Li pey şopa helbestvanê evîn û xwezayê Feqiyê Teyran: Zozan Uzun

Zozan Uzun: "Min dev ji zaroktiya xwe berneda lê ez mezin bûm bi salan re. Zozan, ji zozanên welêt tu carî dûr neket her çiqas ez ji axa xwe dûr hatim xistin jî."

Wêne: Mirad Bayram
Google Haberlere Abone ol

Di dîrokê de gelek hunermend di bin bandora xwezayê de mane. Xweza gelek caran bûye çavkaniya îlhamê, xweza bûye wek mamosteyek ji hunermendan re. Herkes li xweza yê dinêrê, lê hunermend bêyî ku binêre dibîne û xeyal dike, hinekan re dibe sedema nivîsandina helbestan, hinek jî li rîtma xwezayê guhdarî dikin û strana pê çêdikin, hin kes jî xêz dikin û dikin tablo. Zozan Uzun jî îlhama xwe ji xwezayê digire hem dinivsîne û hem jî tavloyan çêdike. Bi rastî helbestên wê dema mirov dixwîne mirov dikeve nav xeyalekî û mirov dibe diyarekî din. Hevokên wê dibe dengê rîtma senfoniya dilê Ciwan Haco, carna jî dibe banga Cigerxwîn “Lo lo pismamo! Çima deng nakî…” carna jî li pey şopa sîmûrga Feqiyê Teyran dibe agir û peşerojê de xuya dike ku wê me bibe bihûşta dilê Mîra…

Min 12 sal berê li Diyarbekirê Zozan Uzun nas kir. Ji min re behsa şert û mercên dijwar ên koçkirina malbata xwe ya Swêdê dikir. Paşê bêdengiyek çebû… Ji ber wefata Mehmed Uzun got "Ez baş dizanim min çi winda kir" ew gotinên wê hê jî di guhê min de ye. Em hestiyar bibûn wê şevê.

Min Zozan Uzun re ku helbestên wê di demên dawî de ji aliyê Ciwan Haco ve hatine çêkirin û di heman demê de hevjîna nivîskarê navdar ê nemir Mehmed Uzun e, li ser helbesta ‘Vejîn’ ê û jiyana wê sohbeteke xweş kir. Ciwan Haco heta niha 4 berhemên ku bi navê Şevên lal, Şevên spî, Lêgerîn û di demên dawî de jî helbesta Vejîn ê kiriye stran û bergên stranên Lêgerîn û Vejînê jî Zozan bi destê xwe çêkiriye. Piştî 12 salan me li ser helbest, xweza û jiyana wê sohbet kir.

Bi rastî tu xwe gelek nadî pêş lê em dixwazin te nas bikin, tu dikarî hinek behsa jiyana xwe biki?

Ez bawerim jiyana min bahsa min dike bêyî ku ez bahsa jiyana xwe bikim. Ji ber ku jiyana min ne jiyanek hêsan bû. Bêguman jiyana herkesî ligor xwe wûsa ye lê jiyana min di nav vêjîn û xwenûjîn kirinê de derbas bû. Wek Teyrê Sîmurg. Zaroktiya min bi vêjînê re hatiye xemilandin. Bi biharê re, bihara jiyanê re. Bi xwezayê re, xwezaya jiyanê ku her demsal vêjînê nû û guhertî bi xwe re tînê. Li gund di nav jiyanê de. Jiyana di nav xwezayê de derbas bû. Ez li Sîwêrekê hatime dinê. Min heta sinifa pêncemîn li wir xwendiye. Lê her wiha gund hebû, gundê ku ji kalikê min mabû. Ew gund hê jî heye. Havînan jî piranî ez li gund bûm piştî ku dibistan dihatin girtin. Îcar ew gund ji bo min bûbû mîna bihuştê, bihuşta min. Ji ber ku li wir babetên cûda yên heywanan hebûn...

