Rêwîtîya bi pirtûkan ra

Di navenda salên diçûm dibistana navîn, pileya sisîyan. Di rojên şemî û yekşemê û betlana havînê da jî dixebitîm. Di wan salên min ên zarokatîyê da hevalê min ê herî nêzîk birayê min ê ji min çar sal mezin bû, ku hevaltîya me îro jî wek hevaltîya wan salan didome.

Google Haberlere Abone ol

İkram Oğuz

Di hefteyekê da carê fîlmek nû dihat sînemaya bajêr. Me bi hev ra biryar dida, ku em herin sînemayê û li wê fîlmê temaşe bikin. Em ji mal derdiketin û me berê xwe dida avahîya sînemayê. Em di ber derê kîtapxaneyê ra derdas dibûn, ku wê demê di bajarê ku em tê da dijîyan jixwe yek kîtapxaneyek tenê hebû. Bêhemdî em disekinîn û me berê xwe vedîgerand ser camekana kîtapxaneyê û li pirtûkên di refê camekanê da li kêleka hev rêzkirî temaşe dikir. Dûra ji me yekî biryarek nû dida û ji yê din ra digot, “heta ku em terin sînemayê û saetek û nîv li filmek temaşe dikin, bi bihayê du bilêtên sînemayê em dikarin ji xwe ra romanek bikirin, bi rojan bixwînin û dema xwe pê derbas bikin.”

Em diketin hundurê kîtapxaneyê, di nav pirtûkan da digerîyan, me ji xwe ra romanek dikirî û berê xwe dida malê. Bêguman, di rêya vegerê da, me li ser xwendina pirtûke şer dikir.

Min digot; “ez berê dixwînim”

Wî digot; “na, ez mezin im û ezê berê bixwînim”

Me bi şer jî pirsgirêka me çareser nedikir. Di encama şer da, weke hercarê me di navbera xwe da qure dikişand û kê qezenç bikira, ew berê roman dixwend. Bi wî awayî, di mala me da zêde dewlemend nebe jî, pirtûkxaneyek ava bibû. Dema ku ap û xalanên me ji gund bihatana û li mala me bîbûna mêvan, pirtûken me bala wan dikişand. Li me li pirtûkan dinihêrîn û ji me ra digotin; “hûn van hemû pirtûkan dixwînin, yan dikirin û difroşin?”

Dem û demsal derbasbûn, di darbeya 12ê Îlonê da em herdu bihev ra hatin girtin. Çend meh şûnda ez ji girtîgehê derketim û vegerîyam malê. Xêncî Qurana bavê min di mal da tu pirtûkek nema bû. Ji hebûna pirtûkan ketim şikê û di derbarê aqîbeta pirtûkan da ji dîya xwe pirsî; “Dayê, ka pirtûken me li kû ne, we ew veşartin, ya jî we tiştek anî serê wan?” Dîya min rûyê xwe ji min guhart û bi dilê xwe yê xemgîn got; “Kurê min, her roj min yek mîna ardû kir ber komirê, pê sobe vêxist û we jî ji belaya wan pirtûkan xilas kir. Jixwe ew pirtûk nebana, hûn nedihatin girtin û birayê te jî hê di girtîgehê da nedima”

***

Di ser derbeya leşkerî ra sê-çar sal derbas bibû. Ez li Stenbolê û xwendekarê zanîngehê bûm. Li wargeha xwendekaran (AÖS) dimam. Em şeş xwendekar di odeyeka piçûk ta bicîh bibûn. Di odeyê da tênê şeş ranzayên nivînan û şeş dolabên piçûk û ji tenekeyan hatibûn çêkirin, hebûn, ku dolab têra kincên me yên rojane jî nedikir. Me kinc û pirtûk û qelem û defterên xwe dida ser hev û dikurisand hundurê dolabê. Ji me şeş xwendekaran, ez û sê kesên din, zêde nêzîkî hev bûn. Qasî ku pirtûkên dersê, me roman û pirtûkên din jî, bi pelên rojnameyên kevn dinixamt û dixwend. Mixabin jibo kirîna pirtûkan perê me nedibû, di pirtûkxaneya zanîngeh û wargehê da jî pirtûkên gor dilê me, tunebûn. Loma jibo bidestxistina pirtûkan me ji xwe ra rêyek dîtibû. Em bibûn dizên pirtûkan. Di dema vebûna fuara pirtûkan da em derdiketin nêçîrê, ku me nave dizîya xwe jî lêkiribû nêçîra pîrtûkan.

