Çîroka romanekê û mirina nivîskarekî

Di edebiyata bi kurmancî de em zorê bidin xwe, belbî em ji bilî çax û serdeman behsa nifş û bizavan jî bikin. Bi vê hewlê behs diçe ser berhemên ji serxetê, yên ji binxetê, yên sirgûnê...

Google Haberlere Abone ol

"A ya, ew in tên. Yeqîn ew in. Maşelah erebe jî gelek in ha! Min yeqîn nedikir hew qas qelablix be. Dibe ku hema xebera wî pîncî be. Wellehî ev konvoy, ev qelebalix, yeqîn a nivîskarê me yê re’hmetî ye…”(1) ji devê ‘Gorrkol’ em dibihîzin van gotinan ku nivîskarî xwestiye li ber sîbera Xanî Baba meytê wî bispêrin axa Bayîzdê. Eger em bi xwe re bibînin û silavekê bidin Barthes pirseke ne pirs di serê me de çêdibe. Gelo nivîskarê ku daxilî nava metna xwe dibe; nivîskarê ku lehengê wî bi xwe li pey kuştina wî ye, gelo leheng bi xwe ye û bi vî rengî vehonan/ pevxistinê û çîrokê ji hev cihêtir û dûrtir dike yan bereksê vê wê firehtir û saxlemtir dike? Zînistanî çi di destpêkê de çi jî çi cara pê bihise ku xwendekarî wî çavê xwe ji ser metnê direvîne û eniya xwe nade eniya berhemê bi awayekê xwe digihînê û ji nû ve xwendkarê xwe daxilî nava metnê dike.

SEWTIKA ÊŞ Û KULA KU XWE BI BÊZAR DIDE GOTINÊ BI VÎ DENGÎ RE SAR DIBE

“Sî û çar salî ye. Rîyê du û sê hefteyan berdaye”(2) ev jêgirtin ne weka ya li jor e û ne ji romanê ye ku min dil heye behsa wê bikim. Lê bi awayekê bi wê ve girêdayî ye. Ji çîrokeke Mem Zînistanî ye ev jêgirtin. Ji Bindarûkê û çîroka wî ya bi navê Mêrê Dêya Min e. Min çima wiha dest bi vê nivîsarê kir, lazim e ez êdî li xwe deynim. Çimkî Bêzarên Dinyaligê bi me dide zanîn ku destên metnên Zînistanî ‘di qirika hev de’ ne. Xelek bi xelek, malok bi malok xwe li hev zêde dikin. Metnên wî yên berê bi awayekê xwe daxilî nava metnên wî yên nû dikin. Bi xwendinê re em pê derdixin ku ev şêwaz û stîla nivîskar e jixwe. Zînistanî, bi vê şêwaza xwe nêrînên M. Bakhtîn û J. Krîstevayê tîne bîra meriv. Lewra Bêzarê Dinyaligê, Bêzarê Bindarûkê bi rûnê xwe yê malê dihelîne û bi xwendin û mehandineke hûr vedugeherîne. Çi digot Krîstevayê, eger em bînin bîra xwe kêm zêde wiha bû: metna heyî metna din dimehîne û wê veduguhêze. Eger em dîsa vegerin cem Bêzarê ji malê, emê bibînin ji mala bavê dûr e û ji bavê xwe xeydan e. Piştî salan gava pê dihise ku bavê wî li ber sikratê ye ji mecbûrî radibe diçe dîtina wî. Di wê dîtinê de Bêzar tiştek di zikê xwe de nahêle û bi rêya monolgan her tiştî ji bavê xwe re dîbêje, -ew bavê ku li ber sikratê ye-. Di dawiya çîroka ez behsa wê dikim de jî gava şano (çîrok weka şanoyekê hatiye sêwirandin) diqede çepik dest pê dikin û ronahiyên çîrokê vedimirin; çimkî dengê ketinekê tê bihîstin. Sewtika êş û kula ku xwe bi Bêzar dide gotinê bi vî dengî re sar dibe.
 
Zînistanî, bi metnên xwe yên berê jî; Bindarûk, Heşterxan (3) diyar kiribû ku malhaziriya xwe, kulîn û hucreya xwe ji xwendekarê xwe venaşêre. Xwendekar çandin û çinîna metnê bi xwendina xwe re dibîne. Di metna li ber destê me de jî axleb di beşa “Gilîger” de em vê qisedanê dibînin. Lewma ji bo têgihiştina metnên Zînistanî hişyarî şert e. Xwendekarê berhemê ji ber ku ew bi xwe jî bi rêyeke din daxilî nav metnê dibe, divê li ser kar û emelê xwe be. Çimkî eger çav hew li xeteke dûz be, ewê çîrok jî leheng jî bi dest nekeve. Heta eger bal hew dîtina romanê be dibe ku ew dîsîplîna edebî ya rexneyî, ya ku di her berhema Zînistanî de li dar e ji dest bireve: “Digo, min dil heye romaneke ger û geryanê binivîsim. Yeka tê de nexş û nîgarên otobiyogrofîk jî, hebin. Loma ze’hf zêde li ser hunera vêgaranê hûr dibû. Digo, edebiyata me, xasma jî pexşana me ya honakî ze’hf bê par maye ji vê zanînê.”  

