Reng û kurdên du xuşkên ermen

Li Rewanê di Mala Wênesazên Ermenîstanê de pêşangeha herdu xuşkan Mariam û Eranuhi Aslamazyan tê vekirin, li qatê jêrîn wêneyên Eranûhî û li qatê jorîn yên Mariamê dîwarê vê malê xemilandine.

Google Haberlere Abone ol

Dema mirov li têkiliyîn kurd û ermeniyan yên hunerî mêze dike, dibîne ku bu dehan hunermend, wênesazên ermenî, temaya kurd ji xwe re kirine mijar. Wan di vî warî de gelek berhemên giranbiha di salên cihê de efirandine. Mijareke here bingehîn jî jinên kurd in, bi taybetî jinên karker, xebatkar û gundî bala me dikşînin. Piraniya berhemên wan îro  di mûzexane, galerî, arşîv û koleksiyonên şexsî de cîh digrin, tên parastin. Li jêr em ê bi kurtî qala hin berhemên du xuşkan bikin ku di destpêka sedsala 20an de li herêma Qersê hatine dinê û di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem de bi malbatî koçberî Ermenîstanê kirine û paşê piştî xwendin, perwerdeya hûnerî bûne du hunermendên navdar. Heta niha qasî ku em dizanin di derbara van berhemên hunerî de lêkolîneke zanistî û berfireh bi kurdî nehatiye çêkirin. Tenê di nav rûpelên Rîya Teze de em rastî hin danasîn û nivîsan tên ku qala pêşangehên van hunermendan dikin, van berhemên wan yên di derbarê kurdan de didin nasîn. Hêvî dikim ev mijar di siberojê de bala lêkolerên dîroka huner bikşîne.

Ji çepê: Mariam Aslamazyan û xuşka wê Eranuhi Aslamazyan

Herdu wênesazên xuşk yên ermen Mariam Aslamazyan (1907–2006) û Eranuhi Aslamazyan (1910-1998) li herêma Qersê li gundê Baş-Şîrakê hatine dinê. Ev gunda nêzîkî bajarê Gumrîyê ye jî, ji ber vê carina cîhê bûyîna wan wek Gumrî jî di çavkaniyan de derbas dibe. Baş-Şîrak di tirkî de Baş-Şoregel tê zanîn, navê wê yê nû Çetindurak e. Bi qeza Qersê ya bi navê Akyakayê re girêdayî ye.  Ev gund di navbera salên 1877-1917an de qasî 40 salan di bin hakimiyeta rûsan de maye. Ermenan berê ji vê deverê re Şîrak gotine. Malbata wan paşê koçberî Ermenîstanê kiriye. Bavê herdu xuşkan Arshak Aslamazyan metodên bi nûjen aşvanî kiriye û di dawiyê de li herêmê bûye kesekî dewlemend.

Tabloya bi navê Leylaya kurd ya Mariam Aslamazyan

Ji wan xuşkan Mariam Aslamazyan di salên 1940an de dest pê dike çend berhemên jinên kurd çêdike, wek “Rehmeta kurd”, “Gûlîzera kurd”, “Dota kurdaye rûbixêlî”, “Dota kurde ji Kondê”, “Kurda Norkê”, “Xezal”, “Ferza Sedo”. Wênekî din “Şebabê Sedo” ku li Elegezê şivan bûye, nîşan dide. Di sala 1950yî de “dayîkeke mêrxas” ya kurd kiriye mijara berhemeke xwe. Di berhemeke din de vê carê wênekî malbateke kurd efirandiye, dota kurd ligel dê û bavê xwe de rûniştiye. Dîrokzanê huner lêkoler K. Samvêlyan di derbarê Mariam Aslamazyan de wiha dibêje: “Meriv ji şiklêd M. Aslamazyanêye ji emrê kurda lezeteke bedewtîêye baş dibîne. Kemala wan şiklaye miletzanîê jî hene” (K. Samvêlyan, Nîgarêd M. Aslamazyanêye kurdî, Rya Teze, 4-1-1980). Wê hin wêneyên bi navê “Gûlîzer”, “Fîrzaî”, “Leylaya Kurd” û “Tirka Kurd” jî çêkirine.

