Sendroma Kurdistanê: Melankoliya Kolonyal (1)

Li Kurdistanê cihê ku patolojiya herî giran lê tê jiyîn Bakurê Kurdistanê ye. Sîstema mêtingehê ya ku bûye kronîk û bi kûr de çûye, li mêtingehê di nasname û kesayetiyên civakî û takekesî de krîzeke patolojîk afirandiye (melankoliya abadîn), her wiha li ba kolonyalîstan rewşa patolojîk ya zordestî û tundûtujîyê ye.

Google Haberlere Abone ol

Sharo I. Garip* [email protected]

Êzîdî me, Elewî me, Misilman im ne Kurd im!

Binyada kolonyal ya li Kurdistanê, ji têkiliyên civakî bigire heta bi binyada malbatê, trawmayên takekesî û kolektîv derxistin holê. Şerê ku di nava şert û mercên kolonyal de normalîze bûbû, di rewşa tundûtûjî û pêkûtiyê de halên ruhî yên nû jî hilberandin. Bi taybetî rewşa ruhî ya takekesên mêtingehê di rewşeke dureh (hybrid) de ye. Bi gotineke din jiyara normal û rojane bi xewnereşka kolonyal ya ku tê de tê jiyîn, cih guherandiye. Nasnameya xwezayî ya ku di pêvajoyeke dirêj de tûşî pêkutiyê bûye û bi ser de hatiye mûmîkirin û nasnameya ku di xanûmana kolonyal de hatiye ristin di herka jiyanê ya rojane de bi boranên dijwar û medcezîran ve bûye sedema Terabebûna Nasnameyî ya Kolektîv ("Dissociative Collective Identity Disorder") (Dell, 2006, R. 1-21). Bi taybetî piştî heyema dirêj û sext a asîmîlasyonê, di qad û serdemên gewr de yên ku tirûşa nasnameyê û verişîna nasnameyê hêçandine, mirov di nasnameyên kolektîv de dikare rastî dudiliyên micid û tengezariyan bê.

Ji bo neqilkirina rûxana sincî û ruhî ya li Kurdistanê Sendroma Stockholmê têrî nake ku amaje bi halê ruhî yê hezkirina ji neyarê xwe dike. Digel vî qasî li her metropoleke cîhanê mirov pêrgî psîkozên cuda dibe; Sendroma Venedîkê, bajarê ku herî zêde turist lê întîhar dikin, Sendroma Parîsê, bajarê ku mirov dibêje qey li her quncikê wî her tişt xweş û geş in. Ji van hemû sendroman hin perçe di nava kurdan de jî tên dîtin (li ser meseleyê li ba kurdên ku li Îzmîr û Stenbolê dijîn Sendroma Parîsê heye) lê belê sendroma giştî ya ku em dikarin wekî Sendroma Kurdistanê bi nav bikin bêhtir nêzî Sendroma Borderlineyê ye.

Sendroma Kurdistanê; ziyana rastiyê ya ku her ji bo xwe cîhaneke sentetik saz dike, ya ku zirarê dide xwe, tengezariya nasnameyê û halê ruhî ya ku di heman demê de nefret û hezjêkirina kujerê xwe di xwe de dihewîne û rewşa biyanîbûna li xwe ye. Kurd, bi dehfdana domdar ya derhişî ya xewnereşkên ku dijîn re rewşeke ku mirov dikare weke Amneziya Epîdemîk bi nav bike dijîn. Li ser meseleyê; piraniya kesên ku ji komkujiya Dêrsimê filitîne Elewî; piraniya kesên ku ji wehşeta Şengalê filitîne Êzîdî; piraniya kesên ku li cihên wek Çewlig, Agirî, Diyarbekir, Elezîz û Erzeromê jî dê bûbûna Misilman, bes careke din bi ti awayî dê nebûna kurd.

Li vê selexaneya mirovan de carinan dê û bav li qetla zarokên xwe carinan jî zarok li qetla dê û bavên xwe naçar dimînin ku bi çavên serê xwe temaşe bikin. Helbet ne pêkan e ku mirov hêviya li saxlemiya vê civakê bigire. Zarokên ku li kelefeyên felaketa kolonyal û şerî de bîr bi xwe birine, ji ber ku nikarin tiştên ku hatiye serê wan bi pratîkên azad û bê şer re berawird bikin normalîteyeke din nas nakin; rewşa şer û tundûtijîyê normal dibînin û li rêyên adaptasyona wê yekê digerin. Xorebûn û pêkutîlêbûn dibin sedema bergirtîbûn û melankoliyê. Mêtinkar gelekî kêfweş in ji melankoliya kolonyal ya ku ji berê de hatiye raber kirin û programkirin; çinku ev melankolî pasîftî û bendewariyeke veşartî ya ji efendiyê dihewîne. Di şert û mercên îroyîn de pratîkên girtîgehê yên hatine îdealîzekirin û teoriyên mibalexeyî yên berdêldayînê jî berhemên vê melankoliyê ne hinekî. Mêtinkar bidestdanîna li ser vê melankoliyê, bi amûrên têvel (li ser meseleyê rêzefîlmên televîzyonê) vê melankoliyê jinûve hildiberîne (ev melankolî berê kurdan dide xelaskerekî (Mesîh) û qederparêziyê).

