E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî derket

E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî di encama Kargeha Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal de bi edîtoriya rojnamevan Mûrat Bayram derket. Di E-Kitêbê de gelek mijarên girîng ên rojnamegeriyê hatiye nivîsandin. 

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Kargeha Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal di navbera 15-21ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de Botan Internatîonalê pêkanîbû. E-Kitêb di encama Kargeha Rojanmegeriya Kurdî ya dijîtal Botan Internatîonal de hatiye amadekirin. 

Botan Internatîonal li Tirkiyê yekem saziya Kurde ku perwerdeya medyayê dide. Di kargehê de Ferîd Demîrel, Murat Bayram, Gulistan K. Rençber, Ibrahim Seydo Aydogan, Mesûd Mûhemmed, Safiye Alagaş, Şîraz Baran, Hatice Kamer, Muri Darida, Rêdûr Dîjle, Mehmut Bozarslan, Omer Faruk Baran, Dr. Isabel Kaser û Ali Duran Topuz ders dabûn.

Di kargehê Botan Internatîonalên de mijarên wekî amadekirin û pêşkeşkirina vîdeo-nûçeyan, potcast, nivîsîna nûçeyên ji bo medyaya dîjîtal, ajansên nûçeyan û nûçegîhanîya ajansan, rojnamegeriya jinên Kurd û nûçegîhanîya wêneyan ders hatin dayîn.

'TIRKÎYÊ PERWERDEYA ROJANAMEGERÎYA KURDÎ QEDEXEYE'

Edîtorê E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal Mûrat Bayram, yek ji wan kesane ku di kargehê de behsa 'Rojnamegeriya Edebî' kiribû. Bayram, Bîanet Kurdî re derbarê E-Kitêbê axivî û dibêje di destpêkê de em fikirîn ku gelo rojnamegerên Kurd çawa dikarin xwe bigihîne pîvanên rojnamegeriyê yên navneteweyî, çawa dikarin xwe bigihîne perwerdeyê. Bayram got: “Paşê me berê xwe dayê ku li gorî qanûnê dewleta Tirkiyê perwerdeya rojnamegeriya kurdî qedexeye lê belê pêkanîna kargehan û dayîna perwerdeyê ne qedexeye û me biryar da ku em kargehan çêkin. Armanca me ew e ku weke belgeyekê, weke rêberekê li ber destê herkesê bixwaze Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal bike. Ji bo wê me hemî gotarên dersan komkirin û bi vî awayî me xwest herkesê ku bixwaze rojnamegeriya kurdî ya dîjîtal bike, li ber deste wan bi awayekî belaş, bi awayekî dijîtal û bi awayekî bikaribe xwe zû bigihînê rêbereka çêkirina nûçeyan, hevpeyvînan û birêvebirina medya dijîtal hebe.”

'RÊVEBIRIN TÊ HÎNBÛYÎN, NAYÊ HÎNKIRIN'

Rêvebirê Weşana Giştî ya Duvarê Ali Duran Topuz, derbarê rêvebirina rojnameyekê de dibêje ku rêvebirin tê hînbûyîn, nayê hînkirin. Li gorî Topuz mijara rêvebirina rojnamayekê şayesteyê hînbûnê ye. Topuz wiha behsa serpêhatîyên xwe yên rojnamegerî û rêvebiriyê dike: “Di her mijarê de zanatî, hûnerî heye û kesek ji van yekî hîn bibe dikare ji xwe ra kareke baş bibîne û vê karê xwe jî baş çêbike. Hînbûna nûçe nivîsîn, wêne girtin, video çêkirin û tiştên dîtbarî taybet in û bi kêr in. Lê mijara min? Nebe ku mijara min tiştekî ne berbiçav, tiştek bêtaybet û bêkêr be? Bê henek, ew rast e! Belê, bi kurt u kurmancî bêjim, rêvebirîn belkî tê hînbûyîn, nayê hînkirin. Ji ber ku ew ne mijareke mişexes e, ne mijareke berbiçav e û ne jî bi hunerekê ve têkiliyên wê hene. Di qeyde û qanûnên rêvebirina medyaya kevn de zêde tevlihevî tûne bû: ev jî ji alîyekî ve dişibîya rêvebirina leşkerîyê, ji alîyekê ve dişibîya rêvebirîya dibistanan an jî rêvebirina perwerdegehê û ji alîyekê ve jî dişibîya rêvebirina karîstanê.”