Şêwra Xwendekarên Kurd: 'Çiqlekî Kurdistanê'

Ciwanên kurd peyvên kurd û Kurdîstanê wekî nan û av hesibandine. Komeleya ciwan û xwendekaran bo wan bûye sebrekê. Svêtlana Bayloz dibêje ku xwendekaran ev komele wekî 'Çiqlekî Kurdistanê' dihesiband.

Google Haberlere Abone ol

Di salên 1960î da, ne bi tenê li Sovyetê li hemû cîhanê rola ciwanan, bi taybetî jî rola ciwanên xwendekar mezin bûye. Ciwanên xwendekar hem bi hêz û enerjiya xwe, hem jî bi zanîna xwe di civatê de roleke mezin lîstine. Wan wê demê bi vî awayî hebûna xwe dida pejirandin û îspat kirin. Di sala 1956an da, li Wiesbadena bajarê Almanyayê, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê saz dibe. Li her welatekî Ewrûpayê beşeke wê hebû. Piştî ku Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê saz dibe, bi sedan xwendekar dibin endamê wê. Nivîskar û lêkoler Karlanê Çaçan dema xort bûye, di heman salê (1956) de helbestekê dinivîse ku giranî û hêza xwendekarên cîhanê nîşan dide. Wî ev helbesta xwe pêşkêşî Festîvala Ciwan û Xwendekaran kiriye ku di rojên 31/7-14/8-1955an de li Varşovayê (paytextê Polonyayê) pêk hatiye. Çarîneke vê helbestê wiha ye:

Festîval bû li Varşavaê
Dikişiyan cahil û dihatin
Ji rohilatê û roavaê
Ji şimalê û ji cenûbê...[1]

Yekîtiya Komunîstên Ciwan ku bi kurtî wek Komsomolê derbasî dîrokê bûye, yek ji wan rêxistinên herî xurt bû ku li Sovyetê ava bûye (1918-1991). Hemû ciwan bi giyan û dîtinên marksîst û lenînîst perwerde dibûn û gellek sadiqî îdeolojiya dewletê bûn. Hejmara endamên vê rêxistinê bi mîlyonan bû. Bi sedan xort û keçên kurd jî bi her awayî di nava refên karker û komên civatê yên din de dixebitîn. Dema ku em rûpelên rojnameya “Rêya Teze”yê raçav dikin, em rastî hin nûçeyên xebat û çalakiyên van ciwanên kurd tên.[2]

Tabloyeke ku pirrengînîya jîyana xwendekarên zanîngehên Rewanê nîşan dide: E. Spiridonova (hurim, rum), S. Abasova (azerbeycanî), Fatma Mecîd (kurd), U. Davtyan (ermenî), A. Tamrazova (mexîn, asûrî), Ferzoyê Hemîdî (kurd). Wêne: Rêya Teze, 28/10 1981.

XWENDINA BILIND

Di ziman û edebiyata kurdên ku Sovyetê de li şûna peyva “ciwan” zêdetir peyva “cahil”ê hatiye bikaranîn.[3] Ev peyva ku koka wê erebî ye, di esilê xwe de tê maneya kesê/kesa nûgihiştî, zarok. Peyva cahil ne bi tenê di nava kurdên Sovyetê da, lê li hin deverên Serhedê jî bi maneya peyva “ciwan”ê tê bi kar anîn. Ev peyv di zimanê osmanî û tirkî de gellek caran bi maneya kesên nezan bi cih bûye. Hin peyv dema ku dikevin zimanekî din carinan maneya xwe ya bingehîn winda dikin. Bi kurtî, peyva “cahil”ê di nava kurdên Sovyetê de li şuna keç û xortan hatiye bikaranîn. Her du çarînên jêrîn yên ji dengê Sûsika Simoyê jî nîşan didin ku gellek cahilên (ciwan) kurd ji bo xwendina bilind berê xwe daye Rewanê. Di vê kilamê de peyvên ciwan, kitêb, xwendina bilind û bajarê mezin gazî hev dikin:

Hey canê, canê, canê, hey canê
Lawikê min çû Rewanê, hey canê
Lawikê min çû bixwîne
Kitêb dostê wî bûne, hey canê.
Hey canê, canê, canê, hey canê
Ji şeherê Rewanê, hey canê
Hezar cahil dixwînin, hey canê
Nav wan de lawikê min, hey canê...[4]

