Venceremos!

Wek jinên Îranî bi taybetî jinên kurd ji pêşerojê re bi hêvî ne. Emê fêrî kêf û şahiyê bibin û zirarê nedin tu kesî bi coşa xwe. Emê hunerê ji sansur û zordariyê rizgar bikin.

Google Haberlere Abone ol

Dîroka ku huner ji bo hunerê ye an ji bo nîqaşên civakê ye minaqşeyeke nû ye. Lê zexta hikûmetan a li ser hunerê bi qasî dîroka dewletan kevn e. Her hunermendê ku li dijî têgihiştina hikûmetê ya ji siyasetê radiweste, bi zilm, tundî, zindan û mirinê ru bi ru maye. Hinek bûne Pîr Sultan, hin ji wan wek Nazim Hikmet û Ahmet Kaya li sirgûnê, hinekan jî wek Victor Jara bi tiliyên ku ji aliyê derbekerên li Şîliyê ve hatîbû şikestin lê dîsa bi gîtara xwe dixistin û digotin "Venceremos!" Yanî “Emê bi ser bikevin!” Hin jî wek Ciwan Haco û Şivan Perwer ji welatên xwe hatin dûrxistin û zimanên wan hatin qedexekirin. Mixabin Paşayên Hizir û neviçiçirkên wan ji vê dinyayê qet neqediyan…

Lêbelê, di vê sedsalê de ne tenê hukûmet, her kesê ku xwe weke parçeyekî desthilatdariyê dibîne, ji bikaranîna hêzê de xwe şûnda naavêje. Her yek ji wan rolek û erkek ji xwe re diyar kiriye. Ne bi tenê gotina “bêdeng be”, carinan bi gotina “bibêjin” jî hêzê nîşan didin.

Demekê yekî desthilatdar got, “Hegemonyaya we ya siyasî qediya, wê hegemonyaya weya çandî jî biqede”.

Her çiqas çapemenî, burokrasî, gelemperî û perwerdehiyê dîzayn kiribin jî, nekarîn bi hunermendên rêwîtiya wan dikin re çand û hunerek girîng ava bikin. Dema ku nekarîn bigihin armancên xwe, dest bi tunekirina çand û hunera heyî kirin. Carinan bi qedexekirina konseran û carna jî bi xemsariya xwe ya li cil û bergan pêşiya hunerê girtin. Carinan ew kesên ku piştgirî didin "rengên keskesorê" kirin hedefa xwe.

Hunermendên navdar dema hatin astengkirin ji civakê piştgiriyek mezin dîtin, lê hin hunermendên gelek nehatî naskirin ji ber ku strana wî nizanîbû bistre mixabin berdêla wê bi kuştinê dan. Wek Onur Şener… Ji bo kesên ku hewl dan hegemonyaya çandî ava bikin, sedemek pir hêsan a kuştinê hebû: Strana “Ölürüm Türkiyem" negotiye.

Dema ku ev rojeva me hebû, li dereke din, li dervayî sînoran bûyereke din a ecêp qewimî.

“Ji bo em bi azadî kolanan dans bikin,
Ji bo bê tirs hevdu maç bikin,
Ji bo xwişka te,
Xwişka min
ji bo xwişkên me
Ji bo ku hişên zingargirtî biguhere
Ji bo bavekî ku ji xizaniyê şerm bike
Ji bo hesreta jiyana normal
Ji bo zarokê karker ku xewn û xeyalên xwe dûr e...
Ji bo van hemû sloganên bêwate
Ji bo metirsiya ketina bin xirbeyan
Ji bo aştiyê...."

Stranbêj Şervîn Hacîpûr ji ber van gotinan hat binçavkirin. Tiştê ku li cîhana 2022an diqewime aqlê mirov jê nagire.

Ku xweza, heywan ne milkê me ne... Stran gotin û vekirina porê ji bo kesayatî azadî ye… Em di serdemek welê tarî de dijîn ku em hê dibêjin “bextewarbûn ne guneh e”. Ev wek taritiya serdema navîn e.

Lê em wek jinên Îranî bi taybetî jinên kurd ji pêşerojê re bi hêvî ne. Emê fêrî kêf û şahiyê bibin û zirarê nedin tu kesî bi coşa xwe, emê rêzbigrin ji bo mirov û mirovatiyê, emê hunerê ji sansur û zordariyê rizgar bikin…