Li welatê rojê li xwe veger - Başurê dil

Di navbera kelecana berî çûyînê û piştî vegerê de ji bo min ti ferq tunebû lê tirsa ku ez sar jê vegerim, vala bû û ez bi eynî kelecan û hezkirinê vegeriyam warê xwe yê xerîbiyê. Ji bo min her çar perçeyên din, hetanî çûyîna başurê dil tenê ji hêla fikrî û romantîzmî ve xwediyê qedr û qîmetekê bûn, lewra min ew nedîtibûn. Mîna bûka di bin xêliyê de xwe veşartibûn û min nizanîbû ka ezê rastî zulf û xalan werim yan na. Min tenê bakûrê dil dîtibû û hew.

Google Haberlere Abone ol

Abdullah Încekan*

Gava min bilêta xwe stend, min ferq kir ku hêj di dilê xwe de min ew sînorên sun’î nekuştine. Kelecaneke din hebû: Hezkirin, meraq û piçekî jî tirs. Tirsa ku ka gelo ew welatekî din e yan na. Lê her bi vê hestê ve min şerm kir ku dagirkerên me ew sînor di mêjûyê me de bi awayekî rêk û pêk bi cî kirine. Bifikire, tu sê ji çaran emrê xwe ji bo welat û zimanê xwe xizmetê dikî, lê gava diçî perçeyekî welatê xwe, mîna ku diçî welatekî biyanî hesaban dikî. Nexwe, ruhê te perçe bûye. Belê, li xwe veger!

***

Piştî ku min amadeyiyên lojîstîk (gelo kîjan cil û bergî, kîjan solî û hwd. bibim) qedandin, roja rêwîtiyê jî destpê kir. Xweşikahiya pêşîn di balafirê de xwe nîşan da: Bi salan bû, ez bi hesreta wê bûm, ku gava li teyareyê siwar bûm, anonsên bi zimanê xwe bibihîsim. Û mala wan ava austrianairlines piştî Îngilîzî, îzahên emniyetê îcar bi Kurdî dixwendin. Min bi guhê bawer nekir û derhal xwast wî dengî li ser telefona xwe ya destî qeyd bikim.

Başuriyê kêleka min bi ecêbmayî li min mêze dikir... Ez ji xwe re dibêjim: Belê dewleta te hebe, qedr û qîmeta kesayetiya te jî heye û ji ber ku ziman perçeyek ji wê kesayetiyê ye, ew wê hurmetê nîşanî te didin. Ma ji xwe yek ji nexweşiyên me jî ev nin e? Zarok û zêrçên me li kûderê rastî vê rûmetê hatine, ku aîdiyeta wan bibe perçeyeke sirûştî ya ruhê wan? Meseleya zimên ne tenê meseleya zimên e; ew meseleya îqtidarê ye. Ew nîşana wê ye ka kî li kê hukim dike; muktedîr û yê xwedî bi hêz kî ye. Kî hakim e, kî mehkûm. Kî serdest e, kî bindest! Ji ber vê jî ne mijareke teknîkî ye. Desthilat di destê kê de be, ew qirarê li ser wê dide, ka kîjan ziman folklorîk e, kîjan perçeyeke ji kesayetiyê ye û loma jî nîşana wê li her derî heye.

'DÎROK BI DESTHILATÎYÊ AVA DIBE'

Gava ez li paytexta dil peya bûm, dibim şahidê mecazeke îlahî. Bi hewayeke biharî ez ji sar û seqema welatê xerîbiyê xilas dibim û germahiya tenik, ne tenê laşê min, herwiha giyanê min taze dike; reng û rûyê min bextewar û şad dibin. Li bajarê heyşt hezar salî di her nesneyê de ez xwe dibînim. Ziman û ala, nav û nîşan, peyker û nexşe, cil û berg... Belê, bi peyker, hunera sûkan, nav û sembolan hafizayeke neteweyî, bîra te, dîroka te bi te re dijî. Jiyan jî loma li vir senfoniyeke bêhempa ye. Cara pêşîn e ku ruhê min perçe nabe, her tişt li hev tê; mozaîkeke xemilandî ye jiyana min li vir.