.

Mixabin kurd dê bi ti awayî bi ser gramera kolonyalîzmê venebin û ev fanteziya kolonyal dê her bi ûcba vî tiştî nû bibe. Nifşên ne ji bo welatê xwe lê ji bo metropolên mêtinkaran, ji bo Îzmir û Stenbolê nû dê heyranî û hezkirinên xwe veneşêrin. Têkiliya kurdên ku bengî ne bi metropolên Tirkiyeyê, bi dibistanên wan, bi zimanê tirkî û parlamentoya wan re, ji hêla têkiliya di navbera bindest û serdestan re nîşaneyeke ibretê ye.

Modeya bizavên siyasî yên tirkan ku kurd jî di nav de ne, bi gotina George simmel, bi azwerî û dilbijîna yên kolonîzebûyî ji bo kolonyalîstan çêl fonksiyona fermanrewatiyê ya modayê dike. Ev yek di heman demê de tê wateya hêviyên nepenî û tirsa biryar negirtina bindestan ya bi tena serê xwe jî. Tezên ku bênavber tên pompekirin yên wek “kurd bê tirk, tirk jî bê kurd nabin” jî tesîra narkoz û hetta ya rajêriyê nîşan dide. Bîrereşiya kurdan ya ku piştî gelek salan neviyên  Înonu û Sidika Avarê jinûve ji bo xwe weke efendî hildibijêrin nişan dide bê ka karxaneyên mêtingehê yên ku aqlê protez li wan tê hilberandin çiqas xwedî bandor e. Welatîbûna kolonyal ya Komara Demokratik jî yek ji wan modayên dawî ye ku derpêşî bazarê bûye. Ev tezên ku ji bo dijkolonyalîzmê hatine hilberandin, ji bo rê li ber girtina hişmendiya kurdî ya ku bi pêş dikeve ye. Melankoliya perok (fanteziya terbiyekirina efendîyan wek bendewariyek (iluzyon)) ya ku yek ji wan mînakên herî baş yên demên dawî ye îhtîmal e ku vê yekê dibîne: li serhildanên kurdistanê polîs û leşker dê çekên xwe daynin û xwe bidin hêla xwepêşanderên kurd. Vegera ji bo daristana azad rehettir tê dîtin ji dilxweşkirina bi melankoliya ku îluzyona negengaziyê ye. Di rastiyê de li paş vê îluzyona ku ketiye dilqê teoriyê tirsa jixwenebaweriyê heye.

Kolonyalîstên ku pisporên Anasteziya Civakî ne, gelekî baş tecribe kirine bê ka bindestan li kû derê di asta mîkro û makro de tûşî felcê bikin. Ev rewşa ku em dikarin wê wek Anasteziya Ruhî pênase bikin, mirovên mêtingehê aniye asteke wisa ku êdî hema bibêje bi wehşeta heyî nahesin. Halê ruhî yê mêtinkaran ku dibêje me giş tawan kiriye lewma em ti kes jî ne tawanker in û ya mêtinbaran ku dibêje li gor ku em hemû bindest in kes ji me ne bindest e, vediguhere rêgeza xwe razîkirinê (xwe xapandinê). (Hipnoza kolektîv-rehaweta îtaetê). Hemû mekanîzmayên vê Hîpnoza Kolektîv, bi rêya daxilîkirina kolonyalîzmê bi awayekî sîstema kolonyal û kolonîzatorê meşrû û nedîbar kiriye. Li Kurdistanê sefalet û xerabî bi tenê nebûye tiştek ji rêzê, ew di heman demê de bûne anonîm jî.

Kolonyalist, ji hêlekê ve tundûtijiya xwe bi qanûn û nirxên moral ve meşrû dike û ji hêleke din ve jî bi xêra pîşesaziya fanteziyê bênavber propagandaya bi tawaniya yên bûne qurban dike. Kolonîzator tundûtijî-wehşetê û dibistanên terbiyeyê weke norm û qudreta şerefê jinûve pênase dike. Li ser meseleyê biker dibêje, “em bes işkenceyê dikin lê belê hûn mirovan dikûjin.” Li gor kolonyalîstan şikence û felaketa ku qurban dijî dîsa ji ber qurban bi xwe ye. Ev psîkolojiya tawanbariyê ya ku bi qurban re çêdibe, berê wî dide ku her bêgunehkarî û qencbûna xwe li hember efendiyê biselmîne. Car caran di dibistan, girtîgeh, mehkeme an jî rêzefîlman de em rastî kiryarên wekî şefqetê yên efendîyê tên; lê belê şefqeta sexte û bi jehr ya ku efendî nişan dide, ji amraza xwedîkirina şanazbûn û melankoliyê pê ve ne tiştek e (Cîbran, 1999, r. 76).1

Li Kurdistanê cihê ku patolojiya herî giran lê tê jiyîn Bakurê Kurdistanê ye. Sîstema mêtingehê ya ku bûye kronîk û bi kûr de çûye, li mêtingehê di nasname û kesayetiyên civakî û takekesî de krîzeke patolojîk afirandiye (melankoliya abadîn), her wiha li ba kolonyalîstan rewşa patolojîk ya zordestî û tundûtujîyê ye.

