Ciwan Haco ji bo me çi bû?

Ciwan dîrokek ava kir ji bo muzîka kurdî, şahidiya demekê kir. Bi jiyan û nêrînên xwe, bi eşq û hesreta welat, bi berxwedana xweya şexsî... Ciwan Haco xezîneyeke mezin e ji bo me kurdan.

Google Haberlere Abone ol

Hin kes hene mirov çikas pesnê wan bide jî têrê nake. Hunermendê mezin Ciwan Haco jî ji yek wan kesan e. Kar û xebatên wî, sekna wî, eşqa wî ya muzik û hunera kurdî bi serê xwe hêja ye. Di şoreşa muzîka kurdî de keda wî nayê wendakrin û albûmên wî her li pêşiya dema xwe bûn. Ji bo nirxandina wî pêwîst e ku atmosfera serdemê û zexta siyasî û çandî ya li Kurdistanê were zanîn. Lê belê ezê bi çavên zarokekî aşiqê muzîka kurdî binirxînim ka gelo Ciwan ji bo me çi bû?

Nasîna min a muzîka Ciwan Haco bi zarokatiya min re hevaheng e. Sal 1995 meha adarê bû weşana Med TVyê destpê kir, ji bo me tiştek nû, heyecanek nû bû ku me pê xwe çêtir naskir û kurdîtî ji nû ve hîs kir. Med TV diyariya hatina biharê bû. Me Ciwan Haco jî cara yekem li ser ekranên Med TVyê dît. Beriya wê me li kasetên wî guhdarî dikir; tê bîra min ku min digot "Ev kî ye? Ez çi jê fêm nakim". Pir caran jî me jê fêm nedikir ku ew çi dibêje. Wî gelek peyv dadiqurtandin û li hev kom dikir. Hêdî hêdî, piştî ku du sê caran me lê guhdarî kir ku heta me jê fêm dikir. Û ji bo me şêwazekî pir biyanî bû. Paşê ev şêwaza cuda kir ku em bibin evîndarê Ciwan. Her tim ji bavê min ji me dipirsî: “Ev mêrik çima ewqas diqîre?” lê ji aliyekî din ve bala wî jî dikişand. Mezinên me zêde ji Ciwan hez nedikirin. Lê di dawiyê de bav, dayîk û xwişk û birayên min ji Amedê berê xwe ji bo konserta Ciwan dabûn Êlihê. Kal û pîr û zarok her kes li wir bûn, ev jî rastiyeke din bû. Ew konser jî qonaxek e ji bo muzîka kurdî.

Sal 1995 e di televîzyona kurdî de konsera Ciwan Haco heye. Em bi kelecanî hêviya wê konserê ne. Jixwe şêwaza Ciwan Haco di nav me ciwanan de tesîrek pir zêde çêkiribû. Ji ber ku karîzmatîk bû, rojavayî bû, cuda bû. Muzîka wî jî modern bû, lê berî her tiştî ji me bû. Biyanîbûna muzîkjenan sempatiya me jî zêdetir dikir. Şêwaza lêdana tembûra wî jî cuda bû. Di her tiştî de ji muzîkjenên din ên kurd cudatir bû. Ji xeynî bikaranîna amûran û stranên xweş bi lêxistina basîst Auden Erlien, bi porê xweyê qij û dirêj cûda bû û pir bala me dikişand. Perkusyonîst Paolo Vinaccia, bi kirasê xweyê bi kulîlk dema ku li perkusyonê dixist û çavên xwe digirtin û ji me re bi efsûnî bû. Yanî her detay û hûrgiliyên ji koma Ciwan Haco bi heybet bû. Me jî ji wan re digot "Muzîkjenên herî baştirîn ên li ser rûyê cîhanê ew in!"

Hûn dikarin bibêjin ku ji ber “psîkolojiya gelên bindest” an jî "zaroktiyê" ye, lê hûn biryar bidin ku eşqa me çawa bû!

Bi kurtasî van hûrguliyan bandorek mezin li me kir. Ne tenê ji bo min, ji bo gelek guhdarên muzîka kurdî. Em wê demê ji muzîka nûjen re pir vekirî bûn, em tên û birçiyê muzika kurdî ya modern bûn. Bi rastî Ciwan jî me têr dikir.