Di kilamên kurdî da, çawa em dibînin civatê qedrekî mezin daye xwendinê û bi taybetî jî xwendina bilind. Di kilama bi navê “Almast”ê de ev yek bi awayekî vekirî xuya dibe: “Almasta min ji dersê tê/dersdara min dersê tê...”, di heman kilamê de ev rêz jî heye: “Xwendina bilind xelas kir”.[5] Di hin kilamên din de, statuya xwendekaran her çûye bilind bûye. Keç dixwazin bi xortên xwendekar de hevaltiyê bikin: “Lawikê minî xwendekaro/Ilmê dinê bixwîne”[6] û xort jî çav berdidin keçên xwendekar: “Derdê min keçika xwendekar e”.[7] Çawa di vê kilamê de jî derbas dibe kilambêj/dengbêj li vê derê pesnê “cahilên xwendekar” dide, wan derdixe pêş.

XWENDEKARÊN JI KURDISTANÊ Û JI SOVYETÊ RASTÎ HEV TÊN

Tekoşîn, tevger û rabûnên li hemû parçeyên Kurdistanê li ser ciwanên kurd bandoreke mezin dihêle. Zilm û zordestiya li hemberî gelê kurd jî nasekine, hêzên van dewletan bi her awayî êrişî Kurdistanê dikin. Xwendekarên kurd di van salan de ji bo piştgirî û alîkariya gelê xwe li her derê seferber dibin. Di van salan da, tekoşîna gelê kurd bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ber bi pêş ve diçe. Têkiliyên kurdan û Sovyetê jî ber bi başbûnê ve diçin. Di rewşeke weha da, xwendekarên ku li Sovyetê di zanîngehên cihê de dixwand, nedişiyan ku bê deng bimana. Di van salan da, komek xwendekarên kurdên Iraqê û Îranê jî li komarên Sovyetê dixwand. Di wêneyekî van salan da, em ji Kurdistana Îranê, Hejar Mukriyanî û ji Kurdistana Iraqê jî Kemal Mezher Ehmed dibînin, di orta wan de jî Cemîla Celîl. Têkiliyên wan û yên xwendekarên kurdên Sovyetê yên pirhêl bi hev de hebûn. Kurdên Suriyê helbestavan Reşîdê Kurd jî demekê li Rewanê maye, hin helbestên wî di rojnameya “Rêya Teze”yê de hatine weşandin. Kurdên Sovyetê ku bi salan hevwelatiyên xwe yên parçeyên Kurdistanê qet nedîtibûn, cara pêşîn wan ew di van salan de dîtin, destên xwe dirêjî wan kirin. Ev hevdîtineke dîrokî bû ku kelecana wan ya neteweyî û welatevîniyî xurttir dikir, çi bû di van salan de bû (1960-1970).

Damezrînerên Şêwra Xwendekarên Kurd, ji çepê: Zurbeyȇ Emir Îboyan, Gêorgiyê Xudo, Tîtalê Efo

SAZKIRINA ŞÊWIRA XWENDEKARÊN LI REWANÊ (1963)

Çawa em dibînin di sala 1963yan de li Rewanê, ango li paytextê Ermenistanê bi navê “Şêwira Xwendekarên Kurd” komeleyeke xwendekarên kurd saz dibe. Pisporê folklora kurdî Prof. Heciyê Cindî di rojnivîskên xwe de dibêje ku di sala 1963yan de xwendekarê doxtoriyê Zurbeyȇ Emir Îboyan û 2-3 hevalên xwe hatine bal wî û xwestine ku ji bo sazkirina vê komeleyê ew alîkariya wan bike. Heciyê Cindî bi berpirsyarê partiyê Amîryan de dikeve nava têkiliyan û ew soz dide ku ew alîkariya wan bike. Heciyê Cindî di rojnivîska xwe ya 20/5 1963yan de dinivîse ku ew bi şabûn fêr bûye ku ev komele hatiye sazkirin.[8] Piştî 5 salan Heciyê Cindî di rojnivîskeka xwe ya din de jî dinivîse ku “Şêwra Xwendekarên Kurd” ji bo pîrozkirina 60 saliya wî di sala 1968an de êvarek amade kiriye. Heciyê Cindî li vir bi taybetî spasî Kinyazê Îbrahîm dike bona amadekirina vê êvara hewaskar. Heciyê Cindî di rojnivîska xwe de navê komeleyê yê fermî jî dide: “Şêwira Xwendekarên Kurd”.[9] Peyva “şêwr”ê li şuna “şûra” û “konsey”ê hatiye bikaranîn. Weşîna van bîranînên Heciyê Cindî bi forma rojnivîskan piştî 40 salî cara yekem bala me dikşîne ser vê komeleya xwendekarên kurd li Rewanê. Tosinê Reşîd di nivîseke xwe de diyar dike ku di destpêkê de navê komeleyê yê fermî Şêwra Xwendekarên Kurd bûye.[10] Lê ew di hevpeyvînekê de jî dibêje ku paşê navê wê dibe: Şêwra Cahilêd Kurd (Şêwra Ciwanên Kurd):

