BAJAR wê li Taksîmê konserê bide

Koma muzîka folk-rockê ya kurdî û tirkî BAJAR dê 23yê çilê roja yekşemê li Arsen Lupen Taksîmê bi organîzasyona Chalak Eventsê wê saet 20.00an de derkeve ser dikê.

Google Haberlere Abone ol

DUVAR - Piştî demekê dirêj BAJAR dê li Beyogluyê derkeve ser dikê. Mêvanê vê konserê stranbêjê muzîka rapê Reqso ye.

Koma BAJARê ji çar kesan pêk tê, solîstê komê Vedat Yildirim e ku ji Kardeş Tûrkûlerê tê nasîn, Cansun Kûçûktûrk di elektro gitarê de ye, Halil Arslan li ser klavyeyê ye û Ethem Saran jî li ser daholê ye.

BAJAR , şeva yekşemê saet 20.00an de wê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe. Ji bo vê konserê bilêtên diyarî jî heye. 15 bilêt ji bo xwendekaran wekî diyarî dane û kampanyaya bilêtên diyarî ji bo xwendekaran daye destpêkirin. Bilêt, li Nînova Kafe û Arsen Lupenê tên kirîn.