Bengîtiya medyaya civakî

Gelo hûn di medyaya civakî de (facebook, instagram, twitter, blog û hwd) wextê xwe gelekî zêde xerc dikin? Wexta ku hûn bi kar neyînin jî hûn derbarê hesabên xwe yên medyaya civakî gelekî difikirin?

Google Haberlere Abone ol

Siyabend Aslan*

“Bengîtî ew tişt e ku jiyanê bi mirov xweştir dide xuyakirin lê di eslê xwe de pûç dike.” P. Estes.

Îroroj bi milyonan însan bi rêya medyayê di nav têkiliyekê de ne. Her ku diçe bikaranîna medyaya civakî zêdetir dibe û ev jî bi xwe re bengitiyekê derdixîne holê. Bi vê bengitiyê mirov dikeve rewşeke wisa ku êdî karê xwe, malbata xwe, xwarin/vexwarin û razana xwe jî îhmal dike. Gelo mirov dê çawa ferq bike ku ketiye bin bandora medyaya civakî û bûye yek ji wan bengiyan.

Bo tespîtkirina vê yekê mirov bixwe jî dikare bersiva van pirsan bide û vê rewşê ferq bike: Gelo hûn di medyaya civakî de (facebook, instagram, twitter, blog û hwd) wextê xwe gelekî zêde xerc dikin? Wexta ku hûn bi kar neyînin jî hûn derbarê hesabên xwe yên medyaya civakî gelekî difikirin? Bi awayekî nihiçkî û bêhemdî xwe hûn di medyaya civakî de gelekî wext derbas dikin? Wexta ku hûn bi kar tînin hûn bi jiyana xwe ya rojane û bi pirsgirêkên xwe re mijûl nabin? Wexta ku hûn bi kar neyinin hûn gelekî bêhizûr dibin û dikevin rewşeke diltengiyê? Ev rewş bo karûbarê we, dibistan an jî jiyana we ya civakî dibe astengiyek?

MIROV JI BO ÇI MEDYAYA CIVAKÎ BIKAR TÎNE?

Bengîtiya medyaya civakî di DSM-Vê de (Destpirtûka Teşxîs û Statîstîkên Nexweşiyên Zihnî -The Diagnostic and Statistical Man- ual of Mantal Disorders) wekî nexweşiyekê nehatiye destnîşankirin. Lê di lîteraturê de wekî bengitiyeke reftaran tê qebûlkirin. Takekesên bengiyên medyaya civakî wekî takekesên bengitiyên dîtir yên reftarî û bengîtiya madeyan heman sîptoman nîşan didin. Tolerans û nîşêtên bêpariyê di bengîtiya medyaya civakî de jî hene. Kesê bengiyê înternet û medyaya civakî her diçe bêhtir dibe hewcedarê wê û di înternetê de ji berê bêhtir wext derbas dike.

Wexta ku bi kar neyine jî nikare bi xwe, gelekî dilteng dibe û aloziyan dijî. Mirov ji bo çi medyaya civakî bi kar tîne? Gelek kes bo ku wextên xwe yên vala derbas bikin, xwe tenê hîs nekin û kêfê bistînin, fêrî tiştên nû bibin û nûçeyan bişopînin, nas û dostên xwe û kesên navdar bişopînin, fikrên xwe û jiyana xwe ya rojane parve bikin, ji xwe re hevalên nû bibînin medyaya civakî bi kar tînin. Helbet ev tiştekî normal e û heya radeyekê hewcedariyek e. Lê wexta ku mirov van tiştan bêyî qontrolkirinekê bike û jiyana xwe ya rojane paşguh bike ev dibe pirsgirêkek û bo wan mirovan hin alozî derdikevin holê.

BANDORÊN NEYÎNÎ

Bi taybetî jî gelek ciwan ji ber taybetmendiyên xwe yên qonaxa kamilbûnê jî bo ku xwe gelekî tenê hîs dikin, zû xemgîn û hêrs û aciz dibin, pirsgirêkên nav malbatê dijîn û dikevin nav lêgerînekê wextên xwe bêhtir di medyaya civakî de derbas dikin û ji ber ku di qonaxeke hesas de ne dibe ku bi hesanî bikevin nav xeletiyan jî; rol-modelên nebaş bipejirînin û hevaltiyên nebaş bikin. Bandorên neyînî Takekes bo danûstandin û parvekirinên xwe medyaya civakî gelekî bi kar tîne û dikeve bin bandora wê. Wekî ku min li jor jî behs kir ev bikaranîna zêde bi xwe re hesta bêngitiyê derdixîne pêş. Û ev bengitî jiyana mirovan bi awayekî neyînî dixe bin bandora xwe û dike ku mirov jiyana xwe hemûyî bi medyaya civakî ve girêbide.