“Payîza sala 1963yan min, Zurbê Emer[11],Gêorgiyê Xudo[12] û Tîtalê Efo[13] li Yêrêvanê Şêwra Xwendekarên Kurd damezirand. Ew li serenserê Sovyetê yekem rêxistin bû ku li ser bingehê neteweyî hatibû avakirin. Şêwra me berê nehênî bû, lê piştî çend mehan me pêwendî bi Komsomolên Ermenîstanê re girê de û bi hevkariya wan karê xwe domand. Piştî şêwr eşkere bû, navê wê bû Şêwra Xortên Kurd. Armanca Şêwrê belavkirina bîr û baweriyên kurdayetî û xurtkirina hîsên netewî bû”. [14]

Divê ez li vê derê balê bikşînim ser mijarekê. “Xort” peyvek e ku zêdetir ji bo lawikan û kesên ciwan tê bi kar anîn, mirov nikare bibêje ku “xort” û “ciwan” peyvên hevmane (sînonîm) ne, dema ku mirov dibêje; “ciwan”, ev gotin hem xortan û hem jî keçan dihewîne. Lê belê di zimanê rojane û serbest da, ev komele bi hin navên din jî hatiye nasîn. Nûra Cewarî wekî mînak di nameyeke xwe de diyar dike ku wan jê re gotiye: ”Kluba Xwendekarên kurd”.[15] Carinan di dawiya navê wê da, em rastî peyvên Rewan/Ermenîstanê jî tên. Wekî mînak Têmûrê Xelîl di nivîseke xwe de vê saziyê wek “Komeleya Xwendkarên Kurd li Ermenistanê” bi nav dike.[16] Di hejmareke “Rêya Teze”yê de jî “Koma Cahilêd Kurd” hatiye binavkirin.[17] Çawa li vê derê jî xuya dibe, angorî demê, çavkaniyan û nivîskaran navê komeleyê hatiye guhartin. Emê di vê tekstê de zêdetir forma pêşîn Şêwra Xwendekarên Kurd bi kar bînin.

Kinyazê Îbrahîm (li çepê), yek ji aktîvîstên Komeleya Xwendekarên Kurd
SEREK Û XEBATKARÊN KOMELEYÊ

Kesên pêşengiya sazkirina vê komeleyê kiriye, wisa xuya dibe ku Zurbeyȇ Emir Îboyan, Gêorgiyê Xudo û Tîtalê Efo bûne. Di derbarê serekên komeleyê de Têmûrê Xelîl weha dibêje: ”Komela xwendekaran sala 1963an vebû, serokê pêşin Hesenê Qeşeng, dû re Zurbê Emer, Kinyazê Îbrahîm, Svêtlana Bayloz (qîzapa min e). Ez dema serokatiya Kinyaz û qîzapa xwe de cîgir bûm”.[18] Tosinê Reşîd ji wiha dibêje: “Şêwra me jiyana wê heyşt sala domand. Di nav wan heyşt salan de Zurbê Emir, Hesenê Qeşeng, Ezîzê Xeto, Kinyazê Îbrahîm, Svêtlana Bayloz û xudanê van rêza seroketiya wê kirin”.[19]

