Mêrxasekî Kurdên Gurcistanê: Keremê Anqosî

Radyoya Kurdî, di civaka kurdên Gurcistanê de yek ji wan sazî û dezgehan e ku xwedî qedir û qîmeteke mezin e. Ji ber vê yekê civaka kurdên vî welatî, heta roja mirina wî jî –ku hefteya borî 1-ê Cotmehê li Tiblîsa paytexta Gurcistanê xatir ji me xwest- hurmeteke mezin nîşanî Keremê Anqosî da.

Google Haberlere Abone ol

Salih Kevirbirî[email protected]

“Vira Tbilîsî, Radyoya Gurcan, Radyoya Duduyan. Bernama Ronkayî. Weşana deng û behsan û muzîkê bi zimanê kurdî… Guhdarêd hêja, niha guhdariya deng û behsên hefteyê bikin. Çawa hate elamkirinê, di Parlamenta Gurcistanê de ji bo di lênihêrandina guhestina di komîsyonan de cih bigirin hefteya bê civînek dibe. Ev guhestin wê pêşî di komîteya hiqûqê de bê nirxandin… Şanda Gurcistanê li Kongreya Amerîkayê û Senatoya Dewletê de çend hevdîtinên girîng pêk anîn…

Dema çend sal berê li Tiblîsa Gurcîstanê bibûm mêvanê wî, li Beşê Kurdî Yê Radyoya Gurcistanê tevî kedkar û bêjera hêja Bella Stûrkiyê bi vê anonsê pêşwazî li min kiribû Keremê Anqosiyê nemir.

Hîmdar û danerê Radyoya Kurdî li Gurcistanê Keremê Anqosî, Ji 1978-ê heta 2004-ê, di Beşê Kurdî yê Radyoya Gurcistanê de kesê sereke ye…

Piştî girtina radyoyê bo maweya sê salan, dawiya sala 2007-ê, bi navê ‘Radyoya Ronkayî’ careke din dibêje; “Dema we xweş guhdarên ezîz!”

29-ê Îlona 2012-ê, Beşê Kurdî 35 saliya xwe pîroz kir û îro ev radyo êdî 42 salî ye.

Radyoya Kurdî, di civaka kurdên Gurcistanê de yek ji wan sazî û dezgehan e ku xwedî qedir û qîmeteke mezin e. Ji ber vê yekê civaka kurdên vî welatî, heta roja mirina wî jî –ku hefteya borî 1-ê Cotmehê li Tiblîsa paytexta Gurcistanê xatir ji me xwest- hurmeteke mezin nîşanî Keremê Anqosî da.

Keremê Anqosî, sala 1937ê li Tiblîsa Gurcistanê, di maleke penaberên Bakurê Kurdistanê de ji dayîk dibe…

Ew bixwe, wekî piraniya kurdên Gurcistanê ji malbateke kurdên êzîdî ye.

Gava min jê xwestibû ku behsa malbata xwe bike, Apê Kerem bi bişirîneke xweş wiha gotibû: “Dê û bavê min xelkê Wanê ne. Ji Turkiyê, ji gundê Seydîbegê. Eşîra me êzdiyên Welatê Wanê û Welatê Qersê, mecbur man terka cihê xwe, welatê xwe bikin û derbasî Qefqasyayê bibin. Yanî derbasî Ermenistanê û Gurcistanê bûn. Ew her du dewlet wî çaxî di bin deste Împaratoriya Rûsan de bûn. Veca pêşiyên me jî, êl û eşîrên me xwe avêtin hewara Rûsan. Paşê jî hatin li vir bi cih bûn. Piştî wê yeke Hikûmeta Sovyetê hate îlankirin û sînorê di navbera Sovyetê û Tirkiyê de hate girtin. Lewma jî mezinên me êdî nikaribûn careke din vegeriyana cihên ku jê hatine. Lê bêriya gundên xwe, beriya çiya û zozanên xwe, bêriya kaniyên xwe, hewa xwe dikirin û vê bêrîkirinê bi xwe re birin heta gorê.”

Gurcistan yek ji wan welatên e ku di rojên belengazî, perîşanî û koçberiyê de hembêza xwe ji kurdan re vekiriye. Lewre badilhewa ji Ermenistan û Gurcistanê re negotine; ‘Kurdistana Pêncemîn û Şeşemîn.’

