Şehram: Şehsuwarekê Şehname-xwîn

Di Şehnameyê de Tirk wekî 'neyar' û Ereb wekî 'şeytanên li hember ferîşteyan' hatibûn şayesandin. Lêbelê Kurd, milletekî pesindar bûn. Pesnê wan gelek caran û di gelek cîyan de hatibû dayîn. Ev Kurd ku heta îro 'Cejna Kurdî' yanê 'roja rizgarbûna ji zulma Dehaqî' li deştên fireh ên Îranê pîroz dikirin, gorî Fîrdewsî bi destê Ermayîl û Germayîl ji zulma Dehaqî rizgar bûbûn û li bin ala Kawayê Hesinkar (Direfşê Kawiyanî) kom bûbûn.

Google Haberlere Abone ol

Veysel Başçı

DUVAR - Mamoste Şehram Nazerî, piştî xelata 'Légion d’Honneur' ji Fransayê wergirt, bi unwan û payeyên wek 'Şehsuwarê (Şovalye) muzîka Rojhilatê' û 'Pavarottiyê Îranê' hat nasîn. Nesreddîn Heyderî di hevpeyvînekê de jê dipirse: “Çawa dibe ku tu helbestên Mewlana û Şehnameyê ku di nav klasîkên cîhanî yên epopîk de xwedan cîhekî bêhempa ye wisa xweş şîrove dikî û dixwîni?” Bersiva Mamoste Şehram ev e: “Ji ber ku ez Kurd im û ji çandeka mezin a Kurdewarîyê têm!” Wî gelek caran di hevpeyvînên xwe yên neteweyî û navnetewî de bersivên bi vî rengî anî bû zimên.

Bingeha destanên ku Şehram bi musîka xwe dixwîne, Şehnameya Fîrdewsî ye. Fîrdewsî di navbera salên 980 û 1010 an de Şehnameyê nivîsîye ku ew ji destan, mîtolojî û vegotinên dîrokî pêk tên. Yanê tişta ku Homeros di Îlyada û Odysseiayê de kiribû Fîrdewsî jî, bi heman rengî, di Şehnameyê de pek anî bû. Ew beyta ku êdî bi navê Fîrdewsî tê nasîn navdar e: “Di nav vî sî salan de min gelek êş dîtin / Le min bi vê Parisîya xwe Ecem zinde kirin (vejandin).” Ev beyt, rola Şehnameyê ya vejîner a di sazbûna nasnameya Îranî de radixe pêş çavan.

'ŞEHNAME PIRTÛKEK PÎROZ A KURDAN E'

Fîrdewsî di berhema xwe de bi berçavkeke Îranî li mijar û bûyeran dinihêre. Lêbelê ew mijar û bûyer tenê bi gelê Faris re têkildar nînin. Nasnameya ku dibêje “min ew vejandin” ne tenê nasnameya Farisan e, bes ya Eceman e. Di serdema Fîrdewsî de ji xelkên ne-Ereb re Ecem digotin. Zanavek bû ku ji hêla Ereban, bo kesên 'Mewalî', bi taybet ji bo xelkên ku di erda Îrana mezin dijîyan, dihate gotin. Ji ber vê yekê Îbnî Esîrê Kurd û Melîkê Şuarayê Behar di serdemên cuda de ji bo Şehnameyê gotibûn, 'Qur‘ana Eceman'. Helbet di nav vê pênaseya 'Ecem' de Kurd jî wek Farisan hebûn. Kurd jî yek ji wan neteweyan bûn ku bi Şehnameyê ra vejîyabûn. Lewre dema Muhîd Tebatebayî digot, “Şehname pirtûka pîroz a Kurdan e” hewl dida ku girîngîya vê heqîqetê diyar bike.

Di Şehnameyê de Tirk wekî 'neyar' û Ereb wekî 'şeytanên li hember ferîşteyan' hatibûn şayesandin. Lêbelê Kurd, milletekî pesindar bûn. Pesnê wan gelek caran û di gelek cîyan de hatibû dayîn. Ev Kurd ku heta îro 'Cejna Kurdî' yanê 'roja rizgarbûna ji zulma Dehaqî' li deştên fireh ên Îranê pîroz dikirin, gorî Fîrdewsî bi destê Ermayîl û Germayîl ji zulma Dehaqî rizgar bûbûn û li bin ala Kawayê Hesinkar (Direfşê Kawiyanî) kom bûbûn. Dehaq kuştibûn û Ferîdûn derxistibûn ser textê şehînşahîyê. Kê Kurdan bibîr bianîya, tu carî neditirsîya û xof nediket dilê wan. Li gor Fîrdewsî, Kurd du hezar û pênsed sal berê bijare bûn û bi xwedîkirina ajalan mijûl dibûn. Di konên xwe de Sasanê damezrînerê dewleta Sasanîyan mezin kiribûn. Bi Erdeşîr re şer kiribûn ku ew jî ji dayîkeka Kurd bû û li gor edet û risûmên Kurdan mezin bûbû. Kurdan artêşa biheybet a Erdeşîrî têk biribûn. Pevçûna wan, ne şerê birayan, lê şerê xal û xwarzîyan bû.