Bi şêwazeke din em dikarin bibêjin ku bikaranîna zêde ya derveyî armancê dibe sedema bengitiyê. Bengitiya medyaya civakî bi xwe re gelek pirsgirêkan derdixîne holê. Em dikarin hin ji van rewşên neyînî wisa rêz bikin: Tevgerên agresîf, hêrsbûn, bêpergaliyên kesayetiyê, zehmetkêşiyên fêrbûnê, pirsgirêkên danûstandin, malbat û dibistanê, obezîte, di xwarin û vexwarinê de pirsgirêkên dîtir, dûrketina ji civatê, xwetenêhiştin, depresyon, anksiyete, pirsgirêkên xewê û hwd. Tedawî Ji ber ku bengîtiya medyaya civakî bi xwe re gelek pirsgirêkên derûnî û fizîkî tîne pêwiste tedawiya wê bê kirin.

MEDYAYA CIVAKÎ DIVÊ ÇAWA BÊ BIKARANÎN?

Bo rewşa tedawiyê jî lêkolîner û terapîst teknîkên gelek cuda bi kar tînin. Bi saya van rê û rêbazên curbicur bengîtiya takekes kêm dibe an jî tê wê radeyê ku takekes xwe bi temamî ji bengîtiyê rizgar dike. Em dikarin hin ji van teknîkên tedawiyê wisa rêz bikin: Li ser bikaranîna înternet û wextê ku takekes di înternetê de xerc dike lêkolînek tê kirin û bo takekes plansaziyeke nû tê amadekirin; divê bo wextê ku di înternetê de tê xerckirin mekanîzmayeke qontrolê hebe û mirov serî li hişyarkeran bide; bo ku bikaranîna înternetê bê kêmkirin gelek caran encamên bengîtiyê yên neyînî bên bibîrxistin; bo ku takekes xwe ji bengîtiya înternetê û medyaya civakî xelas bike dikare tevlî komên piştgiriyê bibe û bi wan kesên wekî xwe re têkeve danûstandinekê û ji vê rewşê moral û motîvasyonê bistîne; herwiha divê bo bikaranîna medyaya civakî plansaziya wext bê kirin û takekes li gorî wê plansaziyê tevbigere; piştgirî û alîkariya malbatê jî roleke sereke ye da ku takekes xwe baştir hîs bike û bo xelasiya ji bengîtiyê hewl bide. Takekes bo ku xwe ji bengîtiya medyaya civakî rizgar bike divê jiyana xwe di ber çavan re derbas bike û hin aktîvîteyên dîtir pêk bîne.

DIVÊ EM HAY JI REWŞÊ HEBIN

Çawa ku mirov bo kîloyên zêde bide dikeve perhîzê û xwarina xwe kêm dike heman tişt bo vê rewşê jî derbasdar e. Mirov dikare perhîza înternetê û ya medyaya civakî jî bike, di nava rojê de xwe ji amûrên înternetê dûr bixe û têkeve perhîza wê. Takekes dikare di rewşeke wisa de sporê bike, ji xwe re wext veqetîne û pirtûkan bixwîne, li fîlman temaşe bike, têkeve nav civatê û bi nas û dost û hevalan re têkiliyên rûbirû deyine û hwd. Wekî din bi rastî jî berî ku zarok û ciwan bibin bengiyekî medyaya civakî û pêşî li vê rewşa bengitiyê bê girtin hayjêbûna dêûbavan ya bo zarokên xwe, çavderîkirin, eleqe, dilsozî, hezkirin û dilgermiya wan gelekî girîng e. Divê em hay ji vê rewşê hebin da ku em li gorî wê tevbigerin û bi vê pirsgirêkê re serî derbikevin.

 *Derûnnas, [email protected]

Ev nivîs cara yekem di hejmara 8an ya Kovara The Hall Kurdî de hatiye weşandin.