Ev welatê li Başûrê Qefqasyayê, dikeve keviya rojhilatê Behra Reş. Navê wê yê fermî Komara Gurcistanê ye. Gurcistana ku yek ji komarên Yekitiya Sovyetê bû, dikeve başûrê Rûsyayê. Behra Reş sînorê rojavayê welêt diyar dike. Li rojhilat Azerbaycan, li başûr Ermenistan û li başûrê rojava jî Tirkiye cînarên Gurcistanê ne.

Li gorî îstatîstîkên fermî yên sala 2009-ê, li Gurcistanê 4.260.000 kes dijîn. Ji sedî 83.8-ê nifûsê ji gurciyan pêk tê. Azerî, ermenî, rûs û kurd çend komên etnîkî ne ku jiyana xwe li Gurcistanê derbas dikin.

Îro li Tiblîsa paytext, bêhtirî milyonek û 500 hezar kes dijîn. Tiblîs ji berê ve navendeke bazirganî û rewşenbîriyê bûye û di serdema Împaratoriya Rûsya û Yekitiya Sovyetê de bajarekî herî girîng ê siyasetê bûye.

Kurdên Gurcistanê yek ji wan komên diyasporaya kurdan in ku di destpêka sedsala 20-an de ji Welatê Serhedê hatine nefîkirin û koçberkirin. hatine nefîkirin û koçberkirin. Ji berê ve û niha jî piraniya kurdan li bajarê Tiblîsê hêwirîne û li vî bajarî tevî gurc, ermenî, rûs û neteweyên din, jiyaneke asûdeyî meşandine. Îro beşeke ji nifûsa kurdan ji bilî Tiblîsa paytext, li bajarên Rûstavî, Telavî û Batûmê jiyana xwe berdewam dikin.

Werin em dev ji her tiştî berdin û bi tenê guh bidin Keremê Anqosî bê ka bi çi awayî behsa xwe ji me re dike: “Keremê Anqosî sala 1937-ê, 10-ê Cotmehê, yanî meha 10-ê li bajarê Tiblîsê ji diya xwe bûye. Halê me wî çaxî zehf xerab bû. Min çend xwişk û birayên xwe winda kirin. Lê Xwedê hez kir, ez sax mam. Jixwe ez bixwe li Tiblîsê ji diya xwe bûme. Ehle vê derê me. Tevî cıvata gurcan, rûsan, ermeniyan, eceman û asûriyan ez mezin bûm. Min bi tevahî zimanê wan zanibû. Em dost bûn, me hevaltiya hev dikir. Em hemû birçî bûn! Em hemû jî rût û tazî bûn! Çênabe em bibêjin, kurd tenê birçî bûn. Sole me, halê me tunebû. Temamiya miletê Sovyetê, beriya Şerê Alman, beriya Şerê Hîtler hemû jî di tunebûnê de bûn.”

Keremê Anqosî ji roja destpêkirina jiyana dibistanê heta dawiyê, xwendineke serkeftinî kiriye. Sala 1956-ê, li bajarê Tiblîsê dibistana navendî bi madalya zêrîn temam dike û dikeve çavên hemû mamosteyên xwe.

.

Jİ XWENDİNÊ GELEKÎ HEZ DİKE...

“Min ji xwendinê pir hez dikir. Nizanim çima? Ez ketibûm wê derde, kal bavê min, mezinên min, xizmên min, pismamên min hemû nexwendî bûn. Bi zimanê hikûmetê nizanibûn, danûstandina bi dewletê re nizanibûn. Min jî got divê ez bixwînim. Zimanê dewletê jî hîn bibim, pêş jî bikevim, bila navê me jî derkeve. Bila navê miletê me jî hebe, xwediyê miletê me jî hebe. Min di mekteba gurcî de pir baş dixwend. Kesê herî baş, nîşanê ‘5’ ji wan re dinivîsandin. Min mekteba xwe ya 11 salî, bi nîşanê ‘5’a derbas kir û medalyaya zêr jî pêşkêşî min kirin. Eva cara ewil bû ji nava kurdên me yên Gurcistanê kesek rabe û mekteba xwe ya navîn, xwendina xwe ya 11 salan, mekteba gurcî bi medalyaya zêrîn xelas bike.”

Zîrekiya wî ya li ser xwendinê, dike ku çend sal paşê di Zankoya Dewletê de bikeve Fakûlteya Fîzîkê. Salek paşê xwe li Fakulteya Rojhilatnasiyê dibîne û ev fakulte jî bi serkeftinî temam dike. Anqosî, sala 1963-yê dibe laborant û paşê jî di warê zanyariyê de dixebite.