Nûçeyeke sala 1967an navê Eskerê Boyîk jî dide. Kinyazê Îbrahîm dema ku xwendekar bûye, dinivîse ku keç û xortên kurd rojekê di salona Unîversîteya Rewanê de hatine bal hev û 8ê Adarê-Roja Jinan ya Navnetewî pîroz kiriye. Li gor Kinyazê Îbrahîm ev êvar ji aliyê “Koma Cahilêd Kurd” (Koma Ciwanên Kurd) ve hatiye amadekirin. Serekê komeleyê Eskerê Boyîk êvar vekiriye û di derbarê giringiya vê rojê de peyiviye. Ev nûçe ji du aliyan ve giring e. Hem nûçe li vê derê nîşan dide ku serekê komeleyê vê demê (1967) Eskerê Boyîk bûye, hem jî em ji vê nûçeyê fêr dibin ku komeleyê êdî navê xwe wekî me li jorê jî got; kiriye “Koma Cahilêd Kurd” (Koma Ciwanên Kurd).[20]

Nivîskarê kurd Ahmedê Hepo, di nivîseke xwe de ku tê de Kinyazê Îbrahîm dide nasîn, di derbarê Şêwra Xwendekarên Kurd de jî qala çend mijarên balkêş dike. Em ji nivîsê fêr dibin ku Kinyazê Îbrahîm demekê bûye serekê vê komeleyê: “Di salên xwendekarîyê de Kinyaz wek xwendekarekî pêş û zane ji aliyê Komeleya Xwendekarên Kurd yên Ermenîstanê de hate hilbijartin wek serokê wê. Rind tê bîra min, rojekê kurdzanên Azirbêcanê ji Bakûyê hatine Ermenîstanê, yên wek zanyarên navdar Elî Gelawêj, Rehîmê Qazî, helbestvan û zanyar Huseyn Kurdoxli, Şamil Eskerov. Min xwest ku xwendekarên kurd bi wan re bibine nas, lema min ji Kinyaz re got ku eger hûn rasthatinekê, êvarîkê bi wan re çêkin, wê baş be. Kinyaz û endamên komîteya komeleya ku wî serokatî lê dikir, destxweda razî bûn û bona wê rasthatinê amadekarîyên here baş kirin. Herwiha di wê êvariyê de zanyarên kurd yên binavûdeng Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Nadoyê Xudo Maxmûdov, Eliyê Ebdilrehman, Xelîlê Çaçan, Şekroyê Mihoyî, Xalit Çetoyev, Karlênê Çaçan, Casimê Celîl û gellekên mayîn, herwiha nivîskar û helbestvanên navdar Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Wezîrê Eşo, Eskerê Boyîk hazir bûn. Êvarî gellek baş derbaz bû û mêvanên ji Azirbêcanê dema vegerê gotin ku rastî jî Ermenîstana îro bûye navenda çand û hunera kurdan”.[21]

Wekî ku li jorê û di cîhên din de jî derbas dibe, Kinyazê Îbrahîm di van salan de bi dil û can tevî karê vê komeleyê bûye. Kesekî bi navê Martin Şahbazyan hê di van salan de (1966) bi navê "Paşwextiya wî geş e" nivîseke balkêş di derbarê “Kinyazê Îbrahîmê 20 salî” de nivîsiye.[22] Ev dîtina Martin Şahbazyan piştî salan rast derdikeve. Kinyazê Îbrahîm berî çend rojan (8/8 2021) li Qazakîstanê çûye rehmetê. Ew bi her aliyî ve xweyê kesayetîke geş bû!

Yek ji aktîvîstên komeleyê dr. Gêorgiyê Xudo bûye. Têmûrê Xelîl di nivîseke xwe de weha qala Gêorgiyê Xudo û komeleya xwendekarên kurd dike: ”Lê ji bo Gêorgiyê Xudo jiyana here bextewar ne nav û deng û zanyariyên wî bûn, lê daxwaza ko jiyaneke kurdewariyê derbaz bike, kêrî miletê xwe bê. Ji bo wî meslekê wî her tenê jê re rêyek bû, ko malbata xwe xwedî bike, lê jiyana here xweş û bextewar ya bi gelê xwe re bû. Ji ber wê jî wî ji destpêka salên 60-î de bi Tosinê Reşîd, Hesenê Qeşeng, Porsora Sebrî û hevalên mayîn re tevayî bingehê Komeleya Xwendkarên Kurd li Ermenistanê danî, hewil de wisa bike, ko gelê wî xwe di Kurdistaneke xeyalî ya biçûk de texmîn bike. Dû van kesan re gelek welatparêzên kurd ev kar berdewam kirin, wek Kinyazê Îbrahîm, Svêtlana Bayloz, Moskovê Cemal, Ezîzê Gerdenzerî, Çerkezê Reş, Vanîkê Elîxan, Hesenê Ûso û yên din. Ez xwe bextewar dibînim, ko ez jî di nav wan de bûm, gellek salan endamê komîtêya karger ya vê komeleyê bûm”.[23]