Li navenda bajêr, ji mizgefta xutbeya bi zimanê ruhê xwe der têm û li hemberî min peykerê Şêx Mehmûdê Nemir xelekekê ava dike ji wê lehzeyê ta kûrahiya dîrokê. Dîrok bi desthilatiyê ava dibe. Û tu desthilat bî, her tişt ahengek e. Navên cadeyên te dibin Pêşewa Qazî Mihemed, Barzaniyê Nemir, Şoreş û Niştiman... Zimanê te êdî di devê te de nabe gilokek û nawerime, lewra ziman li her derî tabiî û zindî ye. Cara pêşî ye ziman (organ) û ziman (Kurdî), zar û ziman li hev tên. Bifikire, gava halê me ev be: Wê demê zaroka te fedîkar û şkestî li hebûnekê nagere. Lewra ew heye. Hebûn ew e û ew xwe bi xwe ye. Li hebûneke din nagere.

***

Hewlêr li tevahiya cîhanê yek ji bajarên herî kevn e. Emrê wê digihêjê heyşt hezar salî. Navê wê, Erbîl, di çavkaniyên 5000 sal berî niha de di yên Sumerî de wek 'Urbilum' yan jî 'Urbelum' derbas dibe. Hin lêkolînvan wê wek peyveke Akadî dibînin û dibêjin, peyva Hewlêr jî ji Erbilê guheriye. Hewlêr ji wê dewrê vir ve bûye payetexta gelek împaratorî û hêzan û hetanî îro hatiye.

Li navenda Hewlêrê qeleheke dîrokî heye, ku jê re Qeleha Hewlêrê û gelê wir jî Qelat, dibêjin. Her li gorî çavkaniyan 3000 sal berî bûyîna Hz. Îsa mirov li wir bi cî û war bûne. Di 1258an de bi destê Moxolan, wê rola xwe ya dîrokî wenda dike û hetanî qirneyê 20î bi vî awayî dom dike.

Ji 2007 vir ve şêniyên wir, jê tên derxistin; niha tenê maleke tê de malnişîn e. Û ji sala 2014an vir ve ew di bin sîwana UNESCO (QR Qelat) de mîrateke dîrokî ye.

Qelat bi şekleke oval li ser bilindahiyekê (di navbera 25-32 metre) li navenda bajêr e û 102 000 metreqare ye. Di nava Qelatê de Muzeya Tekstîlên Kurdî bi xalîçe û hin cil û bergên Kurdî cî digrin.

Hewlêra kevn li derûdora Qelatê ye û ne tenê ji hêla dîrokî ve, herwiha ji hêla standarta jiyanê ve jî kevn û feqîr e. Her ku meriv ji nava bajêr der tê, ewqas jî avahî û cadeyên nû û dewlemend rastî mirov tên. Tiştekî balkêş jî ev e ku navê semtan wek Gundê Îngilîz, Lûbnan û herwekî din hene, ku heryek jê xwediyê taybetiyekê ye.

Hundirê Hewlêrê bi xwe bi rêyên gilover hatiye dorpêç kirin. Hetanî niha giloverên 30 metreyî, 40, 60 û 100 metreyî hebûn – niha jî li ser gilovereke 120 metreyî tê xebitîn.

Li nêzîkî Qelatê, hema bibêje di binê nigê wê de, çayxaneya Miçko heye. Çayxaneya Miçko hewayeke çandî û hunerî dide. Li wir di nava kitêbên Kurdî û fotoyên kevn yên nivîskar, ronakbîr û hunermendan de sohbetên bi kelecan bi her awayî dom dikin. Ji meydana Qelatê, yanî ji pêşiya vê çayxaneyê jî bazarên kevn û girtî yên Hewlêrê bi her cure tiştî li benda danûstendinê ne, ku jê re Bazara Qeyserî dibêjin. Ku hûn çûn vê bazarê miheqeq herin li çayxaneya Mam Xelîl çayekê vêbixûn – lê ji bîr nekin: Ku hûn nebêjin “bê şekir”, nîvê îskana we tije şekir e.

'VÎ MILLETÎ BINGEHA ŞARISTANÎYÊ DANIYE'

Hema hinekî ji Bazara Qeyserî dûr, li ber Qelatê, bi qasî 9-10 kitêbfiroş jî li benda hezkiriyên kitêban in. Ku meriv ji Bakur be, li wir bi çavên xwe bawer nake: Girêgirên edebiyat, felsefe, sosyolojî û dîrokê tev li wir bi Kurdî cî digrin. Ji Aristoteles bigre hetanî Nietzsche û Arendt û Steve Jobs meriv rastî her cûre kitêbên 'bi zimanê çiya!' tê. Dîroknasên cîhanê bi 'zimanê qart û qurt' behsa hovîtiya Moxolan dikin; psîkolog ruhiyeta hovîtiyê her bi vî zimanî şîrove dikin. Şîdet çi ye, dagirkêrî çi ye, medeniyet û şaristanî çi ye – yê ku bi zimanê çiya dizane, dikare bersiva wan bixwîne û li deverên wek Enkawa, ku mehelleyeke Hewlêrê ye û tê de bi pirranî Cihû bi orf û adetên xwe bi aramî dijîn, nîşan bide, ku vî milletî bingeha şaristanîyê daniye.

