Enfeksiyonên grîbal (Gribal enfections)

Ji bo mirov nexweş nekeve hewce ye li xwe miqate be. Xala herî girîng jî wekî em pir î caran dibêjin û dibihîzin; parastina ji nexweşiyê ye. Tedaviya herî mezin jixwe pêneketina nexweşiyê ye.

Google Haberlere Abone ol

Em di payizê de ne û berî li zivistanê ye. Tam dema enfeksiyonên grîbal e. Ji ber vê jî bi giştî ez dixwazim qala enfeksiyonên grîbal bikim û li ser xalên girîng bisekinim. Ez ê mijarê bidim hev û bi pêşniyaran xelas bikim.

Di serî de navê nexweşiyê ez dixwazim zelal bikim. Bi kurdî ji bo grîbê Zekem, Hal, Bapêş, Bahor, Sermagirtin tên gotin. Ez ê di vê nivîsa xwe de “Grîb”ê bikar bînim ku navê nexweşiyê yê bêtir tê zanîn e.

Grîb ji ber vîrûsa Înfluenzayê çêdibe. Bi piranî jî Cûre A û Cûre B yên Vîrûsa Înfluenzayê dibin sedema nexweşiyê. Her çiqas parzaya (aşî) ji bo înfluenzayê hebe jî her sal vîrus xwe diguherîne û dîsa nexweşiyê çêdike. Kesên parzaya înfluenzayê dibin ji sedî 70-90 bi nexweşiyê nakevin, nexweş bikevin jî bi piranî sivik derbas dikin. Loma jî kesên rîska wan hebe divê parzaya grîbê li xwe bixin.

Nîşaneyên giştî yên grîbê serêş, kuxika ziha, germahiya laş a li ser 38 pîleyî, cemidîn î ricifandin-lerizîn, bêhalî û êşa giştî a laş, xetimandina poz e. Kesên bi grîbê dikevin ji nişka ve gazinc û semptoman nîşan didin. Carinan ew qas giran derbas dibe ku mirov ji êşa laş nikare ji nava ciyan derkeve.

Ji bo mirov nexweş nekeve hewce ye li xwe miqate be. Xala herî girîng jî wekî em pir î caran dibêjin û dibihîzin; parastina ji nexweşiyê ye. Tedaviya herî mezin jixwe pêneketina nexweşiyê ye. Ji bo hûn bi grîbê nekevin destên xwe baş bişon û destên xwe zêde nebin ser rû, çav û pozên xwe, ciyê ku hûn lê dijîn hewadar bikin, zêde li ciyên qerebalix nemînin, ji kesên bi gazinc in dûr bisekinin û nerin dev û rûyê wan. Heke ji neçarî mirov hevdîtin kir jî divê kesên nexweş û bi gazinc maske bi kar bîne ku vîrûs û nexweşiyê li derdora xwe belav neke, têr avê vexwin û proteîn, vîtamîn û mîneralan di nava xwarina xwe de zêde bikin, alkolê kêm vexwin û cixarê nekişînin, xwe vehesînin û canê xwe zêde neêşînin.

Her çiqas bi vehesandin û baldariyê, bi  tedaviya semptomatîk û li gorî gazincan a wekî  xwarina  dermanên êşbir û ji bo taya germ, mirov bi piranî baş bibe jî pirî caran grîb dikare berdewam bike û hewcedarî bi çûna ser doktor û stendina alîkariyek profesyonel çêbibe. Ji ber ku vîrûs sedema grîbê ye antîbîyotîk bi kêr nayên. Ji kerema xwe li ser hesabê xwe dest bi xwarina antîbîyotîkan nekin û ji doktorên xwe jî daxwaza tiştekî wiha nekin. Bi xwestina antîbîyotîkan stresekê li ser doktorê xwe çênekin û wan manipule nekin.   

Zarokên biçûk, kesên yextiyar, kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, kesên li ciyê qerebalix dişixulin ên wekî xebatkarên tenduristiyê û mamoste û…hwd., kesên îmmunîte û qaweta laşê wan qels in bêtir bi grîbê dikevin û hewce ew bêtir baldar bin. Hewce ew kes xwe ji nexweşiyê biparêzin û aşiya grîbê jî bikin. Ji bo aşiyê ji navendan alîkarî tê xwestin. Ji bo kirina aşiyê ew navenda tenduristiyê mirovan agahdar dikin û zanînên di warê aşiya grîbê de bi wan re parve dikin.

Di vê mijara sereke de min xwest ez çarçoveyekê diyar bikim. Spor û temrîn, egzersîz bila her dem di jiyana we de hebe û qaweta laşê we baş be, vexwarina av ê ji bîr nekin, her dem li paqijiyê miqate bin. Hay ji xwe hebin û xwe nexweş nexin, êşê nebînin.

Etiketler grîb nexaşî serma