Xezîne çi ye?

Çima kevirên vê kelehê ewqas cuda bûn, kîjan destan ew ji ku anîbûn? Kê wan welê wek nexşek efsûnî dabû ser hev, çima ne li çiyayên li jortirê xwe, lê li wir hatibû avakirin?

Google Haberlere Abone ol

Mizgîn Ronak Aydin

Gotina “xezîne”ya di bîra min  da diçe heta ba dapîra min. Wek tevî pîrejinên zana, welê xweş behs dikir ku, mirov digot qey hema her der xezîne ye. Îcar xezîna ku wê, wek ku bi herdû çavên serê xwe dîtibe behs dikir û welê dianî ber çavên me jî, xezîneyek ji rêzê nebû; xezîneya xezîneyan, xezîneya Qarûnê Misrê ya ku bi carek da wek cezayek cûm û wendayê binê erdê bûbû.

Welê bû ku dema çingînî ji guhê mirov dihat jî, digot ''ew dengê çûyîna xezîneya Qarûn a li bin erdê ye, heta bi hetayê berjêr diçe, cezayê wî ev e.''  Tiştek ecêb û cezayek pir xerîb bû, lew xezîne, hem hebû, hem tinebû! Bi deng û xumexuma xwe hebû, lê ne Qarûn ne jî kesek din êdî nedigihiştê û negihiştina ku bi dengê xwe li guhan dibû çingînî, heta bi hetayê xezîneyê dianî bîra mirov, xezîneya ku dê tu kes negihîjê, xezîneya ku hebûna xwe ji nebûna xwe distend.

Îcar dema me da pey kilama Kela Mûşa Şewitî ya ku dibêje ''berfê lê kir, kiriye hêk e'', lingên me ber bi çiyan va hilkişiyabûn, çûbûn jî.. Keleh û kilama ''Bavê Feqîr'' bûbûn yek û em dibezandin. (Dibe ku keleha ku di kilamê da derbas dibe, ya li navenda Mûşê be jî, lê piştê ku di bîra min da ew kilam û ew kela bûn yek êdî ferq nedikir, kela, kela bû; kilam, kilam bû û bîr jî bîr…)

Keleh, Keleha Mongokê bû, ji ber ku havîn bû, bi berfê nebûbû hêk jî. Lê xezînegeran(gencînegeran) hal tê da nehîştibûn, bi aqilê xwe yê ku wan dixapand û digot, ''a way li wir e! Li wir jî bikole tu yê bibînî, ha way di wir da ye'', wan li pey xwe dikişkişand û hal di wan de nedihîşt, kelayê perîşan kiribûn. Lê nizanim çima, teva ku gelek derên wê ji binî ve kolabûn jî, kela bi ser xwe û  wan da hilneweşiyabû, hê jî li ser piyan bû û bi şaşwazî û xemgînî li bajarê mijê, Mûşê temaşe dikir, me jî li wî… Bi wê newayê pirsan senfoniya xwe dijenand: Çima kevirên vê kelehê ewqas cuda bûn, kîjan destan ew ji ku anîbûn? Kê wan welê wek nexşek efsûnî dabû ser hev, çima ne li çiyayên li jortirê xwe, lê li wir hatibû avakirin? Sîperên wê yên ku li Mûşê mêze dikirin çendik û çend caran rastê êrîşên hovane hatibûn, dema kurd û ermenan li vir bi hev ra kilaman digotin kêfa wê jî li cîh bû û wê bi kîjan ziman xeber dida?

Lê kî bûn ew, ên ku bi pey xewnek netemam û aqilek derewker ketibûn û wê dabûn ber bivir û bêran; dema destvala mabûn pişta stûyê xwe xurandibûn an bi fîkefîkek reben, ber bi “xezîneyên din” va çûbûn?

Ma kê ji wan ra gotibû ku xezîne, di bin Keleha Mongokê da ye? Ew xezîne jî dîsa ''ya fillan'' bû û bi dîkek sipî yê çavxwînkirî lê geriyabûn an bi mirîşkek reş a serjêkirî?Kîjan îluzyonê xwe li giyana wan dabû û wan  bi tevr û bêran derxistibû heta wê bilindahiya gewre?

Di binê Keleha Mongokê da jî xezîne heye, bibezinê, bibezinê!

Kê wan û kelehê anîbû hemberê hev û tinazê xwe bi her tiştê wan kiribû? Ew, yanî xezîneger, cûreyek ji cûreyên din, sêhrkiriyên bi zerîtiya zêrên nebûyî. Kî bûn ew, bi rastî jî li zêran digeriyan an li xewnek xwe ya wenda? Kî bûn ew? Zêran çima tenê gazî wan dikir; ew û zêrên veşartî, bi çi zimanî bi hev re dipeyîvîn û zêr çi bûn, kî bûn?Zêr ne ew tiştên ku kurdan ji nêva dilê xwe wenda kiribûn, piştî wendakirinê hêj nû qedr û qîmeta wî fam kiribûn û tam ji ber vê yekê jî nema karibûn bibînin bûn? Zêr, çi bûn? Rojên ku her kes, bi her zimanê dibêje ''xwezî bi wan rojan!'' nebûn zêr? Çima zêrgeran xwe her tim wiha wek serxoşên dilpîs, li kela û burcan, li newal û daldeyan wer kiribûn? Gelo ew jî ne li zêran, lê li îşaretan digeriyan? Lew Umberto Ecoyê dilovan, di ''Foucault Sarkaci'' da dibêje, ''sedema ku naziyan Cihûyên kuştî an jî yên ku dê bên kuştin rût û tazî dikirin û paşê tesnîf dikirin; ne gera wan a li zêr û peran bû,na. Ew li îşaretek digeriyan, îşareta qiyametê û tilsîma man û nemanê!''

Çingînî bi guhê we jî ket? Way xezîneyên din jî dûr diçin û gazî me dikin, qey xezîne, ew tişta dûrçûyî ye?

Vê carê kîjan em, kîjan xezîne, kîjan îluzyon wenda dibe? Qey ji bo em hêjatiya wan fam bikin gere wenda bibin û qey em û her tiştên xwe yên wenda, nema li derek din rastê hev tên?

Lê zêrger, ewê kengê bela xwe ji xirakirina mîrasa me û xwe ya dîrokî berdin? An jî heta çend ji wan di bin kavilan da bimînin, dê ji xwe û ji me û ji kelayên me vehewin?Dê heta çend dîkên sipî û mirîşkên reş (welle îlmê wan wilo dibêje!) bi xwîna xwe ya rijiyayî bi wan bikenin, werin ser hemdê xwe?

Way dîsa çingînî bi guhan ket! Vê carê kîjan em, kîjan xezîne, kîjan îlozyon kîjan Qarûn wenda dibe?