Wêjeya kur(d)mancî ya li sirgûniyê û çavkanîbûna wê?

Wêjeya kur(d)mancî ya li Ewropayê ye; piştî qonaxa pêkhatinê ye û ji bilî hin hewldanên kesaneyî, bi piranî pişta xwe daye qonaxa pêkhatinê û ji alî ziman û çavkaniyên nivîsînê ve jî xwe spartiye wê.

Google Haberlere Abone ol

Dilawer Zeraq

Wêjeya li sirgûniyê, ji gelek hêlan ve, bi taybetî di derdora nivîskarî û wêjeya kur(d)mancî ya bakur de, gelek caran hatiye gengeşîkirin û ev dabaşa hanê hê jî ji gengeşiyan pak nebûye. Helbet, gengeşîkirin wê bikude û wê di qonaxekê de bigihîje dongiya xwe. Di van gengeşiyan de, ya herî zêde bala min, wekî hêla kêmmayî, biriye ser xwe, têgihdarkirina deravên cuda cuda yên li ser mijarê ye.

Ji ber pênaseyên ji derveyî wêjeya kur(d)mancî hatî kirin, bi me ve jî diyar e û qebûleke giştî heye li serê ka “sirgûn(î)” çi ye û çi cudahî heye di navbera tewr û awayên wê de. Lê belê, gava em tên li ser wêjeya kur(d)mancî û gava dor tê ser binavkirin û têgihdarkirina vê têgiha "sirgûn(îy)"ê û jihevcudakirina rewşên nivîskarên ku wekî "sirgûnî" tên binavkirin û deravên wêjeya kur(d)mancî ya ku digel deravên van nivîskaran tên binavkirin, ji ber destnîşannekirina têr û tekûz ya têgihan, her tişt dibe mîna girara gavanan.

Li ber destê min agahiyeke tekûz û durist tune ye der heqê dîrok û destpêka sirgûnbûna kurdan de, loma jî, ez ê vê dîrokê ji sirgûnkirina Osmaniyan ya Mîr Bedirxan û bi vir de fam bikim û ez ê karibim bêjim; ji wê çaxê û şûnde, kurd bi giştî bi sê awayan sirgûn bûne, -an jî hatine sirgûnkirin.

1 - Kurd, di bin pergal û rêveberiya serdestiya mêtinger û dewletên hikmker de, sirgûnî "derveyî sînorên niştimana xwe û yên dewleta serdest-mêtinger" hatine kirin. Ez vî awayê sirgûniyê wekî "sirgûniya du-teweqî (two-tier)" bi nav û pênase dikim. Mînaka wê ev e; kurd, ji ser axa xwe bo dewletên Ewropayê û Kafkasyayê hatine sirgûnkirin.

2 - Kurd, di bin pergal û rêveberiya serdestiya mêtinger û dewletên hikmker -û di nav sînorên dewleta mêtinger de- sirgûnî "derveyî sînorên niştimana xwe (yanî derveyî axa xwe ya neteweyî)" hatine kirin. Ez vî awayê sirgûniyê, wekî "sirgûniya yek-teweqî (one-tier)" bi nav û pênase dikim. Mînaka wê ev e; kurd, ji ser axa xwe bo Stenbol û ax û bajarên wekî wê hatine sirgûnkirin.

3 - Kurd, di bin pergal û rêveberiya serdestiya mêtinger û dewletên hikmker û "di nav sînorên welatê xwe yê di bindestiyê de" hatine sirgûnkirin. Ez vî awayê sirgûniyê wekî "sirgûniya bêteweq (unlayered)" bi nav û pênase dikim. Mînaka wê ev e: kurd, ji Amedê bo Qersê, ji Zaxoyê bo Silêmanî û hwd., hatine sirgûnkirin.

Her çend, bandorên ku ji wan diqewimin ne bi qasî hev bin jî, awayên sirgûnkirin û sirgûnbûnê yên xalbendên "1 û 2", di deqbenda (konteksta) têgiha "out of place"ê (1) ya Edward Said afirandî de dihewin û dongiyên ku ji wan çêdibe jî nêzî hev in; û li ser "out of place"ê yanî li ser "derşûnkirin"ê bi cî dibin.

Ev rewşa hanê, ji bo her beş û parçeyê axa kurdan, kêm zêde wekî hev e. Vêca, herçî wêjeya li sirgûniyê ye, çendî ku carinan wekî “kakilê avakar ya wêjeya kur(d)mancî” tê bilêvkirin jî (2), ez dibêjim; ev awa gotin, ji gelek aliyan ve cînegirtî ye.

