Ji Kovara Bernamegeh hejmara sêyem

Hejmara sêyemîn ya kovara edebî, hunerî, çandî û civakî Bernamegeh derket. Di vê hejmarê de gellek nivîskar bi gotar û helbestên xwe yên balkêş li ber we ye.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Kovara Bernamegeh bi hejmara xwe ya sêyemîn derket. Kovara dîjîtal girîngiyê dide pêşketina demokrasî û derbirîna fikr û ramanan ku civata Kurd bifikire, pirsiyar bike, rexne bike û nerazîbûnên xwe nîşan bide.

 Helîm Yûsiv serborî û çavdêriyên rojnamevanekî bi zimanekî herikbar aniye ziman. Occo Mahabad Destana Rizgan û Nûrê ji gellek aliyan tehlîl dike. Seîd Veroj jiyana Zeynelabidîn Îrfanî yê Sekreterê Dawî yê Cemîyeta Tealiya Kurdistanê nivîsîye. Sıraç Oguz dewr û jiyana Îdrîsê Bêdlisî bi nêrîneke cuda ji nû ve vedikole û dixwaze Kurd li ser wî careke din bifikirin.

 Hûn dikarin vê lînkê bitikînin û kovarê bixwînin:

https://www.bernamegeh.org/2021/02/02/hejmara-seyemin-ya-kovara-bernamegeh-derket/