'Kirasê Min Bibore'

Helbestên xurt û kûr di edebiyeta kurdî de her ku diçe zêde dibe. Em helbestên xwedî bi feraset dixwînin: Ziman di helbestan de tê tewandin, tê şikandin û bo peşketina ziman jî qada wêjeyê de li pêşe.

Google Haberlere Abone ol

Çayan Okuduci

Fatime Ferhadî, bajarê Sinê a Rojhilata Kurdistanê ji dayik bûye û hê jî li vir dijî. Bêşik, xelkê Rojhilata Kurdistanê her roj li 'Komara Sêdare İranê' de dûçarê gelek nehametî, destdirêjî seksî, sêdare û girtinê dibin. Çawa zarok û dayik ji hev nikara were cûdakirin, ziman û jin, xwedî girîngiyek mezin e. Kesên ku dixwazin zimanê Kurdî ji nav bibin yaxûd malbatên ku êdî bi Kurdî nizanin, yek ji wan sedemên mezin 'nezaniya dayik an jî jinê' ye. Helbet ew nikarin tenê dayik-jinê tawanbar bikin lê rêka sereke a asimlasyonê jî jinan derbas dibe. Ferhadî, wek keseka niştecî li İranê, jineka Kurd û helbestkarek hêja, sê erkên girîng wergirtiye ser xwe û xizmetek bo wêjeya Kurdî dike. Rêgir e jinavçûyina zimanê Kurdî û dikare bibe îlhamek bo gelek keçên me ên li ser pozê xwe ve temaşeyê Kurdî dikin… Fatime Ferhadî wergerê jî dike, ji Farsî bo Kurdî.

METNÊN MODERN LI SER FELSEFEYA PLATON HATINE MEZIN KIRIN

Li ser helbestan hilsengandin û rexnekirin, him li rojhilat him jî li alema rojava mijarek gelek kevn e. Li rojhilat, metnên klasîk zêdetir hatine şîrovekirin, rexnekirin, teswîrkirin. Hîn berhem hene ku ji metnên eslî zedêtir hatine naskirin û xwendin. Em dikarin bêjin ku metnên modern li ser felsefeya Platon hatine mezin kirin, xûrt kirin û fireh kirin. Ji xwe sedsala ku em tê de dijîn, bi navek din ku em bêjin felsefeya modern li bingeha felsefeya Platon geş bûye û heta vê rojê jî bi gavên saxlem xwe gihandiye me.

Helbest, di nav tarîxa berheman de ya herî kevnar e. Hê jî dîroka helbestê nehatiye tespît kirin, arkelog dibên ku helbesta herî kevnar li ser tabletek bi zimanê Sûmerî hatiye nivîsandin. Lê eger ji helbesta Sumerîyan kevntir derkeve holê em ê dîsa şaş nemînin. Helbest wek eşqê kevn e, helbest bi qasî felsefe dûr û kûr e, helbest di her qada jiyanê de heye û ew ê her tim jî hebûna xwe û tesîra xwe li ser dil û hişan bidomîne. Îro roja helbestê nîne! Dibên helbest li paş maye; bi destên kapitalist, sermeyadaran tê xwestin ku naveroka helbestê bê valakirin. Dibe ku beşek ev tiştê ku dixwazin bi dest xistibin, lê ew ê ti car sernekevin.

Helbestên xurt û kûr di edebiyeta Kurdî de her ku diçe zêde dibe. Geh bi zaraveya Kurmancî geh bi Soranî... Em helbestên xwedî feraset dixwînin: ziman di helbestan de tê tewandin, tê şikandin û bo peşketina ziman jî bêguman helbest qada wêjeyê de li pêş e. Çimkî helbest li ser peyvan çûndine, rêz bi rêz mezin bûne. Di her helbestê de wate nayê gerandin, di her ş’irê de jî deng û fonetîk dibe ku li pêş nîn be. Di helbestek de bi xisusî jî di şi’ra rojhilatê de ‘deng’ cîhek girîng digire.

