Ranêzikiyên li ser herêmparêziyê di wêjeya kurmancî de

Di kurmanciyê de, zimanê dayînî, di heman demê de, hem ew kurmancî ye ku kesek ji dêya xwe hildide (hîn dibe û bi kar tîne) û ew kurmancî ye ku li herêma wî kesî tê axaftin.

Google Haberlere Abone ol

Dilawer Zeraq

Ziman, bi herêmîbûn an jî bi berbelavbûna xwe, serê pêşîn awêneya hişûbîrê ye û awêneya ketî behsê, ji “çandîbûna zimên” pêk tê. Çandîbûna zimên, li ser lihevkirineke şûngehên çalakiyê û pêkanînên demê ava ye. Ji ber hindê ye, “Ziman lihevkirineke çandî ye ku tu carî xwe naxe kirasê tiştekî dîtir û venaşêre ku ew lihevkirineke çandî ye.”1 

Gelek kurdên bi kurmancî diaxivin, wekî kevneşopî û kelepûrî, li ser hîm û qaydeyên nêrît û rabûnûrûniştinên gund û bajarokên xwe radibin. Ez bajaran naxim nav vê dabaşê ji ber ku çand û nerîtên folklorî ên ku ji hêlekê ve taybetiyên karakterîstîk yên herêman diyar dikin, hema bêje li bajaran ji navê rabûne û ketine ber bayê çanda kapîtalîzmê ya yekreng. Her kurmanc, ji cînişîna xwe, bi zimanê çandîkirî (culturizing language) ya wan herêman, radibe. Helbet ev rewş, rengûawayê zimanê wî kesî jî diyar dike. Kesê ku kurmanciya wî bi vî awayî diyar bûye, êdî axivîna wî, rengê devoka wê herêmê digire û zimanê wî kesî, herêmkî ye; û ji ber ku bi awayekî sîstematîk perwerdehiya fêrgehî jî tune, heta hewldaneke taybet çênebe, ne gengaz e ev zimanê herêmkî biguhere.

Humboldth destnîşan dike û dibêje, “Çand hem ji alî zimên ve tê avakirin, hem jî çand bi xwe re zimên jî saz dike.”2 Loma jî, ji ber ku her herêm li gorî xwe zimên çandî dike, gava em bala xwe didin nêrît, rabûnûrûniştin û fikirîna mirovên ji herêmekê, em dibînin gelek delîl û agahiyên hêjayî gotinê û balpêdanê hene ku taybetiyên devoka wê herêmê didin der. Ev yek di heman demê de, bi awirekî Chomskyîst, şiyana hînbûn û bikaranîna zimanê zikmakî ye ku em ê karibin lê zêde bikin û bêjin; nexwe, ew şiyan, di jiyana ku li ser çandê û nêrîtê ava dibe, li kar dikeve û kesek, her cara ku leqayî hêmaneke çandê û qaydeyên çandî yên ji herêma xwe tê, di heman demê de, digel enerjiya xwe ya ji kurm û xwezaya xwe girtî, rengûawayê zimanî yê wê herêmê hîn dibe û wî zimanê herêmî dike yê xwe.

Xema hîmî ya vê nivîsarê jî, ev yê xwe tî ye ku li ba her kesekî, beşkîbûneke arizî wan çêdike û ev rewşa hanê, -yanê zimanê herêmkî-, ji bo siberojê, dibe bingeha ranêzikiyeke li ser partîkularîzmê.

Siberoja em behs jê dikin, wêjeya bi kurmancî ye.

Wêjeya bi kurmancî; -bi tevî ku ji alî standardbûna nivîsînê ve, kêm zêde, xweyî yekrengiyekê ye û ji alî watedarî û bikaranînê ve jî, lihevkirineke çandî tê de çêbûye-; di van pêlên dawîyê de, ji ber tercîh û çêtirdîtinên hin nivîskaran ku bi pêdagirî awayê kurmanciya xwe ya herêmî di nivîsar an jî pirtûkên xwe de bi pêş de tînin, ketiye nav aloziyeke çêkirî. 

Ev çend salên dawiyê ne, beşek ji nivîskaran, hewleke taybet didin û peyvan li ser hîma awagotinên herêma xwe dinivîsin; -belkî jî ev yek ji ber helwesta ji dilpakiyê ye ku dixwazin pirrengîya kurmancîyê (û ya devoka xwe) nîşan bidin-; lê belê, her çend em hewldanê li ser dilxwaziyeke taybet daynin jî, ev rewşa hanê, bivê nevê, aloziyeke ne hewce çêdike. 