Werin em hinek li ser albûmên wî jî biaxivin. Di her albûma Ciwan de şopa serdemeke cuda heye. Destpêka albûma wî ya bi awayê profesyonel sala 1980ê ya bi navê “Pêşmerge” bû. Mirov helbestên di albûma "Pêşmerge" û sala 1997an de di albûma "Bilûra min" de jî guherîna berhemên wî dibîne û ya herî girîng jî em dibînin di vê guherînê de siyaset çiqasî rol lîstiye.

Albûma “Diyarbekir” a sala 1981ê jî mîladek e. Ev albûm ku li Elmanyayê hatiye tomarkirin, Ciwan Haco bi taybetî bi strana "Bircên Diyarbekir",  ya helbesta Rojen Barnas ku ji aliyê piraniya me ve bi navê “Min navê xwe kola” tê naskirin, stranek e bêhempa bû. Di heman albûmê de em dikarin bibêjin ku helbesta Cegerxwîn "Te zû tê deranî" bi hîsên helbestvanê herî hosta yê kurdî, bi kompozîsyon û şîroveya Ciwan a bi heybet, nefesek nû da stranên evînê.

Min herî zêde li zanîngehê li her du berheman guhdarî dikir û wan gelek îlham dane min. Helbet dema ku Ciwan serdemên xwe yên herî berhemdar dijiya, nifşek şûnda berhemên hêja ji me re hiştin. Hema piştî wê bayê “Gulasor”ê em li ber xwe birin û strana “Berîvanê” jî tamek ji klasîk ên kurdî bû lê bi awayekî modern. Dîsa helbesta Cegerxwîn “Hevala Evîndar” hema hema li ser zimanê hemû xwendekarên zanîngehê bû. Helbet ji ber qedexekirina muzîka kurdî, piştî belavbûna muzîkê bi 10-15 salan me dikarî albûmên wî bi tevahî guhdarî bikin. Beriya wê em carinan pergî dengê wî dihatin di radyoyan de. Lê belê wê demê ew ewqasî ne navdar bû. Em hinekî derengî dengê Ciwan Haco mabûn.

Albûma Leyla sala 1984 belav bû û piştî 4 salan, di sala 1988 an de pirsgirêka kurd zêdetir bû. Di vê pevajoyê de gelek kes hatin sirgûnkirin, salên zilm û xerabî û qedexeyan, Ciwan Haco henaseyek da me hemûyan û bi strana xwe ya “Birîndar Kirim Xerîbiyê” bû dermanê dilên me. Berhema ku gotinên wê Feyrûşe Haco nivîsî bû, bibû yek ji berhemên herî bibandor ên Ciwan Haco. Dîsa strana “Girtiyên Azadiyê” ji aliyê  Goran Haco ve hatibûn nivîsandin, tekane berhema ku zilm, çewsandin û îşkenceya wê demê vedibêje. Ciwan Haco bivê helbest û muzîk û dengê xwe di mêjiyê me de hêrsa berxwedanê hişyar dikir.

Stranên siyasî yên Ciwan Haco tu carî nebûne wek stranên sloganan. Ji bilî kalîteya xebatê, kûrahiya gotinan em dibirin dinyayeke din û em hestiyar dibûn. Ev gotinên kûr bi şêwaz û muzîk û dengê Ciwan a bêhempa dibûn xwedî wateyek din.

Di salên 90î de bi albûma “Sî û sê Gulê”yê wî kûrahî li muzîka xwe zêde kir û resîtaleke gîtarê ya akustîk pêşkêşî me kir. Guherîna mûzîkjenên vê albûma ku li Norwêcê hatiye tomarkirin, di bingeha albûmê de xwe dida xuyakirin. Ciwan bi helbesta helbestvanê navdar Ahmet Arif a bi navê “33 kurşun” bi “Sî û Sê Gule” careke din dîroka hişmendiyê bi melodiyan dinivîst. Her wiha di helbesta “Diyalog” ku helbestvanê wê dîsa Goran Haco bû, behsa kuştinên kiryarê wê nediyar ên wê demê dike. Ew berhem ji me re bû klasikek, bîranîn û dîrok ji bo me.

