Medya civakî

Ji şîrî heta pîrî, telefon di destê her kesî de ye û her kes hewl dide ku bibe  fenomenek. Civat êdî di medya cîvakî de digere. Belê, bêguma ên bi pifê hatiye wê bi ti..ê here.

Google Haberlere Abone ol

Merheba dost û hevalên hêja. Gelo di medya civakî de ti hesabê we yî şexsî heye? Na na pirs şaş çêbû. Ka em di serî de bipirsin. Gelo kesî ku medya civakî bi kar nayne heye? Bawerim hema bê tu kes tuneye. Jixwe di van salên dawî de medyaya civakî wiha bi xezeb kete jiyana mirovan meriv matmayî dimîne. Ji şîrî heta pîrî, telefon di destê her kesî de ye û her kes hewl dide ku bibe  fenomenek. Civat êdî di medya cîvakî de digere.

Demên borî me gazin ji televîzyonê dikir û me digo, lo bavo her kes li ber televîzyonê ye û kes nema diçe mêvandarî û ji ber vê yekê têkiliyê kesan kêm bune û hwd. Bi serê xetoyê dînîk her ku diçe em xweziya xwe bi demen borî yê ku me gazin jê dikir tînin. Salên du hezarî de wexta înternet nû derket, hevalekî me rabû kompîtur ji xwe re kirî. Me go ser xêrê be birako. Îja ez û ew heval, em her şev li hevdû rûdiniştin. Lê piştî kompîturê min rûyê wî hew dît. Wek niha medya civakî jî pêş neketibû. Şevekê ez rabûm çûm mala wî û min li deriyê wî xist. Min jê re go, kuro ka derdê te çi ye. Tu çima êdî ji mal dernakevî. Go, ti derdê min tuneye lo. Ez bi kompîturê ve dikevim. Bo wê…

Min go, ma ka çi di kompîturê de heye. Tu çi dikî.

Go, uuww ne tu nizanî bê çi xweşe. Ez kompîturê de heta sibê bi tavla dilîzim.

De wer îja perça ji xwe neke lo.

Min go, hey ehmaq, were der, ezê her gav tawla di bin çengê texim.

Îja em îro û duh didin ber hev, di navbera wan de çiya heye. Lo babo îro tu li  youtube, tu li facebookê, tu li instagramê û tew em qala tîktokê nekin. Û li ser van rûpela yê ku bûye şanoger, yê ku bûye pêşkêşvan, yê ku bûye sînemager û çi û ne çi lo.

Belê em nifşê facabookê ne. Dema ku instagram ava bû min bi kar nedanî. Îja her kes li înstagrama ji min dipirsî. Gava ku min digot tuneye qerfê xwe bi min dikirin û ji min re digotin tu hîn, ê facebookê yî. Min lê nêrî ku ji ser min venagerin. Min go, heyra hela ka ji min re bibêjin instagram çi ye, merê ji bo çi bikartîne…

Gotin, wexta ku tu li ger û geştê bî û tu li ser çi karî bî û hema kengî dilê te xwast  tu wêneye xwe digrê û par dikî. Min go wele heyra ev ne tu hawe ye. Ji hêlekê jî eyb e şerm e. Ma merê çawa rabe ger û geşta xwe têxe çavên xelkê.  Min go ka bifikirin. Ez derketime ger û geştê û li ber pêlên behrê, wêne digrim û par dikim. Kesên ku nikaribin derkevin ger û geştê ma wê nehesidin û wê nebêjin maşala, tu di wê behrê wer bibî û bifetisî. Ya jî ez li amedê cîgera dixwim. Wêneyê xwe û cîgeran par dikim û ez dibêjim ev cîger hema xweş e. Kesên ku perê wan tunebe û nikaribin cîgera bixwin wê nifira li min nekin û wê nebêjin quzilqurtê bixwe.

Belê demekê min ber xwe da û min înstagram bi kar neanî. Lê dawiya dawiyê ez jî li ber bayê înstagramê ketim.

Lê ev tîktok bi rastî jî tiştekî fahş e. Merê li parvekirinê wan dinêre tu bêhna mirovahiyê jê nayê. Divê tu ya qeşmeriya bikî, yan jî ewkê xwe kil bikî û bidî lotikan. Ku tu ji bo mirovan tişkî qenc bar dikî bala tu kesî nakşîne. Raste rast divên an tê zîtokan biavêjî yan jî karê te li vir tune ye. Yên ku rişme û hefsarên xwe qetandine,  armanca wan jî ewê ku bibin fenomen û ji hêla her kesî ve bên nasîn.

Bi rastî gelek kes ser jî dikevin. Bi gotinekê yan jî bi tevgerek xweyî tewşo mewşo, him dibin fenemon him jî perayan jê qezenc dikin.

Em karin mînakan jî bidin. Di Tîktokê de yekî Amedî bi devoka Amediyan go ‘ê gee sen koniş’ camêr firiya. Kesekî ji Rihayê go ‘min goo zahf germe’ dinya alem wî nas kir. Şopînerê wan jî bi sed hezaran e ha.

De îja wer xweziya xwe bi lîstina tavlayê ya li ser kompîturê neke lo.

Belê îja ez werim ser meseleya asas. Yên ku min nas dikin dizanin, bê ez çi karî dikim. Bi salane ez karê şanoyê dikim û her wiha min bi salan karê pêşkêşvaniya Tvyê jî kir. Lê ez ne wekî wan kesên ku di medya civakî de bûnin fenomen, bi nav deng bûm û ne jî wekî wan min pere qezenc kir. Û rewşa heval û dostên karê çand û hûnerê dikin tevda weke ya min e. De were neheside. Merê li ber keda xweyî bi salan dikeve lo. Tu dibê ewqas serêşî û ev tişt.

Belê bêguman ên bi pifê hatiye wê bi ti..ê here lê disa jî divê ne bi vê ecêbê bûya lo. Te dî bo ciwanên niha divên nifşê Z. Na heyra ev nifş nifşê TîkTokê ne. Û ez dibêjim qey ne şaş im. Binêrin vî navî min li wan kiriye ha. Patend ya min e.

De ka bes e. Ya baş ez nivîsa xwe biqedînim û ez herim binêrim bê di medya civakî de kî dîsa bûye fenomen.