Berheme Mariam Aslamazyan: Jineke kurdê êzîdî

Di sala 1961an li Rewanê di Mala Wênesazên Ermenîstanê de pêşangeha herdu xuşkan Mariam û Eranuhi Aslamazyan tê vekirin, li qatê jêrîn wêneyên Eranûhî û li qatê jorîn yên Mariamê dîwarê vê malê xemilandine. Yek ji wan kesên ku çûye seredana vê pêşangehê jî nivîskarê kurd Cerdoyê Esed bûye. Herdu hunermendan qala têkiliyên xwe ligel kurdan û berhemên xwe yên ser kurdan agahî dane vî mêvanê xwe yê kurd. Paşê Cerdoyê Esed di derbarê vê pêşangehê de nivîseke danasînê di Rîya Teze de diweşîne (Cerdoê Esed, Temaşegeha hewaskar, Rya Teze, 31-8-1961). Gelek ji wan, wêneyên jinên kurd in ku wênesazan ew bi nav kirine. Em zanin ku hin jin û mêrên kurd navên kom û neteweyên din jî li xwe kirine yan jî ev nav ji wan re hatine dayîn. Navê yekê heye ku bala me dikşîne: “Tirka Kurd”, mixabin tevî hemû hewldanan min wêneyê “Tirka Kurd” nedît.

Berhemeke din ya Mariam Aslamazyan: Mala kurda (dê, bav û keça malê)

Mijara kurd herweha bala xuşka din Eranuhi Aslamazyan jî kişandiye. Di berhemeke wê de em dayîkeke kurd dibînin ku zarokê xwe dimijîne (1947). Dayîka kurd herweha bi kofiya xwe ya xweşik û bi kembera xwe bala me dikşîne.

Berhemeke Eranuhi Aslamazyan: Dayîkeke kurd

Dema nivîskarê kurd Cerdoyê Esed di sala 1961an de diçe pêşangeha herdu xuşkan, ew li wir herweha ligel Eranuhi Aslamazyan dipeyîve û di derbarê xebatên wê de hin agahiyan jê werdigre. Hunermenda ermenî di cîhekî vê hevpeyvînê de di derbarê berhemeke xwe ya din de wiha dibêje: “Vî sifetî binhêre. Ev li Aparanê şivan bû, lê dengekî xweş lê bû, wextê ez û xûşka xwe çûne Aparanê bona sifetê kurda bikşînin, wî çaxî me nasîya xwe da vî xortê şivan û min sifetê wî kişand” (Cerdoê Esed, Temaşegeha hewaskar, Rya Teze, 31-8-1961). Wek li vir jî xuya dibe di devoka kurmancî ya kurdên Ermenîstanê de ji bo çêkirin û efrandina berhemên hunerî peyva “kişandin” hatiye bi kar anîn. Ev peyva di nav kurdên Bakûr de jî bi wateya bi alîkariya kamerayê girtina (wergirtin) wêneyan tê bi kar anîn.

Herdu xuşk di sala 1987an de qasî 620 berhemên xwe pêşkêşî galeriyeke li bajarê Gumrîyê dikin. Niha ev berhem li wir di “Mûzeya Xuşkên Aslamazyan” de tên parastin, nîşandin. Berhemên van herdu xuşkan herweha têkiliyên kurd û ermenan jî rengîntir û dewlemendtir dikin. Di nav van de çend heb ji wan kurdan nîşan didin, em pê nizanin. Hêvî dikim ku em di demên pêş de zêdetir di derbarê van têkiliyên dîrokî û hunerî de bibin xweyê agahiyên nû.

Herdu xuşkan hin caran berhemên xwe bi keramîk çêkirine, yek ji wan jî ev berhema bi navê jina kurd e