Di navbera du kêliyan de

Axilbe bala min li ser nivîskar e, ku wî çi ji nivisara xwe fêm kiriye. Her nivîskar dikare ji me re çîrokekê binivîse. Mesele ew e ku demildest nivîskar çi ji çîroka xwe fêm kiriye?

Google Haberlere Abone ol

Ev çend sal in ku min berê xwe dabû rexnegiriya fûtbolê û ya rastî ez ji vê hewldana xwe razî bûm. Serê min nediêşiya û çi bihata ber devê min, min digot û dinivîsî. Ez hê jî ji vê rewşa xwe pir razî û bikêf im. Gava min û kak Hamid Omerî li ser wêjeya kurdî dinivisî, rexnegiriya edebiyata kurdî hê ji rê derneketîbû. Dû re, tiştekî ecep qewimî û rexneya edebiyata kurdî bû tiştekî dinê. Rexne ji eyarê rexneya edebiyatê derket û bû rexneya her tiştî. Bi gotineke din, rexne bû babatên zanina me ya rewşa hemû dinyayê. Edebiyat wenda bû û hemû zanînên fermî şûna edebiyatê dagirt. Ger rexnegiriya edebiyatê ev be, ez vê leyistikê nalîzim.

Şikir ji Xwedê re ku niviskarê me ne weke rexnegiran tevnagerin. Ew hê jî dildarê edebiyatê ne û ji nava qada edebiyatê dernakevin. Tiştê ku ez ji edebiyatê fêm dikim ew ku, edebiyat, berhem e. Rexnegiriya edebiyatê rexnegiriya berhemên edebiyatê ye. Ne kêm û ne jî zede. Ku berhem avakirina cîhaneke taybet be, ji xwe ew cîhan têra xwe alavên rexnegiriyê destnişan dikin. Hewce nake mirov berê xwe bide hin qalibên dinê. Belê, ez jî dizanim ku teoriyek taybet ya edebiyat û rexnegiriya edebiyatê tune ye. Wek disiplinên dinê, ji bo nirxandina edebiyatê zemineke sabit jî nine. Siwarkirina gotinê di derheqê edebiyatê de pir zahmet e. Axir, ew mijareke kûr û cihê ye. Em karin dû re li ser vê mijarê hûr bibin.

Şapat, kitêba nû ya Enwer Karahan e. Şapatek berî şapatekî kete deste min û min da dû xwendina çirokên Karahan. Enwer Karahan ez dîsa poşman nekirim. Di wexta xwe de jî min gelek caran bahsa çîroknûsiya wî kiribî û gelek caran jî min li ser çîrokên wî nivîsîbû. Weke tespît, min digot, çîrokên Enwer Karahan dizanin ku ew çîrok in. Me naxapînin. Xwe naxin şûna hinek tiştên dinê. Ger bi ya min be, afirîneriya çîroknûsiyê jî ev e. Enwer Karahan xwe nasipêre haqîqatên dinyayê. Ew xwe dispêre wê yekê bê wî çi ji wan haqîqatên dinyayê fêm kiriye. Axir, Enwer Karahan xwedî fikir e û ji bo wê fikrê çîroka xwe diafirine.

Heger min şaş fam nekiribe, çîroknûsiya Enwer Karahan ne çîroknûsîya dinyaya xwezayî ye; ew dinya ji xwe dizê. Di zayina wê dinyayê de, karekî hunermendî nine. Ew li dijî îradeya me ye û derfetên zayîna wê cûda ye. Mesela herî sereke û giring ew e ku em çi ji wê zayinê fêm dikin? Huner di wir de ye, çîroknûsî û afirandina çîrokê ew der e. Weke ku Ronald Barthes jî dibêje ‘’ İfadekirin, temsilkirin û olandan, ziman û watetayinkirinê lawaz dike û afirîneriya watedariyê qels dike.’’ Ku zimanekî me hebe û ew ziman xwedî cihaneke bira be, hindê di vir de ya giring ew e ku em ji wan qewimandinan çi fêm dikin?

Gava ku ez berhemeke edebî dixwinim, bala min ne tenê li ser naveroka berhemê ye. Axilbe, bala min li ser niviskar e, ku wî çi ji nivisara xwe fêm kiriye. Her nivîskar dikare ji me re çîrokekê binivîse. Mesele ne ew e, mesele ew e ku demildest nivîskar çi ji çîroka xwe fêm kiriye. Bi gotineke din, nivîskar çi di vê çîrokê de ditîye ku dinivîse û bi me re parve dike? Li ba min ew pirs gelekî giring e û bersiva vê pirsê me daxilî nava afirandina nivîskariya nivîskêr dike.

Şapat, Enwer Karahan, 112 syf., Avesta Yayınları, 2019.