Yanî ji maran bigire heya pez û masiyen di nava kahniyan da… Dilê min û wan yekgirtî bû. Ez nizanim, lê wekî min bi wan re hevaltî dikir. Jixwe di wê demê de jî gelek kesan ji min re digotin 'ev keç dîn e. Ev çi dike bi heywanan re? Bi wan re radibe-rûdine.'  Kûsî.. Pilpilîng, hwl… Wisa min bi baldarî li tevger û hereketên wan temaşe dikir. Bêguman hesp… hesp ku di seranserê jiyana min de cihekî pir taybet werdigire, ev taybetî ji hingê ve heya îro di dilê min de bi awayekî pir xurt pêk hatiye, hîsekî hezkirinê yê taybet. Di dema cûnta leşkerî de mixabin kes li gund nedima, ev yek wekî ji min re dibû kêyslêhatinek û min xwe davêt ser pişta hespê û min xwe berbî xeyalên jiyanê, vejînê re diajot. Lê diya min ku nizanî bû ez li pey xeyalên, ramanên nû yên jiyanê de direvim ji bo ku ez bi ser hespê de nekevim, her li dû min bû. Zarokatiya min wekî resimekî zindî hîn jî li ber çavên min e. Bi rastî ev yek ji zarokatiya min û heya niha di dil û bîra min de veşartiye ku ez ji xwezayê pir û pir hez dikim.

Vejîn

Ev jiyana te, hestên te li xerîbiyê li Swêdê nehat guhertin?

Niha ez li Swêdê me. Ez zarok bûm wextê ez hatim Swêd. Li vir hema çi bigire her roj ez derdikevim û dimeşim. Lê wextê ku ez dimeşim bi tenê ez bi hîsa meşê nahesim. Di wê kêliyê de ez bala xwe didim ser tiştên derûdorê, serqiseyê, li pelên daran, li çivîkan, li erdê, li asîmanê ser serê xwe. Û min dev ji zaroktiya xwe berneda lê ez mezin bûm bi salan re. Zozan, ji zozanên welêt tu carî dûr neket her çiqas ez ji axa xwe dûr hatim xistin jî.

Di demên dawî de heta niha Ciwan Haco 4 helbestên te kiriye stran û her stran jî ji tarzekê yê û ji hev cûda ne, mînak strana Lêgerîn ê de Ciwan, enstrûmana kanûn bi kar aniye û dengên kanûnê hestên helbestê baş daye xuyakirin, melodiya wê wekî qefesa li ber deriyê dilên dorpêçayî vekiriye. Bi rastî aliyê gotinan ve jî li gor şîroveyên guhdaran jî ez dikarim bibêjim pir bala guhdarvanan kişandiye, ev fikir çawa derket?

Ciwan Haco dostê min yên qedîm e. Em ji zû de wek malbat hevdû nasdikin û ew cewhera hunerî bi çavên xwe yên hunerî li min dîtibû û gelek caran hewl dida ku ez jî bibînim û berhemên xwe ku bi gelemperî zêdetir û baştir bikim. Lê min nedixwest ji ber ku min nedixwest ez derkevim ber civata giştî û xwe wek hunermend an jî helbestvan bidim xûya kirin, her çiqas min helbest diafirandin jî.     

Ciwan Haco 'Destana Egîdekî' ya ji pirtûka Mehmed Uzun û demên dawî de helbestên te dike stran, tu vêya çawa dinirxînì?

Ez dixwazim di destpêkê de bêjim ku destpêka derketina mûzîka Ciwan Haco, wek destpêka hunera hunermendê Holendî yên binavûdeng Vincent van Gogh ku Ciwan Haco jî bi salan ji aliyê civakê ve nehata fêhm kirin lê pişt re hat dîtin ku Ciwan Haco, bi qalîteya muzîk, gotin û bikaranîna alavên mûzîkê li pêşiya dema xwe ye û di karûbarê xwe de li ser demê re ye. Ez kêfxweşim ku Ciwan Haco pêşî berhema Mehmed Uzun û niha jî berhemên min bi mûzîka xwe zîndî dike û rengê xweyî bi qelîtê dide gotin û peyvên min. Berê jî min gotibû ku em û Ciwan Haco zû de wek malbat hevdû dinasin û Ciwan Haco hunermendekî liser demê re ye. Ez bawarim ew hilbijartina pirtûka Mehmed Uzun ku albûm liser çêkiribû, helbestên min jî bi wî şêweyî nirxandiyê û hêjayî wek stran pêşkêş kirinê dîtiyê. Ez kêfxweşim ku ev hest pê re çêbûye, hem ji bo min û hem jî jibo edebiyat û mûzîka kurdî.