Em dikarin bibêjin ku her karekî Ciwan dewlemendiyeke mezin bû ji bo arşîva muzîka kurdî. Dîsa “Gund û Bajarên Çadirî” bîranîna dîrokî ya nifşekî ye. Albûm hema bêje albûmek bû ku ji aliyê Ciwan ve hatibû çêkirin û gotinên wê ji aliyê malbata Haco ve hatibûn nivîsandin. Her stran xweş bû. "Diyarbekir mala min e" jî di vê albûmê de ye. Ev xebat yek ji wan xebatan e ku wî bêtir daye nas kirin.

Sal 1993 e... Ciwan bi albûma “Dûrî” bi dengekî çêjcuda derket. Bê guman, beşdariya perkusyonîstê wî Paolo Vinaccia di albûmê de pir xuya ye. Di vê albûmê de herî zêde berhemên "Siba Siba", "Çavreş", "Ziravê" û "Serbûriyek" derketin pêş. Û di hin stranên xwe bi şîroveyeke nû behsa evînê kir. Evîna dil ji gund ber bi bajaran ve diçû. Mîna ku Ciwan kabûsa salên 90î ji ser xwe avêtibû û ketibî nav deryaya evînê.

Wê demê em bi kelecanî li benda her albûma nû diman ku em bibînin ka wê çawa bibe. Helbet Ciwan her carê me mest dikir. Vê carê di sala 1997an de bi albuma xwe ya bi navê “Bilûra min” dilê nifşê me xweş kir. Ciwan helbesta Celadet Alî Bedirxan a “Bilûra min” strand. Berhema wî ya bi navê “Zînê” jî bêhempa ye. Qelîteya muzîkê pir bilind bû. Li gorî min albûma herî bi qelîte ev album bû. Çend salan em bi stranên albuma “Bilûra min” mest bûn.

Ciwan di albûma xwe ya bi navê "Destana Egîdekî" ya sala 1998an de tenê tevahiya pirtûka Mehmet Uzun xiste nava yek albûmê û dîsa bi şêwazeke cuda derket pêşiya me. Ev albûm jî bi formata etno caz bû û ji bo me suprîzek bû. Vê carê di albûmê de basîstê navdar Audin Erlien, Knut Reiersrud, Stein Bulhansen û dîsa Paolo di perkusyon de cih girtibû. Tîm tekûz bû. Ciwan ciwan bû...

Piştî vê albûmê Ciwan Haco wê demê ragihandibû ku ewê albûmek nû çêbike û di vê albûmê de jî gîtara bas wê rolek mezin cih bigre. Albûma "Derya" ku li gorî min yek ji albûmên herî bi kalîte ye, lê di nava guhdaran de zêde bertek nedît. Ez texmîn dikim ku civak ji vê tarza albumê re hêj ne amade bû.

Piştre hesret û bêrîkirina bi salan a welat bi konsera Êlihê bir serî. Ev konser hem ji bo wî xewn bû hem jî ji bo hezkirinên wî bi taybetî ji bo muzîka kurdî xewnek xweş bû. Me bawer nedikir ku ev konser pêk be. Ciwan hat welêt, mizgîniya albûma "Na na" yê bi strana “Sê sê” da ciwanan. Di vê albûmê de wî muzîka pop ceriband.

Albuma wî ya “Off” jî di 2006 an de derket. Bi rastî ji ber ku pêşveçûna teknîka muzîkê wek amûrên tomarkirin û studyoyê di vê albûmê de dihat xuyakirin. Ji ber ku qeliteya soundê jî pir bi zelal û profesyonel bû.

Paşê 2012 yê de “Veger” bi tama muzîka gelerî, dû re jî single derketin... Ciwan helbesta hevjîna Mehmet Uzun, Zozan Uzun çêkir û piştî demeke dirêj sînyalên vegerê da.

Bi rastî Ciwan dîrokek ava kir ji bo muzîka kurdî, şahidiya demekê kir, bi jiyana xwe, bi fikr û nêrînên xwe, bi germahiya dilê xwe, bi eşq û hesreta welat, bi berxwedana xweya şexsî bi her awayî Ciwan Haco xezîneyeke mezin e ji bo me kurdan.