Ku hûn ji bajêr û danûstandin û gerê westiyan, berî xwe bidin Parka Samî Abdurrahman (Ku tu nizanî ew kî ye, bisekine! Xwe binas!). Ev park di sala 2004an de li ciyê leşkeriya 5an yê Seddam Husên hatiye çêkirin û bi gul û darên xwe ciyê aramiyê ye. Li aliyê otela Divanê jî ji xwe re rûnên û qehweya Kurdî, 'Qehweya Kizwanan', vexwin. Ev qehwe di qirnê 20î de (li dora1930î) li Fransayê di bin navê 'Chicorée au Kurde' de dihat frotin; lê wek her tiştê me ew jî dû re bûye yê hinekên din û niha di bin navê 'qehweya Tirkan' de tê nasîn.

***

Min kîjan demî navê Bedirxaniyan bihîstiye, nizanim, lê ez pê e’yan im, ku ji bîst salî zêdetir e, çi di heqê wan de bibînim dixwînim û vidyo be, lê mêze dikim. Û meriv hatibe Hewlêrê, helbet meraqa Prensesa Kurd Sînemxan Bedirxan dike. Cara pêşî min berî çend salan ew li fuara kitêba ya Amedê li ser nigan dîtibû. Û îcar, di 23ê mehê de, di yanzdehê sibehê de ez dibim mêvanê wê. Xizmetkara wê ji me re, ji min û Îbrahim Xelîl Baran re, derî vedike û em dertên tabiqa jorîn û Prensesa Kurd li benda me ye. Piştî em destê wê maç dikin û di atmosfereke dîrokî ya Kurdî de cî digrin, qehweya me tê.

Tevahiya xênî mûzeyeke neteweyî ye. Sînemxan ji me re qise dike, em guhdarî dikin û dipirsin. Nav derbas dibin. Emîn Elî Bedirxan, Celadet, Kamûran... Rewşenxan û Cemşîd. Nûredîn Zaza... Cegerxwîn û Apê Osman Sebrî... Sûret û foto. Radibe, albûman nîşanî me dide. Her yek jê cîhanek bi serê xwe ye, lê ji bo milletên bi serketî. Milletên xwedî bîr û dîrok. Çawa ku xelekên dûmana cixareyekê fireh dibin û li hev dikevin, herwiha mijar û nav û çîrok jî wiha di nav hev de diçin û tên. Du seetan carna bi ken, lê pirranî xemgîn û li dû dinyayeke wendabûyî em diçin û tên.

Sînemxan behsa Nûredîn Zaza dike. Nûredîn Zaza dersê dide wê û Cemşîd û dibêje gava me şiîrên Cigerxwîn ji ber nizanîbû, hema şeqamek li rûyê me dida. Prensesa Kurda behsa mamê xwe Kamûran Bedirxan dike. Gava ew diçe Parisê ziyareta wî, apê wê Kamûran zerfekê dide wê. Sînemxan: “Min got qey pere ye. Ez gelek şa bûm. Min dît ku ji bo hatina min çarînek nivîsiye”. Û pê re hesir ji çavên wê dibarin.

Ro dibiriqe, ezman hêşîn e

Ewr û ewraz qet tu nî ne

Kî tê, kî tê li ser rê

Sînem-Xana delal tê

Û dû ra behsa wefata wî li nexweşxaneyê dike: “Welleh, bi Xwedê, Mamo serê xwe rakir. Min jî destên xwe dan ser milê wî û got ‘Eşhedû enla îlahe îllalah, eşhedû ene Muhemeden Resulullah.’ Tu berî xwe bidê, Mamo Tefsîra Quranê, Hedîsên Cenabê Pêxember derxistibû. Mamo gelek dîndar bû. Ewî digot: ‘Ez genc bûm, li wapûrê bûm, şerek min ligel yekî Tirk çêbû. Behsa dîn û diyanetê kir. Ji wê rojê min diyanet berda.’ Bes maye, min di umrê xwe de nedîtî yek miriye. Hema serê xwe danî û çû. Xuya bû dilê wî kelîmeya şehadet xwest. Hêêy Mamo.”