Keremê Anqosî piştî temamkirina mekteba xwe, li Unîversîteya Tiblîsê Fakûlteya Fizîkê dixwîne. Matematik, fîzîk û kîmya pir baş dizane. Dixwest kare xwe li ser fîzîkê bike. Wê gavê fikra wîe li ser kosmosê û astronomiye heye. Lewma dixwest fîzîk û astronomi bixwîne. Kêfa wî jê re hatibû. Lê piştî ku salekê li wir dixwîne, dixwaze here li Moskovayê bixwîne. Li Unîversîteya Moskovayê ya bi navê Lomonosovê! Lomonosov Unîversîteyeke herî mezin e li Sovyetê. Li wê derê tê qebûlkirin jî. Vedigere Tiblîsê û ji bavê xwe yê rehmetî re dibêje: “Bavo ka perê riya min bide, ez herim Moskovayê bixwînim. Ewê cihê razanê jî bidin min, her meh meaşekê jî bidine min.”

Lê ev daxwaza wî pêk nayê. Wiha behsa vê meselê dike: “Bavê min ji aliyê dîn ve pir şikestî bû. Ola me ola êzdiya bû, bavê min ji alî dîn ve pir şikestîbû. Xof û rehma şêx û pîran li ba wî hebû. Rabû gazî şêx û pîrê mala me kir. Hatin. Bavê min got, ‘Hûn çi dibêjin? Kerem dixwaze here Moskovayê bixwîne.’ Ji bavê min re gotin, ‘Na mirîde Zahir, nabe! Xwendin ji me êzdiyan re guneh e. Nehêle! Wê Kerem here ji dîn derkeve! Wê bibe Ûris.’ Bavê min jî nehişt ez herim bixwînim…”

Dİ AVAKİRİNA HER SAZÎ Û DEZGEHÊ DE KEDA WÎ HEYE

Li Gurcistanê tu sazî û dezgehên kurdan nemane ku Keremê Anqosî tê de kar nekiribe! Di saziyên bi navê Yekitiya Mamosteyên Kurd, Yekitiya Parlamênterên Kurdên Gurcistanê, Komeleya Wênekêşên Kurd, Zankoya Gelêrî ji bo Niştecihên Kurd de, wekî endamekî çalak kar kiriye. Piştî avabûna “Yekitiya Êzîdiyên Gurcistanê”, demekê serokatiya wê dezgehê dike û “Navenda Dînê Êzîdîyan“ ava dike. Anqosî, avakarê Yekîtiya Ronakbîrên Kurdên Gurcistanê ye û gelek caran ji hêla Dewleta Gurcistanê ve hatiye xelatkirin. Keremê Anqosî dema xwendekar e, xebata gencan û xwendekaran birêve dibe û heta sala 1975-an serokatiya wan dike. Sala 1979-ê dikeve Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Gurcistanê û heta sala 1991-ê dixebite.

Bi serbilindî dikarim bibêjim ku Keremê Anqosî gelek berhemên hêja li Kitêbxaneya Kurdî zêde kirine. Va ye ji zar û zimanê xwe behsa vê yekê jî dike:

“Wele min çend kitêbên zanyarî jî amade kirin. Ez bixwe ilimdar im, zanyar im, rojhilatnas im û ji bo ziman, edebiyat, tarîx û ola êzdîtiyê divê kitêb bihatana amadekirin…”

Keremê Anqosî, di nava Kurdên Gurcistanê de, derbarê ziman, edebiyat, dîrok, etnografya, folklor û êzdayetiyê de wekî kesekî pispor tê naskirin. Anqosiyê ku xwediyê gelek kitêb û gotaran e, endamê “Yekitiya Rojnamegerên Gurcistanê” bû.

Sala 1999-ê li Tiblîsê, bi navê “Gelawêj” yekem rojnameya kurdî ya li Gurcistanê jî ew bixwe derdixe û serpereştiya wê dike.

DU KİTÊBÊN Lİ BER DİLÊ WÎ PİR ŞÊRÎN

.