Yek ji wan çalakvanên komeleyê jî Têmûrê Xelîl bûye, li gor Hesenê Uso, rojnamevan Têmûrê Xelîl 6 salan wekî endamê komeleyê kar kiriye.[24] Yek ji wan dildarên komeleyê jî Hesenê Qeşeng e ku di sala 1963yan da, di fakûlteya rohilatzaniyê de dest bi xwendina beşa zimanê farisî kiriye. Hê di sala 1964an de bi nivîseke kurt xwestiye ku balê bikşîne ser rewşa ciwanan, bi taybetî jî ciwanên xwendekar: “Çawa xwendevanekî gazêta Rêya Teze min dixwast rûpelêd gazêta meda derheqa emrê cahilêd meda, îlahî, derheqa cahilêd xwendekarda, diha gellek miqale bihatana neşirkirinê”.[25]

Di hevpeyvînekê de jî Hesenê Qeşeng wiha qala Şêwra Xwendekarên Kurd dike: “Salên xwendekarîyê bona min salên here xweş bûn, -Hesen dibêje. -Bi rastî li ber min cîhaneke nû vebû. Piştî dersan dema mine aza qet tunebû: yanê ezê li pirtûkxanê bûma, yanê ezê li civînên xwendekarên me bûma, yanê jî diçûme Radyoya Kurdî û rojnama Rêya Teze. Wan salan têkoşîna kurdaye netewî-azadariyê bi serokvaniya Mustefa Barzanî li başûrê Kurdistanê xurt û zor bûbû. Em bi bûyerên Kurdistanê va dijiyan.Wê demê Komeleya Xwendekarên Kurd ya Rewanê hebû. Komeleyê karekî netewhiziyêyî baş dikir. Hertim nivîskar, zanyar û rewşenbîrên meye cihê-cihê vexwendî dikir, yên ku li ser wêje, çand û dîroka gelê me gotûbêj û qise pêk dianîn. Hema wan salan jî hesîna min ya hizkirina berbi netew û welatê me bêtir kûr bû û di ruh û dilê minda şax veda. Hema di wê demê de ez bi rojnama meye hizkirî va hatime girêdanê, car-caran min gotar ji bo wê û radyoyê dinivîsî”.[26]

Hesenê Qeşeng havîna sala 1968an zanîngehê diqedîne. Piştî qedandina xwendina bilind di rojnameya “Rêya Teze”yê dest bi xebatê dike. Hesenê Qeşeng di sala 1970yî da, nivîseke dirêj dinivîse ku li ser wan kurdên navdar e ku di Unîversîteya Rewanê de xwendina bilind qedandine. Em li vê derê fêr dibin ku kesê yekem ku di sala 1930yî de di vê unîversîteyê de dest bi xwendinê kiriye Heciyê Cindî ye.[27] Hesenê Qeşeng paşê çend salan diçe Afganîstanê, wekî wergêr û dîplomat li wê derê kar dike.

Hin aktîvîst û serekên Şêwra Xwendekarên Kurd: Ji çepê: Hesenê Qeşeng, Kinyazê Îbrahîm, Tosinê Reşîd
HIN ÇALAKIYÊN KOMELEYÊ