Wê demê fuara TUYAPê ya pirtûkan li Tepebaşîyê vedibû, bi sedan weşanxane di fuarê da standên xwe vedikirin. Bi hezaran kes di nav standên weşanxaneyan da digerîyan, li pirtûkan dinihêrîn û yên gor dilê xwe, jixwe ra dikirin. Em çar heval jî bi tûrikê vala diçûn û bi yê tijî vedigerîyan. Ji me sê kes li ber standekê û li kêleka hev disikinîn, yê çaran jî di navbera wan ra destê xwe dirêj dikir, ji ser dezgehê standê pirtûk dikişind û davêt nav tûrikê hevpar. Tûrik tijî dibû, me berê xwe dida wargehê, bi ken û henek diçûn, diketin oda xwe û serkeftina xwe pîroz, nêçîra xwe jî di navbera xwe da parve dikir. Di nêçîra rojekê da ji tûrikê me yê tijî, ji pirtûka Georg Pulitzer, ya binavê 'Rêgezên Bingehîn ên Felsefe yê', sê heb derketibûn.

Sê pirtûk û çar şirîk. Kî bigre û kî negre, em di navbera xwe da ketibûn nav gengeşîyê. Ji me yekî, ji nêçîrvanê wê rojê ra gotibû, “te yan yek ya jî çar heb bigirta, çima sisê?” Nêçîrvan jî wek bersiv, “ger ku heba minê çar heb bigirta, lê li ser dezgehê standê tenê sê heb hebûn û min ew her sê jî girtin”

Li ser gotina wî, hevelekî me yê henekbaz jî kenîya û got; “Hûn di navbera xwe da parve bikin, ev pirtûk jixwe pirr qalind e û ez jî ji pirtûkên qalind hez nakim û naxwînim”

***

Dawîya salên 80yî… Zanîngeh qedîya bû. Ez li Teleteknik a ji koma şîrketên Kavalayê dixebitîm. Qezenca min di cîh da bû û jibo kirîna pirtûkan jî tu pirsgirêkek min êdî nemabû. Lê carek dîsa ez bûm nêçîrvanê pirtûkan. Ez li Teleteknikê, di beşa berisgerî (muhasebe)yê da, berpirsîyarê stokan bûm. Mehê carekê diçûm ambara fîrmayê û computer û parçeyên wan ên di desta da mayî, dijmart û rapora mehane amade dikir. Rojek di kuncikekê ambarê da, ez rastî çend kolîyên mezin û ji kolîyên computeran cûda, hatim. Di derbarê kolîyan da ez ketim şikê û min gazî berpirsîyarê ambarê kir, jê pirsî ku, ev kolî çi ne û ji kû hatine?

Berpirsîyarê ambarê; “Ev kolîyên filankesê ne û tê da pirtûkên wî yên şexsî cîh digrin” got û dest bi qilûlika li ser xwedîyê pirtûkan kir. Xwedîyê pirtûkan jî nîvîskarekî bi nav û deng û bi Weşanxane ya İletişîmê ra jî têkildar bû. Gor qilûlikên berpirsîyarê ambarê, nivîskar cara duyem dizewice û hevjîna wî ya nû jî zêde ji pirtûkan hez nake. Ji mêrê xwe yê nîvîskar ra dibêje, ew nikare di nav ewqas pirtûkan da her roj bijî û ji toza wan xwe biparêze.

Sedem wê yekê, nivîskar jî pirtûkên xwe di nav kolîyan da bicîh dike û dişîne ambara Teleteknîkê.

Piştî agahî û qilûlikên berpirsîyarê ambarê, min karê xwe da alîkî û di nav kolîyân da ketim nêçîra pirtûkên nivîskarê bi nav û deng, ew pirtûkên ku di pîyasayê da nemabûn û di pirtûkxaneyan da jî nedihatin dîtin. Di nav kolîyan da dûzîneyek pîrtûk hilbijart û nêçîra xwe ya herî dawîyê jî bi serkeftî qedand.

Çend sal şûnda ez bi karê weşangerîyê ra mijûl bûm. Ji pirtûkên diweşand û dikirî, pirtûkxaneya min roj bi roj mezin û dewlemend dibû. Roj hat, sedem weşana rojname û kovar û pirtûkên bi kurdî, rê li ber min hatin girtin. Ez neçar mam û min pişta xwe da pirtûkxaneya xwe ya dewlemend û welatê xwe yê qedîm… Pirtûxaneya min jî weke welatê min, careke din ma, di nav dest û lepan da.

***

Min berê xwe da Europayê û çûm li xerîb dest bi jîyaneke nû kir. Di mala xwe ya piçûk ta, bi kirîn û dîyarîyan ji nû va hîm avêt û cara sêyem ji xwe pirtûkxaneyek, ji pirtûkên qalind û pirrzimanî, ava kir. Pirtûk û pirtûkxaneyên min hatin guhartin, lê hinek pirsên di derbarê wan da, di cîhê xwe da man.

Mîna ap û xalanên min, niha jî hinek nas û dostên ku tên li mala min dibin mêvan, li pirtûkên min mêze dikin û dipirsin: “Te ev hemû pirtûken qalind çawa xwendin û dixwînî?”