Gazete Duvar

Piştî heft salan, ofîsa Gazete Duvarê li Amedê hate vekirin. Bi hêviya gelek salên dûdirêj rêya te vekirî be Gazete Duvar. Û ofîsa li Amedê hatiye vekirin bo me gişa ser xêrê be.

Google Haberlere Abone ol

Merheba ji wer canik û camêrno. Gelo haya we jê çêbû nizanim lê demek berî niha ofîsa Gazete Duvarê li Amedê hate vekirin. Ez jî tevlî merasîma vekirinê bûm. Gelek mêvan jî bo pîrozkirinê tevlêbûn. Partiyên siyasî, endamên STKayan, rojnamevan, nivîskar û heval û dostên hêja. Rastî pir bi coş bû. Gelek dostên ku me zû de bû, hevdu nedîtibûn, bi saya merasîmê em gihaşt hev. Me sohbetên delal kirin. Her wiha ji Stenbol, Îzmîr û ji Enqerê kedkarên Gazete Duvarê hatibûn û beşdarî vekirina ofîsa Amedê bibûn.

Bo min tevlîbûna herî girîng bû. Me hevdu rû bi rû dît û me li ser kar û xebatê rojnameyê dan û standinê baş kir. Baş bû ku ev merasîm pêk hat û kedkarên rojnamê li hev civiyan. Yan na ka em ê giş çawa bigihiştina hevdu. Tu li kû û Stenbol û Îzmîr li kû. Her kes li bajarekî. Gerînendeyê giştî birêz Bariş Avşar devliken û pir henûn bû. Her wiha hevalên din jî. Lê, xwezî edîtorê me yê kurdî, Ferhat Yaşar û dostê delal Haci Bişkîn jî hatibana. Mixabin ji ber kar nikarîbûn bihatina. Lê me têr paşgotiniya wan kir. Ne bi xerabî ha heyra. Bi başî. Ferhat dikare bibêje; we paşgotiniya me kiriye he. A vaye ez jî vê nivîsê naweşînim.

Na gidî na. Di wan paşgotiniyan da min bihîst ku Haci bûye midûr. Min û Haci di sala 2019dan da li Stenbolê hev du nas kiribû. Ez bo turneya Stand Upê çibûm Stenbolê. Haci jî wê çaxê nûçevan bû. Me hevpeyvînek delal kiribû. Lê camêr wa ye bûye midûr. Erê heyra. Qeda bi dinyê keve. Her kes bû midûr ez tenê nebûm. Hûnê bibêjin çi elaqe. Ka em werin ser meseleyê. Wan salan li Amedê di Tvya bi navê Jiyan Tv de ez weke pêşkeşvan dixebitîm. Em bajar bi bajar û gund bi gund digeriyan û me bernameyê gerê dikişand. Tevgera Tvya me pir baş bû. Kes ne midûrê hevdu bû. Me berpirsiyariyên xwe zanîbû û em li ser karê xwe bûn. Bo wê em giş weke heval û dost tevdigeriyan. Û kanala me, pir dihat temaşekirin. Te dî weke niha medya civakî jî pêş neketibû. Gel pir ji bernameyê me hez kiribû.

Tew bernameyên min hew dibû lo. Hûn nebêjin bo pesna wer dibêje û xwe qure dike ha. Rastî ev e heyra. Te dî wexta meriv jêhatîbe, meriv bi ser jî dikeve. Ez li xwe mikûr bêm, gotina dawî qurebûn bû. Lê bi rastî jî em pir dihatin ecibandin. Ne tenê li welat, ji kurdên me yên Stenbolê bigre heta kurdên me yên Konya. Her roj peyam ji me ra dişandin û hezkirin û ecibandinê xwe danîn ziman. Hela tew li welatê me. Bi serê xetoyê dînik ez li kuçeyan nikarîbûm bimeşiyam. Bi min ra şer dikirin û digotin, bo bernameyê çima tu rokê nayê gund û bajarê me.

Xwezî bi wan çaxa. Belê, di karê pêşkeşvaniyê da ez zîrek bibûm. Bo wê kesen ku dihatin di kanala me da weke pêşkeşvan wê bixebitin, hevala disipartin min û digotin tu pêşkeşvaniyê hînî wan bike. Dawiya dawîn hevala gotin em ê te bikin midûrê bernameyan. Hîn ez bi midûrtiya xwe şa nebibûm, şevekê televîzyona me tarî kirin. Sal 2016 bû. Taliyê me bihîst ku gelek Tv û rojname hatine tarîkirin û girtin. Di ser de jî çi alavê Tvyan û rojnameyan hebû dest danîbûn ser. Weke malên talanê. Rastî jî şeveke reş û tarî bû. Îja dev ji midurtiya min berdin, pêşkêşvaniya min jî ji dest çû lo.

Xwedê heqê me ji wan ra nehêle. Îja Gazete Duvar jî hîn nuh bû. Bo ku rewş wiha xirab û nediyar bû, nikarîbûn li ber xwe fire bikin. Bo wê ofîsa Amedê taloq kirin û gotin hela niha bila bimîne. Weke min di serî da got, piştî heft salan, ofîsa Gazete Duvarê li Amedê hate vekirin. Bi hêviya gelek salên dûdirêj rêya te vekirî be Gazete Duvar. Û ofîsa li Amedê hatiye vekirin bo me gişa ser xêrê be. Û helbet midûrtiya te jî ser xêrê be birakê Haci Bişkîn.       

Etiketler Gazete Duvar Amed