Li mala Sînemxan Xanimê gelek destxet, name û dokumentên dîrokî hene, ku yên wek wan li welatên din li mûzeyan cî digrin. Gava ew ji me re behs dike, Îbrahîm Xelîl mijarê tinê ser nebûna dewletekê.

***

Piştî em li Şeqlawayê Teşrîba Kurdî dixwin berî xwe didin çiyayê Korek û Rewandûzê. Gava di rê de em nêzîkî deşta Herîrê dibin, kelecaneke mezin min digre; dilê min di laşê min de nasekine. Lewra em di bajarê şairê mezin, Eliyê Herîrî re derbas dibin, ku Hezretî Xanî di derheqê wî de wiha dibêje:

Min dê ‘elema kelamê mewzûn

‘Ali bikira li banê gerdûn

Bînave ruha Melê Cizîrî

Pê hey bikira ‘Eliyê Herîrî

Mixabin him ji ber zulma zalimên ku li ser welatê me bi hespên rehwan dibezin, û him jî li nik me

Ilm û huner û kemal û iz’an

Şê’r û xezel û kîtab û dîwan

nebûne meqbûl, zana û ronakbîrên me ji xwe re êş û azar tenê kirine dost û heval; rola ku karibûne bilîzin, nikarîbûne bînin cî. Û di sala 2020î de jî li bakur berhemên Eliyê Herîrî wek kitêb nehatine çapkirin. Her tişt trawmayeke kûr e...

Herîr her ji ber zulma Sedam çendîn caran hatiye wêran kirin – ewqas zêde ku şkeftên wê jî talan û wêran kiriye. Niha avahiyên besît û beton bi rengê gewrê çilmîsî di nava deşteke mezin û rengîn de tenê ruhê meriv difetisînin. Bîreke dîrokî jî nîne ku wan avahiyan li gorî şêwe û mîmariya kevn bide ava kirin, da ku hafizaya wenda xwe di mîmariyê de nîşan bide.

Gava em dikevin bajarokê Herîrê strana Safî Hîranî (mamoste Şivan Perwer bi navê 'Pawanekanî' distrê) atmosfera ruhê me tewa dike; em jî bûne 'perwaneyî welatê xwe', teşiya me, êş û xweşiyê dirêse; hiriya wê zirav û qalin dibe, dil û mêjû di med-cezîrekê de diçin û tên:

Were ezîzim delalî ey gulî Şaxî Sefîn were

Canim desotî bi agirî to, were ezîzim were

Ax eman nazdarim tu dilşad î, min perîşan im were

Bangî le canekim bawer be dil perîşan im

Wek cîhan bûme perwaneyî to, ey hewar

Were were ey ezîzim were

Le dûrî to ya şêt û şeyda mam

Carî were hey canim çaw le rêka mam

Çavreşim wa were

Bênxweşim zû were

Emro ezîzim were

Ruhîşîrînim were were were

***

Ji Herîrê em derbasî Rewandûzê dibin. Rewandûz yek ji coxrafyayên herî balkêş e, ku min hetanî niha dîtiye. Gava min xwestibû ez werim Başur, ez dudilî bûm, ka biçim wir yan Emerîkayê û gava min Rewandûz dît, ev risteyên Melayê Cizîrî di mêjûyê min de xwe dubare kirin:

Ger lu’lu’ê mensûrî ji nezmê tu dixwazî

Wer şi’rê Melê bîn, te bi Şîrazi çi hacet

Ez van risteyan ji bo xwe diguherim û dibêjim:

Ger te Grand Canyon divê

Wer Rewandûz, Emerîka çi hacet

Gava meriv di şiverê û di nav gelî û çiyayan de 900 metreyî der tê jor, hîseke ku meriv nikare terîf bike, bi meriv re çêdibe. Çiya û gir û ewr xwe digihînin hev û nigê mirov ji erdê qut dibe. Paralelî rêya Hamiltonê Nûzelendî rêyeke xweş hatiye çêkirin ku ta navenda bajêr diçe.

Nava Rewandûzê bi xwe bi geliyê xwe jî pirr enteresan e. Mal û xanî carna li ser lêva girekî hatine çêkirin.

Mihemed Paşayê Rewandûzî bi peykerê xwe yê li ser hespê îhtîşama xwe ya dîrokî nîşan dide. Lê tişta herî baş peykera Husên Hiznî Mukriyanî ye, ku sifeta hezin/huzin li navê xwe kiriye. Li gorî rîwayetê peykerê wî her tim bi boyaxa reş tê boyax kirin, da ku ew sembola wî hilbijartiye tim were parastin.