Vegotinên destanî yên ku Fîrdewsî li Rojhilatê dabû destpêkirin, bi salan di edebiyata neteweyên derdorê de jî diyar bûn. Gelek şehname li pey hev hatin nivîsandin û gelek wergerên wê hatin kirin. Yê yekem car Şehnameye Fîrdewsî bo Erebî dabû wergerandin Melik Muazzamê birazîyê Selahedînê Eyyûbî bû ku di dîroka zanista Îranê de wek 'Parêzvanê Kurd ê Şehnameyê' dihat hesibandin. Gellek Şehnameyên Kurdî jî yek bi yek di dîrokê de cihên xwe digirtin. Ew destanên ji hêla helbestvanên Kurd ên wekî Mîrza Kerendî û Elmas Xanê Ken(d)ûleyî hatibûn nivîsîn, bêtir taybetmendîyên Kurdî dihewandin.

DENGBÊJÊN SERHEDÊ DI KILAMÊN XWE DE BEHSA KAWAYÊ HESINKAR DIKIRIN

Piştî Fîrdewsî, Şehname-xwendin di nav gelên Îranî de wek dab û nerît belav bû. Çawa ku zar û zêçên Homeros, ê ku kor û saqet bûn, li girava Delosê ji bo Yewnanan vegotinên epopîk dixwendin, hozan û çîrokbêj jî bi heman terhî gund bi gund li çiyayên Zagrosê digerîyan û destanên Şehnameyê dixwendin. Wek mînak, bavkalan destanên Rustemê Zal li ber şikeftên Hesûnê ji zarokên xwe re vedigotin, koçerên Dihêyî (Erûhe) bi çîrokên Rûdabe mezin dibûn, dengbêjên Serhedê di kilamên xwe de behsa Kawayê Hesinkar dikirin. Hemû jî ji heman kanîyê vedixwarin. Ew ruhê li başûrê Zagrosê di helbestên Meşaxtî de yan li rojavavayê Zagrosê di helbestên Cegerxwîn de dihat dîtin, bêguman, mîrata hozan û goranîbêjên Şehname-xwînan bû. Heman tişt li Medreseya Xezna jî olan dida ku Mela Ehmedê Palo ji ruhê vê keleporê diweribî: “Di çaxa Pîrê Tûsî Pehlewî ye dizanî / Wî Şehname kirî sî te Meqamat deranî.”

Têkilîya estetîk a Şehram ku bi Şehnameyê re saz kiribû bi qasî raborîya Kurdan a li Şehnameyê û kevneşopîya hozanên li rojhilat û rojavayê Zagrosê distrên, kûr bû. Ew Rustemê Zal ku di Şehnameyê de wek prototîpa îdeal a gelên Îranî xuya dikir, proto-zanavayê Şehram bû. Li Kirmaşanî ji dayîk bûbû, li wî bajarê ku seranser bi van destanên hamasî hatibû neqişandin. Ew bi mîrata hozanên Şehname-xwîn, yên ji çiyayên Bîstûnê bigirin heta bajaroke Dalahûyê digeriyan, mezin bûbû. Dê û bavê wî, her tim ji Şehnameyê çîrok û destanan xwendibûn guhê wî. Lewre bandora derûnî ya Şehnameyê li ser wî hiştibû, têra xwe kûr û efsûnî bû. Helbet ev têkilîya xurt di muzîka wî ya tradîsyonel a Kurdî û Îranî de jî xwe dabû der. Ev deng û awaza wî ya tenor, wek ta û lerizînên ruhê Mado-Îranîk di guh de deng vedabû.

Şehram bala xwe dabû lêkolînên zanistî yên li ser Şehnameyê jî. Di seranserî kariyera xwe de li Dugelên Yekbûyî yên Amerîka, Fransa, Îtalya, Tunûs û gelek welatên din konsertên Şehnameyê dabû. Jixwe ev têkilîya zanistî bûye sedem ku Şehram navên hinek albumên xwe dayne, 'Zagros', 'Şehnameyê Kurdî', 'Bîjen û Menîje', 'Direfşê Kawiyanî', 'Kaweyê Hesinger' û 'Areşê Kemangîr.'

ŞEHRAM, EW CARDIN VEJAND Û RAKIR SER PIYAN

Yek ji giregirên muzîka tradîsyonel a Îranî, Daryûşê Sefat û rexnevanê Amerîkî Dan Hicmon, derbarê Şehram de dibêjin: “Di dengê Şehram de hin derb, diran û akson hene ku hestek destanî dide wî. Ev deng û awaza destanî ku çend sedsal berê di muzîka Îranî de hebû, ji ber arîşeyên dîrokî vemirîbû û winda bûbû. Şehram, ew cardin vejand û rakir ser piyan.” Belê, çawa ku Fîrdewsî zanava Ecem cardin vejandibû, bi heman rengî Şehram jî bi deng û muzîka xwe rih dabû vê kevneşopîyê.