Nivîsarên rengwêjeyî yên "qonaxa ajdanê" (3) yên li Stenbolê, zêdetir di kovarên Rojî Kurd û Jînê de hatine nivîsîn; û kurd, wê çaxê, ne bi awayekî sirgûnkirî, lê ji ber sedemên giştî yên jiyanê û ji ber daxwazên takekesî çûne Stenbolê û li wir bi cî û akincî bûne. Nivîsên di wan kovaran de û ji alî kurdên ji ber wan sedeman çûyî Stenbolê, hatine nivîsîn, ji alî wêjeyî ve, ew çend ne xurt û diyarker in ku mirov karibe bêje, ji bo wêjeya kurmancî bûne "çavkaniyên kakilîn yên avakar." (4)

Wêjeya ku piştî sala 1932yan li Kafkasyayê afiriye û berhemên hatine nivîsîn, heta astekê, xweyî taybetî û naverokên çavkanîbûnê ne. Lê belê, ji ber ku;

a) heta salên 1970yî, sînorên Yekîtiya Sovyetê (YS), ji bo sînorên dîtir bi awayekî pihêt girtî bûn, berhemên wêjeyî, bi awayekî giştî û serbestî nedigihîştin warên din,
b) ew berhem, bi piranî bi herfên krîlî hatibûn nivîsîn,
c) ger ew berhem bigihîştana niştimana kurdan jî, wê xwînerên wê demê nikaribûya wan bixwînin û ji ber wê jî, wê bandoreke wisa çavkanîbûnê ji wan çênebûya (û çênebûye.) (5)

Ji ber hindê, ger em wêjeya klasîk û ya zargotînî û folklorî li hêlekê daynin, em ê karibin bêjin; wêjeya ku ji bo kur(d)mancî, bi rola çavkanîbûna hîmî û makî rabûye, wêjeya "qonaxa pêkhatinê" (6) ye ku bi Kovara Hawarê geşe bi xwe daye. Û wêjeya qonaxa pêkhatinê jî, ne di "sirgûnîyê" de, her çend di helûmercên bindestiyê de be jî, li ser war û niştimana kurdan, li binxetê, rabûye û geşe bi xwe daye. Digel wê, di wê demê de, bi taybetî li başûr, bi kurdiya soranî jî kar û xebatên wêjeyî hatine kirin û berhem hatine afirandin.

Herçî wêjeya kur(d)mancî ya li Ewropayê ye; piştî qonaxa pêkhatinê ye û ji bilî hin hewldanên kesaneyî, bi giranî û bi piranî pişta xwe daye qonaxa pêkhatinê û ji alî ziman û çavkaniyên nivîsînê ve jî xwe spartiye wê. Ger hebe rengekî çavkanîbûnê ya wêjeya kur(d)mancî ya li Ewropayê; ew çavkanîbûn jî di reng û awayê "mînakgirtinê" de ye ku wêjeya kur(d)mancî ya li Ewropayê; bi awayekî ji awayan, peyrew û berdewama "wêjeya qonaxa pêkhatinê" ya di Kovara Hawarê de û ya li Kafkasyayê ye.

Di roniya van agahî û nirxandinên kurt de, em dikarin bêjin; çavkaniya wêjeya kurmancî, ji wêjeya klasîk bi vir ve ye, her çend qonax bi qonax rengê "sirgûnîyê" dabe xwe jî, bi giştî û bi awayekî diyarker, li ser ax û niştimana xwe aj û reng daye, berbelav bûye û bi rengûawayê xwe ve gihîştiye roja îroyîn.

1 out of place: derşûnkirin. Heta desteyeke ji zanayên kurmanciya gelêrî û çandî li ser watedarkirin û bikaranîna vê têgihê biryareke cuda bide, ez ê di nivîsarên xwe de, ji bo têgiha "out of place"yê awayê kurmancî ya "derşûnkirin-derşûnkirî" bi kar bînim.
2 https://twitter.com/feraternity/status/1589605941669920768?t=T46bYCbuXFbrZkVVVtu4UQ&s=19
3 Qonaxa ajdanê:serdema nivîsînê ya ji 1898an heta bi 1918an e ku bi Rojanemaya Kurdistanê dest pê kiriye û heta hejmara dawî ya Kovara Jînê kudandiye. (Çavkanî: Zeraq Dilawer (2022) Rengê Hebûnê,Weşanên Lîs.)
4 Her çend wekî agahiyeke giştî ya kur(d)manciyê, çîroka Fuadê Temo ya di Rojî Kurd de nivîsî, wekî çîroka yekem ya kur(d)manciyê tê qebûlkirin, li ba min ev yek di çarçoveyeke arîşeyî de cî dide xwe.
5 Em tenê dikarin romana Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo bêjin, romana yekem ya kur(d)mancî ye lê tu bandoreke wê ya xurt ya çavkanîbûnê ya li ser wêjeya kur(d)manciyê çênebûye.
6 h.b.

Etiketler wêjeya Kurdî wêje