Ev reng alozî, hin caran, xwînerên ku bala wan zêde ne li ser ziman e, lê tenê dixwazin berhemên wêjeyî bixwînin, ji wêjeyê sar dike. Belkî jî, xwîner xwe ji zimanê bi wî rengî ku bi lihevkirina çandî pêk hatiye, qetandî û dûrxistî hîs dike û hezkirina zimanî û xwendinî pê re kêm dibe. 

Ev rewşa hanê ne ji berpirsiya xwîner e; di her hal û rewşê de, ev rewş û dongî, ji berpirsiya nivîskarên wêjeyî ye. Nivîskarên vî zimanî, hinek jî mecbûr in ku peyvên xwe yên herêmkî jî li ser qaydeya rastnivîsînê binivîsin. An na, ew, di watelêbarkirinê, di bikaranîna wateyên mecazî, pêreyî û metaforîk ya herêmkî de, aza(d) û serbest in. 

Baş e, gava em bipirsin û bêjin; gelo nivîskarekî wêjeya bi kurmancî ji bo birêkûpêkkirina vê yekê pêwîst e çi bike?

Bersiv li ba min ev e;

Di kurmanciyê de, zimanê dayînî, di heman demê de, hem ew kurmancî ye ku kesek ji dêya xwe hildide (hîn dibe û bi kar tîne) û ew kurmancî ye ku li herêma wî kesî tê axaftin. Loma jî, bi destnîşankirin û têgihdarkirina Foucaultî; “rê û çare, petandina zimanê dayînî ye.”* 

Petandina zimanê dayînî, serê pêşîn ew rêbaz e ku nivîskar di bikaranîna hin awayên devkî de, hinekî din jî bi balhûrî tevdigere û heta jê tê peyv û derbiranên ku awayê nivîsîna wan dibin sedemên aloziyê û jêfamnekirinê, nêzikî awayên giştî dinivîse û dîsa; heta jê tê, bi rêya vegotinê bala xwîneran dikişîne ser zimanê xwe yê vegotinê û bi vî awayî bi wan dide zanîn; gotin û derbiranên ku ew bi kar tîne, ji herêmên cuda ne. Bikaranîna zimên ya bi vî awayî, di heman demê de, jinûvefikirîna li ser zimên e ku “petandina zimên” jî kêm zêde di vê çarçoveyê de ye. 

Gava nivîskarek vê yekê bike; bivê nevê wê kurmancîya wî ji ‘qalibê xwe yê herêmkî û ji berê ve rûniştî’ bipete, derî û rojingên pêwîst tê de vebin û; hem wê hişê nivîskar bervekirî be ji bo wergirtina peyv, qalib û awayên derbiranê yên ji kurmanciya herêmên din hem jî wê nivîskar karibe bi hêsanî peyv, qalib û awayên derbiranê yên kurmanciya herêma xwe bide der û berbelavtir bike. 

Ev rêbaza ku bi dibetiyeke mezin wê bibe rêbaza vegotina nivîskariya wêjeya kurmanciyê, wê di heman demê de bibe fêrgeha çalakgeriya kurmanciya wêjeyî û wê bendeke ne mezin lê bi hişmendî dayne ber hewldan û polîtîkayên jinavêrakirina kurdî.

Bi vê rêbazê û bi nivîsîna bi vê hişmendîya zimanî û bi vê feraseta çandî, kurmanciya ku hê jî di hin waran de beşbeşkî ye, ew ê karibe xwe ji helwest, reftar û kirinên herêmparêziyê dûr bixe û ew ê di wêjeyê de jî, vegotineke berfireh û di xwe de pirreng ava bibe.

1 Guy Deutscher, Dilin Renkleri, 17

2 Humboldth von Alexandre (ragihandin: Kula Onur Bilge, Dil Felsefesi Edebiyat Kuramı -1)

* a) Foucault, ji bo zimanê nivîskarên wêjeya fransizî bi kar tîne ku berê zimanê vegotinê bi alîyekî dîtir ve kirine û geşe pê dane û vê têgihê wekî “nirxeke şoreşger” bi nav dike. (Foucault Michel (2006) Sonsuza Giden Dil, İstanbul: Ayrıntı Yayınları, 1. Basım, 282) b) zimanê dayînî; ew ziman e ku mirov hem ji dêya xwe hîn dibe hem jî bi awayekî ji berê ve amadekirî bo mirov tê dayîn. Zimanê dayînî; îng: given language, tr: verili dil)

Etiketler ziman kurmancî