Bêguman hestên ku Şehram digîhand guhdaran, ji kevneşopîya meqamên muzîka Ehlê Heq/Yaresanan dihatin, yanê ev kesen ku Elewî-bingeh bûn. Van meqaman, bi her awayî rengê xwe dabûn deng û muzîka wî. Şehram, muzîka Îranê ya klasîk û muzîka Îranê ya meqamî ji hev cuda digire. Diyar dike ku destanên Şehnameyê yên ew dixwîne, bi tevahî bi muzîka meqamî hatine çêkirin. Li gor wî, “dîroka muzîka Îranî ya klasîk ji sed û pêncî salan derbas nake, lê muzîka meqamî ku esasa wê bi-tekrare ye, deryayeke bêbinî ye û di vê deryayê de cihê meqamên ceman yên Yaresanan ku ji du beşên heqîqî û mecazî pek tên, gelekî girîng in”. Di meqamên Yaresanan de awaz, rîtm, peyv, gotin hwd. taybetmendîyên sereke ne. Helbet ew bi temamî di muzîka destanî yên Şehram de jî tê dîtin ku xîma xwe li ser Şehnameyê ava kiriye. Hemû meqamên muzikî yên destanên Şehnameyê ku li Êrîvanê di bin rêvebirîya Loris Tjeknavorian û digel Orkestraya Gomîtas ve dixwend, ji meqamên ceman yên Yaresanan bûn.

Şehram di berhemên xwe de ji xeynî van meqaman, gelek meqamên Kurdên Xorasanê jî bi kâr anîbû. Bo nimûne albuma 'Hûnyager'a wî, encama xebateke bi vî şiklî bû ku tevî Ustad Mesûd Xizrî amade kiribûn. Meqam û şêwaza ku Şehram dixwîne, hem li Xorasanê, hem jî li çiyayên Dêrsîmê yên dikevin rojavayê Zagrosê bilind dibin, divê ku ev ne tesaduf bin!

Şehram dibêje, “Ji ber çand û kultura Kurdayetî û Yaresanî ye ku di xwendina min de her tim tevgereke hemasî heye.” Ew ruhê hemasî, di xwendina berhemên nemir ên wekî 'Rustem' de bi awayekî eşkere dixuye. Şehram vê performansa nûwaze bi meqamê cemê ya Yaresanan bi 'Şêwaza Rustemî' îcra kiriye. Şehram û peyrewên Ehlê Heq wisa bawer dikin ku “Rustemê pehlewan sûretek ji suretên Heqqî ye.” Li gor wan, pêşengê yekem ê ku vî meqamî saz kiriye Zalê bavê Rustem e. Dema kurê wî dimire, li ser wî dixwîne. Ev newaya ku hem meqamê wê hem jî navê wê 'Rustem' e, kilameke devkî ye ku li ser mirina Rustemê kurê Zal di ceman de tê xwendin. Şehram jî bi deng û awaza xwe kirasekî hemasî li vî meqamî kiriye.

Îroroj wekî Şehram û hemû pismamên wî (Keyxosro, Sohrab, Tehmûres Pur-Nazerî) û her wiha Cemşîdê Endelîbî, Erdevan û Bîjen Kamkar, Keyhan Kelhor ku pirê wan navê xwe ji leheng û qehremanên Şehnameyê hildane, muzîkjen û bestekarên Kurd in ku bûne pêşengên muzîka klasîk a Kurd û Îranî. Ew muzîkjenên Kurd bi hêz û enerjîyeke mezin muzîka tradîsyonel a Kurdî û Îranî hilgirtine ser pişta xwe û li çar alîyên cîhanê derdikevin ser dikê. Ew ruhê hemasî ye ku li sehneya Madakto Art Centre a Sydneyê bi performanseke nedîtî tevî tembûr, sêtar, kemençe, def, sentûr û gelek amûrên din ên Kurdî-Îranî salonê tînin coşê. Ew in ên muzîka xwe ya Rojhilatî bi huner, şêwaz û enstrumanên Rojavayî didine ber bayê û bêndera xwe tevlî hev dikin. Di hunera wan de hem destanen Şehnameyê û hem jî meqamên Ehlê Heq cihekî girîng digirin. Bêguman, di nav van hunermendan de cih û rola Şehram gelekî mezin e ku wî ev mîrate ji bapîrê xwe Hecî Xanê Pur-Nazerî girtîye. Hunermenden wek Derwêş Xan, Şêx Dawûdî, Derwêş Nîmet Xanê Xerabadî û Seyîd Xelîl Elînejad jî bandor lê kirine.

Îcar ev sedema coş û heyecana Mamoste Şehram ku dema xezel û mesnewîyên Mevlana dixwîne çi ye? Ew ê ku bê destmêj destê xwe nade Mesnewîya Mewlanayî, di konsert û albumên xwe de digel neya Rûmî, bi coşeke destanî muzîka xwe îcra dike. Gelo çi têkilîya wê coşê bi zanava Kurdayetîya wî heye ku di her hevpeyvîna xwe de dibêje “ji ber ku ez Kurd im û giredayiyê çanda Kurdî me?!”

Bila bersiva vê mijarê ji bimîne nivîseka din.

Dr., Nivîskar û Lêkolînerê Xweser.