Em ji van bîranînên Tosinê Reşîd, Ahmedê Hepo, Hesenê Qeşeng, Kinyazê Îbrahîm û Têmûrê Xelîl ku li jorê cih girtine, fêr dibin ku Şêwra Xwendekarên Kurd gellek hewl daye û çalakiyên cihê pêk anîne, xwendekar û ciwanên kurd bi giyanê neteweperweriyê û kurdayetiyê mezin bibin. Tosinê Reşîd diyar dike ku yek ji wan çalakiyên pêşîn ku komeleyê pêk aniye, civînek e ku di warê Cegerxwînê helbestvanê kurd de bûye. Tosinê Reşîd bi xwe ev gotar pêşkêş kiriye. Şêwra Xwendekarên Kurd bi taybetî di rojên giring de, di rojên pîrozkirina rojbûyîna kesên navdar, nivîskar û mezinên kurd de êvar û şahî organîze kirine. Ev civîn û çalakî ne bi tenê bi axaftin, her weha bi pêşkêşiyên hunermend û dengbêjên kurd derbas bûne. Nûçeyeke sala 1967an nîşan dide ku Koma Cahilêd Kurd (Koma Ciwanên kurd) ji bo pîrozkirina 8ê Adarê-Roja Jinan ya Navnetewî êvarek li Rewanê amade kiriye. Di şevê de gellek kes axivîne, di nava wan de nivîskara kurd Sîma Semend jî hebûye.[28] Çawa em li jorê jî dibînin xwendekar û ciwanên kurd di salên 1960-1970yî de li Rewanê gelek aktîv bûne.[29]

Nûçeyek di heqê çalakiyeke “Koma Cahilêd Kurd” de ku Kinyazê Îbrahîm nivîsiye (Rêya Teze, 8/3 1967)
KEÇÊN KURD

Bi taybetî di nîvê duyem yê sedsala bîstî da, hejmara ciwanên kurd ku dest bi xwendina bilind kiriye li komarên wekî Ermenîstan, Gurcîstan, Azerbeycan û li cîhên din her diçin zêde bûye. Di nava komeleyê da, keçên kurd yên xwendekar jî aktîf bûne. Nûra Cewarî dîyar dike ku wê bi xwe sê caran li ser mijarên cihê gotar pêşkêş kirine, wekî mijarên dostanîya kurd û ermenan, mûzîka kurdî û Komîtas. Mijara semînerekê ku ji aliyê komeleyê ve hatiye dayîn jî tevgera Barzanî bûye.[30] Çawa me li jorê jî qala wê kir, dema ku ev komele ava dibe, piştî demekê Svêtlana Bayloz jî dibe serekê wê. Hesenê Uso, di nivîseke xwe de dibeje ku Svêtlana Bayloz sê sala bûye sereka komeleyê. Navê wê carinan di çavkaniyan de wekî Svêtîka, Svêta, Sêvê jî derbas dibe.[31] Svêtlana Bayloz keça Baylozê Çaçan e, wê beşa unîversîteyê ya ziman û edebîyata rûsî qedandiye û bi salan di nava Partiya Komunîst ya Ermenistanê de kar kiriye. Mêrê wê zimanzanê kurd Maksîmê Xemo bûye.[32]

Komek keçên kurd yên xwendekar bi hevkariya rojnameya Rêya Teze dest bi xebatê dikin: Ji çepê: Porsora Sebrî, Nûra Cewarî, Svêtlana Bayloz, Cemîla Celîl û Aslika Qadir (Rêya Teze, 7/4 1964)
KEÇÊN XWENDEKAR KOMEKÊ PÊK TÎNIN

Tiştekî balkêş jî berî ku Şêwra Xwendekarên Kurd li Rewanê saz bibe, hê di sala 1961an de bi serektiya keça kurd Svêtlana Baylozê bi navê “Koma Xebatkarên Para Gazêta Rêya Teze ya Jinan ya Neştat” komek saz dibe.[33] Peyva neştat bi zimanê rûsî ye û bi maneya karmendên nefermî/serbest tê bikaranîn. Armanca avakirina vê komê ew e ku bi hevkariya “Rêya Teze”yê li hemberî kevneşopî û dîtinên paşverû dayîna tekoşînê bûye. Endamên vê komê ji keçên xwendekar pêk hatiye ku li Rewanê dixwend. Ew çûne gundan li gel keçan, dê û bavên wan peyivîne, paşê encamên van geran bi alîkariya rojnameya “Rêya Teze”yê bi nivîskî gîhandine xwendevanan. Di vê komê de van keçên kurd cih girtine ku di van salan de wan li Rewanê di zanîngehên cihê de dixwand: Porsora Sebrî, Nûra Cewarî, Svêtlana Bayloz, Cemîla Celîl û Aslika Qadir. Sereka komê Svêtlana Bayloz bûye. Di wêneyekî de ku di sala 1964an de hatiye girtin, em van her pênc keçên kurd dibînin. Ev wêne bi çend gotinan di rojnameya “Rêya Teze”yê de jî hatiye weşandin. Di binê vî wêneyî de du nivîsên kurt jî hene ku ji aliyê Hesenê Qeşeng û Nûra Cewarî ve hatine nivîsîn.[34] Li gor Nûra Cewarî, vê koma jinan xebatên xwe heta sala 1964an berdewam kiriye. Mirov dikare bibêje ku kar û çalakiyên Koma Keçên Xwendekar û Şêwra Xwendekarên Kurd di van salan de hev temam kiriye. Belkî ev kom û tevgera keçên kurd yên xwendekar bûye nimûneyeke rênîşandêr ji bo ciwanên kurd ku paşê (1963) Şêwra Xwendekarên Kurd saz kiriye.