XELASIYA JINÊN RIJHILATA NAVÎN XELASIYA PÊŞEROJA ME YE

Helbestên Fatime Ferhadî bi nave 'Kirasê Min Bibore' bi wergera şa’r Osman Mehmed gihişt xwînerên Kurmancî (1). Ş’irên Ferhadî bi şiklê xwe/teknîka wê bi ‘Robar’ hatiye honandin(bi tirkî nehir şiir tekniği). Di pirtûkta şa’r de helbestek tenê heye, lê her rûpel wek ş’îrek nû xwîner silav dike. Em dikarin bêjin ku nivîskar di pirtûka xwe de jî bi temamî daniye ber xwîner, rêzên ji hev qetandî û valahiyên çawalêhato jî em nabînin. Nameyek di şexsê xwe de bo jinan hatiye nivîsandin, hest û hiş bi hev re ahengek coş derxistiye holê. War/dem/şiûr di helbestên şa’r de wek metaforek xwe diguhurîne û bi vê kontekstê re jî digihîje asta helbestê.

Ka em guh bidin Şa’ra xwe; “Westiyayî ji xatirxwestinê/ Min vedigerîne li xerîbiya kolanê/Li xembariya dalanekê/ Li jibîrçûna xortên Ban Kanî*/ Di çarşefa min de tu bi ser kîjan gunehî ve bûyî/ Ku ez dereng gihîştim”

Di 'Kirasê Min Bibore' de rêzên pirs di cî de hatiye bikaranîn û bi vê yekê xwendekar dikeve nav helbestê û rêya ku were meşandin, bi şa’r re tê meşandin û daxwaziya şa’r jî bi vîya tê cî. Şa’r bi nozdeh (19) rêzpirsên xwe de bi xwîner re ketiye tekiliyê û zedêtir nuqtebang bikaraniye. Ev derheqe şa’rê me de tiştek girîng dide destê me: Di jiyanê de di derdora xwe de tiştên ku dîtiyê di dil û hişê şa’r de acizîyek, hêrsbûnek, tekoşînek û serîbilind kirina dijî serdestan em dixwînin. Ev zedêtir bi ‘Na’ hatiye gotin. Ev rêzên ku wek mînak nişan bidim, ew ê baştir niyeta min şîrove bike;

“Ez stûyê xwe bilind dikim û dibêjîm: Na!”,

“Min got: Na!/Te bihîst:Erê!”,

“Na!/ her tim em awayek tenê ne” û hwd.

Metod/şêwaza şaîr de meriv dikare bi dilekî rihet weyne ser zimên; li ser peyvan gav bi gav, wek kolînerek ku bîr vedike, wisa bi xwedî tecrube bi destê xwîner digre û dikşîne kurahiya xwe, derenceyên xwe jî yeko yeko honandiye, bi dil û sebir. Doneyên ku xwendekar di nav rêzan de bi dest dixin, şopa ş’îr jî em dibînin, meriv dikare bêje ku lipeyçûna helbestan ji xwîner re emareyên ku bi kirde re xeberdan tim û tim bikaranîna şa’r tê dîtin, mînak;

“Wa ye hat û min got: Ez dil ketime te!/ Demekê eşq neynikeke derewîn e/Ku ji porên me dibe reşê”

Ferhadî didomîne, “Heta di meyla jineke rûreş de/Tu ji vê keçike xalî derbas bibî”. Ev rêzên ku me xwend wêneyek ji roja me ya îro nîne û gelo çi ye? Civakên arkaîk de jin her tim wek meta hatiye dîtin û ev nexweşî hê jî tê xûya kirin. Em bi gotina helbestvanê me ê modern vêbêjin; “ Wek gelek hêmanên din wêje jî yek ji hêmana bingehîn a çand û kulturê ye. Ew hem di bandora civakê de ye û hem jî bandorê li wê dike. Bi vê helwesta xwe jî di avakirina civakê de roleke girîng dilîze.” (2)

Ma di civakên arkaîk de qêrînên jinan, daxwazên wan, êş û kulên wan behtir kûrtir nîne? Evînên wan dûr û weşartî, hêviyên wan di nav dil de dîl ketî, esman teng nebe gelo dê çawa be? Çaxê em civakên ku zincirên xwe ên paşmayî dinêrin, jinên azad derdikevin hemberî me. Dayik, azadiya xwe bawerbûna xwe wek mîrasek dihêle bo nifşên ku ew ê bên. Me got em ê dîsa bêjin bi taybetî jî xelasiya jinên rojhilata navîn xelasiya pêşeroja me ye.