Gelo nivîskar bi xwe nekariye û xwe daye dest û niyeta xwe eşkere kiriye yan nivîskar ewqas bi xwe bawer e ku her tişt daniye mexderê? Ev yek ciyê nîqaşê ye.

ZÎNISTANÎ BI XWENDEKARÊ XWE RE DIAXIVE

Carinan xwendakarê xwe hijmetkarê çîrokê dihêle û li derveyî metnê weka bînerek dihêle, carinan pê dide hisandin ku tişta li ber dest, vehonanandineke û ew jî carinan dikare noqî wê behrê bibe. Zînistanî bi xwendekarê xwe re diaxive û dixwaze ew bi xwe rastiyê bibine. Çimkî Bêzar, derba xwe li serdestê/kujerê welatê/Lela xwe dixe. Bi gotina wî ez bibêjim, nivîskar, ‘esildanî’ li hêviyê ye ku ev derb û serhildana wî bê dîtin. Çimkî bi dîtina wî ya ew dike ne ‘gazinname’ ye. Naxwaze weka yekî hişavêtî xuya bibe loma heta ji dest tê bi wê êşa xwe ya mezin re; bi êşa ku bi kurmancî dest pê dike re di heft û heştê de ye. Ji ber vê gora xwe; gora nivîskar bixwe jî li bin siya xwediyê wê şiûrê; wê birînê dide kolandinê: “Asêt kiriye re’hmetî, gotiye, min bibin bispêrin axa Bayîzdê, li ber sîbera Xanî Baba.”

Bi çîrokên xwe ên lihevketî û bihevgirêdayî, bi leheng û nivîskarbûna xwe, bi nîqaş û rexneyên xwe yên edebî xuya ye Bêzarên Dinyaligê metneke metafîktîf e. Bêzarên Dinyaligê, bi metafîksiyon û bi zimanê xwe li dij xeta xwar serîrakirineke. Di ser çîrokê re derdê bêderman yê ku carinana weka xewnekê jî nayê ber çavan dibêje. Behsa wê bîra kûr a bêbinî dike. Bêhsa wê axa ku bi xwînê pîroz nabe dike!

Xwendekar û rexnegir jî li ser daxwaza nivîskar, herwekî Bêzar bi pey Mem Zînistanî bikeve dê çi bi ser bixe? Herçiqas ew di dawînkê de “Em bê guneh in, Amojna Zuhre bê zar bûbû li vê dinyaligê, loma diyazo xwaribû û malika xwe ji van deran bar kiribû û Bêzarê wê jî eyn wek wê pê diyazoyê da pey wê. De ja hûn û şerefe we, ka çi sûc û gunehê Mem Zînistaniyê reben div ê yekê de heye?” pê de biçe jî ya dê jê re bê gotin dê ev be: ya te kir û dikî ne ‘rebenî’ ye. Gorrkol bixwe jî jê razî ye digel ku destên wî bi kolana gora wî peritî bibin jî bi dilê rihet dibêje, “lê bila lê xweş helal be”. Û em dîsa ji Bêzarên Dinyaligê pê derdixin ku berhema nû ya Zînistanî; Tenahiya Kaw jî bi kirasê xwe yê serhedî xwe girêdaye û derketiye ser rê. Ji vir jî em dibînin ku ew metafîksiyona hûr, hevsarê xwe bernade û kihêla xwe li naverasta edebiyatê bi rewanî diajo.

DI EDEBIYATA BI KURMANCÎ DE BIZAVEKE SERHEDÎ

Di edebiyata bi kurmancî de em zorê bidin xwe belbî em ji bilî çax û serdeman behsa nifş û bizavan jî bikin. Bi vê hewlê behs diçe ser berhemên ji serxetê, yên ji binxetê, yên sirgûnê(ewropa!) û helbet edebiyata kurdên sovyetê. Mem Zînistanî jî tê de bi raya min devoka serhedê vê dawiyê balê dikişîne ser xwe û weka nifş û bizavekê hêdî hêdî şax vedide. Bi awayekê kurmanciya em di berhemên Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Fêrîkê Ûsiv, hwd. de dibînin darîçavtir dibe. Tercîheke bi zanîn e. Ne ku hemû nivîskarên ji serhedê bi vê tercîhê dinivîsin. Mînak ev tercih di şi’rên Eyşana Beravî (Mûşî ye) de û di romana wê ya bi navê Bihûşta Xezalan de tune ye. Herwiha di Xeleka Xeyalên Bê Ezman ya Gula Almastê de jî xuya nabe. Lê di hin şi’r û metnên Kawa Nemir de, di şi’ra Şenol Balî (Çevê Mishefê), di şi’ra Rizgar Elegez de, di Warê Firaran a A. Bedir de jî ev tercîh tê dîtinê. Ji metna Zînistanî diyar e ku devoka kurmancî ya li serhedê hûr e û bi nexşê xwe ‘xaş’ û bi rengê xwe cuda ye. Bi vê xislet û hewlê yaliyekê din yê dewlemendiya kurmancî xwe eyantir dike. Ezê gotina Gorrkol dubare bikim: bila li te xweş helal be Mem Zînistanî!

Jêrenot: 
1- Zînistanî, M., Bêzarên Dinyaligê, İstanbul, Avesta, 2021
2- Zînistanî, M., Bindarûk, Diyarbakır, Lîs, 2015
3- Zînistanî, M., Heşterxan, Diyarbakır, Lîs, 2018