Tu wek helbestvan rewşa muzîka kurdî çawa dibinî bi taybeti ji aliyê gotinên stranan?

Spas lê ez xwe wek helbestvanek nabînim lê wek kesek ku hest, bîr û ramanê xwe bi gotinê dixemîlîne me. Pêşketinek berbiçav heye her çiqas ev têr neke jî lê ez bawerim bi demê re wê hîn baştir û dewlementir bibê. Ji bo vê jî divê em tu carî hêvîyên xwe qels nehêlin û pêlên piçûk û lawaz jî bin piştgiriya xwe jê mahrum nekin. Bi teknîka nûjen jiyana mirovan tê guhertin, bêguman wê şeweyê muzîk û gotinên stranê me jî werin guhertin. Divê em ji bo van guhartina amade bin û pêşiya wan vekin ji dêla ku asteng bikin. Em kurd fêrî guhdarkirina çanda muzîka hunerî nebune, yanî guhdarkirina wextê xwe bidin dengê bêdengiyî, ji ber vê jî em nikarin vê tahmê qelîteya hunerî û muzîkê bigirin.

Wateya peyvan û hestên helbestvan çarna dema melodî li ser tên barkirin, dibe tiştekî din. Carna ji wateya xwe dûr dikeve carna jî wek sînerjiyekê li hev tên û berhemek xurt diderkeve holê. Ji te rêhevaltiya melodî û peyvan gerek çawa be?

Bi ya min rêhevaltiya melodî û peyvan divê wek rêhevaltiya rih û laşê mirov be, yekaheng be. Jixwe divê melodî gotinê, gotin jî melodîyê bihêz bike, bi wate bike. Dema yek serdestê yan jî bibê, ew yek ahengî wê çênebe. Ev bêahêngî wê pêşiya demdirêjiya stranê, berhemê bigre. Jibo vê jî ez her tim dibêjim divê melodî û peyv wek yekber be lê yekberê ducêwî.

Lêgerîn

Bi rastî nîvîs karekî pir zehmet e bi taybetî ji bo me muzîkjenan, ez dikarim bibêjim ji afirandina melodiyan jî zehmettir e. Tu çawa dinivsînî, çi ji te re dibe îlham?

Ev pirsek xweş e lê di eynî wextî de parîkî zehmete lê ezê hewl bidim bibersivînim. Ez bi xwezayê re dijîm û her wiha xweza ji bo min çavkaniyek e û ji bo min gelekî bikêrhatî ye û lewma jî ji aliyê din ve helbestnivîsandin ji bo min meseleyeke bikêrhatîbûnê ye. Herçiqas xweza li ser min bi awayekî erênî tesîrê pêk bîne, ez jî dixwazim bi nivîsandinê tesîreke bikêrhatî li xwezayê bikim û bi gotinên xwe enerjiyeke pozîtîf li xwezayê vegerînim. Ez dixwazim her tim, di naveroka stranê de (helbest) metafor, fantazî, xeyal û estetîk, (surrealîzm) hebe û ez harmoniyeke yekpar pêk bînim û wan bi hev re derxînim holê. Dîsa hêjayî gotinê ye; ya ku min û helbesta stranê digihîne hev, hezkirina evîna nêrîna min a li ser jiyana min, bandora xwezayê ya ku li ser min çêbûye.

Bi rastî berga strana ‘Vejîn’ê gelek bala min kişand mirov dema lê dinêrî Vejîna dilê mirovekî veşartî tê de dibîne. Ez dizanim ku berga strana Lêgerîn ê jî te çêkiriye. Navbera tabloyên te û gotinên stranên te tekiliyek çawa heye? Tu dikarî behsa wan bikî?