'ÇIQLEKÎ KURDISTANÊ'

Salekê piştî sazkirina Şêwira Xwendekarên Kurd Aslika Qadir di heman dema sala 1964an de cara peşîn kilama “Welatê Me Kurdistan e/Cî meskenê me kurdan e” dibêje. Êdî ciwanên xwendekar yên kurd dibin xweyê marşekê, marşeke ku agirê Kurdistanê vê carê berdida nava dilên wan. Ev kilama di van salan de wisa zêde tê hezkirin ku êdî sînoran nas nake, wekî parçeyekî dersînor diçe digihêje milyonan mirovên her çar parçeyên Kurdistanê. Ciwanên kurd wekî me li jorê jî dît, di van salan de bi hesreta Kurdistanê jiyane. Peyvên kurd û Kurdîstanê wekî nan û av hesibandine. Ev komeleya ciwan û xwendekaran ji bo wan bûye sebrekê. Ji ber vê jî Svêtlana Bayloz ku niha li Rewanê dijî dibêje ku xwendekaran ev komele wekî “Çiqlekî Kurdistanê” dihesiband.[35]

GIRTINA KOMELEYÊ

Şêwra Xwendekarên Kurd ku navê wê paşê dibe Şêwra Cahilêd Kurd heta 1972yan, bi qasî 10 salan karê xwe meşandiye. Ew rêxistineke fermî bû û bi Komîteya Navendî ya Komsomola bajarê Rewanê ve girêdayî bû. Ermenan gellek caran alîkariya komeleyê kiriye, weşanên ermen di heqê komeleyê û çalakiyên komeleyê de gellek nûçe belav kirine. Hin hêz/kes hebûn ku karê vê komeleyê wekî xebatên li dijî prensîpê enternasyonalîzmê dihesibandin û raporên neçê ji berpirsên komsomolê re dişandin. Ji ber van gilî û gazinan û sedemên îdeolojîk komele di sala 1972yan de tê girtin.

Jêrenot:

[1] Karlanê Çaçan, Festîvala Cahiltiyê, Rêya Teze, 12/1 1956.
[2] Emerîkê Serdar, Komsomolekî kurdî pêşîn, Rêya Teze, 12/12 1968.
[3] Wek mînak di logoya komeleyekê de jî em rastî peyva cahil (cahal) tên: ”Yektiya Cahalên Kurd yê Gurcistanê
[4] Xelîl Muradov, Fonda meye kilama û dengbêjan, Rêya Teze, 20/1 1971.
[5] Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê, 2020, berhevkar: Cewad Merwanî, cild II, rûp.548.
[6] Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê, cild II, rûp.692.
[7] Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê, cild II, rûp.158.
[8] Frîda Hecî Cewarî, Hecîyê Cindî û Malbata Wî, Yêrêvan, 2012, rûp.83.
[9] Frîda Hecî Cewarî, Hecîyê Cindî û Malbata Wî, rûp.86.
[10] Tosinê Reşîd, Rûpelek Ji Dîroka Kurdên Yekîtîya Sovyêtê (Şêwra Xwendkarên Kurd) https://buyerpress.com/kurdi/?p=12997 (3/3 2018)
[11] Navê wî carina wek Zurbeyȇ Emir Îboyan jî tê nivîsîn: Torinê Torinî, Qenckirê Bedenan û Geyanan (Bo 80 salîya doxtir Zurbeyȇ Emir Îboyan) https://krd.riataza.com/2018/02/06/qenckir-bedenan-u-giyanan/ (6/2 2018).
[12] Doktor Gêorgiyê Xudo ji malbata Xudoyê Miho ye.
[13] Tîtalê Efo piştî Mîroyê Esed bûye berpirsê rojnameya Rêya Teze.
[14] "Ez Tosinê Reşîd, kurê Reşîdê Ozman!.." Mehfel, nr 5/2011 (Amadekar: Salihê Kevirbirî).
[15] Nameya elektronîk ya Nûra Cewarî ya bi terîxa 24/5 2021.
[16] Têmûrê Xelîl, Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû

http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=30&RubricNr=24&ArticleNr=7607 (27/5 2013).

[17] Kinyazê Îbrahîm, Êvariya Hewaskar, Rêya Teze, 8/3 1967.
[18] Nameya elektronîk ya Têmûrê Xelîl ya bi terîxa 18/4 2021.
[19] Tosinê Reşîd, Rûpelek Ji Dîroka Kurdên Yekîtîya Sovyêtê: Şêwra Xwendkarên Kurd https://buyerpress.com/kurdi/?p=12997 (3/3 2018)
[20] Kinyazê Îbrahîm, Êvariya Hewaskar, Rêya Teze, 8/3 1967.
[21] Ahmedê Hepo: Nivîskarekî Kurdê Azerbeycanê li ser Prof. dr. Kinyazê Îbrahîm dinivisîne

http://avestakurd.net/blog/2020/07/05/niviskareki-kurde-azerbeycane-li-ser-prof-dr-kinyaze-ibrahim-dinivisine/ (5/7 2020)

[22] Martin Şahbazyan, Paşwextiya wî geşe, Rêya Teze, 7/7 1966.
[23] Têmûrê Xelîl, Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû

http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=30&RubricNr=24&ArticleNr=7607

[24] Hesenê Uso, Malek dikare çi bike bona gel, Dengê Komkar, nr 35/1981.;
[25] Hesenê Qeşeng, Xwestina min, Rêya Teze, 7/4 1964.
[26] Prîskê Mihoyî, Rojnamevan û nijtimanperwer: Hesenê Qeşeng, Rêya Teze, 16/2 2019.

https://krd.riataza.com/2019/02/16/hesene-qeseng-rojnamevan-u-nistimanperwar/

[27] Hesenê Qeşeng, Kutakirîêd Unîversîtetêye Kurd, Rêya Teze, 23/12 1970.
[28] Kinyazê Îbrahîm, Êvariya Hewaskar, Rêya Teze, 8/3 1967.
[29] Ne bi tenê li Ermenîstanê, li Gurcistanê jî ji bo ciwan û xwendekarên kurd hin xebat hatine kirin. Elena Xudoyanî sereka komeleya Yekitiya Ciwanên Kurdên Gurcistanê berî çend salan di fîlmekî dokumentî de dîyar dike ku ronakbîr û aktîvîstê kurd Keremê Anqosî (1937-2019) hê di sala 1957an da, ango salekê piştî sazbûna Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê hewl daye, bo ciwanên kurd li Gurcistanê bighîne hev. Ew dibêje ku xebatên ciwanên kurd li Gurcistanê bi Keremê Anqosî ve destpê dike. Di sala 1996an da, bi pêşengiya Egîd Mîrzoevî Yekîtîya Cahilên Êzîdî saz dibe, paşê navê xwe diguhirîne dibe: Yekîtîya Cahilên Kurd ya Gurcistanê.
[30] Nameya elektronîk ya Nûra Cewarî ya bi terîxa 22/5 2021.
[31] Svêtlena Bayloz, Rûpelêd ji emrê jina kurd, Rêya Teze, 8/8 1970.
[32] Hesenê Uso, Malek dikare çi bike bona gel, Dengê Komkar, nr 35/1981.
[33] Peyva neştat ku rûsî ye bi wateya karmendê ne-fermî, serbest kar dike tê bi kar anîn.
[34] Koma Xebatkarên Para Gazêta Rêya Teze ya Jinaye Neştat, Rêya Teze, 7/4 1964.
[35] Ji notên hevpeyvîna telefonê ya bi Svêtlana Bayloz re (Rewan, 3/6 2021).