“Du kitêbên ku ji bo min gelek girîng in. Yek ji wan, min ji bo 100 saliya jidayîkbûna Mele Mustefa Barzanî amade kir û çap kir. Piştî wê kitêbê min dît ku xwendin û zanabûn ji miletê me re lazim e û divê zimanê xwe ji bîr nekin. Min li ser du zimanan elifba zimanê kurdî çêkir. Bi kurdî û gurcî û kurdî û rûsî. Piştre min dît ku nifşekî nû radibe, divê welatê xwe û silsileta xwe ji bîr neke, ji ku dera Kurdistanê hatine, gundê wan kîjan e, rabû min kitêbek amade kir. Min navê wê jî danî; ‘Êl û Berekên Kurdên Êzdî, ji Kafkasyaya Başûr û Almanyayê.’ Piştre min li ser ola êzdîtiyê 4-5 kitêb û berevokên qewl-beyt û dûa-dirûzgên êzdiyan çêkirin. Piştre min li ser folklora kurdî jî kitêb amade kirin. Min çend kitêbên şiîran amade kirin. Ev temam xebatên zanyariyê ne. Ji bo edebiyata kurdî jî min kitêb nivîsîn. Min ew bi kurdî û rûsî amade kiribûn…”

Li Gurcistanê gelek keç û xortên kurdan hene ku Keremê Anqosî perwerdehî û dersa zimanê kurdî daye wan. Ji bo gelek ciwanan, Anqosî qehremanek e. Her dema derfet û mecal dikete destê wan, dihatin cem wî û çawa ku hevalê hev bin sohbetên dûvedirêj dikirin. Bi qasî min dît û min seh kir, ne Anqosî ji sohbeta ciwanan, ne jî ciwan ji sohbeta Anqosî têr dibûn…

Keremê Anqosiyê “Xortê 82 salî” 3 salên navberê ne tê de- 42 sal ked û emegeke mezin ji bo radyoya kurdî da. Anqosî, ji bilî birêvebirina weşana radyoyê, “fonda zêrîn” a stran û kilamên kurdî jî, bi têra xwe dewlemend kir û heta dawiya emrê xwe jî kir…

Heval û hogirên wî yên li ser karê radyoyê, herdem bi hurmet behsa wî dikirin. Zurab Dvali û İrma Osia çend sal berê bi van hevokên li jêr behsa wî ji min re dikirin...

ZURAB DVALİ - SEROKÊ BEŞÊ WEŞANÊN KÊMNETEW:

“Ji bo min şanaziyeke mezin e ku behsa Keremê Anqosî bikim. Ew bixwe di Radyoya Fermî Ya Gurcistanê de avakarê Beşê Kurdî ye. Ne tenê civata kurdên Gurcistanê, her wiha gelê Gurcî bixwe jî qedrê wî baş dizane. Anqosî derdkêş û xizmetkarekî gelê kurd e. Keremê Anqosî ne tenê ji bo radyoya kurdî, her wiha ji bo şano û çanda kurdî, ji bo avakirina komên stran û reqasên kurdî jî karekî giranbiha kiriye. Tevî Keremê Anqosî, ez dixwazim spasiyên xwe yên taybet pêşkêşî xanima hêja Bêlla Stûrkî bikim ku ji destpêka radyoya kurdî heta niha karekî giranbiha kiriye û hê jî dike...”

İRMA OSİA - BERPİRSA BEŞÊ WEŞANA ABXAZÎ

“Ne tenê ji bo xebata wî ya hêja, em ji bo merivantiya wî jî ji Keremê Anqosî zehf hez dikin. Ew rewşenbîrekî serkeftî ye. Nivîskarekî berhemdar e. Gelek berhem û kitêbên wî li zimanên din hatine wergerandin. Xizmeta civata kurdan dike. Qedrê însanan baş dizane. Keremê Anqosî bi rastî jî kurdekî welatperwer e. Her dem behsa kurdan ji me re dike. Li ser kurdan gelek tiştan fêrî me kiriye. Anqosî ji karê xwe zehf hez dike. Kerem li ser kar wekî zarokan şa dibe… “

Anqosiyê ku gelek caran dersa kurdî daye zarokên kurdan, bavê du zarokan e: “Dema ez zewicîm 29-30 salî bûm. Min jina xwe carekê dîtibû. Keçeke pir baş, maqûl bû. Ew jî xwende bû. Mûhendis bû. Li enstîtuya mûhendîsiyê dixwend. Me hev nas kir. Min ji bavê xwe re got. Bavê min jî ji diya min re got. Ew jî ji eşîra Anqosiyan bûn. Bi hev re xeber dan. Bi hezkirin me daweta xwe kir. Lê bavê min nedît. Rehme li mirîyên we be, bavê min negihîşt daweta min. Wexta bavê min çû jina min nişan kir, rojek paşê bavê min rehma Xwedê kir. Her gav bavê min digot, ‘Hema ez te bizewicînim, paşê dimirim jî bila bimirim!’ Lê mixabin, bavê min ez zewicandim, lê daweta min nedît… Heta niha jî va êdî çend sal in, ji sala 1970-yî ve em jin û mêrê hev in. Du zarokên me hene. Her du jî keç in. Qîza min a mezin Medîne li vê derê Akademiya Sporê xwend, li Almanyayê antronora jimnastîka jina ye. Qîza min a biçûk Gûlçîn hiqûqnas e. Li Almanyayê dimîne û parêzeriyê dike…”