Yek ji tiştên herî zêde ku min xwest bandor li ser gotinên 'Vejîn', çêbike dîmen bûn. Min ew wekî sînematografîkî xeyal kir û nivîsand. Min hewl da ku ez sûretan bînim ber çavan. Bi çi îfadeyê bide stranê û xwe nîşan bide, û ji bo kalîteya vegotineke cuda yên hunerî re, vegotineke musîkal vekirî pêşkêş bikin. Armanca min ev e, da ku ez bikaribim bi hêza peyv û gotinê fotografiyê bînim pêş çav û bînim bîra însên.

Tu vejîna dilê xwe çawa analîz dikî?

Wekî ez wê yoga analîz dikim. Ku mirov xwe ji hemî şert û mercên jiyanê, zehmetî û giraniya jiyanê xwe dûr bixe û xwe bi xwe re, bi jiyana ku xwezayî desthilatdare rûbirû bihêlê. Wek ku mirov xwe bavêjê ber avek an çemek bêserûber. Lê ez dimeşim... Tê bîra min berî niha bi qasî çend sal dîsa min li çivîkan mêze dikir, çivîk jî pir in. Dengên çivîkên, biharê, yên payîzê, yên ji hev cihê, hene. Serqiseyê, dengên çivîkên biharê enerjîtijî ne, bi aheng û hêvîdar in, ez dikarim bibêjim ku hêşinahiyê, bêhna gul û çîçekan, ronahiya tavê bi bîra min tîne. Ji aliyê din ve çivîkên biharê jî wextê demsal vedigere dibe bihar. Ew deng diguherînin û awazbilbilan wisa ku meriv ancex bikaribe bi ruhî hest bike û nikaribe bîne ser zimên derdixînin. Jixwe ev deng dibe mîna dengê stranê. Ew ji wir hat û Vejîn jî wekî min got xweza vejîn e, xwe nû dike. Vejîn jin e. Xweza ye. Her tişt e. Helbet tu bikî nekî fantaziyên evînê, fantaziyên xeyalê, resim, ez bibêjim tiştekî surrealîzm, ew jî te de heye meriv dikare wisa bibêje.

Tu îlham û çavkaniya xwe ya bingehîn ji xwezayê werdigrî?

Helbet min îlhama xwe hemû ji wê xwezayê wergirt. Hem xweza û hem jî fantazî. fantaziyên evînê jî tê de hene, tu bikî nekî. Bêguman serpêhatiyên min yen zaroktiyê û klasîkên kurdî yên ku min di zaroktiya xwe de guhdar dikirin wek Eyşe Şan, Karapetê Xaço, Meryem Xan û gelek hunermend dî yên kurd bandorek mezin li min kiriye. Bi teybetî şêweyên bikaranîna gotin û peyvan. Her wiha payizên vê derê ecêb xweş bûn. Reng û ahenga payizê tiştekî gelekî balkêş e. Darên daristanên Swêd dirêj û bilind in, nemaze jî pir bilind in, ez bawer im bi xwedîlêderketinê vê eleqer e, ji ber ku Ewrûpa tev wisa ye. Di demsalên payizan de nemaze di payizên welatên Skandinavî de tav xelas dibe dar ji enerjiya xwe wenda dikin, pelên xwe diweşînin. Di payizê de pêşî hêşin, paşê dibin zer û zeng, paşê ew dibin sor, sor ên gevez û her weha ew ji darê dizîvirin, dizîvirin, dizîvirin bi hemdê xwe ew tên xwarê. Ev tevgera pelê ya ku ji darê dikeve erdê hingê ev yek jî dibe sedemê îlhamê. Gelek tiştan bi bîra min tîne. Bi kurtbirî her tevger û liva xwezayê dibe sedemê îlhama dil û mejiyê min, paşê pê re ew hestên min tîr dibin tên û ez wan li ser rûpela notes a telefonê direşînim.