FERHADÎ DI Ş'ÎRÊN XWE DE DU MIL MEŞÎYAYE

Di helbestên dirêj de rîskek heye. Çaxê şaîr peyvan dide pey hev, him ji aliyê wate him jî ji aliyê rîtim û deng ve meseleyek girîng e. Ferhadî, di ş’îrên xwe de bi du mil meşiyaye. Yanê deng, rîtim û wate ne ji hevûdu dûr in, di navbera wan de ahengîyek xurt li ber çav dikeve. Wate carna li pişt rîtim û deng dimîne carna jî li pêşva tê xuya kirin. Di nav rêzan de hevgirtinek heye, bi taybetî jî diresta serî û dawî de valahîyên bêwate meriv nabîne. Ev xurtbûn jî bi min deng û wateya ji paralelbûnê tê.

Rêzên kin/mînîmal jî di helbestan de em dibînin, lê bi giranî bi rêzên dirêj em dixwînin. Di helbestên xwe de şa’r ji peyvan teseruf nekiribe jî, helbestê ji geremolê pakij kiriye. Peyvên ku li hewa mane meriv nabîne, lê çaxê ji rêzek derbasê rêzek din dibe, di nav rêzan de valahîyek kûr heye. Dibe ku şa’r bi van valahiyan dixwaze bi derfeta vedanê xwîner û di nav dilê xwe yî şewitî de seferek bide destpêkirin. Seferek bêserûbin! Di helbestan de nabercesteyî wek hosteyê rojê bercesteyî pêşkeşî me dike. Mînak: “Çendekî din bi derewan di daristana xewnên te de perperik bim/Wextê pisîkek di mêjiyê min de lepên xwe diavêje”.

Li ser helbestan de kemasî tineye gelo? Heye, lê ev kêmasiyên ku min dîtiye jixwe di nav helbestan de nayê xûya kirin, yanê bêmantiqî rêzan nenivîsandiye, weka hinek helbestkaran bo rûpel tijî kirinê risteyan nedaye li dû hev, rêzên ku bi çawalêhato neqiş nekiriye. Hin helbestan de wate gelek li pêşketî ye. Ev jî ji bo helbestê bi min kêmasiyek e.

Helbestkar bi dengek nerm û wêrekî meseleya sedsala ku hê jî zindî ye, aniye ziman. Galegale nake, hestbaziyê dernexistiye pêş û xwîner îstîsmar nake. Gazinên xwe, hêviyên xwe, jana xwe, birînên ku qalik negirtine di bêjinga hiş û dilê xwe de hejandiye û di dilê hevîrê xwe de helbestên xwe pijandiye.

Bi tehm û hemdê xwe de bi coşiyek gihîştiye qada helbesta Kurdî. Ş’îrên Fatime Ferhadî de eşq, hesret, bêrîkirin, çûndinên bêveger, seknên depresîf, kirasê ji agir û hwd. Ev li derdora evînê xwe dipêç e; diçe û tê, nîgaşa/îmgeya sereke jî 'jin'e di ş’îrên Ferhadî de. Meriv ji rêzan eşqa vekişîne wê çi bimîne ji me re; “Lê tu/ Ey nûtirîn peyv/ Ku eşq di kûrahîya dengê te de/ Tenê zilamekî xemgîn e”. 

Ez jî wek xwînerek gelek spasiya Ferhadî dikim ku me serbilind kir û vê nivîsa xwe jî bi helbesteka wê bi dawî tînim:

Gava ez ji vê malê dûr dikevim

u tişt min nanase

Ne teq-teqa pêlavên min

Ne jî dudiliya pêçiyên te

Ne taybetî royek ku ji bom in nehilat

Ez dilê xwe di qerebalixiyan de winda dikim

Zarokek di min de

Bi marpêçan ve dizîvire

Çavkanî

1- Fatime Ferhadî /Weşanxenaya Avesta/werger bo Kurmancî Osman Mehmed/2020 çapa yekem.

2- Bereh Berken, Civak û Wêje, Weşanên Nûbihar, hejmara 146.