêsîstemiyek derdixe meydanê û bi vê rêyê nivîskar xwe derdixe pêş. Ji hundir xeber dide, mijara pêşkêşiyê û meseleya pêşkêşbûnê her tim di nav gengeşiyê de bingehek bi dest dixe. Bêguman fikrên cuda bi xwe bîne jî ceribandinên felsefî di antî-sîstemek da ramanên xwe bi uslubeke dînamîk derfeta veguhestina hêsanî ava dike. Mîsal nivîskarên nûnera “Felsefeya Hebûnê” Camus, Sartre û Lukacs ceribanên wan mînak in. Şa’ir William Carlos Williams li ser ceribandinê epîgrafa wî em bixweynin; “Her ceribandin di menzila xwe da, di berehiya xwe de, bi hemû uslubên xwe yê hevgirtî, bi domdarî di naverokê de guhartinan çêdike. Di hemû kompîzîsyonên yekgirtî da serkeftina wî, herî teng û bi erzanî, di esasê xwe da xapandinek e. Li tu cihekî hişê basît ew qas xwe nade xuyakirin (…) Lê di ceribandinekê da huner pirhêjmarî û hetahetayî şikestîbûn e, hêzên ku li noqteyek de tê ba hev, dijberbûna wan e yekitiya wan e.”[Wîllîam Carlos Wîllîams, Imagînatîons]. Di metnên ceribandinê da derbasbûnên şidandî û bi kişandinên tund ve, çi qas bikeve jî dikare ji binî rabe. Kin û kurtasî meriv dikare hemû cureyên edebî di metnên ceribandinê da bi kar bîne.

Çar sed sal berê cureyek edebî hat afîrandin, ji wê rojê heta roja me, ceribandin her ku pêşva çû derence li ser derenceyê bilind kir, çi qas kola ew qas bi bîra kûr va xwe daxist xwarê. Pirtûka Yildiz Çakar bi navê Leylanok cureya ceribandinek ji hundir e û par Adem Warnas bi navê Koronatopiayê ceribandinek weşand ev jî ceribandinek felsefî-dîsîplînî bû. Leylanok hêza xwe ji dil vergirtiye, lê di navbera metnan da diçe û tê. Hêla usluba wê hestî û ş’îrane ye. Ceribandin çi qas serbestîye bide jî û di nav xwe de hatin û çûyîn hêsan bê jî qetiyên geramoliyê qebûl nake û bi lez û bez deşifre dike. Weka nesneyek jihevketî xwe dide ber çav. Çakar, derbasbûnên xwe yê cuda bi zimanê xwe yê rîtmîk û lihevhatî honandiye. Kornatopia jî bingeha xwe ji disîplenên zanistî wergirtiye. Lê bi raman û felsefeyê xwe domandiye. Her tim em leqayî “danûstandineke” dîsîplînî tê. Koronatopia ji xwîneran re deriye hûrbûnê vedike, niqaşê dixwaze. Ev her du mînakên ceribandinê em dikarin zêde bikin. Bo destnîşanê û eynî di cureyê edebî da du şewazên ji hev cuda em dixweynin. Hêviya xwîneran bi her dîsîplînên zanistî, folklorî, felsefî, edebî, ceribandin were honandin û hêjmara cureyê ceribandinê li ser wêjeya me bi bandorek kûr û xurt were neqişkirin. Wêje çînarek be, gewdeya wê jî sedsala me da ceribandine, çimkî hêzê ji hemû cureyan distine û xwedî berhem dikare bi hemû cureyên wêjeyî va ceribandinê bi kar bîne.