GİRÎNGİYA MEKAN Û METNÊ

H. Lefebvre dibêje ku rabêja ku çêl mekanê nake valahiyeke xedar e, çenebazî ye (Lefebvre, 2004, r. 153). Divê mirov metnê jî li vê zêde bike. E. Hobsbawm jî dibêje dibe ku teorî carinan dibe sedema rûxandinên pir mezintir ji bombeyên ku IRA bi kar tîne. Teoriyên ku ji kolonyalîzmê hatine deynkirin li Kurdistanê dibin sedema deformasyonên xedar. Dîroknûsiya kolonyal û teoriyên mêtinkariyê yên ku di asta ramanî de ji bo qadên fikirîn û jiyana binecihan hatiye honandin, di asta dîtbar a çand û hunerê de mekanîzmayeke rûxandinê ya bi fenekiyên zirmezin mişt hildiberîne. Biratiya Tirk û Kurdan ya ku weke humanîzmayeke mêtinkariyê hatiye teorîzekirin, maskeyek e ku ji bo nixumandina tawanbariya tecawizên erjeng hatiye hilberandin.

Kurdê ku ne bi tenê gorên wî lê di heman demê de bîra wî û cihana wî ya fikrî jî bi giştî hatiye talankirin an xwe diavêje bextê efendiyê xwe an jî li pey wê xeyalê ye ku ew ê dê rojekê efendiyê terbiye bike û rizgar bibe. Lê belê efendî, nayê terbiyekirin, bêhtir ew terbiye dike. Payîn û evîna nepenî ya wan kesên ku ji perwerdehiya sîstema kolonyal derçûne, melodramayeke trajîkomîk û melankoliyeke rajêriyê ye. Weke ku Fanon dibêje, mirovên mêtingehê berê pêşî divê bi redkirina daxîlîkirina statû, kesayetî û nasnameya kêmxistî ya ku kolonîzatoran ji bo wan fesilandiye û bi çavên kolonîzatoran nihêrîna li xwe, dest bi têkoşînê bike. Divê mekan û metnên wek Tirkîyeyîbûn, niştimanê hevpar, biratî, Anatolîtî û hwd yên ku kolonîzator ew hilberandine red bike. Evana koordînatên nû ne ku mêtinkariya nû ew ji bo berdewamiya desthilatî û raseriya xwe diyar kirine. Ji bo vê divê di asta mîkro û makro de hişmendiya neteweyî weke amraza berevaniyê were bipêşxistin. Di têkoşanên civakî de tişta diyarker ji amrazên ku têkoşîn bi wan hatiye kirin zêdetir hişmendî ye (multiplier effect of consciousness/Bandora Carînê ya Hişmendiyê).

Weke gotina dawî mirov dikare bibêje ku kolonî, weke baxçeyekî ajalan e ku hatiye veguheztin ji bo sîrkê, lê belê meymûnê ku li pişt caxan li gel her tiştî car caran bi bêriya daristana azad dijî. Mirovê mêtingehê jî di rêgeha tansiyoneke bilind de bêhizûr û bêçareye. Di ser de xeyalên wî jî hatiye dagirkirin, daristana ku dê vegere jî tê şewitandin. Ji bo xerakirina vê sêhra kolonyal pêwîst e mirov her dem daristana wî ya azad bîne bîrê û pê bide bawer kirin ku ew ne bêçare ye. Ango bi awayê teorîk pêwîstî bi Hilweşangeriyeke Kolonyal heye.

Kürdistan sendromu: Kolonyal melankoli (1)Kürdistan sendromu: Kolonyal melankoli (1)

(1) Khanna, R. (2003). Dark Continents. Duke University Press.

(2) Yek ji wan mekanîzmayên ku meşrûiyetê saz dike jî ev rewş e.

Çavkanî

Cibran, H. (1999). Fırtınalar. Kaknus Yayınları.

Dell, P. F. (2006). A New Model of Dissociative Identity Disorder. Psychiatr Clin N Am .

Lefebvre, H. (2014). Mekanin Üretimi. Istanbul : Sel.

Khanna, R. (2003). Dark Continents. Duke University Press.

*Dr., Zaningaha Köln Instuta Orientalizm