Gutenberg ji bo Almanan çi be, Husên Hiznî Mukriyanî (1893-1948) ji bo Kurdan ji vê zêdetir e. Xizmeta wî ji gelê xwe re kiriye, beramberî nêçe partî û rêxistina ye. Zanayekî bêhempa û welûd û cesûr bûye. Çapxaneya ku wî ji Almanyayê wê demê aniye, wek perçeyekî ji laşê xwe bi xwe re li Helebê, Bexdayê, Slêmanî û gelek bajarên din bi xwe re gerandiye. Çapxaneya wî jî bi wî re koç kiriye. Belê, çapxaneya Koçber! Ku ew ji milletekî din ba, dê bi serbilindî niha çendîn kutubxane, dezgeh û zanko di bin navê wî de xizmet bikirana. Ji 17 kitêbên wî nivîsîne, hetanî niha li bakur tenê kitêbek jî nehatiye weşandin. De were bijî...

***

'DEHAQ ÇÛ EM HÊ MANE'

Barzan li Mêrgesor e û wekî gelek bajar û bajarokên din li ser bilindahiyeke 700 metreyî hatiye ava kirin. Ta ji salên 1960î vir ve ew der bûye hedefa dagirkerên axa pîroz. Di bin navê Enfalê de Dehaqê hevdem Barzan jî talan û wêran kiriye, li gorî UNICEFê 100.000 Kurd, lê li gorî çavkaniyên din li dora 180.000 mirovên me hatine kuştin. Rewşa me êdî rewşeke wiha ye ku qedr û qîmeta canên me tune û loma di îstatîstîkan de tenê reqem tên guhertin.

Li Barzan û Mêrgesorê ne tenê canê Kurdan, herwiha reng û xweşikiya wan jî tê talan kirin. Ji roja ku Sedam hema di yek derbekê de 8000 xort û mêrên ji eşîra Barzaniyan dikuje, jinên Kurdan êdî dev ji kenê jî û cilûbergên rengîn jî berdidin. Ji ber vê jî piştî ewqas sal meriv li devera Barzaniyan tenê rastî jin û pîrêkan tê; heznî ne û tenê cilûbergên reş li xwe dikin. Jinên Kurdan rengareng li xwe dikin, lê li Barzanê êdî dev ji rengîniya jiyanê berdane.

Li Barzanê li ber mezelê rehmetî Mela Mistefa Barzanî mirov dibe şahidê sadebûn û mezinahiya ruhiyeta kurdewar. Hevîrê ku wî çêkiribû êdî hêdî-hêdî tirş dibe. Li ser wesiyeta Rehmetî tirba wî, tirbeke sade ye û xwastiyê ew li ber nigê pêşmerge be. Her ji ber vê jî mezelê wî ji kulubeya pêşmergeyan nizimtir e.

Bi qasî du-sê kilometreyan ji mezelê Nemir Barzanî dûr, monumenta Enfalê heye. Divê em çi dikin, bikin van êşên xwe bidin kêlêka qirkirina Cihûyan li Almanyayê. Ku milletekî din di şûna me ba, wan niha nêçe film, rêzefilm, muze, şano û roman çêkiribûn. Lê...

Li bajarê Slêmaniyê (tercîha wan ya îmlayê ev e) jî her êş û trajedî di bîra me de ye. Parka Azadî, ku Sedam Kurd li wir kom kiribûn û kuştibûn û Mûzeya Emnî, yanê emniyeta wek îşkencexaneyê li wir kar dikir, nîşanên Enfalê ne. Çîroka Parka Azadî bi serê xwe mijara nêçe romanan e.

Slêmanî bajarekî paqij û çandî û hunerî ye. Nêzîkî Mizgewtî Gewre di bin siya peykerê Faîq Bêkes, Îbrahîm Paşa, Şêx Mehmûd Berzencî, Jina Azad de taşteya bi nanê tendûrê hinekî be jî, mirov ji êşên dîrokê diqetîne û tîne dema niha. Lê piştî seetek rê, li bajarê feqîr û xizan, li Helepçeyê li ber monumentê dengek di dilê min re derbas dibe: Dehaq çûn, em hê hene!

***

Dem birînan derman nake. Kurd trawma, êş û qolincên xwe wek mîras ji dêubavên xwe distînin û didin nifşên piştî xwe. Bi hêviya ku serkeftinên me zêde bibin û tenê ew ji nifşên piştî me re bibin mîras û mîrate.

***

Belê, xwe binas, bixwîne û bigere.

*Dr.