Ji fotonên reş ber bi madeya reş ve

Di fîzîkê de, belavbûna neelastîk a kûr, navê pêvajoyek e, ji bo vekolîna hindirê hadronan (bi taybetî baryonan, wek proton û notronan), bi karanîna elektron, muon û notrînoyan tê bikaranîn.

Google Haberlere Abone ol

Ayşenûr Ozel

Madeya reş ji sedî 80ê hemî madeya gerdûnê pêk tîne. Lê belê zanistvanan qet ew nedîtiye. Ji ber ku em pê nizanin jê re dibêjin "madeya reş". Li ser wê gelek lêkolînan dikin lê belê me mirovan der heqê wê de agahiyeke pak bi dest nexistiye. Madeya reş bi tevahî nayê dîtin. Ew ronahiyê û enerjiyê dernaxe. Zanistvan wisa difikirin mifteya cewhera wê ya nezelal divê di pêkhateya wê de be.

Madeya dîtbar a jê re madeya baryonîk jî tê gotin, ji baryonan pêk tê. Yanê ji bo perçeyên jêratomî yên wekî proton, notron û elektron tê gotin. Em tenê li gorî van xebatên li ser madeya reş hatiye kirin dikarin li ser wê texmînan bikin. Dibe ew ji baryonan pêk were lê dibe nebaryonîk jî be. Yanê ji cûreyên cûda yên pirtikên atomî pêk tê. Wisa bawer dikin, WIMPS (Weakly interacting massive particle), deh-sed qat ji girseya protonê pirtir girseya wê heye lê têkiliyên wan ên qels bi madeya "normal" re peydakirina wan dijwar dike. Notralino, pirtikên (parî) hîpotetîk ên girs ji notrînoyan girantir û hêdîtir in. Her çend ew hê jî nehatine dîtin jî berendamê herî pêşîn in.

Dema lêkolîner li ser madeya reş hûr dibin, hîpoteza "fotona reş" vedikolin der heqê madeya reş de têgihiştinên nû yên wekî ceribandina li dijî hîpoteza modela standard derdikevin holê. Bi pêşengiya pisporên Zanîngeha Adelaide, tîmeke lêkolînerên navneteweyî di lêgerîna têgihîştina li ser xwezaya madeya reş de bingehên din derxistine holê. "Madeya reş ji sedî 84ê madeya gerdûnê pêk tîne, lê em der heqê wê de gelekî kêm dizanin," dibêje Profesor Anthony Thomas, Profesorê Fîzîkê yê Zanîngeha Adelaide û dewam dike, "Hebûna madeya reş ji danûstendinên wê yên gravîtîkî hatiye îsbatkirin. Lê belê cewhera wê ya rastîn tevî hewildanên herî çêtîr ên fîzîkvanên li çar aliyê cîhanê berdewam dike hê jî nehatiye dîtin. Kîlîda têgihîştina vê sirê dibe bi fotonê reş ve girêdayî be."

Fotona reş pirtikeke veşartî ya hîpotetîk e û wekî hilgirê(barkêş) hêzê mîna fotona elektromagnetîzmê tê pêşniyar kirin lê bi potansiyel bi madeya reş ve girêdayî ye. Ev hêza nû dikare bi dirêjkirina koma pîvanê ya Modela Standard a Fîzîka Pirtikan bi sîmetriyeke nû ya abelian U were destnîşan kirin. Bozona nû ya spin-1 (ango, fotona reş) ê hingî dikare pir qels bi komên barkirî yên elektrîkî re bi tevlihevkirina kînetîk a bi fotona asayî re bibe yekpar û bi vî rengî dikare were tesbîtkirin. Hin fermiyon di bin koma nû ya abelî de werin barkirin, her wiha fotona reş dikare bi Modela Standard re jî têkeve têkiliyê.

Madeya birêkûpêk ya em û cîhana me ya fizîkî ji wê pêk tê, ji madeya reş pir kêmtir e: madeya reş pênc qat ji madeya birêkûpêk zêdetir e. Zêdetir hînbûna li ser madeya reş ji bo fîzîkvanên li çar aliyê cîhanê ji zehmetiyên mezin e. Ceribandina teoriyên heyî yên der heqê madeya reş de yek ji wan nêzîkatiyên zanyarên wekî Profesor Thomas, bi hevkarên xwe yên Profesor Martin White, Dr Xuangong Wang, û Nicholas Hunt-Smith yên endamên Encumena Lêkolînê ya Avusturalya (ARC) ya Navenda Xweseriyê ne. Fîzîka Pirtikan a Madeya Reş, ji bo di vê madeya nezelal lê pir girîng de pirtir nîşanan bi dest bixin dişopînin.

Profesor Thomas got, "Di lêkolîna xwe ya herî dawî de, em dikarin bandorên potansiyel ên fotoneke reş li ser tevahî encamên ceribandinê yên ji pêvajoya belavbûna neelastîk a kûr hebe lêkolîn bikin."

Analîzkirina hilberên jihevketina komên bi enerjiyên gelekî bilind ve hatine bilez kirin delîlên baş li ser avahiya cîhana li bin atomê û qanûnên xwezayê yên ku wê bi rê ve dibin dide zanyaran. "Xebata me nîşan dide hîpoteza fotonên reş li ser hîpoteza modela standard bi girîngiya 6.5 sigma tê tercîh kirin, ev yek îsbatek ji bo vedîtina pirtikan pêk tîne" dibêje Profesor Anthony Thomas.

Di fîzîkê de, belavbûna neelastîk a kûr, navê pêvajoyek e, ji bo vekolîna hindirê hadronan (bi taybetî baryonan, wek proton û notronan), bi karanîna elektron, muon û notrînoyan tê bikaranîn. Profesor Thomas, "Me çarçoveya analîza gerdûnî ya fonksiyona belavkirina partonê ya herî pêşketî ya Jefferson Lab Angular Momentum (JAM) bi kar aniye, teoriya bingehîn diguhezîne da ku rê bide îmkana fotoneke reş" got.

Tîma ji zanistvanên Zanîngeha Adelaide û hevkarên xwe yên li Laboratûara Jefferson a li Virginia ya DYA'yê pêk tê, encamên xwe di Journal of High Energy Physics de weşandine.