Keremê Anqosî ne tenê rojnameger, nivîskar û weşangerekî kurd e. Her wiha ew awazdanêr û stranbêjekî baş e jî. Bi navê, Koma Kilam û Qeqasên Gelêrî, Govenda Kurdî, Oy Narê, Koma Zarokan a Stran û Govendê, çend komên kurdî yên folklorî ava kirine. Ji zarokatiya xwe heta niha beşdarî gelek şahî û civatên çandî û hunerî bûye, pêşkêşvaniya şev û organîzasyonan kiriye û bi dengê xwe yê xweş beşdaran coşandiye…

Helbet ne tenê ji bo kurdên Gurcistanê, Keremê Anqosî ji bo kurdên Ermenistanê jî xwedî qedrekî mezin e. Rehma Xwedê li herduyan jî be, Emerîkê Serdar û Egîdê Cimo ji wan du kesên sereke û naskirî bûn ku bi dostaniya Keremê Anqosî razî bûn. Helbet min ji wan jî xwestibû ku ew behsa wî heval û hogirê xwe bikin:

EGÎDÊ CİMO:

“Keremê Anqosî denge wî jî zehf xweş bû. Kilamên Kurdistanê û kurdîtiyê gelek şîrîn digot. Komên wî hebûn, ew bixwe jî derdiket kilam digotin. Wî gelek qedrê min digirt, çawa ku sazbendekî dile wî me, ji min hez dikir. Ji bo min gelek şîrîn xeber dida. Di şahî û êvariyan de, digot, ‘Egîdê Cimo ji Radyoya Yêrevanê, serçavê me re hatiye!’

EMERÎKÊ SERDAR:

“Wexta gotin tê ser çanda kurdên Gurcistanê, beriya hemû tiştî navê Keremê Anqosî tê ser zimanê me. Rastî jî xebateke wisa tuneye ku tê de ked û emega Keremê Anqosî tunebe. Kerem bi temamî xwe pêşkêşî çanda me kir, zargotina me kir; dîn, hînbûn û dînê êzdiyan kir. Gelek xebatên Keremê Anqosî hene derheqê dînê êzdiyan de. Ew gelekî rind wî dînî zane. Wisa zane ku gelek şêx û pîrê me nikarin bersiva Keremê Anqosî bidin. Lewma jî gelekan lê kirine înad. Jê re xerabiyê dikin, dijminatiya wî dikin…”

KOMA DÎLAN PAŞÊ JÎ KOMA WETAN

Sala 1975-an, gêncên kurdên Gurcistanê biryar didin ku komeke rock-a kurdî ava bikin. Keremê Anqosî pêşengiya vî karî dike. Kompozîtorê Kurd Qadir Dîlan, wê gavê li Pragê dijî, ji meselê haydar dibe. Bi Keremê Anqosî re dikeve têkiliyê û danûstandineke baş pêk tînin. Piştî van têkiliyan serpêhatiya Rock-a Kurdî, Koma Dîlan û Koma Wetan derdikeve holê. Fermo ji devê Keremê Anqosî serpêhatiya Rock-a Kurdî û van herdu koman:

“Ji bo xatirê navê kompozîtorê kurd ê mezin Qadir Dîlan ku li Pragê dijiya, me navê komê kir ‘Dîlan.’ Dîlan yanî govend, reqs û stran û kurdî dibêjin. Navekî pir xweş bû, me navê komê danî Dîlan. Piştî du salan, lawikê komê bi hev ketin, hinek çûn yên teze hatin. Paşê ji hev belav bû çû. Keremê Gerdenzerî paşê di mala xwe de, çend heval berhev kirin komeke rockê çêkirin li ser hîmê Koma Dîlan û navê wê kirin Koma Wetan…”

Ew xwediyê gelek helbestan e ku paşê bûne stran û kilam û li seranserê dinyayê di nav kurdan de deng vedane. “Lêxin Birano Lêxin” yek ji wan berhemên bêhempa ye ku heta niha jî piraniya kurdan nizane awazdanêr û xwediyê vê helbest û stranê Keremê Anqosî ye…

Hefteya borî movikek ji pişta gelê kurd şikest!

Oxira te ya xêrê be Apê Kerem! Keda te tu caran nayê jibîrkirin...

Ji bo tirkî vê lînkê bi tikînin