Watedariya Şapatê jî ji vir tê. Ya rastî, nivîskariya Enwer Karahan di vir de nixûmandî ye. Di vê gotarê de ez ê bahsa hemî çîrokên Şapatê nekim. Helbet hemî çîrok li gorî form û vegotinên xwe pir baş in û di naveroka xwe de giranbuha nin. Gava hûn çûn û we ji xwe re Şapatek kirî, hûn ê jî bibinin ku Şapat çi qasî bihêz e. Ji ber wê jî ez naxwazim ji niha de tahma devê we xera bikim.

Bi destûra we ez ê bahsa du çîrokan bikim. Navê yeke Sîle ye û ya din jî Pozberan e. Çîroka Pozberan ji bo min taybet e. Belam ku ez ji lehengê wê çîrokê me. Lê eleqeya min ne tenê bi lehengiya min î çîrokê ve girêdayî ye. Ji ber ku afirandina çîrokê jî gelekî balkêş e.

Enwer Karahan, ji gotineke serpêhatiya min ji xwe re zemînek ava kiriye û di neynika niviskariya wî de dibe tiştekî din. ”Rojekê haya min ji pozê min çêbû û min fêm kir ku çima bavê min û Xwedayê erd û asîman ji min hez nakin”. Ew hevoka min bû mijara çîroka Pozbaran û Pozbaran bira bû Pozbaran.

Çîroka Pozbaran, çîroka xortekî ye ku ji ber mezinbûna pozê xwe di halekî xerab de ye. Di eslê xwe de merivekî gelekî şareza û biserketî ye, lê ji ber wê rewşa hanê ew çi jî dike ji wî heye derûdora wî henekê xwe bi wî dike. Yek ji wan kesên ku ew fikaran jê dike jî mamosteya wî ya dersa edebiyatê ye. Rojekê azmûna li ser kompozîsyonê çêdibe û li dû azmûnê mamoste kaxezên şagirtan tîne sinifê û yek bi yek notên şagirtan dixwîne. Kaxiza ”pozberan” dihêle herî dawiyê. Dû re, mamoste kaxiza wî bilind dike û ji şagirtan re dibêje, ”Ka li vê kompozîsyonê binerin…” û bi deng dixwîne. Gava mamoste dixwîne, em jî wek xwendevan li dû wê tekstê diherin û çîrok berê me dide atmosfereke dinê. Me ji hûndirê wê sinifê ber bi çîhaneke din ve dibe ku ”Pozberan” ji me re qala organê xwe yê cinsî dike û mamoste jî bi rîtmeke lîrîk dixwîne. Mamoste him tekstê bi me şêrîn dike û him jî bi wê xweş tê. Gava xwendina mamosteyê diqede, bala xwe didê ku Pozberan ne di sinifê de ye. Wî xwe di pencereyê de avêtiye. Ji wî hebûye ku mamoste wê tekstê li pêş hemû şagirtan dixwîne ku wî rezîl bike, lê piştî qedandina xwendina mamosteyê, ew ji şagirtên xwe dibêje, ”Kompozîsyon weha tê nivîsîn” û nota Pozberan 10 e, lê çi heyf ku haya wî ji nota wî tune ye.

Çîroka dudyan Sîle ye. Sîle, çîroka zarokekî 4-5 salî ye ku piştî çend salan apê wî ji welatekî Ewrûpayê tê û ew dihere di himbêza apê xwe de rûdine. Piştî fêmdike ku apê wî ew soza daye wî pêk neaniye, sîleyekê li rûyê apê xwe dixe. Ev sîle di nav ahlê malê de erdhejekê ava dike. Ji ber ku ev ”ap” li ber dilê hemû kufletê malê gelekî biqîmet e û heta wê rojê wî derbeke weha li xwe nediye. Di eslê xwe de, ji bo wî ne tiştekî pir mezin e, lê gava ew dibîne ku herkes bi ser lêwik de dihere, êdî ew jî li ber bayê wan dikeve û di fînalê de weha dibêje, ‘’Niha ew pazdeh salî ye û min xwe daye bende wî ku ew bibe hîjdeh salî. Gava ew daxilî hîjdehan bibe, ez ê sîleyeke ji kîloyên wî yên wan salan girantir li wî bixim ku ew di emrê xwe de ji bîra neke…

Ez sozê didim xwe/we ku ez ê vê yeka hane bikim, lê ez ê wê gavê jê re tivingekê birra bikirim, ji ber ku bi rastî jî ew li min hatiye’’

Ev çîrok, di derheqê raman, fikir û hizirandina kurdî de weke labaratuwarekê psîkolojîk e û encamên mezin dide der. Di avahiya çîrokê de hezkirin, bexişandin û têkildariya mejiyê kurdî bi hemû xisusiyetên çand û kelepûra kurdî re diherikin. Ev cûre tevgerîn naşibê tu çand û kelepûrên cihanê. Ew tenê bi kurdî ye. Şexsiyet û qarekterê kurdbûnê mîna pêşengeheke îkonîk rave dike dike.